HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Xaka Mezopotamya warê xwedanwenda ye. Ciyê derguşa mirovantî û şaristaniyê ye. Ciyê cara yekem ku jiyana bi wate li derdora dayîka pîroz hatiye kirine. Jin navenda vê şaristaniyê bû. Ji ber kedkdarî, xulikdarî, afirandin, bedewtî, parvekirin, lawir xwedîkirin, zarokanîn û mezinkirin bi vê axê û xwezayê re yekbûn, edalet, wekhevî, azadî û berhem komkirin ji aliyê dayîka pîroz ve çêbûn û ev cewherê jinê bi xwe ye.

 Çanda xwedawend serdest e. Her tişt li derdora jinê dizivire. Jin navenda her tiştê çavkana jiyanê ye. Ji bo vê jî jin tê xwedawendkirin û pîrozkirin.

 Lê bi derketina pergala çînî û desthilatdariya zilam re, jin roj bi roj ji vê cewherê tê bi dûrxistin. Hemû tişt serû bin dibe. Dema em tên sedsala dawîn û lê mezê dikin, jina ku her tişt afirandiye, navend û çavkaniya jiyanê bûye. Lê îro jin ketiye rewşeke wisa ku, êdî nayê naskirin. Ker û lal bûye û wekî mirov nayê dîtin. Bêaqil tê hesibandin û wisa tê angaştkirin ku di civakê de kêmaqil e. Şûna ava dike, tê hesibandin ku xera dike. Ji asta xwedewendiyê dikeve û bi şeytanî û fahîşetiyê tê gunehbarankirinê. Ev hemû îcadê zilamê zalim e. Rastiya jinê ne hesûd û fêlbaz e. Zilam naxwaze jina xwedawend bibe xwedî hêz, qudret, keramet û avakar. Di ser de jî bi dizîtiyê, bi hîleyan û bi bêbextiyan jinê kole kirine,, reş kirine û ji cewherê wê dûr xistine. Lê zilam xwe bi vê yekê dixapîne.

