HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Dem baş mirovê di ruh de azad dijî. Dembaş mirovê navê wî li ser dilê însana  hatiye neqiş kirin. Bûye xewn û xeyalê hezar mirovan. Şoreşgerê li Îmralî li berxwe dide, gelo ew însanekî çawa ye? Herkes mereq dike ku nasbike. Vê mereqê deriyê zanistê ji herkesî re vekiriye. Dibe ku ber bi azadiyê ve gav avêtin, yek je merqbun be

Di çavê şoreşgera de min mezin bûna te hîskir. Ji devê pîr û kala  min navê te bihîst. Di mejiyê min de tu bûye afsaneyeke veşartî. Afsaneyeke xwediyê wê jiyan dike. Raste ewqasî hesan nîne mirov wî bibînê.Lê belê min ti carî texmîn nedikir ku ew afsane wê têkevê nava çar dîwara de. Lewra hevoka (Rêber APO hate girtin) kesekî cesaret nedikir bi lêv bike. Mejî û dilê kesekî ranedikir ku wê hevokê bibhîsê. Kesekî bawer nedikir ew afsane di wê tarîtiyê de bijî. Eger dil û mejiyê mirovên Kurd dîlgirtina te qebûl kiribana, canê xwe parçe nedikirin. Însanên dagirker ewqasî  bê wijdanin, dîlgirtina te li xweşiya wan çû. Lê belê nepirsîn dil û mejiyê çiqas însana bi dîlgirtina te re hate dîlgirtin. Hestên ku mirovên Kurd di wê rojê de jiyan kirin tenê xezebên ku têne serê cîhanê dikarin xezeba wê rojê bidin îfade kirin.Di carekê de tarîtiyeke kor bû sîber li ser mirovahiyê. Ne xema neyara bû însanên Kurd çawa êşiyan. Niha ji xwe re digotin “ Kurd çawa be jî fêrî êş û qutbûnê bûne” lê belê qet texmîn nekirin  girtina te wê agirê têkoşîn hîn gurtir bike. Roja tu hatî girtin ji zaroka bigre heta pîr û kalan hîskirin nırxê wan yê herî mezin di destê dijmin de ye.

RÊBERÊ  MİN...

Însanê ji mirovahiiyê hezdike û li hemberî zoriya xwe nadê paş. Zoriya tehemul dike û bê çare namînê. Xwedî li sozên xwe derdikeve û dilê wî tijî hezkirine. Cihê herkesî di dilê wî de heye, bi navê gelê xwe jiyan dike û her tiştî fedayî gelê xwe dike. Ji westandinê natirse, xwe dike parçekî ji gelê xwe û li gorî wê xeyal dike û armanc datînê pêşiya xwe. Bi dost û hevalê xwe re duruste û riya azadiyê bi bedelên mezin ji gelê xwe re vekiriye. Mirovakî wiha di xeyalê me de derbas nedibû, îro rastiyeke û Rêberê me ye. Bi hezara gerillayên Kurd bê tirs û xof canên xwe feda kirin. Her quncikeke çiya bi şopên wan şoreşgera hatiye xîz kirin. Jina ku di nava koletiyê de hatibû fetisandin, te azadî bê da naskirin. Bawerî, hêvî, hezkirin, îrade, têkoşîn kirin û azadî tê çi wateyê te bi jinê da naskirin. Jiyaneke bi rengê jinê çiqasî bedew û pîroze te ew lêgerîn di jin de da avakirin.

RÊBERÊ MİN:

Tişta herî balkêş ji min re dihat, tevlîbûna hevalên jin bû. Li gorî zîhniyeta deshilatdar  min jin naskiribû. Ew hêza têkoşînê, şer û berxwedaniyê min di xwe û di jinê dîtir de nedidît. Dayîmî jin zeyîfe û tenê bi karê malê re mijûl dibe di mejiyê min de hatibû çandin. Bizrê bawerî, hêvî û lêgerîn di min de hatibû ziwa kirin. Di civaka Kurd de tevlîbûna jin ji şoreşê re pir xerîb dihat. Di malbatê de, di civakê de û di her nêzîkatiyekê de bi te didin hîskirin tu bela serê wanî. Her çiqasî zilam li hemberî jinekê zeyîf be jî û bê wê nikarê jiyan bike, lê belê bi te dide hîskirin tu bê nirxî û ew herdem hêz e. Zilam û malbat di bin vê deroniyê de, te bi zincîr û qeyda girêdidin. Li ser mejî û dilê te tijî kevir dikin. Pişt re jî dibêjin “tu mulkê me ye û emê xwedî li te derbikevin.” Di milekî de te mîna însan nabînin û di milekî de jî xwe dikin xwediyê te. Jinên bê zanebûn di navbera vê polîtîka zilam de diçin û tên. Nikarin isyan bikin û dudulî jiyan dikin. Lê belê jinê ku vê polîtîka zilam ya qirêj dibînin isyan dikin. Yan xwe întîhar dikin û dişewitînin. Ji ber hêz di xwe de nabînin, têkoşîn nakin. Ji ber hêviya jiyanê nabînin mirinê dihilbijêrin. Ev nêzîkatiyên malbatê û civakê ji jinê re dibû sedem jin wê hêzê di xwe de nebînê ku bejdarî şoreşê bibe. Her çiqasî zilam dixwazê jin xwe radestî wê qedera reş bike û wiha bi zeman re birizê. Lê belê jin di bîrê tarî û kûr de li benda ronahiyê ne. Li benda yê wan ji vê tarîtiyê xilas bike. Hêza te di jinê de da avakirin, şehadeta hevalên jin û tevlîbûna wan ji her karekî re cesaret da her jinekê ku riya çiya bişopînin.

