HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ev pênc meh û nîv e ji hêla tevgera me ve, li ser banga serokatiya me biryara bêçalakîbûnê hate girtin û digel bedelên giran jî ev pêvajo tê berdewamkirinê.

Berî ku serokatiya me rênexşeya çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd diyar bike, nêzîkatiya dewleta tirk belî bûbû. Hemû nîşane, berdewamiya şerê taybet nîşan dida. Piştî ku rênexşeya ku ji hêla serokatiya me ve hatiye amadekirin ket destê dewletê, -di 20’ê tebaxê de hate dayîn, heman rojê jî civîna MGK’ê hebû-, bêyî ku bêjin her gava ku davêjin ji rênexşeyê re bersiv in. Yanî niha rênexşê di destê dewletê de ye û li gorî wê tedbîrên xwe digirin, li gorî wê daxuyaniyan didin û civîn li ser civînan li dar dixin. Wê rênexşe bê dayîn neyê dayîn em nizanin, lê ku bersivek ji dil û dilsoz neyê avêtin, wê ev yek ji bona me bibe hinceta şerekî bêeman. Belkî ji bona me her tişt neqede, bes wê rê li ber mirina hezaran veke.

Di şexsê Erdogan de AKP, siyaseteke gelek qirêj û dirû dimeşîne. Rewşenbîr û nivîskarên xwefirotî yên tirk, fena her caran gilêz ji devên wan diherike û banga xwînê dikin. AKP her gava ku davêje, wisa dixuye ku bê artêşê, yanî bêyî Îlker Başbûg navêje. Ev jî tê wateye berdewamkirina şerê taybet. Qêrîn û zûrûna MHP û CHP’ê jî, wisa dixuye ku bi zanebûn e û beşeke vî şerê taybet e. Li hember gel mîna ku nakokiyên wan hene nîşan didin, lê armanc ev e ku bi şerekî bişêwirîn(danışıklı) rayagiştî xilmaş bikin. Jixwe pejirandin û nîqaşkirina rênexşeya serokatiya me, bi vê zihniyetê qet ne mûmkûn e. Ji me tê xwestin ku, jiyaneke bêrûmet qebûl bikin, dema em vê qebûl nekin, wê bêjin ku me ewqas gavan avêt, lê PKK û rêberê wê di şer de israr dikin, PKK dev ji çekan bernade û şerê xwe yên qirêj vê hewl bidin li hember dinyayê rewa bikin û qirkirinan pêk bînin.

Yanî hemû gavêtin, ji bona tunekirin û tesfiyekirina tevgera azadiyê ne, ji rêbazên berê cudatir, bi rêbazên şerên taybet ên tenik î zirav dikin. Wê vir de wê de bibin û her carê çekberdana gerîla bînin rojevê, wê ji xwe re bibin bûk û berbûr, wê bahsa kitekitên efûyan bikin, wê nîqaşên em mafên ziman bidine an nedine bikin... bi vî awayî jî her hal têkbirina tamîliyan hêviyek daye wan ku, hewl bidin ku, fena ku dewleta Srîlanka kir, ew jî ji kokê de gelê kurd û hêzên parastina vê gelî tune bikin.

Yanî ev pêvajo her çiqas hêviyan seridandi be jî, di nava xwe de xetereyên pir pir mezin jî dihewîne.

Em wekî gerîla zelal in. Em ê tu carî tenezûlî tiştên biçûk nekin. Hetanî ku tam azadî pêk neyê, hetanî ku azadiya gelê me yê li Sûriyê û Îranê pêk neyê,  ne em ji çiyayan dadikevin û ne jî em gelê xwe bêparastin dihêlin.

Çawa ku şertên zindîbûnê XWETÊRKIRIN, XWÊPARASTIN, XWEZÊDEKIRIN e, ev rewş di atomekê de, di gulekê de, organîzmayeke herî biçûk de jî wisa ye û bêyî van hêmanan zindîbûn pêk nayê, wê demê ji bona ku gelê kurd jî, XWEPARASTIN wekî rêgezek esasî û stratejîk e.

Ji ber vê yekê, divê em wekî gel û tevger ji bona rojên giran xwe amade bikin. Divê her ciwanên kurd, wekî peywireke sereke ya welatparêziyê, werin beşdarî gerîla bibin. Em çiqas di warê leşkerî de xwe mezin bikin, wê ewqas azadiya gelê me, azadiya serokatiya misoger bibe û em ê ji qirkirinan rizgar bibin û xwe bigihînin Kurdistaneke Azad.

Egîd Nûcan