HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

CemilBAYIK

Piştî hevdîtinên li Meclisê yên ji bo makeqanûnê, pêvajoya nîqaşeke nû hate destpêkirin.Piştî hevdîtinên li Meclisê yên ji bo makeqanûnê, pêvajoya nîqaşeke nû hate destpêkirin. Di navenda van nîqaşan de jî BDP û Siyaseta Demokratîk a Kurd bi cih kirin.Çima wisa bû?

Çi ji aliyê BDP’ê çi ji aliyê siyaseta demokratîk a kurd dema nîqaşên ji bo makeqanûnê dest pê kirin bi awayekî aşkera helwesta xwe destnîşan kirin. Heta dawiyê jî di vê helwesta xwe de israr kirin. Lê ligel vê yekê weke ku tiştek nebûye, piştî hevdîtînên li meclisê bi dawî bûn li hemberî BDP û Siyaseta Demokratîk a Kurd êrîşek dest pê kir.

Di vê noqteyê de çima BDP û siyaseta demokratîk a kurd kirin hedefa van êrîşan?

Bêguman bersiva van pirsan divê bê dayîn.

Li Tirkiyeyê nîqaşên ji bo makeqanûnê nû dest pê nakin. Digihêje beriya AKP ku weke partî di sala 2002’yan de bê avakirin. Dîsa guhertinên di makeqanûnê de beriya salên 1990’î ketiye rojevê. Wê demê jî kesekî navê avakarê AKP’ê R.T.Erdogan nebihîstibû.

Ji ber vê yekê, di serî de AKP’ê û her kesên din divê bizanibin ku li Tirkiyeyê nîqaşên li ser makeqanûnê ne aîdî vê hikûmetê ye.

Ber bi dawîbûna salên 1980’yan li Tirkiyeyê guhertinên ji bo makeqanûnê divê bê zanîn ku wiha ji ber xwe ve çênebûne. Makeqanûna 12’ê Îlonê ku ji aliyê piraniya gel ve hatibe ‘erê’kirin jî, yên wan rojan jiya ne, dizanin ku ev yek çawa pêk hatiye.

Kesên ku di bin pêkutiyan de ji Makeqanûna 12’ê Îlonê re gotin ‘erê’ her çiqas piranî bin jî hejmara kesên ku “demek zû em ji vê belayê xilas bibin” ne kêm bûn. Ji ber vê yekê di sala 1982’yan de piştî qebûlkirina makeqanûnê bû mijara nîqaşê, ji sala 1984’an pê de jî bû weke buxçikeke pînekirî.

Ji sala 1984’an pê de bi vekirina borûyên siyasetê yên hatine xitimîn rê li ber vê yekê vekiriye. Ji wê pêvajoyê pê de siyasetê dîwarê tirsê ku bi çepgir-rastgir hatiye lêkirin bihurandiye. Di makeqanûna 1982’yan de “qedexeya siyasetê” ku ji bo siyasetmedarên kevn hatibû danîn di encama vê yekê de rabû.

Guhertinên li ser makeqanûnê ji wê rojê heta roja îro berdewam kiriye. Tiştekî wisa derketiye ku bi pîneyan dixwazin makeqanûna 12’ê Îlonê bidin jiyandin.

Pakêta ku AKP weke hikûmet pêşkêşî meclisê kiriye berdewama wan hemûyan e. Çawa tiştên ku di sala 1984’an de qewimîne kun di makeqanûna 1982’yan de vekiribe, di merheleya heyî de geşedana têkoşîna Azadiya Kurd û destkeftiyên bi dest xistine hema bêje makeqanûna di meriyetê de ye bê hukim hiştiye.

Tiştê ku AKP dike ji yên berê cudatir ji vê makeqanûna bê hukim hatiye hiştin parçeyekî mezin avêtiye û pîneyek lê xistiye.

Jixwe kuna ku Têkoşîna Demokrasî û Azadiya Kurd di Makeqanûna 12’ê Îlonê de vekiriye, ew qas mezin e ku bi pîneyên biçûk ne mumkûn e ku bê nixumandin.

