HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Mîr Elî Yilmaz di sala 2003 an de tevlî nava refên gerîla dibe. Hevalê Mîr Elî Yilmaz tevlîbûna xwe ji nava refên gerîla re bi vî rengî tîne ser ziman. Dema ku di navbera salên 2002-2003 an de ango di Zivistana 2002 an de, şited û tehdayî ji milê recîma Tirkan ve li ser Rêber APO hîn di asteke mezin de pêşdiket û ew demeke dirêj bû ku hevdîtinê barêzeran bi Rêber APO re nedihatin çêkirin. Hevalê Mîr Elî sedemê tevlîbûna xwe ji nava refên gerîla re ji milekî ve bi vê yekê girêdide û ji milekî din ve jî ji ber bengewaziyên rêveberiya tevgerê ji bona ciwanan a ku li ser hev di wê demê de dihatin çêkirin, hîn bêtir bandora xwe li ser biryara tevlîbûna min dida çêkirin.

Hevalê Mîr Elî yê ku li Mava tevlî nava tevgerê bû, wendayiyên ku gerîla di şer û pevçûnên giran de didan, bi wê yekê gelek bandor dibe û hîn bêtir dixwaze bi rihê tolhildanê tevlî nava refên gerîla bibe. Ji ber ku ew rastiya dagerkeriya dewleta Tirkan a li ser Kurdistanê hîn bêtir ferqdike û rewşa ku gelê Kurd têde dijî jî hîn baştir dertêxîne zanebûnê.

Herçiqasî ku Mîr Elî ji zû ve tevgerê nasdike, lê ji ber rewşa xizaniya ku malbata wî têde dijiya û ji ber destekdana wî ji malbatê re, tevlîbûna wî ji nava refên gerîlan re heyanî sala 2003 an dewamdike. Hevalê Mîr Elî bi qasî demekî li war û cihê ku lê çavê xwe li dunyayê vekirî dimîne û jiyana gerîla li wê derê dimeşîn e. Hevalê Mîr Elî perwerdeya xwe ya bingehîn, ango fêrbûn dispilîn û şêwazê jiyana gerîla û heyanî meseleyên naskirina çeka ku pê şer dike û rêbazê çalakiyên ku li ser dijmin têne meşandin. Hevalê Mîr Elî fêrî gelek xalên girêdayî şer û rastiya jiyana gerîla di wan perwerdeyên ku li qada Botanê de dîtin bibû, ji ber wê yekê her ku dem derbasdibû, hîn bêtir hevalê Mîr Elî cihê xwe di nava refên gerîla de digirt û hemû zorî û zehmetiyên heyî roj bi roj li ber wî hesan dibûn, ji ber ku eşq û evîna wî ji jiyanê re hîn zêde çêdibû û rastiya PKK'ê ji wî re mîna ava kaniyeke zelal xuyadikir û hîn bêtir rastiya wê têdigihişt.

Piştî ku hevalê Mîr Elî perwerdeya xwe ya bingehîn li qada Botanê diqedîne, berî wî dikeve qada Zagrosê. Hevalê Mîr Elî bi qasî salek û nîvê li qada Zagrosê dimîne û bi xweşikbûna wan çiyayê wê û xwezaya wê re dibe yek deng û aheng û mîna pêlên deryayan ji qadekî berû qadekî diçe û ji çiyayekî berê xwe dighîne çiyayekî din. Bi giyanê xwe yê mîna teyr û tiloran bi xweşikbûna xwezayê sermest dibe û her dixwaze di nava xweşikbûna Kurdistanê de bijî û bi taybet jî li qada Zagrosê û di nava bedena wan çiyayên bilin yên ku tîrêjê rojê her ku bi hilatina xwe re wan hembêzdike û kes nikare li ber bejin û heybeta wan li ber xwe bide. Ew çiyayên ku bi bilndbûna xwe dighêjin nava ewran, mîna çiyayê, Çarçêl, Guvendê, Cîlo, û gelek çiyayên ku mîna rêze govendekî destê hev girtine û serî li hemberî dijmin û neyaran rakirine.

