HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Di têkoşîna Tevgera Azadiyê de, ku salek berê hatibana gotin wê nîqaş û geşedanên ku di rojên îroyîn de çêdibin bibin, wê ji me re ecêb bihatana. Di encama berxwedanî û sekna fedayî ya Rêber Apo, sazûmana dewletî ya ku xwe tirk bi nav dike, niha ji neçarî di nava keftûleftekê de ye û ya ku dixuye nizanin wê çawa ji nav derên.

Ji niha de mirov teqez tiştek bêje wê ne rast be, lê ya ku dixuye sazûmana înkarok a dewletî her hal wisa difikire ku kurd kurdên berê ne û wê bikaribin bi gavên biçûk, bi gavên ku rûmeta kurdan bin pê dikin û bi gavên di nava xwe de tunekirina vîna azad a kurd dihewîne, lîstokan bînin serê kurdên azad.

Ji hêla me ve rewş çi dibe bila bibe, ji bona me ya esas azadiyeke tam e. Vir de wê de nabe. Tam azadî! Tirkek, farisek, erebek çiqas azadî ji xwe re heq dibîne, wê kurd jî hetanî dawîn ji xwe re heq bibînin. Dewleta tirk çi gavan davêje bila bavêje, jixwe ji bona başiya gelan be û sûda xwe ji gelan re hebe, wê li ber çavan bê girtin; berevajî vê yekê bi lîstokan û bi polîtîkayên zirav î tenik ên tunekirinê tevbigerin jî, jixwe bi hezaran gerîla li çiyayên azadiyê têdikoşin, bi milyonan gelên me li piya ne. Wê ev bidome. Daxwaz ew e ku bêyî hîn ciwanên din bimrin, hîn zêdetir xwîn nerijê, di çarçoveya pîvanên şaristanî yên demokratîk de çareseriyek pêk bê.

Ji ber vê yekê, wê vê pêvajoyê rênexşeya serokatiya me diyar bike û wê ev ji bona me yekane pîvana çareseriyê be. Dîsa nêzîkatiya li hember rêneşxeyê wê sekna gerîla diyar bike. Ji ber vê yekê, bi diyarbûna rênexşeyê re, wê her tişt di nava çend mehan de belî bibe.

Sertayên rênexşeyê ku serokatiya me di hevdîtina dawîn de diyar kir, mejiyê gelek derdoran ji niha de tevlihev kiriye. Ji ber ew aqilên wan ê biçûk û faşîzane, tenê di pîvanên çareseriyên netew-dewletî de çareseriyek dizanin. Fêmkirina wan a ji azadiyê ya sazkirina dewletokek e yan jî federasyon e yan jî koletî ye. Ji bilî vê mejiyê wan ê genî nikare wate bide.

Ez dixwazin vê diyar bikim û me gelek caran jî diyar kiriye. Gelê kurd ji destpêka mirovantiyê li ser vê axê jiyan kiriye. Belkî nebûye xwedî dewlet, belkî tu carê hewl nedeya gelan bindest bike, bes tu carî jî bindestiyê qebûl nekiriye.

Meseleya me kurdan, destpêkê meseleyeke zihnî ye. Di têkoşîna sî salî zêdetir de, ev di serî de di pêşengiya Rêber Apo de bi keda wî ya dehan salan, di şexsê jina kurd de pêk hat. Meseleyeke din Kurdistan bûye çar parçe û di nava çar dewletan de hatiye pirçikandin. Hetanî ku çar parçeyê Kurdistanê negihê azadiya xwe, wê têkoşîna çekdarî ya kurdan berdewam bike. Çawa ku di xwezayê de her tişt xwedî parastineke, bêguman wê heta hetayê parastina çekdar a kurdan jî hebe. Lewma temînata azadiyê jî ev e. Gelo mirov çawa dikare bifikire ku, li ciyek ku leşker û polêsê tirk, faris û ereb hebe, wê li wir azadî hebe. Yên ku çîrokên çekberdanan li ser zimanê xwe kêm nakin, xwe dixapînin. Ha dema ku artêşa TC’ê, artêşa faris û artêşa Sûriyê dev ji çekan berda, wê demê em jî dikarin, çekberdanê bifikirin. Ji bilî vê tu nêzîkatiyek me nîn be.

Loma şertê yekem ê azadiyê, gelek xwe bi xwe bikaribe parastina xwe ya çekdarî bike, nexwe ev nebe wê fena keriyên pez gurên devgilêz tu carî ew rihet nehêlin. Jixwe dema ku te ev kir, tu dikarî sazûmana xwe bi pêş bixî û bibî xwedî sazî, tu yê bi azadî xwe birêxistin bikî, tu yê çand û zimanê xwe bi pêş ve bibî, tu yê wê demê bikaribî bêtirs bi gelên din re di nava biratiyek de bêyî ku sînorek bixî nav xwe jiyan bikî.

Ji ber vê yekê ye ku, dema ku mirov li bakurê Kurdistanê li nîqaşan dinêre, ji bona destpêkê dibe ku baş be, lê ku zihniyet ev be, fena ku pêşiyên me gotine, “Dê ev hevîr gelek av bikşîne” wê di şûna vê avê de gelek pêwîstî bi xwînê hebe. Ger heta çend mehan, ku nêzîkatiyên dewleta tirk wisa bidome, li hember serokatiya me û rênexşeya wî rêzdar nînbin û pêwîstiyan neynin cî, wê mehên pêş me nîqaşên me yên sereke, ŞER Û QUTBÛNeke heta hetayê be.

Rûbar Andok