HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Li meclîsa tirk Sebahat Tuncel axaftinek kir.

Her çiqas got li Kurdistanê şer heye an na, nîjadperestên tirk ên bi rengê kesk, wekîlên AKP’ê kefiyan.

Yê ku di serî de kefiya û har bû, ew zatê ku serokê meclîs dibêjin ya.

 Te dî navê wî Mehmet Alî Şahîn e

.

 Te dî di çalakiya Oramarê de ji leşkerên dîlketî re gotibû; “xwezî hatibana kuştin wê baştir bibûna” Vaye em bahsa wî Wezîrê Dadê M. Alî Şahînê nîjadperest dikin.

 Ew kes bersiv dide Sebahat Tuncel û dibêje ku şer nîn e.

 Dibêje; “Ez çi bibêjim, hûn jî wê bêjin, bêjin ku şer nîn e”

 i wî kesî pahtî (pişkin) binêrin. Çiqas xwe biaqil dihesibîne.

 Em ji vî kesê pahtî û ji ew nîjadperestên keskên tirk ên AKP’yî dipirsin.

 Ma Emerîka Iraqê bi 110 hezar leşkerî dagir nekir?

 Her hal wê ji vê re bersiva we erê be.

 Ji vir jî derbasî pirsa duyemîn dibim.

 Ji dagirkirina 110 hezar leşkerî re şer tê gotin?

 Her hal wê ji vê re jî bersiva we bi lezgînî belê be.

 Ji vir jî derbasî pirsa bingehîn dibim:

 Bi awayî fermî di dagirkirina Kurdistanê de hejmara leşkerên ku hatine bikar anîn çend in?

 Hûn ê hewl bidin ji vê pirsê re bersivên kem kûmî bidin, lê ez hema bersiv bidime. Di fermiyetê de hejmara leşkerên ku di dagirkeriyê de hatine bikar anîn 300 hezar e.

 Ev leşker li gorî kewdankê (kılıf) tê tanzîmkirinê û wekî jenderme têne nîşandan.

 Baş e, hejmara leşkerên ku ji Trakyayê, ji Egeyê, ji Enatolyayê wekî peywira demkurt û jendermê têne nîşandan, niha çend in?

 Ne kêm ne zêde ji 300 hezarî zêdetir in.

 Ku em li ser vanan herî kêm 50 hezar endamên JÎTEM’ê jî zêde bikin û wê hejmara leşkeran bibe 650 hezar.

 Baş e em ji hejmara cahşan re çi bibêjin?

 Li gorî agahiyên fermî yên dewleta tirk, hejmara cahşan 67 hezar heftsed kes in.

 Niha jî dor tê tîmên taybet.

 Baş e hejmara tîmên taybet ên li Kurdistanê çend in?

 Ne kêm ne zêde 6 hezar û çarsed kes in.

 aş e çiqas polês hene?

 We şaş nebihîst, ne zêde ne kêm bi li Kurdistanê 400 hezar polês hatine bi cî kirinê.

 Em herî kêm 100 hezar MÎT û seyanên wan jî lê zêde bikin, Dewleta Tirk di dagirkeriya Kurdistanê de bi tevahî 1 MILYON du sed û çarsed hezar û du sed û bîst hêzên çekdar bikar tîne.

 Ne zêde ne kêm ew şerê ku bi 1.224.220 kesî tê birêve birin re, nîjadperestê tirk ên kesk AKP’yî  înkara şer dikin.

 Dema ku Emerîka bi 110 hezar leşkerî Iraqê dagir dike, AKP’yiyên ku ji vê re ne tenê şer, ku wekî şerekî mezin ê şerê emperyalîstan binav dikin, bixwe jî dewşirme ne.

Lê mesele di vir de ye, dema ku ew 1.224.220 kesî Kurdistanê dagir dikin, navekî din lê dikin.

 Ango ji Emerîka deh qat zêdetir hêzên çekdar di qirkirina kurdan de bikar tînin û dema BDP’yî vê rastiyê tînin ziman jî, heqaret dikin.

 Binêrin îro ji qada Xapûşkeya Şemzînanê ku Artêşa TC’ê hewl dide bikeve Başûrê Kurdistanê, gerîla di nava berxwedaniyeke rewa de ye. Di encama vê berxwedaniyê de şeş leşker dimrin. Di nava ev leşkerên ku dimirin de jî, çawişekî pispor bi navê Erkan Ayaz jî heye. Ev çawişê pispor digel ku li ciyek din peywirdar e, dişînin Kurdistanê û jê re tê gotin ku; “Here gerîlayên Kurdistanê bikuje” Yên ku vê dikin kî ye? Erdoganê nîjadperestê kesk û yên mîna M. Alî Şahîn in ku ji rantxuriya xwînê dikin.

 Malbata vî çawişê pispor û malbata leşkerên din, ma vê rastiyê nabînin?

 Mafê hesap pirsînê di serî de yê malbatên ku zarokên xwe dişînin şer e û divê ji  AKP’ya ku şer mezin dike, di şer de israr dike, bi berdewamiya şer re dibe sedema mirina leşkeran hesap bê pirsîn.

 AKP ji bona ku şer mezin û bidomîn, hemû nirxên madî û manevî yên Kurdistan û Enatolyayê pêşkêşî Îsraîl, Emerîka û Ewropayê dike û hesap pirsîna vê jî berpirsyariya her kesî ye.

 Ya herî girîng jî, ku deh qat ji Emerîkayê zêdetir Kurdistanê dagir dike û di ser de jî dibijhên şer nîn e. Peywira sereke ev e ku ji van AKP’yiyên derewkar û înkarok berî her tiştî hesap bê pirsîn.

i niha û şûn ve tu kes nikare bibêje ku bila gerîlyên HPG’ê xwe neparêzin.

 Ger ku Kurdistan bi deh qatî zêdetir leşkerî tê dagirkirinê…

 Ger ku vî şerî jî nîjadperestên tirkên kesk ên wekî AKP bi rêve dibin…

 Wê demê ji gerîlayên Kurdistanê re yek rê dimîne, ew jî bilindkirina mafê hebûn û azadiya têkoşîna gelê Kurdistanê ye.

 Ozgur Bîlge