Tişta ku hevalê Mîr Elî ji bona xwe bingeh digirt ew bû ku her tiştê ku di perwerdê de dîtî di jiyanê de bi hemû ziravî û kûrahiyê wê bêkbînê. Ango rastiya jiyana gerîla û hevaltiya wê ya ku mîna bingehê serkeftinê tê destgirtin, ji bona xwe dikire bingehî avakirina kesayeteke ku di her dem û qadê de û di her şert û mercên giran de li berxwe dida. Hevalê Mîr Elî mîna her hevalekî gerîla bi pêngava 1ê Pûşberê ve dest bi xebat û tekoşîneke mezin dike û vê bingavê ji bona xwe mîna çavkaniya coş û arîşeyê dibîne û bi rengekî pir xurt cihê xwe di nav de digre.

Hevalê Mîr Elî bi siloxana di sala 2004'an de û di pêvejoya hemleya sêyemîn de hatî hildan dikete rê û ew siloxana ku Azadiya Rêber APO û azadiya gelê gelê Kurd ji bona xwe bingeh digirt ji bona xwe mîna fermanekî didît û di her kar û xebatên xwe de dixwest ku vê yekê pêkbîne.

Hevalê Mîr Elî bi qasî 4 salan li qada Heftenînê dimîne, qada heftenînê jî mîna ku tê naskirin dikeve li ser sînorê bakur û başur û mîna deriya Botanê tê naskirin. Weke din qada Heftenîn di nava xwe de gelek çiyayên mîna Xantûr, Kelha Şabanîkê, girê Sîpan, Bêzenîk, Kêla Spî û Deryiyê Dawetiya dihewî ne.

Hevalê Mîr Elî meşa xwe ya di nava refên gerîla didomîne û piştî salên dûr û dirêj di nava kar, şer û xebatên zor û zehmet, pêwîstî tê dîtin ku derbasî perwerdeyekî bîrdozî û leşkerî bibe. Ji ber ku perwerde mîan xwîneke nûye ji bona her gerîlayekî û bê perwerde mirov nikare bi kesayeteke serkeftî cihê xwe di nava refên gerîla de bigre û di şer û tekoşîna azadiyê de serkeftinê bi destê xwe bêxîne. Rêber APO Jî ji bona vê yekê dibêje pêwîst e ku em perwerdê mîna av û nan bibînin û bi wî rengî nêzîkî perwerdê bibin. Hevalê Mîr Elî ji bona perwerdê vê yekê dibêje; heyanî ku ez derbasî perwerdê nebûm û min cihê xwe di nava gotûbêjê û nirxandinên ku di dibistana bîrdozî û leşkerî de dihatin negirt û bi rexne û rexnedayinan ez nêzîkî kesayeta xwe nebûm, ez ji rastiya geke tiştan biyanî bûm. Ji ber vê yekê ez hîn bêtir têgihiştim ku Rêber APO çime dibêje perwerde ji av û nan giringtir re.

Hevalê Mîr Elî ji bona destnîşankir ku perwerde ji bona gerîla û gel jî çavkaniya jiyana azad e. Ji ber ku kesayeta Kurd û civaka gelê Kurd ji rastiya dîro û nasnama xwe gelekî dûre û ji bona ku xwe bighîne vê yekê pêwîstî bi lêkolîn û perwerdeyekî bingehîn heye ku civaka Kurd ji hevt salî heyanî heftê salî cihên xwe têde bigirin û bi rêya van dibisan û ekedimiyan kesayeteke ku li ber dijmin û di her şert û mercên zor û zehmet de liber xwe bide.