 Li vê xaka pîroz carekê tovê jiyanê û çanda xwedawend hatiye reşandin. Ew ê tu carê ev çand tune nebe. Bi derketine Rêber Apo û PKK’ê re, bi hatina biharê re, bi helandina berf û qeşayê re xweza zindî bû. Hemû cureyê şînahiyan bişkuvîn û kulîlk û gul serî ji xewa şîrîn radikin û vedikin li her derî. Bi reng û xweşikbûn xwe her deverê dixemlînin. Xwedawend jî mîna şitlên rîhanê derdikevin ser rûyê xaka pîroz û serî radikin. Yek ji van xwedewendan jî rêheval Gulbihar e. Hevala Gulbihar wekî navê xwe bû bihar ango bûka biharê. Dema ku bihar tê xweza zindî dibe û hemû bedewbûn û bereketa xwe jiyaneke nû diafrîne û bala hemû zîndeweran dikşîne ser xwe. Dibe navendeke kişandinê. Bawer nakim kesek ji demsala biharê aciz bibe. Ger yekî/a ku ji biharê aciz bibe, ev tê wateya ku ew di hemû warî de winda kiriye. Hemû kes ji biharê hez dikin û hîs dikin. Hele gulê biharê pir cuda ne. Bi rengê xwe, bi geşbûn û xweşikbûna xwe, bi bêhna xwe û hwd. bala hemû kesî dikşîne ser xwe. Hemû kes ji gulê hez dikin. Demsala biharê bi xwe gulek e. Jina xwedawend jî bihar bi xwe ye. Dema mirov li taybetmendî û bedewbûna biharê, li taybetmendî û bedewbûna xwedawendan dide ber hev, mirov tu cudahiyek nabîne. Taybetmendî û xweşikbûna biharê û xwendawendiya hevala Gulbihar bi xwe ye. Hevala Gulbihar di malbateke welatparêz de mezin dibe. Ji bo wê jî di temenekî biçûk de tevlî refên gerîla dibe. Cewherê Tevgera Azadiyê PKK, jin bi xwe ye. Ji bo wê jî hevala Gulbihar zû bi PKK’ê re yek dibe. Bi vê cewherê re roj bi roj xwe bi pêş xist û gihîşt asta xwedawendiyê. Evîndarê Serokatî, gel, mirovantî, ax, azadî û çiyabû. Ji bo bigihê evîna xwe, bênavber şev û roj têdikoşe. Li ser bîrdozî, felsefe û ramanê Serokatî xwe perwerde dike û xwe di felsefeya Serokatî de kûr dike. Him bi xwe re him jî bi derdorê re di nav şerekî kûr de bû. Hem Serokatî fêm dikir, hem jî Serokatî pêk dianî him jî dida pêk anîn.Hevala Gulbihar ji rastiya Serokatî û PKK gelek moral, bawerî, coş, heyecan, hêz, cesaret û rih girtibû. Bi PKK’ê re xwe nas kir. Hevaleke dilnizm, mûtewazî, dirist, sade û paqij bû. Dîsa di jiyana xwe de bi pîvan, rêgez û vekirîbû. Bi her kesî re dida û distand û parve dikir. Cudahî nedixist navbera jin û zilam de. Bi hestê hezkirinê barkirîbû. Ji jiyanê, ji têkoşînê, ji şer, ji mirovan û ji gerîla gelek hez dikir. Navenda hezkirinê bû. Tu carî hezkirin ligel wê xelas nedibû. Mirov dikare bêje xwedawenda hezkirin û evînê bû. Kedkar û xulikdar bû. Erzan nêzîkî tu tiştî nedibû. Ji bo karekî bike, ji bona ku ji tiştek fêm bike û kesek nas bike, gelek ked dida û di nava hewldanan de bû û xwe diêşand. Hevaleke bi coş, bi moral bû. Her dem rûken bû. Her dem li pey jiyana azad bû. Bi armanca xwe ve pir girêdayîbû. Ji bo ku bigihê armanca xwe, her tişt dida ber çavan û pêk dianî. Hevala Gulbihar jî mîna hevalên wekî Bêrîvan, Bêrîtan, Zîlan, Viyan, Yildiz, Nûcan, Zelal û Sema di nava zor û zehmetiyan û pratîkê de di her hêlî de pijiyabû û ji bona wê jî xwedî vîneke azad û pola bû.

 Li hember kêmanî û nebesiyan pirs hêrs dibû û di nava têkoşîneke dijwar de bû. Tu carî sekneke ji rêzê qebûl nedikir. Her timî di nava lêgerînekê de bû. Ji bo vê jî di ciyê xwe de nedisekinî û gelek zindî bû. Her tim dixwest tişta herî baş û xweş biafrîne. Ciyê ew lê bûya, tu carî rê nedida pîvan, nêzîkatî û ferasetên şaş. Bi mirovan re mijûlbûyînê de, bi hunerî bû. Fena ku dayîkek zarokên xwe mezin û ew terbiye bike, hemû êş û xweşiyên hevalên xwe parve dikir. Hevala Gulbihar jî bi van hestên paqij û bi hişmendiyê nêzîkî hevalên xwe dibû. Ji bo wê jî ji hemû hevalan gelek gelek hez dikir û di asta herî jor de nirx dida hevalên xwe. Bi van taybetiyên xwe di dil, mejî û hestên hevalan de ciyê xwe çêkiribû. Li ku derê bûya, pirsgirêk hebûya çareser dikir. Belavbûn hebûya, komî ser hev dikir. Coş, moral û hezkirin dida. Bi hewldanên xwe yên bêhempa rê dida jiyanê. Li hember dijmin bi hestên tolgirtinê tijî bû. Bi vê sekna xwe ya xwedawendî, tola xwe ya hezaran salan ji dijmin û pergalê digirt. Ji bo wê jî li ser şer û taqtîk serê xwe pir diêşand. Li gorî rastiya şer tevdigeriya. Bi hestan nêzîkî şer nedibû. Bi dil û mejî, bi werektî û bîr û baweriyê nêzîk dibû. Jineke şerker bû. Hîskirin, bedewbûn û azadbûyînê di şer de didît. Ji bo wê jî bi dil û can şer dikir. Dizanibû bê şer azad nabe. Serokatî nirx dida jinê, ji nû ve jin gihand cewherê wê û ji rewşa koletiyê derxist asta xwedawendiyê. Hevala Gulbihar di ferqa vê yekê de bû û bi vê zanebûnê tevlî şer û nêzîkî şer dibû. Ew evîndarê Serokatî bû. Dilê wê her tim ji bona Serokatî lêdixist. Wê Serokatî, gel û şehîdan di dil, mejî û hestan de dida jiyankirin û bi vê yekê jiyana azad diafirand. Ji ber sekna xwe ya leheng, cangorî û biesl, ji asta jor bigire heta asta jêr erk û berpirsyarî girt. Tu caran negot ku ez nakim, ez nikarim bikim.

