-------Tecrîda li ser Ocalan, di sala duyemîn de ye û gelê Kurd, şerê li dij tecrîdê didomîne.---------
Bê çiqasî dîrok dadgeheke mezin e, mirov jî dikare dîrokê bike bin lêpirsînê û di zerzemînên dîrokê de mirovan dibin çavan re derbas bike.
Dîrok, bi bûyerên drametîk û balkêş dagirtî ye. Bûyerên dîrokî, her dem dibîne mînakên jiyana rojane. Çend roj in, Muawiye û Yezîd, serê min mijul dikin. Siyaseta Muawiye û siyaseta AKPê, kiryarên Yezîd û kiryarên serokwezîr Erdogan, di kefikên mîzêna dîrokê de bi cih dikim. Siyaset û kiryarên wek “amel û aks-ul amel” dibin çavan re derbas dikim…. Yanî dîmenê di rûdêna neynikê de û sirr û razên di fulyona pişta neynikê de…
Du tiştên ji hev cûda bin jî; lê siyaseta Muawiye û Yezîd ya “bîadê”, îro ji aliyê Erdogan ve tê meşandin.
Eger werê bîra xwendevanan; Birêz Abdullah Ocalan, bi rengekî din li ser vê mijarê rawestiya bû û nirxandinek balkêş kiribû. Misilmantiya Muawiye ya desthilatdariyê û misilmantiya Mekkih û Medîne ya baweriya dilsozî, anîbûne hemberî hev.
Seyit Riza jî belaş ne got; “em zarokên Kerbelayê ne”, ev navê siyaseta li dijî Kurdan e. Aliyekî gotinan Seyit Riza, dadgehkirina mirovan û siyaseta dema xwe ye; aliyek jî di zerzemînên dîrokê de, dibin çavan re derbas kirina siyaset û desthilatdaran e.
Muawiye siyaseta “biadê” dimeşand. Kurê wî Yezîd, heman siyaset meşand û imze avête bin gunehkariyên mezin. Îro jî siyaseta “biadê”, li dijî gelê Kurd tê meşandin û pêşengîtiya vê siyasetê jî Tayyip Erdogan dike. Erdogan, ji aliyekî ve avê li ser gelê Kurd qut dike, ji aliyê din ve “Qirkirina Harrê” (1) dike pratîkê.
Aliyekî vê siyasetê zor û wêranî ye, qirkirin û tunekirin e, aliyekî wê jî bê-exlaqî ye.
Muawiye mirovekî telaqreş bû û derew li Xweda jî dikirin. Muawiye, li pêşberî Xwedayê Mezin soz dida û li dijî pirtûka pîroz Qur’anê, li dijî “sunnet”an haraket dikir. Li dijî Cenabê Êlî, li dijî ehl-î beyt, her cure “munafiqî” dikir. Piştî ku kurê xwe Yezîd weke “welîahd” erê kir, rezalet û kambaxî bêhtirîn zêde bû. “Biad” kete devê şûr û siyaseta qirkirin, wêrankirina siyaseta bê exlaqiyê giha radeya herî bilind.
Siyaseta “biadê”, ideolojiya faşîzan ya Kerbelayê û dagirkirina wêranî ya li cografya û bajaran e.
Erdogan jî, siyaseta “biadê” dimeşîne û di bûyera Dilokê de eşkere kirin. Vekirî gotin BDPê, “yan “biad” yan jî lînc.” Ev siyaseta Muawiye û Yezîd e, encama wê jî Kerbela ye, qirkirina Harrê ye.
Yezîd, di 3 sal desthilatdariya xwe de imze avête bin 3 sucên mirovahiyê. Yek, Kerbela ye, nebiyên Cenabê Mihemmed Huseyin û dilsozên wan kuştin û namusa wan kire bin lingan. Du; Yezîd Medîne dagir kir û qirkirina “Harrê” pêkanî. Ehl-î beyt kuştin, jin pêşkêşî eskerên xwe kirin.
Sê; Mekke û Medina bi manciniqan xerab kirin.
Gelo kiryarên li Kurdistanê, ji kiryarên Yezîd cûdatir in? Naa!.. Kurd destîniya Cenabê Huseyin û Kerbela dijîn. Erdogan, siyaseta Yezîd dimeşîne û ava jiyanê, henase ji ser gelê Kurd qut dike. Kiryarên Yezid 3 ne, yê Erdogan 300 in. Yezîd 3 salan desthilatdarî kir, Erdogan 9 sal in desthilatdar e. 3 sal û 3 bûyerên sucê mirovahiyê: Qirkirin, wêranî û bê exlaqî… 9 sal û 300 sucên mirovahiyê,; qirkirin, wêranî û bê exlakî….