Piştî ku hevalê Mîr Elî di kesayeta xwe de gelek guhertin û veguhertina dide avakirin, û perwerda bîrdozî û leşkerî bi dawî dike, erkê perwerdekirna şervanên azadiyê yên ku ji nû ve berê xwe didine qadên azad digre ser milê xwe. Tişta ku hevalê Mîr Elî ji perwerdê fêrbûwî ew bû ku, pêwîst e tişta ku mirov ji perwerdê girtî bi hemû hevalên derdorê xwe re parve bike û di hemû werê jiyana gerîla de, pêwîst e ku mirov bi berpirsyarî nêzîk bibe, bi vî ewayî ancex mirov bikare perwerdeya ku mirov girtî di her warê jiyanê de û bi rengekî serkeftî û bi kesayeteke serkeftî cihê xwe bigre.

Hevalê Mîr Elî dibêje em hemû hevalên gerîla jiyana Rêber APO ji bona xwe bingeh digrin û em di her warî de, ji avakirina kesayetê bigre û di her xalên girêdayî jiyanê Rêber APO ji bona xwe çavkaniya jiyana azad digrin. Hevalê Mîr Elî rastiya jiyan û tevlîbûa xwe ya ji nava gerîla re, mîna dayikbûneke nû dibîne û vê yekê ji bona hemû hevalan jî dibîne. Ji ber ku di hindirê jiyana gerîla de mirov fêrî her tiştê jiyanê dibe û bi xwe her tiştê xwe pêktîne, bi rêya vê yekê jî mirov di jiyana gerîla de fêrî baweriya bi xwe û her tiştê xwe ji tunebûnê bixuliqîne dibe. Weke din dibe xwedî vîn û nasnameyeke azad a ku di her warî de bikaribe li ber xwe bide û ji mirinê jiyanê bixuliqîne.

Ji ber vê yekê Hevalê Mîr Elî jiyana PKK'ê mîan dibistanekî bîrdozî, siyasî leşkerî û jiyanî a ku mirov têde fêrî A-B ya jiyana azad dibe dinirxîne û dide xuyakirina ku her tiştê vê jiyanê ji mirovan re balkêş tê. Ji ber wê mirov di nava jiyana gerîla de bi derbasbûna demê nahise û her tim hîs dike ku ew ciwane. Ji ber ku ew bi giyanê xwe her tim mîna ciwanekî tevdiger e û ji bona xwe tu astengan nasnake.

Hevalê Mîr Elî di warê avakirina kesayetê de weha dibêje; di nava jiyana gerîla de mirov hîn bêtir hêz û rastiya kesayeta xwe nasdike û li gorî wê hemû hewildanê wî ji bona temamkirina rexên lawaz yên vê kesayetê pêşdikevin. Di nav jiyana gerîla û bizavê de guhertin her tim bingehe û pêwîstî bi guhertinê her tim heye. Li gorî ku hevalê Mîr Elî dide diyarkirin ku di van perwerdeyên ku di nava jiyana gerîla de dibîne, hemû beşên zanistê digre nava xwe û bi hemû guhertinên ku di kurdistanê û cîhanê de rû didin re peywendiya wan heye û ji her tiştî hayildibin.

Hevalê Mîr Elî dide xuyakirin ku wî di nava refên gerîla de hîn bêtir wata jiyanê derxistiye zanebûnê û ji beriya neha ew ji gelek rastiyên heyî biyanî bû û hayê wî ji tiştên ku di cîhanê de diqewimin nebû. Lê di dema ku tevlî nava tevgerê bû û cihê xwe di nava perwerdeya ku li qadên azad tê dîtin girt û bi derbasbûna demê re hîn bêtir rastiya vê jiyanê ji her milî ve naskir û wê demê wata da jianbûna ku li van waran tê jiyankirin.

Li gorî ku hevalê Mîr Elî anî ser ziman ku rastiya jiyana gerîla tenê bi rêya jiyankirina wê tê naskirin, ji ber ku gelek kes di nava civakê de dema ku li jiyana gerîla dimeyzênin, tenê şer tê bîra wan û ji derveyî wê rastiya vê jiyanê nasnakin, ji ber wê nikarin nirxandineke rast li ser jiyana gerîla pêşbêxin.

