HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

gerila jiyanLi ser jiyana gerila nivîsandin dilekî tejî hest û mejiyekî pijiyayî pêwîst dike. Ji vê hevokê destbi nivîsandina xwe kirin dibe ku balkêş be. Gava ku ez dibêjim GERİLA destpêke Rêbertî, hevalên şehîd têne bîra min û hevalên ku bi salan di nava vê şoreşê de têkoşînkirine, têne bîra min, di wan kêliyan de jî, ez hestê xwe deyndarê wan dîtin dijîm. Pênûseke ku hêza wê heye bi hemû rengan çilkên xwe birijîne ser rûpelê, êş û şahiya gerila hîsbike pêwîste binivisîne. Bi gotina gerila re çiya tê bîra mirov, pêve girêdayî jî bi anîne gotina çiyan ser lêvan, gerila û mirovên ku di dîrokê de li van çiyan jiyankirine têne bîra te. Şîverê û şopên di newal, di deşt û di palên çiyan de destûr nadin te ku tu tenê ji wan re bibêje ev çiya çiqasî romantîke yan jî ev çiya tenê çend kevir û darin. Mirovên ku bi çavên biçûk li çiyan binêrin û jê heznekin, çiya bê rehm wan mirovan cezadike. Kal û ixtiyarên ku em ji wan re dibêjin wextê wan derbas bûye, gava nêzîkatiyekî bê hurmet ji xwe re dibînin, nikarin rakin, çima? Ji ber tişta em jê re dibêjin Dîrok; wan bi keda xwe nivîsandiye, yan jî şahiya ku em jê re dibêjin behişt; wan ew şahî bi xwêdana xwe nivîsandiye. Tişta ku ez dixwazim bi van hevokan îfadebikim eve; mirovekî/ e ku çiyan û jiyana gerila jidil hezneke nikare têkeve kûrahiya wê de.

Dibe ku hûn bipirsin tişta jiyana gerila bedewdike çiye? Her mirovekî/e ku cil û bergên gerila lixwe kirine, bi wê çeka li milê xwe şer û têkoşînkirine, li kêleka wan hevalên wan şehîdketine, di kêliyên herî tengav û bextewer de hevalên xwe li kêleka xwe dîtine wê bibêjin ‘HEVALTÎ’. Hevaltî jî ya ku bi rengê hemû demsalan diherike, bi êş û zoriyên wê re rûkene, bi giyanê fedakarî xwe dixemilîne û lewaziyê napejirîne wê ji te re bibêje biçe ji jiyanê bipirs e. Emê jî ji jiyanê bipirsin, tu çawa mirovan avadike? Ciwanên Kurd gava ku tevlî partiyê dibin, misoger ji qirêjiya pergalê para xwe girtine. Her çiqasî bê hemdê xwe jî ketine nav de, lê talûke û xeteriya vê yekê nabînin. Însan kînge dizane ku ji exlaqê xwe dûrketiye, gava ku di vê jiyanê de zorî dikişîne. Yek taybetmendiyekî te ji vê jiyanê dûr be misoger tu nikare xwe veşêre û wê rastiya te di nava vê rêxistinê de eşkere bibe, bedewbûna vê jiyanê jî di vê yekê de ye. Guhertineke ku tu qet texmîn nake, di kesayeta te de çêdike. Çiya fêzîkê te xurt dike. Eger ku tu fêzîka xwe perwerde neke, nemumkine ku tu bikarbe rehet hilkişê bilindahiyekê. Di malbatê de dibe ku kesek bawerî nede tu karekî bike, lê belê li çiyan hêzeke wisa di te de tê avakirin, xebatê herî zehmet li pêşiya te gelekî biçûk dibe, ji ber tu bawerî dide xwe. Dibe ku hûn bipirsin ev hêz çawa di mirovan de tê avakirin? Ezê bi dayîna mînakekê re bersiva we bidim. Tu û çend hevalan bi hev re diçin peywirekê. Rasthatiyên ku tu texmîn nake dertên pêşiya te. Dibe ku di rêkê de çiyayekî gelekî berz heye, tu neçarî hilkişê wî çiyayî. Ji bona ku tu bigihîje banî, tu diwestê, xwêdan ji eniya te tê xwarê, tu tîn dibe û birçî dibe, zêdeyî hêza xwe tu xwe diwestîne heyanî ku tu digihîje banî. Hîna tu negihîştî ciyê xwe dibe ku tu rêkê wendabike, yan jî tu pirsgirêkeke cûda bijî, tu wê demê neçar dimîne mejiyê xwe bixebitîne, bi hedar nêzbibe û wan pirsgirêkan çareser bike. Di wê peywirê de bê hemdê te hinek taybetmendiyên ku tu pênahisê tu qezenc dike. Îrade, zanebûn, derûniya mirovan fêmkirin û kesayeta xwe naskirin di zoriyan de pêşdikev e. Di bin rokê de meş, di berfê û tofanê de meş, dibe ku zor be, lê pêwîste mirov keyfa wê jî mereqbike. Eger lêgerînên însanan hebin, wê herdem nûbûnê di vê jiyanê de bibînin.

Di vê pêvajoya ku mîna agir gure, kelecan û dilşadiya gelê Kurd difûrê, hevalên xort û jin jî di nava liv û tevgerê de ne. Carne tu ji xwe re dimeşe, ji carekê ve heval bi wê heybetê dertên pêşiya te. Çeka wan li milê wana û berbi te ve tên. Dibe ku tu wan nasnake, lê ew cil û berg û gotina dembaş heval dilê te rehet dike. Tu ji xwe re dibêje “ey xwedê heval li hemû deverê hene.” Heval ji razên asê dadikevin, ji asoyên çiyan dertên û li newalên kûr tu wan dibîne. Wê kêliyê tu çiqasî westiyayî be jî, dilê te şad dibe çima? Ji ber tu hevalan dibîne. Demekê hevaltî di nava rêxistinê de şûna her tiştî digire. Mîna ciwanekî gotî “ hezkirina hevaltiya PKK ê ji hezkirina zarok û dayîkê jî kûrtire.” Tu hevalekê/î nasnekê jî gava ku te dibînin germ silav didin te û bi hurmet nêzî te dibin. Hevaltiya PKK ê wisa ye û xwedî nirxekî manewî ye. Mirovên ku xwedî lêgerînin û ji jiyana pergalê têrnabin, anceq di derya PKK ê de avjîne bikin heyanî ku bersiva lêgerînên xwe bibîne. Di derya PKK ê de avjîne kirin birastî nehesane. Bi salan tu têkoşîn dike heyanî ku tu kêliyên azadiyê ji nêzve hîsdike.

Dûnya Cemîl