Di navbera Yezîd û Erdogan de, kêm zêde 1330 sal hene. Teknolojiya Erdogan û cîhanşimûliya piştgiriya Erdogan dike, li gorî hesabên matekemîtî, 3 hezar car ji yên dema Yezîd zêdetir û dijwartir in. Ev hesab di zerzemînên dîrokê de nayên hesab kirin. Ji ber ku dîrok, ji calculator û şakûlê zêdetir, bi kefikên mîzênê pîvanan dike. Şakûl û calculatora bûyerên Erdogan jî, qetiyaye û şikestiye. Êdî ne calculator, ne jî şakûl dikarin pîvanekê bikin.
Kurd, di derya faşîzmê de têne fetisandin. Lê kurd, xwe bi şelîtên hawarê digirin û di her mitinga meşa azadiyê de dengê xwe bêhtirîn bilind dikin. Mîna Bapîra Hefsedê, (2) ku di reva ji gundê Çêlik de, ji kurhiliyê xwe Virnîko re dibêje; “kurê min, em ji tirsa xwe direvin, hawara me jî, di van gelî û mesîlên kûr û fereh de olan vedide. Olan vedana hawara me dibê bersiva tirsa me.” Bersiva tirsa Bapîra Hefsedê gerilayên Kurd in. Aliyekî wê jî, cengaweriya baweriyê, sebir û berxwedan e. Ji ber ku gelê Kurd bi dengê xwe re, bi hêrs, sebir û berwedana xwe re, ber bi ronahiyê dimeşe. Giyanê ciwanên canfeda, di her çalekiyê de dibê parçeyek ji ronahiya azadiyê. Di her bersiva ji çiyan tê, kurd henaseyek din ya azadiyê dikişînin hinavên xwe.
Mixabin bi dijminê dagirker re, ne “tevazû”, ne jî merhamet heye. Erdogan jî, bi pêşengiya paqijiyek “tewhidê” dimeşê, lê di zemheriya gunehkariya hundirê xwe de, kina reş ku wek çemê faşîzmê diherike jiyanê dikuje.
Bi gotina Yaşar Kemal, di hundirê Erdogan de, “germa zer heye”. Ev jî navê Yezîdê li Kerbala ne… Ji ber ku Kerbela, navê kuştina jiyanê ye, kuştina avê ye, yanî kuştina çavkaniya jiyanê ye. Eger cografya were kuştin, jiyan dimire. Erdogan jî wek Yezîd, riya vexwarina peşik henaseya azadiyê, li gelê Kurd digire. Kurd hîna ”zarokên Kerbelayê” ne. Lê tiştke bê bersiv namîne.
Bê çawa, di bûyera drametîk Kerbelayê de, demê bi çavdêriyek bê rawestandin, bi qelemşoriya ezel-abad, êş û azara sucê mirovahiyê nivîsî, Yezîd û siyaseta wî, di dadgeha dîrokê de lanet kir; îro jî, dem, bê rawestandin û bi qelemşoriyek ezel-ebed, kiryarên bi êş û azaran barkirî û sucê mirovahiyê dinivîse û di zerzemîna dîrokê de bi cih dike. Roj wê werê ku dadgehkirina Erdogan jî dest pê bike. Qîrênên li Roboskî, li Geliyê Tiyarê, li Garzan û Kûrtekê, qîrêna di gorên komî de, “arş-i ala” parçe dikin. Ev qîrên di geliyên kûr û fereh de wek dengê Bapîra Hefsedê olan vedidin û wê bibin banga li vijdanê mirovahiyê. Wê bibin toqê lanetê!...
Ev giriyê dilê mirovahiyê ye, kuştina “ummetî Muhemedîye” ye, kuştina benî adem û zarokên Nuhê Kal e; ev giriyê cografya ye, kuştina çavkaniyên jiyanê ye, kuştina rûmet û nirxên mirovahiyê ye.
Her noş-kirina şehadeta ciwanekî Kurd, tacîdariya bawerî û cengaweriya destanî ya dîrokê yê. Ev destanên dîrokî, wê di dagehkirina Erdogan û siyaseta AKPê ya “bîadê” de bibin toqê lanetê. Wek dustanê di nava agir de sorkirî û di qereqolên eskerên artêşa Tirk de, di stuwê dilsozên Kurd de têne rûnandin, wê li Erdogan vegerin.
Dîrok, weke ava stewihandina pola ye. Di her kuştina aliyê felsefî, cografî, edebî, kulturî, sosyolojî, arkeolojîk, fîlolojî û etnografî de; di her bûyera kuştina mirovahiyê de, hêzeke nû ya polayî di xwe de kom dike. Lewma parçekirina movik bi movik, şehre bi şehre û telişandina bedena mirovahiyê, parçekirina bedena cografya bê bersiv namîne. Dîrok çahidê vê ye.
Siyaseta “biadê” ji bo Muawiye jî, ji bo kurê wî Yezîd jî nebû xelasî; wajî vê bû gunehkariya lanetkirî û kete stuwê wan. Siyaseta “bîadê” wê ji bo Erdogan jî, heman encamê bîne.
---------------------------
- –Qirkirina Harrê; Yezîd di sala 683an de, di şerê Harre de, ehl-I beyt qir dike.
- –Bapîra Hefsedê, lehenga roman Geliyê Girî.
Medeni FERHO