Hevalê Mîr Elî tevlîbûna xwe ya destpêkê ji nava refên gerîla re weha tîne ser ziman; ku wî jî di dema destpêkê de gelek zor û zehmetî di nava jiyana gerîla de jiyankirî ye, lê bi derbsbûna demê re û bi rêya desteka hevalên xwe û bi rêya perwerdeya ku tîdî, gihiştî asta bi xwe bawerbûnê û xwe tevlîkirina hemû kar û xebatên ku têne meşandin. Di tevlîbûna hemû kar û xebatên ku dihatin meşandin de jî ew î ji bona xwe hîn bêtir rijandina ked û xwîdanê bingeh girtî ye û li gorî wê xwe tevlî kar û xearên ku têne meşandin dike.

Li gorî ku hevalê Mîr Elî tîne ser ziman; gelek kar û xebat hene ku mirov ji beriya ku xwe tevlî bike texmîn dike ku gelek zor û zehmetiyên wê hene, lê dema ku tevlîbûna xwe ji wan kar û xebatên ku têne meşandin re çêdike û bi rengekî bi xwe bawer tevlî van kar û xebatan dibe, ew kar û xebat li ber çavê wî hîn hesan dibin û bi derbasbûna demê re di wan kar û xebatan de dibe pispûr.

Di dawiya axaftina xwe de hevalê Mîr Elî dide xweyakirin ku Rêber APO jî di parêznameya xwe ya civaka demuqratîk de, daye raberkirin ku di civakê de dema ku rexê siyasî û exlaqî li holê nebe, di wê demê de tê wê wateyê ku ew civak berû tunebûnê û xwe inkarkirinê diçe. Ji bona vê yekê Mîr Elî dide xuyakirin ku pêwîst e gelê Kurd hemû rexên siyaseta ku li hemberî wî ji milê hemû hêzên ser destî cîhanê têne meşandin baş derxîne zanebûnê. Ji ber ku herçiqasî ku gelê Kurd bi hemû gelên li heremê dijîn re di nava biratî û dostaniyekî de jiyana xwe domandî ye, lê li beramberî wê her tim ji milê pergalên serdesî Kurdistanê ve hatiye tepeserkirin û bi siyaseta inkar û imhayê re rû bi rû maye.

Li gorî vê yekê Hevalê Mîr Elî dide xuyakirin ku dema mirov vê siyaseta şidet, şewsandin, zilm û zordariya ku li ser civaka gelê Kurd tê meşandin dibîne, ne gengaze ku mirov serî nerake li beramberî vê siyaseta ku ji milê dewletên serdestî Kurdistanê ve li beramberî gelê Kurd tê meşandin raneke û tevlîbûna xwe ji nava kar û xebatê re çêneke. Tişta ku Rêber APO jî dide xuyakirin jî ev e. Ji ber ku dema em têre derbasdibin, demeke pir girin û hesase ji ber wê pêwîstî heye ku ji heft salî heyanî heft salî cihê xwe di nava vî şerê hebûn û nemanê de bigre û ji bona hebûn û nasnama xwe tevbigere, ji ber ku ji derveyî vê rêyê tu rêyên din li pêşiya me tunene. Weke din hevalê Mîr Elî dide raberkirin ku pêwîst e her ciwanekî Kurd xwe ji hemû rengên şerê taybet yên ku pargal dide meşandin dûr bêxîne û xwedî li şoreşa gelê xwe derkeve û bi siyaseta dijmin û hemû hêzên serdestî cîhanê newe xapandin. Ji ber ku pergal bi hemû rêyan şerê teybet yên ku dide meşandin dixwaze ciwanên Kurd bikşîne nava xirabiyê û wan ji bona xwe bi kar bîne.