Bi rengê zilam xebat kirin, li gorî zilam têkilî dayîne avakirin û li gorî zilam qedera xwe diyar kirin êdî nefes li min teng dikir. Weke jinekê jiyan kirin, baweriyeke wisa nînbû. Peyvên wisa bikaranîn tewanbartî bû. Heya ji destê wan dihat tu zeyîfdixistin. Jiyan kirina te bê wate dikirin û pêre jî tu bi xwe ve didan girêdan. Bi îrada xwe jiyan kirin, bi hêza xwe têkoşîn kirin û di her karekî de nasnama xwe diyar kirin êdî bûbû xeyal ji her jinekê re. Mîna aveke di cihê xwe de biseknê  û bi zeman re bêhin bide, li min dihat. Min ti carî wate ne dida ez çima jiyan dikim. Xweşikbûna jiyanê di çi de ye? Min hîsnedikir. Jehra koletiyê ketibû xwîna min . Nêzîkbûnê te ji jin re, tevlîbûna jin ji çiya re û şehadeta hevalên jin cesaret da min ez li xwe bizîvrim û li jiyanê bigerim.

Di asoyên çiya de, di dil û ruhê mirovan de, di bin keviran de, di zorî û zehmetiyan de û di têkoşînê de ez li jiyanê geriyam. Bêhna axê kişandina hinavê xwe, bi rijandina dilopê xwêdanê re, bi hîskirina êşê hevalên xwe, bi zoriya re jiyan kirin, li hemberî xwe têkoşîn kirin û bi îrada xwe jiyan kirin min hîskir ez însanim. Bi watedayîna jiyanê û bi naskirina jin re hêvî, bawerî û hezkirin di min şînbû. Her ku çû girêdana min bi jiyanê re zêde bû. Min hîskir ez însanim û mafê min yê jiyanê heye. Her jineke Kurd mafê wan yê jiyan kirinê heye. Lê belê pêwîste di despêkê de jiyana rast kîjane nasbike. Jiyana bi rengê zilam naskirin jiyaneke arzane û koletiye. Di çiya de pêwîste jiyana rast were naskirin. Ew ruhê jin yê lêgera jiyaneke azad pêwîste neyê ziwa kirin. Heta ez di bin seha pergala deshilatdar de derneketim û min di çiya de jiyan nekir, min ew jiyan nedît û hîsnekir. Di ruhê hevaltiyê de, di parvekirinê de û di hezkirina hevalê xwe de min hêviya jiyanê dît. Keçên Kurd pêwîste li mafê xwe yê jiyanê bigerin. Jiyana Rêber APO ji jin re daye avakirin pêwîste tê de jiyan bikin. Ez weke keçeke Kurd naxwazim yek keça Kurd di wê jiyana qirêj de bijî. Dilê min ranekê ku jinek bibe mulkê zilamekî û di bin zilma wî de jiyan bike. Tecawiz kirina jina dema ku ez dibihîsim dilê min tê guvaştin. Qehir û intîqam di min de pêşdikevê. Ji ber zilam bi tecawiz kirina jinekê hemû jina tecawiz dike. Destê xwe dirêjî jiyana azad dike. Pêwîste êşê her jinekê em hîsbikin û wê tenê nehêlin. Gava jinek xwedî îrade be û xwedî li nasnama xwe derbikevê ez hêz digrim û têkoşîna xwe hîn xurtir dikim. Lêgerînê min yê azadiyê hîn xurtir dibin. Her çiqasî zilam bixwazê tovên jina azad tine bike, wê nikarbe. Ji ber hest, ruh û cewherê jin destor nade zilam giyanê wê qirêj bike. Her jineke Kurd pêwîste vî ruhê xwe bi têkoşînê biparêzê. Xwedî li cewherê xwe derbikevê. Xwedî li nasnama xwe derketin bedelên mezin dixwazê. Ew hêza jinê heye bedelên mezin bide. Ev di dîroka PKK ê de hatiye isbat kirin. Gelek hevalên jin bê dudulî jiyan bikin canê xwe bi bomba parçe kirine û jiyaneke azad hilbijartine. Jin bi têkoşîna xwe da isbat kirin ku eger jin neyê azad kirin civak azad nabe. Her jineke di civakê de dijî pêwîste di zanebûna vê rastiyê de be û riya çiya bişopînê.

Belê Rêberê min ezê herdem li hemberî xwe têkoşîn bikim ji bo ez durustbim di jiyanê de. Rê nadim zeyîfatiyê xwe ji bo vê jiyanê qirêj bikin. Jibo ez ji jehra koletiyê rizgar bibim ezê bibim xwediyê têkoşîneke xurt. Bi hêviya we di çiya de dîtin ez we  himêz dikim.

Dunya Cemîl