Munzur êdî beharêkî kesk paş xwe de hêştibû û zozanên xwe jimalavanî kirina havînekî germ rê amade dikir .Germa rojê her diçû zêde û zêdetir dibû ,keviyên berfa zivîstanî hêdî hêdî diheliyan û biçûk dibûn . Avên sar ku jibin wan keviyên berfê derdiketin wekî ava rêhmetî xwe berdidan nava gelî û newalên Munzurê . Bêhna çiçekan ku bibayên zozanan rê belav dibûn , mırovan serxweş dikirin û ser xwe ve dibirin havînekî germ ya sala 2007 an bu .
Le ev bêdengî şahî û xweşî diroja yekem a meha tebax de birêngê fırok û teyaran, zivırî dengê şer û pevçûnan. Munzur carêkî din şahîdî dikir jitırajadıyek kevin a dîroka kurdistanê rê . Êdî ew ne biyanî bû ji çûyîna bê veger a zarokên xwe rê . Disala 1938 an de jî tiştekî weha rê şahîdî kiribû .
Neviyên Osmaniyan bialîkariya hevkarên xwe yên piştî behra , bihemû hêza xwe ve ketibû êrîşê de .Ew şeş hezar kes bûn, lê belê hevalê me jî şeş kes bûn .
Lê belê dinava dilê hevala de jî teqibû volkanek . Ew volkan teqîbû û êdî kes nıkarîbû pêşî lê bıgrê , jiber dikesayeta wan de hêrsa dîrokê dihat ser ziman.
Dirastî de ê ku diwê derê de liberxwedida dîroka kevnar bû .Ew ne şeş hezar çîrokê liser lêvên şeş hezar stranan bûn .
Dengekî kûr jidîroka kevn a şeş hezar salî dihat, şer kirin heya mermiyên xwe ê dawî. Bê terêdut û bibıryar şer kirin, şeş şervanê Kurdan bûn .
Jiber ku ew dinava tariya bê dawî de dîtibûn ronahiya asoyên serê sibehê û ber biwî ve dimeşiyan .
Heval Medenî fermandarê cengewer, sedan pevçûnên wisa ê wekî wî ditibû û dinava de mezin bibû . Ciwaniya xwe dinava dengê çek, teqîn û bê rêhmiya şer de derbas kiribû .
Dilaşê wî de derkî ku birîndar ne bûbû, ne mabû, ev hemû wekî birînên şer dibîra wî de mabûn û baweriyekî mezin dida wî. Dema dijmin navê fermandarê mezin dibıhîst, tirs dikete nava dilên wan de .
Êdî ew bibû tirs û xofa şevên wan û wekî kabûsekî digewriya wan de dialiqî .Derêka navê heval Medenî lê belav dibû, leşkerê dijmin didema hêşedartiya xwe de, bidengê çûkekî kezeb liwan diqetiya û wekî cenazeyekî hişk dibûn .
Heval Medenî jialiyê tervlîbûne rêxistinê û bîrdozî biheman awayî net û zilal bû .Bawerî û biryara xwe a şer jî heman dinava têkoşîna çekdarî de cihê xwe girtibû .Hîna jî mîna rojên xwe ên ciwanî zindî û serxwe bû, lidigelek qadên welat de dirêzên herî pêşde şer kiribû .
LiZaxros, liQendîl dişerê lihemberî xiyanetî de lehengiya xwe ısbat kiribû .
Her çiqas heval Medenî xwedî ked û kiryarikî kevin û zêde bû jî, lê bisade bûn û dilnizim bûne xwe jî dihat naskirin . Her tiştên xwe yê jiyana rojana wekî her kesekî bû û tucarî tenezûla jiyaneke din nedıkir .Tiştek ku herî zêde nasnamaya APOcitî biwî rê dikir yek jî ev nêzîkatiya wî ê rêxistîn û hevalên wî bû.
Heval Medenî mirovekî ku dirastiyê de ferastê exlaq û rêxistiniye serokatî dikesayetiya xwe de dabû rûnişkanden û çande PKKbûyînê biawayekî herî baş temsîl dikir .
Jiyana wî a tekoşîna 19 salî, gelekî tijî û dagirtî derbas bû . Lihemberî neheqî, dagırkerî, zulma liser gelê me, bû xwedî seknekî bıserkeftî û bû kelha berxwedaniya sî salî .
Êdî tu dikarî dinava huzurêkî mezin de xew bıke . Jiber ku te jiyana xwe heya roja dawî tijî û dagitî derbas kir .
Simko Rojhilat .