Ew şerê teybet yê ku ji milê pergalê ve tê emşandin ger ku ji milê ciwanên Kurd ve tekoşîneke xurt li beramberî wê newê meşandin, wê demê wê civaka Kurd ji çan, exlaq, ziman û cewherê xwe dûrbikeve. Ji ber vê yekê li gorî Ku hevalê Mîr Elî dide belîkirin; pêwîst e ku di serî de ciwanên Kurd xwe ji van davikên pergalê dûrbêxin û li hemberî vê yekê bi şerekî bê yeman tevbigerin û li her deverî pergala xwe ya parastina xwe ya hindirîn û hevgirtina xwe bidin avakirin. Li gorî vê yekê heger ku ciwan xwe li her qadê bi tevger û rêxistin nekin ne gengaze ku bikaribin xwe li beramberî dijminê û siyaseta wî ya şerê taybet bikaribin li ber xwe bidin. Di dema me ya şerê şoreşgerî yê gelê Kurd de, erkê herî zêde dikeve li ser milê Ciwanê Kurd, ji ber ku ciwan pêşengê civakê ne û pêşeroja wê ya, di serî de pêwîst e ku ew hebûna wê biparêzin û li her qadê bi berxwedan û tekoşînê li berxwe bidin û gelê xwe biparêzin.

Di berdewamiya axaftina xwe de hevalê Mîr Elî ji da xuyakirin ku ji bona ciwanên Kurd ya herî girig ew e ku ciwanên kurd pêvejoya ku tê meşandin bi rengekî baş şîroveya wê bikin û hemû guhertinên ku rûdidin bişopînin. Ji ber wê li gorî ku di Konfiransê 6. Yê hepegê de derketî holê, pêwîst e ku hemû ciwanên Kurd bi riyê seferbelikê nêzî pêvejoya ku tê meşandin bibin û tevlîbûna xwe ji nava refên gerîla re çêbikin. Ji ber ku dem hatiya ku ciwanên Kurd êdî leşkeriya pergala serdest a ku li her derî bi komkujî û siyaseta qirkirinê bi ser gelê Kurd tê nekin. Ew dijminê ku tu niyeta wî ya çareserkirina pirsgirêka Kurd li holê nîne û li her deverî dixwaze ku hebûn û nasnama gelê Kurd tunebike.

Jixwe serokatî her tim dibêje" me bi ciwanî destpêkir û em ê bi ciwanî serbikevin"

Ji ber vê yekê li gorî ku me di hemû serhildanên civaka Ereban û rojhilata navîn de bi çavê xwe dît ku ciwan pêşengiya van hemû serhildanan didane meşandin û hîn didine meşandin, ji ber wê yekê pêwîst e ku ciwanên Kurd giraniya vê yekê baş têbighêjin û xwe li her qadê bi tevger bikin û rêxistina xwe bidin avakirin.

Li gorî vê geleke ku tevlîbûna ciwanan di serî de:

ji bona şerê gelê şoreşgerî bibe.

Ji bona xweseriya demuqratîk bibe.

Ji bona hemleya stratecîk a çaremîn bibe.

Li gorî vê yekê yê ku serkeftina vê pêngavê pêkbîne ancax gel û gerîla be, ji ber vê yekê geleke ku ciwanên Kurd xwe bighînin qadên azad, ji bona ku bi jiyaneke azad re hem xwe azad bikin û hem jî gelê xwe, hebûna xwe û nasnameya xwe ya azad jî bi dest bêxin. Ji ber ku yê gel û bîrdozî, felsefeya Rêber APO diparêz e HPG'ê ye û bi tevlîbûna her ciwanekî Kurd ji nava refên gerîla re ancex wê demê dikare bibêje ku ez bi Serok APO re, bi gel û nasnama xwe ve gêrêdayî me û ez şervanê Rêber APO yê azad im.

Di dawiyê de pêwîst e ku siloxana me " azadiya Rêber APO û azadiya gelê Kurd be"

Hamid Dêrik