HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

(Çavdêrî ji V. Konferansa HPG’ê–III)

Ku em ji belgeyên partiya xwe ragihînin; “Stratejî; di civakekê de di nava demeke diyarkirina sekna polîtîk re tê gotin. Stratejî zanistiyek e. Zanistiyeke ku têkilî û nakokiyên civakî û têkoşîna di navbera wan de dahûrîn dike. Zanistiya stratejiyê kîjan hêmanan digire nava xwe? Di demeke diyar de, berjewendiyên civakê ji xwe re dike armanc. Ji vê re bi piranî bername û proje tê gotin. Bername ew tişt e ku, di rêgeha berjewendiyên civakê de diyarkirina rêgez û hedefa ye. Stratejî ku wekî hêman û zanista polîtîkayê ye, berî her tiştî xwe dispêre bernameyekê. Bi kurtasî; em dikarin bêjin ku ji bona ku bigihîjin armanceke ku berê hatiye diyarkirinê de, riya ku tê dimeşî ye.

Teqtîk, girêdayî stratejiyê ye. Çawa ku polîtîka girêdayî felsefeye û bîrdoziyek be û ji wan rêgezan re meyl dide, teqtîk jî girêdayî stratejiyê ye. Em dikarin ji teqtîkê re, rewşa rojevîkirina stratejî û derbaskirina wê ya pratîkê bêjin. Ew hêmanên stratejiyê digire nav xwe, tabî di rewşeke zêdetir teng de, zêdetir rojevî kiryarîkirinê dihewîne. Ji vê hêlê de qada teqtîk, qada wê ya pêkanînê bi tevahî qadên pratîk e. Teqtîk, biryar û karên me yên rojane ne. Ji vê hêlê de her biryara ku di her kêliya jiyana rojane de didine, em dikarin wekî teqtîk bi nav bikin. Ku ev sekneke milîtanî be, kesayetiyeke rêxistin û çalakiyeke diyarkirî be, helbet ji ber ku jiyana wî girêdayî rêgez û armanca ye, rojane hemû biryarên ku dide, di nava xwe de armancekê dihewîne.”

Di V. Konferansa HPG’ê de belkî jî herî zêde mijara ku delegel li ser sekînin teqtîk bû. Li jor bi cewherî stratejî çi ye û pêkanîna wê ku teqtîk hate gotin tê çi wateyê, me anî ziman. Di çarçoveya ravekirinên li jor, ku em teqtîkê bi dest bigirin, destpêkê rexnedayîn hatin dayîn. Ji ber ku pêwîst e ku teqtîk çi be bi salana ye mijareke zelal e. Ji berê de hatiye çespandinê. Ku stratejî têkoşîna demokratîk a siyasî be; teqtîk jî tevahiya çalakiyên ku vê stratejiyê derbasî jiyanê bike yye. Ku em li gorî qada leşkerî bi dest bigirin, ji vê livbaziyê re; xweparastina pasîf, çalak û topyekûn dibêjin. Ji ber ku di pratîkê de di pêkanînê de hêlên kêm derdikevin û ev ji sekna fermandar bingeha xwe digire, bi taybetî gelek hevalên me yên fermandar neçar man ku xwerexneyên xwe bidine. Her çiqas cî bi cî ev rexnedayîn bi çîk bûn jî, neçar bû ku bê dayîn.

Ji pirsa ku stratejî û teqtîk zelal bin, wê demê ya ku nayê kirin çi ye(?) ye re bersiva bê dayîn; kêmasiyê pêkanînê. Ji ber ku yê ku pêk tîne yan jî pêk nayne bixwe fermandar e, wê ji fermandar re rexne werin û pêwîst dikir ku her hevalek pratîka xwe li pîvanên rêxistinê bixe û li gorî wê rexnedayîn bidana.