 Her tim hewl dida ku layîqî Serokatî, şehîdan, mirovantî û gel bibe. Di têkoşîna xwe de bi îdea û bi biryar bû. Bi xwe pir bawer bû. Feraseta wê ya edalet û wekheviyê li pêş bû. Ji bo wê jî navenda topîserhevkirinê bû. Çawan hemû kes xwe li derdora dayîka xwedawend kom dikir, jiyana azad û bedew bi vî awayî dihate afirand, li derdora xwedawenda gula biharê jî kombûyîn çêdibû û afirandin pêk dihat. Tu tiştek nikaribû li hember wê bibûna kelem û asteng. Digel ku pirsgirêkên wê yên tenduristiyê hebûn jî, di qada herî zor û zehmet de dixwest têkoşîn bide û da jî. Dizanibû azadî û jiyana bi wate jiyankirin ne hêsan e. Azadî, bedewtî, hezkirin û evîn, di nava zor û zehmetiyan de veşartiye. Xwedî vê hişmendî, bîr û baweriyê bû. Ji bo ku bigihê azadî û evîna xwe, berê xwe da ciyê pîroz, warê egîdan Gabarê. Gav bi gav nêzîkî azadiyê û evîna xwe dibû. Her ku nêzîk dibû, bi coştir, bedewtir û geştir dibû. Kêmek mabû bi per û bask bibe û bifire. Li qada Gabarê jî bi hewldanên xwe yên tevlîbûneke bêhempa, di demeke kurt de rengê xwe da jiyanê û jiyanê watedartir kir. Hezkirin, coş, cesaret û rih da derdora xwe. Lê wekî her carê dijminê xwînxwar xwediyê pergala zalim, derewkar, dirû, hov û gemar dîn û har bûbûn. Xofek ketibû dilê dijmin. Ji ber vê xofê xew nediket çavên wan. Ev xof û tirs, ji ber jiyana azad û xwedawendiyê bû. Êrîş li ser êrîşê birin ser qada lehengan. Gabarê di van êrîşan de bi berxwedanî, lehengî û cangoriyeke bêhempa hevalê hevalê Adîl, Serdem, Harûn, Xwînda, Berîtan û hevala Gulbihar tevlî karwanê şehîdên nemir bûn. Lê li vê xakê careke din tovê jiyana azad hate reşandin. Her tim şîn dibe û wê tu carî tune nebe. Roj bi roj wê ev tijî xwedawend bin.

