Hamid Dêrik
Di dîroka mirovahiyê de her însanekî dema ku tê ser rûyê dinyayê, bi henek tiştên bingehîn mîna mirovan tê naskirin. Tişta herî bingehîn ji van tiştan jî, ziman e.
Ji ber ku mirov bê av û bê xwarin dikare heyanî astekî jiyan bike. Lê bê ziman nikare jiyan bike. Ji ber ku ziman hebûn, vîn û nasnameya mirovane û ancax mirov dikare bi riya zimanê xwe, bi derdoran re bikeve nava danûstandinê de. Mirovê bê ziman jî, mîna dara bê pelçem, an jî teyrê bê bask û gula bê reng û bên e.Lê dema ku ev yek ji bona gelekî mîna gelê Kurd tê ser ziman, mesele gelekî ji vê yekê cudaye. Ango dema ku zimanê netewekî û gelekî kevnar û xwediyê vê xakê were qedaxekirin, ev di serî de şerma mirovahiyê ye. Lê dema ku em vegerin ser pergalên serdestî kurdistanê, emê hîn bêtir vê rastiyê bibînin û dirûtiya heyî nasbikin. Ji ber ku dema behis dibe behsa demuqrasiyê û mafê mirovan, di serî de hikûmetin mîna Sûriya û Tirkiya û hemû dewletên desthilatiyê li ser Kurdistanê dikin, xwe nimûne didin ji bona rojhilata navîn û cîhanê. Lê dema ku tu çavdêriya vê yekê di warê jiyanê de temaşedike, gotin û kiryarê wan û dirûtiya wan mîna eînikê xuya dike.
Ji ber her tiştê ku ew dimeşînin di serî de xizmetê pergala wan ya dirû û qelb dike. Ew siyaseta ku her tiştî ji bona domandina deshilatiya xwe serbest dibînin û mîna ejdeha û extebûtan her tim giyanê mirovan bê hesab û kîtab distînin.
Ji milrkî din ve dema ku em berê xwe didina cîhanê, di hindirê her welatekî de bi dehê zimanan pê tê axiftin, lê kes li wan welatan na bêje ku ziman yekîtiya welat û gel parçe dike, berovajî vê yekê ew dewlet vê yekê ji bona xwe mîna zengîntiyekî dibînin. Lê dema ku mesele tê ser gelê Kurd û zimanê wî, hemû xalên demuqrasiyê û azadiyê yê ku Erdoxan, Ebduleh Gul û dewleta Tirkan behsa wê dikin li ber bayê diçe û kes lê xwedî dernakeve. Ji ber ku gotin xweşe, lê kirin zore û ya ku tê meşandin li ber çavê her kesî, dirûtî ye û xapandina gelê Kurd bi riya telfizyonên mîna TRT6 û yê mîna wê ne. Ew qenalên ku di wan de bi zimanê Kurdî pesnê pargala dewletê tê kirin û amaca wê berovajîkirina çand, kultur û zimanê gelê Kurd e.
Ji bona vê yekê gelê Kurd îro gihiştî ye astekî, ku her rûyên nepenî yê dewleta Tirkan ji dinyayê re kifiş kirî ye û êdî baweriya xwe bi hîle û derewên Erdoxan nayî ne. Ji vir û şûn de, em dikarin bibêjin ku gelê Kurd, êdî gihiştiye astekî ku pêşeroja xwe bi xwe tesbît bike û xwe bi hêviya hikûmetê ve nahêle. Ji ber ku mîna pêşiyên me gotî” dema ku mirov serê xwe nexwerîne kes serê mirov naxwerîne.” Ji ber vê yekê geleke gelê Kurd li her derî li ziman û çanda xwe xwedî derkeve û ji her rengên serdestî û heqareta ku li ser nirx û dîroka wî têne kirin bibêje; “ êdî bes e.”
Li ser vî bingehî û di her warê jiyanê de pêwîst e gelê Kurd xwedî li ziman û çanda xwe derkeve û bi can, mal û xwîna xwe li beramberî vê asimlasiyona ku tê maşandin, bi hemû hêza xwe li ber xwe bide û têbikoşe. Di seî de ji bona ziman û nasnameya xwe li pêşiya hemû mafên jiyanî tê û mîna mafekî hiqûqî tê naskirin. Ji bona vê yekê, di serî de bangewaziya min ji bona jin û ciwanê Kurdan ew e, ku li zimanê xwe xwedî derkevin û ji dijmin re nebin alet. Ji ber ku wê demekî wer e û wê dîrok ji me hemûyan hesab bixwaz e. Lewra ji bona vê yekê û ji bona ku em ji neha ve nebin deyndarê dîroka xwe. Geleke em bi zimanê xwe re mîan av û masî û mîan neynok û goşt girêdayîbin û heyanî dilopa xwîna xwe ya dawiyê li ziman, çanda, nasname û rometa xwe xwedî derkevin û ji gel û civaka xwe re bibin rêzan û pêşengên civaka demuqratîk.