HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Dewleta Tirk û çeteyên AKPê û Cemaeta Gulen  di nava sala 2011an de, ji bilî kîna siyasî, komkujî, çekên kimyewî, propagendeya bi nîq û teşqele, tiştekî din radestî gelê Kurd nekirin.

Dewleta Tirk, çeteyên AKPê û Cemaeta Gulen, di dawiya salê de û di destpêka sala 2012an de jî, bi komkujiya li gundê Roboski, xelata şînê radestî gelê Kurd kirin.

Gelê Kurd xwe hemwelatiyên Tirkiyê binavdikin û bi têkoşîneke 40 salan jî, dixwazin ku li Tirkiyê demokrasî sazkar bikin; dewletek huquq pêşbixin û hemwelatiya Destura Bingehîn derbixin pêş. Kurd, li dijî siyaset û zihniyeta yek-yekan, komara demokratîk, siyaseta demokratîk, netewa demokratîk, Destura Bingehîn ya demokratîk  dixwaze. Gelo ev xwestek çima dibe toqê gunehkariyê û dikevê stuwê gelê Kurd?  

Aliyek nijadperestiya kujerî dixwaze, aliyek jî demokrasiya gel dixwaze.
Balkêş e ku aliyê nijadperestiya kujerî dixwaze, li tevahiya cîhanê piştgiriyê dibîne. Gelo ev naye wateya ku tevahiya cîhanê, yanî hêzên global, li dijî demokrasî û aştiyê ne? Wilo xuya dike ku demokrasî û aştî ne li gorî berjewendiyên wan e.

Demokrasî û aştî ne li gorî berjewendiyên AKPê ye jî.

Eger ne wisa be,  vijdanê raya giştî ya cîhanê çima şiyar nabe? Kanî, digotin vijdanê raya giştî ya cîhanê şiyar e? Sîstema kapîtalîst û faşîzma reş û veşartî, vijdan kuştiye. Dema vijdan mirî be, raya giştî jî nîne, hêz heye.

Ji tevahiya cîhanê, Tunus (daxuyaniyek balkêş da û kokmujî bi tundî şermezar kir) ne di nav de, bi giştî Ewropa, ku xwe derguşa şaristaniyê û çavkaniya mafên mirovan dibîne jî li hemberî komkujiya li Qilebanê bêdeng e. Gelo ev ne sosret e, ne bextreşî û bewicdaniya mirovahiyê ye?

Lê dive werê zanîn ku, li Qilebanê, dewleta Tirk careke din bivir/tevir li ingê xwe da û da diyar kirin ku zihniyeta li dijî mirovahiyê, yanî faşîzm li Tirkiyê serdest e. Doh wesayeta eskerî bû, îro wesayeta cemaetê ye.

Her du wesayet jî  li dijî demokrasî ne, li dijî cemawer in û zordestiyê diparêzin. Her du wesayet jî, siyaseta şûr, ku her du aliyên wê tuj in diparêzin. Ev jî tê wateya “faces” heye.

Faşîzm ji gotina Italî “faces” derketiye û ji bo dar û kamçiyê di destê parêzvanên emperetorê Roma re dihate gotin. Faces di heman demê de, hêza emperetor û otorîteya emperetor temsîl dike. Hêz û zordestî!...

Îro, li Tirkiyê jî, ji bedêla dar û kamçi, çekên napalm, kimyewî û topên obus û hewanê;  polîs, jop, bombeyên gazê, wesaîtên zirxî û ava şidih cih girtine. Hêza Erdogan, hêza Fetullah Gulen, hêza Org. Necdet Ozelê kîmyewî, “faces”ên Roma ne.

Van hêzên ku hevdûtin temam dikin û ji bo tesfiye kirina Haraketa Azadiya Kurd û qirkirina gelê Kurd, koalisyonek sazkar kirine, 3 argumend kirine bingeha faşîzma xwe.

Yek, hêza eskerî û polîs...  Du, hêza dîplomatîk....  Sê, hêza olî...

Sed sal in ku gelê Kurd,  bi dorpêçana van sê argumentan tê qirkirin. Lewma komkujiya li Qilebanê, bi komkujiya li Dêrsim, Sason, Koçgirî, dema Şêx Seîd, Agirî, Eleqemşê, Helepçê û komkujiyên dema Saddam re têne beramberî hev. 

Dive em zanibin  ku ev qirkirin teva, encama siyaseta navneteweyî ye.  Doh hêzên navneteweyî emperyalîst bûn û komkujî dikirin;  îro jî hêzên kapîtalîst û global in û siyaseta komkujiya li dijî gelê Kurd dikine pratîkê. Helbet ev hêz,  komkujiyên li dijî gelê kurd bi destên xwe nakin, lê çawuş û cendermeyên wan yên li herêmê komkujiyan dikin.

Êdî eşkere bûye ku, komkujiya li Qilebanê biryara dewletê ye û di Konseya Ewlekariya dewletê de hate qebûl kirin û plansaziya wê jî, ji aliyê Serfermandariya Dewletê ve hate amade kirin û eskerên li ser sinor û balafirên şer yên F-16 planê komkujiyê kirin pratîkê.

Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan, ji bo hemwelatiyê Tirkiyê ku di nava hêzên Baasê li Iraqê ji aliyê hêzên Emerîka ve hate kuştin, sersaxî xwest û wek şehîd îlan kir, li hemberî komkujiya  li Qilebanê dengê xwe dernexist.

Lê Tayyip Erodgan bi ferman dayina kuştina jin  û zarokên Kurd navdar e. Bi vê mebestê gelê kurd bendeyî Erdogan û sersaxiya komkujiya 35 kesan namîne.  Eger, mîna rûreşên Serfermandariya Atêşa Tirk sersaxiyê bixwaze jî, ji aliyê gelê kurd ve nayê qebûl kirin.

Pêwiste werê zanîn ku, gelê Kurd gelek komkujî himbêz kirin û rondikên êş û azarê niqutandin derya dilê xwe, wê êş û azara komkujiya Qilebanê jî biniqutînin derya dilê xwe û şîna dawiya sala 2011an û destpêka sala 2012, bi maqulî himbêz bikin.

Gelê Kurd, xelata desthilatdariya AKPê, Cemaeta Gulen û Serfermandairya Artêşa Tirk, jibîr nake û di salnameya bûyerên drametîk ya îsal de qeyd kiriye.
M. Bagok