 evala Gulbihar mîna xwezayê zindî û rengîn bû. Mîna aveke diherike mîna gula berbiroj her roj berê wê li rojê ye. Bi derketina rojê re vedibe û geş dibe. Mîna heyvaçardehşevî, mîna stêrka berbanga sibê her tim geş e. Kenê li ser lêvan e bi derketina rojê re vedibû û geş dibû. Mîna heyvaçardehşevî, mîna stêrka berbanga sibê her tim geş bû û rûken bû. Li ser lêvên wê, evîna evîndariyê awaza bilûra şivana hebû. Nêrgiz, sosin, beybûn û rîhan bû. Hunerkara afirandina xwendin û şalûra bilbilan bû. Xezala beriya xeyalên zarokan, firmiskên çavên dayîkan, bedewbûna helbestên li ser zimanan bû.Hevala Gulbihar li ser zimanê evîndariya Xecê, Edûl, Şîrîn û Zînê bû. Ew kelema çavên dijmin bû. Dermanê derd, kul, keser û birîna hewa, av, agir û axê bû. Hevala Gulbihar xwedawenda Rêber Apo, PKK û Mezra Botan bû. Kurdê Çiyayî demeke dirêj bû, hevala Gulbihar nas kiribû. Bi hev re gelek tişt parve kiribû. Ji hevala Gulbihar pir hez dikir û nirx didayê. Kesayetiyeke wisa esîl her tim ji xwe re mînak digirt. Berî ku heval Gulbihar derbasî Gabarê bibe, li qada Heftanînê cara dawîn hevdu dîtin. Demeke kurt, lê pir bi wate û bi nirx bi hev re jiyan kirin. Ew nîqaşên wan, hevaltiya wan, demsala biharê li ser çiyayê Xantûr û Heftanînê ku di nava xweşikbûna xwezayê de, ew wêneyê ku bi hev re kişandibûn, tu carî ji bîra Kurdê Çiyayî nediçû. Her tim li ber çavên wî bû. Carnan jî dibû mêvanê xewnên wî. Tu car ji rêzê nêzîk nedibû. Her tim bi pîvan, bi rêz û rêgezî nêzîk dibû. Gelek tişt ji gula biharê, ji gula dila û ji gula hezkirinê girtibû. Tu carî wê rojekê gula dilê wî, wê bê qetandin nefikirîbû. Ji bo wê jî dema şehadeta hevala Gulbihar bihîst, we yê ew bidîta. Pir pê êşiya û kelegirîbû. Gewriya wî tijî bû. Bêhemdê xwe, rondik ji çavên wî bariyabû. Heta demekê bêdeng ma û bi kesî re neaxivî. Digote ku, hevala Gulbihar lêgera evîn û azadiyê ye. Her tim ji bo ku bigihê xeyalên xwe bê navber têkoşiya û bi wate jiyan kir. Di dawîn de gihîşt azadî û evîna xwe. Em jî ger azadî û evînê digerin, gihîştina wê jî gihîştina gula biharê û xwedawenda Mezra Botanê ye. Ji bo em bigihîjin armancên xwe divê em zend û bendan badin. Dilê xwe qewîm bikin. Bi dil û can û hestên tolgirtinê têbikoşin. Bi vê ferasetê Kurdê Çiyayî nêzîk dibe û xwe amade dike. Ji bo bigihê evîna xwe, berê xwe dide warê egîdan, adilan, nûdayan, ferhadan û gulbiharan. Her tim ev rastî di dil, mejî, rih û hestên xwe de jiyan dikir. Roj bi roj, gav bi gav nêzîkî azadî û evîna xwe dibû. Di dilê wî de gelek gul şîn bûbûn. Ev gul her roj geştir, tîrtir dibûn. Ev gul azadî bû, evîn bû, Serokatî bû, gel bû, şehîd bûn, ax bû, mirov bûn, têkoşîn bû, xweza bû, jina pîroz a xwedawend bû.

05.02.2009

BESTA / KURDÊ ÇIYAYÎ(Şehîd Şervan Sason)

 a