Rêber APO û tevgera azadiya Kurdistanê di Rojhilata Navîn de rewşeke welê derxistine holê ku, êdî tu kes û hêz nikare pêşiya çemê şoreşgerane ya gelan bixetimîne.
Ev rewşeke nû ye! Ji berku herkesî heta niha li meydana Rojhilata Navîn pir serbest hespê xwe dibezandin û tu kesî jî ji mirîşka wan re nedigot kiş! Mirovên vê cografyayê jî welê hatibûn hînkirin. Wekî qedere ku tu kesê nikaribe jê bireve…
Li hember vê rewşê tu bertek û nerazîbûn nedihat nîşandan. Ji berku tu pêşengiyek û bîrdoziyeke gel li dorê kombibe tinebû. Di nava gelên Rojhilata Navîn de gotinek heye, dibêjin ku “xwedê kesî bê serî neke”. Pirî caran ev gotin ji bo desthiladar û dewletê hêjayî hatiye dîtin. Lê belê a niha Rêber Abdûllah Ocalan di serî de ji bo Kurd û Kurdistan, piştre jî ji bo hemû herêma me bûye “serî” bûye bîrdozîû bûye pêşengê çalakiyan. Dost û neyar herkes pê dizane ku ev welê ye.
Gel li hemû parzemîn(kita) û cografyayan li hemberî desthiladariyêêdî hatine asta teqînê. Hema li ber hinceta digerin ku biteqin. Li misir, Lîbya, urdun, lubnan û sûrî tiştên qewimîn û diqewimin hîn di hafiza me de ye. Piştî demeke dirêj bi girse û derdoreke mezin ya rengrengî li tirkiyê jî berteke ke cidî xwe raber dike. Ev 13 rojin li Stenbol’ê ji bo “Parqa Gezî”yê neyê xerakirin bi hezaran însan rabûn ser piyan. Heta em bibêjin netewperestên Kemalîst bile ji vê berxwedanê bandorbûn û xwestin ku li ser vê raperînê propaganda xwe bikin.
Çima ev berxwedan ewqas mezin bû? Çima însanên ku yek keliyê jî mirin di quncikekî mêjiyê xwe re derbasnedikirin canê xwe kirin qurban? Ji ber ku Rêber APO di vê serdemê de genetîka Tirkiyê guherandiye. Ev mijareke bê nîqaşe. Hema bêje her kesekî demokrat, welatparêz û şoreşger ku ji pêşengiyeke di cihde re wekî avê tibûn, xwe di Rêber APO de dibînin. Ev sedî 99 welê ye. Dibe ku niha gelek hevalbendên me vê raperînê piçûk jî dibînin! Dibe ku yên li wê derê 24 saetan di nava çalakiyê dene naecibînin û wekî entel û filan û bêvan jî binavdikin! Em çima vê dibêjin? Ji ber ku ciwanên şoreşger û welatparêz di asteke pir lewaz de di nava vê rewşê de cihê xwe digirin. Heta em bêjin tu şopa wan di nava çalakiyan de nîne! Gelo ciwanên şoreşger xwe li hemberî hemû pirsgrêk û hesasiyetên civakê berpirsiyar nabînin? Gelo tiştên ku herkes li ser dibe yek parçe, yek nêrîn, me jî nagire nava xwe? Gelo derveyî nêrîn û fikrên mîlyonan, pîlansaziyên me yê hîn cidîtir hene? Eger bersiv “erê” be, ev dibe demagojî. Bersiva me na be wê demê fermo meydan!
Ne şerte ku tu herî Taksîmê. Li Kurdistanê dikarî her kolanekî bikî Taksîm! Qey hincetên me kêmin? Li her devereke Kurdistanê şantiyê barajan berdewamdikin. Çêkirina qereqola berdewame. Li ser heremên gerîla operasyonên leşkerî berdewame. Di nava hefteyekî de li Erdîş’ê plan kirine ku 200 hezar dar werin jêkirin û ev li gelek deverên din jî berdewame. Ev ne çîrokin. Aha ev dem li hemberî van hemû pirsgirêkan dema rabûnê ye! Rêber APO jî bangewazî kir. Beriya her tiştî erkê me yê avakirina jiyaneke azad li pêş me disekine. Yanî emê sîstemeke nû çêbikin. Ji bo vê divê hemû bertekên demokratîk-sosyalîst yên civakî ji aliyê me ve werin birêxistinkirin.
Eger ciwanên şoreşger dixwazin bibin pêşengê derdê gelan, eger dixwazin bi gelên din re bikevin nava yek eniya berxwedanê, divê demek ji ya din zûtir, lezgîn, acîl, hema niha bi hemû hêza xwe ve rengê xwe bide vê raperînê, mohra xwe lêbide.
Em dema bala xwe didin daxuyaniyên AKP’ê, welê xuyadike ku wê dewlet li hemberî berxwedana Taksîmê sekna xwe hişktir bike. Eger hemû hêzên şoreşger-demokrat bibin yek, mumkîne ku Taksîm ji Tahrîr’ê derbastir be. Lê dem pir girînge.
Gotineke pêşiyên me heye dibêje ku “heta Xidir xemilî, dewat betilî” ji bo ku ev gotin di şexsê ciwanên şoreşger de pêk neyê, divê bi mil dest em herin ser kar.
SERHEDTENDUREK