Helbet ne tenê rexne bi pêş ketin. Li gelek qadên me çalakiyên ku di teqtîkê de rêçek vekirine jî bi pêş ketin. Ji vanan re wekî mînak; li Gabarê çalakiya hevalê Şehîd Adil, piştre çalakiya Oramarê, di berdewamiyê de Berxwedaniya Zapê û tabî serdegirtinên qereqolên Pûlûmûr, Tezvan, Hêzan û Bêzelê, di pêkanîna teqtîkê de çalakiyên di cî de bûn. Rêxistin van çalakiyan di wext de pîroz kir û berdewamiya wê xwest.

Em baş dizanin ku ji bona pêkanîneke serkeftî, pêwîstî bi amadekarî, lêhûrbûn, disîplîn, teqtîk û biryarîbûnê heye. Her wiha biryara teqtîk; tê îfadeya biryara ku li her cî û asta jiyanê de pêwîst e çi bê kirin e. Ji ber ku em teqtîk dikin û her kêliya jiyana me teqtîk e. Dema ku rewş ev be, biryarîbûna teqtîkê diyarker dibe.

Me berê jî di nivîsên borî de nivîsandibû ku terza tevgera gerîla li gorî dijmin şêwe digire. Ev di bingeha xwe ji nû ve diberçavan derbaskirina teqtîkê ye. Konferans der barê pêvajoyê de biryara da û wiha hate diyarkirinê; “Ger ku pêvajoya bêçalakîbûnê ya ji bona ku pirsgirêka kurd bi awayekî demokratîk û aştiyane çareser bibe bi ser nekeve, aşkare ye ku wê pêvajo ber bi şerê parastina rewa di gûrbûna navîn de ve biqelibe. Ger ku di dawiya pêvajoyê de çareseriyek bi pêş nekeve, divê baş bê fêmkirinê ku şerê parastina çalak destpêbike. Lewre armanca şerê parastina çalak ê di asta navîn de, di esas de dijmin ji helwesta şer dûr xistin û dijmin anîna xeta çareseriya demokratîk û aştiyane. Pêvajoya pevçûnan ku bê jiyankirinê, bêguman wê di asta navîn de be. Ya bingeh ev e ji asta berê qat bi qat zêdetir şerê parastina çalak bi pêş xistin e.”

Ji ber vê yekê, ji bona ku fermandar û şervanên HPG’ê vê  çalakîbûnê nîşan bidine, divê bi hûrgilî xwe amade bikin. Ev jî tê vê wateyê ku her gerîlayek ji perwerdehiyên taybet bê derbaskirinê. Helbet ku têkoşîneke berxwedaniyê bi berfirehî û bi kûrahî bê dayîn, divê çawaniya gerîla jî li gorî vê be. Lewre destpêkê di bingeha vê de wê baş amadekirî bê kirinê û wê wekî xebateke sereke bê destgirtin.

Di nivîsa min a borî de me parastina cewherî bi dest girtibû û li pêş me qebaskirina van kêmasiyan bo me peywireke sereke ye. Ku em hemûyan bigihînin hev, di asta jor de şêweyên çalakiyên zengîn, di nav hev de û di nava tevahiyek de, terz û kapasîteyek, girîng e ku derkeve holê. Ev jî tê wateya xebateke bi kordîne û berfireh û wê ev jî bi xwe re têkoşîn û berxwedaniyê bîne. Dîsa her qada ku di bin ewlehiya gerîla de ye, wê wekî sehayên parastinê bi terzeke fedayiyane bêne berfirehkirinê. Gerîlayên ku vê bike, divê di serî de li Tirkiyê, divê li her parçayên Kurdistanê behreya tevgera xwe bi terzeke fedayî bi rê ve bibe. Ku dijmin li hember serokatiya me, gel û tevgera me bikeve asûneke şerê topyekûn, xwezayiye ku wê bikeve asûna berxwedaniyeke topyekûn. Konferansa me rewşa berxwedaniya topyekûn wekî; “rewşeke ku bingeha çareseriya demokratîk û siyasî ji holê rabe” derbirî. Di vê bingehê de; ev jî tê wateya ku hemû sazî û dezgehên dijmin ên siyasî, aborî û leşkerî hedef bê girtin. Ev jî sekna teqtîk a vê demê ye. Ger ku dimin bi tevahî têkoşîna siyasî ji holê rabike....

Kasim Engîn