Nivîsên borî de me nerînên xwe hem li ser hişmendiya avakirina rizgariya demokratîk û hem jî di derbarê avakirina rizgariya demokratîk de milê rexistin kirinê de anîbûn ser zimên. Vê nivîsa xwe de em dixwazin di avakirina rizgariya demokratik de ser çalakbûyîn û çalaki lidarxistinê de bisekinin.
Dema me hişmendiya xwe dirust kir û xwe hinekî çêkir. Dîsa li gorî hişmendiya rast jî ku me xwe rexistinkir şûndatir, pêwîste em derbasî pratîk kirinê bibin. Ango pewîste em têkevin nava çalakiyan. Ji bo kû em têkevin nava çalakiyan de jî pêwîste em bixwe çalak bibin.
Hişmendiya avakirina rizgariya demokratik di serî de xwe gihîştina çanda netewa demokratik e. Bi vanve girêdayî, li hemberî hemû avahiyên dagirkerî û mêtîngerîyê ku mirovan bê deng dikin sekinandine. Dîsa baweriya kû em karibin li hemberî tevahî zordestan bi sekinin xwe de çekirine. Kêleka van tespîtên bîrdozî, yek jî nezîkbûnên ku vana derbasî jiyanê bike pêwîste. Da ku em karibin li hemberî serdestiyê bi sekinin û serê xwe li ber zordestî netewînin, xwe rexistinkirin pir girîng bû. Yek bi yek û cihê ku em lê dijîn em karibin her kesî bi hestiyariyeke pir bilind bînin ba hev û rexistin bikin. Hêz bidinê. Ew enerjiya nava wan de derbixin holê.
Ev herdû xebatên bingehîn çêbûn şûnda êdî dem dema çalak bûyînêye. Dem dema ketina nava liv û lebatê ye. Dem dema ketina nav tevgerê ye. Ango dem dema çalaki derxistinê ye.
Niha li Kurdistan’ê hemû cîh û war, cîh û warên çalakî derxistinê ne.
Wekî nimûne; îro li Kurdistanê dewleta tirk li gelek cîh ango qereqol tên çêkirin. Çawa ku gelê me îro li hember van tiştên bikirêt di sekine, pêwîste ciwanên Kurd hîna dijwartir li dijî der bikevin.
Dîsa îro li Kurdistanê dewleta tirk li gelek cihan bendavan çêdike. Ev bendavana di serî de hemû mîrasên gelê me di bin avan de dihêlin. Dîsa erdînîgariy Kurdistanê xira dikin. Jîngeha Kurdistanê bi van bendavan serû bin dikin. Her wiha gelek ji mirovên me xizan dihêlin û neçarê koçberiyê dikin.
Mijarekê din ya çalakiyan ve ku em pir tund li hember bisekinin jî, xebatên dewletê yê ku bin navê çêkirina karxane, dibistan û hwd. de birîna dar û daristanên mene.
Dîsa mijarekê pir girîng jî dema hêzên ewlekariya dewleta tirk hember ciwanên me dest dirêjî dike derdikeve holê. Pêwîste em yek carekê jî rênedin hêzên dewleta tirk da ku bi karibin êrîşê ciwanên me bikin. Dema polîsê dewleta tirk êrîş bike pêwîste em hezar cîh de bersiv bidin.
Yek erka ku dikeve ser milên me jî ewe ku em gelê xwe her dem bi parêzin. Ev jî tê wê wateyê ku em her dem amadekirî bin.
Bêguman gelek kar û xebatên ku em bikin hene. Lê belê wekî me gelek carî dûbare anî ser ziman pêwîste em ewilî xwe bigirin dest, piştra rêxistinkirina xwe, pê rejî kar û barê ku em bikin bigirin dest. Kêm û kurtiyên xwe ji holê rakin, xwe temam bikin û derbasî nav kar û xebatan bibin. Demê em wisa ango welê bikin emê karibin kêm jî be bidemê re bibin bersiv. Dawî
QASİM ENGÎN