HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Demeke kurt be jî, rojeva siyasî kelekel bû û têkildar ne têkildar her kes bi awayekî nêrînên xwe der barê pirsgirêka kurd anî ziman.

Di dîroka têkoşîna azadiya kurd de, yekem car di vê astê de kurd û Kurdistan tê nîqaşkirinê. Di dîroka gelê kurd de salên piştî 2000’î salên dijwar bûn. Piştî ku komplaya navnetewî ya li hember serokatiya me, bi hewldanên serokatiya me û bi sedan şehîdî bi piranî berteraf bû, hêzên komplovan fêmkirin ku li ser nakevin, loma jî serî li rêbazên din dan û hewl dan di hundirê tevgera azadiyê de, tevgerê tune bikin. Pêvajoya berî Pêngava 1’ê Hezîranê, pêvajoyeke wisa bû ku êrîşên tesfiyekar û çetevanî di pêşengiya Emerîka û hêzên başûrî de, armanc kir ku tevgera azadiyê ji hêza berxwedaniyê dûr bixîne û di xeteke neteweperestiya paşverû û noker de bi xwe ve girê bide. Lewre Pêngava 1’ê Hezîranê li hember tesfiyeyê teqandina guleyek bû û tesfiyekirina tesfiyekaran bû.

Piştî pêngava vejînê ya duyemîn, salên 2007-2008 bi berxwedanî û pêşketinên nû têkoşîna azadiya ya kurd gihande qonaxeke din. Bi taybet jî di warê leşkerî de serdegirtina Oramarê û çalakiya Gabarê û berxwedaniya Zapê xuyang û îmaja Artêşa TC’ê rûxand û di warê siyasî de jî hilbijartina 29’ê Adarê deskeftinên mezin û mayinde afirandin. Van pêşketinan kir ku dewleta TC’ê ji neçarî -her çiqas bi devkî be jî- xwe biguherîne.

Lewre divê mirov gotinên serokomarê TC’ê , ji nişka ve helwest guherîna çapemeniya mehmedok û ya nivîskaran di vê çarçoveyê de binirxîne. Sîstema TC’ê ya faşîzan û înkarok, fêmkir ku bi riya şîdetê tenê wê nikaribin li ser bikevin. Lê ev ji hêla serokatiya me hate dîtin û serokatiya me kêlî bi kêlî rojeva siyasî û însîyatîfê xist dest xwe û di merheleya dawîn de jî nexşeya rê îlan kir.

Niha jî dijminê gelê kurd ketiye tatêlê ku, ka wê çawa bandora nexşeya rê bişkînin. Her çiqas em naveroka nexşeya rê ya serokatiya xwe texmîn dikin jî, bes nexşeya rê di dest dijmin de ye û dijmin hewl dide hem jê sûd werbigire û li gorî wê polîtîka û siyaseta xwe diyar bike hem jî hewl dide ku bi me bide jibîrkirinê.

Ji ber vê yekê, tevgera azadiya kurd, digel hemû hewldanên faşîzane ya dewleta TC’ê ku mîna berê ji qetilkirina zarokan bigire heta kuştinên bêdarizîn, ji operasyonên leşkerî bigire heta çekên kîmyevî  bikaranînê xwe bi paş ve nehişt. Bi van hemû hewldanan dewleta TC’ê rûyê xwe yê qirêj –me ev yek texmîn dikir û amadekariyên me li gorî wê ne- aşkere kir. Şerê taybet bi rê û rêbazên herî ketî û kotî tê birêvebirinê.

Em wekî artêşa fedayî ya Rêber Apo, her daxuyaniya serokatiya xwe ferman digirin û her nêzîkatiya li hember serokatiya xwe jî hinceta şer û aştiyê dibînin. Ji ber vê yekê wê di meha cotmehê de beşên qirêj ên dewleta TC’ê yên mayî jî aşkere bibin. Em ê li gorî vê rewşê herin biryarekê, dibe ku ev pêvajo bi rabûnî ketinî heta biharê jî here. Bes em gerîla ji bona rojên herî dijwar xwe amade ne û vê carê ku şerek li pêş bikeve wê neşibe tu deman û wê şerê herî mezin û herî dawîn be. Wê ev jî li gorî hewldan û gavavêtinên dijmin belî bibe.

Ji bona pêvajoya pêş me peywirên me yên sereke;

Yekemîn; çi dibe bila bibe, divê nexşeya rê ya serokatiya me ji dijmin bê girtin. Ev dibe bi çalakiyên leşkerî dibe bi serhildanan, divê dijmin neçarî dayîna nexşeyê bê kirin.

Duyemîn; di demên pêş me de, ger ku operasyon rawestin, di rewşa serokatiya me de guherîn çê be û gavên ku azadiya serokatiya me pêk bê, wê li gorî vê sekna me diyar bibe. Bes, ku ev ji bona gavên destpêkê neyên avêtin, şerekî bêhempa, yekta û bêeman li dar bikeve, wê rê li ber mirina sedhezaran vebe. Lewre divê gelê me xwe ji rojên herî giran re xwe amade bikin.

Sêyemîn; di vê demê de, rewşa kî çi dibe bila bibe, divê ciwanên kurd ji bona peywirên xwe yên welatparazî yên dîrokî û pîroz pêk bînîn tevlî HPG bibin. Em encax dikarin artêşeke gerîla ya 20-30 hezarî vî dijminê faşîst û har bînin rê...

Rûbar Andok