BDP û hêzên siyaseta demokratîk a kurd ku ji despêkê tiştên anîne ziman ev rastî ye. Ji ber vê yekê, hikûmeta AKP’ê pakêta guherînê ku pêşkêşî meclisê kiriye di rastiya xwe de ne guhertine, tenê hewldaneke pîne kirinê ye û li gorî vê yekê bûne xwedî helwest. Ligel vê yekê piştî hevdîtinên meclisê BDP û siyaseta demokratîk a kurd kirine hedefa êrîşan. Sedemên vê yekê divê bi awayekî esasî bê fêmkirin.

Êrîşên hikûmeta AKP’ê û alîgirên wê ya li hemberî BDP û hêzên siyaseta demokratîk a kurd dane destpêkirin, ji sala 1984’an heta ji êrîşên beriya wê ne cudatir e.

Wê demê jî ji bo rê li pêşiya têkoşîna bi pêş diket bigirin hin gavên bi vî rengî avêtibûn. Bi vê bawer dikirin ku lîstika demokrasiyê dê bilîzin. Lê hesabê ku çêdikirin pêk nehat, dek û dolabên qirêj yên ku dihat xwestin bê gerandin hatin pûçkirin. Yê ev yek kir jî dîsa bi saya têkoşîna demokrasî û azadiya kurd pêk hat.

Di qonaxa niha de Têkoşîna Azadî û Demokrasiya Kurd bi giştî rejîma şerê taybet bi ji hev felişînê re rû bi rû hişt. Pakêta guhertina destûra bingehîn a AKP’ê pêşkêşî meclîsê kir, tê wateya xwe restorekirina rejîma şerê taybet a ji aliyê civakî ve. Tiştê ku BDP’ê û hêzên Siyaseta Demokratîk a Kurd kir jî di bingeh de nebûna aletê vê lîstikê bû.

Sedema bingehîn a êrîşkariya AKP’ê û derdorên aligirên wê yê li dij BDP’ê û hêzên Siyaseta Demokratîk a Kurd jî ev yek e. Ev êrîş encama hîsteriya ‘çima hûn nehatin lîstika ma’ tên rojevê. Bêguman ne tenê ev yek e. Hin lîstikên din ên zexel jî hene.

Heger guftugoya destûra bingehîn biçe referandûmê ji bo di nav gel de karibin propogandaya kampanyaya reşkirinê bidin meşandin zemin amade dikin. Vê yekê ji niha de dest pê kiriye.

BDP û hêzên Siyaseta Demokratîk a Kurd ji niha de bi gotinên mîna, “Ne li dijî Destûra Bingehîn a 12’ê Îlonê ne,”, “Bi Ergenekon a darbeya 12’ê Îlonê pêk anî re ketin nava hevdengiyê” reş dikin.

Diyar e ka bi vê propogandaya reşkirinê ya tevahî ji derewan pêk tê dixwazin çi bikin. Dixwazin bi kêmkirina bandora gelê kurd, BDP’ê, hêzên Siyaseta Demokratîk a Kurd û di encamê de jî bandora PKK’ê û birêz Ocalan a di nav gelê kurd de lawaz bikin û di serî de AKP’ê pêşî li meyldariyên cuda vekin.

Çawa ku bi operasyonên tevkujiya siyasî xwestin rêxistinbûna gelê kurd belav bikin û bandora AKP’ê û terîqatên Fetullahvan zêde bikin, niha jî hatiye xwestin heman tiştî bikin. Yanî rejîma şerê taybet a tirk ku dixwaze xwe restore bike hewl dide li ser gelê me ji bo careke din tahakuma bîrdozî û siyasî pêk bîne.

Bêguman gelê kurd dê neyê vê lîstikê, dê lîstikên hikûmeta AKP’ê yên şerê taybet-kirêt careke din vala derxe û bi vê yekê bersiva herî dicîh de bide.