HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Welat û bajarek nema ku berxwedanî û tekoşîna zarok û lehengên Kurd ne bihîstin. Dozdarên welat bi herikîna tekoşîna xwe re îlham û herikandina ber bi pêlên azadiyê zêde kir.

Kurdistan bi her çar parçeyên xwe, ku her çiqasî ji mile dagirkeran ve hatbin parçe kirin, lê ew di nava xwe de her tim yekbûne, gelê Kurd bi serhildan û tekoşîna xwe ya li dijî dagirkeriyê ve her tim deng vedaye. Gelê Rojhilatê welat, gelê ku herî zêde serî hildaye, ruxmê gelek zor û tundiyan jî, dîsa her tim çand û cewhera xwe parastiye. herêma Hewremanê yek ji herêmên Rojhilatê Kurdistanê ye ku her tim bi çand û cewherê xwe parastin bi nav û deng bûye. Gelê vê herêmê her tim zarokên xwe li ser çanda xwe parastiye û mezin kiriye. Ciwanên vê herêmê her tim bi ruhê xwe yê germ û dilsoziya xwe bi welatparêzî, bi çanda xwe û bi girêdana xwe ya xak û çanda xwe re her tim li pêş bûye. Yek ji wan leheng û dildaran jî egîd û fedekarê welatê rojê Delîl Hewreman’e.

“Bi Fedekarî Û Dilpakiya Xwe Tê Nasîn”

Şehriyar Qadirî, bi navê xwe yê tevgerî Delîl Hewreman di nava malbatekî welatparêz û bi çanda xwe girêdayî çavên xwe li jiyanê vedike, ew bi çîrokên serhildan û raperînên Kurdan mezin dibe. Di salên ciwantiya xwe de tekoşîn û berxwedaniya gerîla dibîne û şahidî jê re dike, bi taybet salên ku êrîşên herî dijwar li ser qadên gerîla û dagirkeriya dewleta tirk û çeteyan li ser bajarên Rojavayê Kurdistanê didome. Êrîş û dagirkeriya li ser gelê xwe dibîne, wijdana wî vê yekê qebûl nake. Bi vê hêrsê û kînê ve Şehriyar birayara mirovekî dide, di sala 2018’an de tevlî nava refên azadiyê dibe. Ew bi fedekarî û dilpakiya xwe, di demekî kurt de cihê xwe di dilê hevalên xwe de çêdike. Ew bi mereq û lêgerînekî herikbar tevlî perwerdeya xwe ya bingehîn dibe.

Ew di nava perwerdeya xwede, bi baldariyekî mezin guhdarî dike. Dizane ku encax bi riya perwerdê, bikarbe rastiya Rêber APO û jiyana partiyê nas bike. Her ku rastiya tekoşîna tevgera azadiyê nas dike, hîn zêdetir bi mereq û kelecan xwe tevlî jîyanê dike. Piştî bi awayekî serkeftî perwerdeya xwe bi dawî dike, li qadên parastina medeya tê vesazkirin. Ew bi dildarî û xwestekekî mezin derbasî qadên piratîkê dibe. Ew vê carê mîna gerîlayekî bi navê Delîl gavan davêje jîyana xwe ya pîroz, bi girtina bawernameya jiyana azad, bi kelcana wê bi ruhekî azad bijî tevlîbûnek rast û ji dil ji xwe re dike pîvan.

Bi hêz û heyecana ji perwerdê girtiye gavên xwe davêje, Bi hesreta ku salane ji bo azadiyê jiyan kiriye êdî bi serbilindyekî van hesretan derbas dike û xeyala bi hezaran ciwanan pêk tîne ji ber xeyala her ciwanekî bi azadiya xwe gav bavêje. Bi taybet li ser çiyayên ku her bûne stargeh ji hemû azadîxwaz’an re tekoşîn meşandin pêre hêz û baweriyekî ava dike ji ber ew bi fikir û felsefeya Rêber APO ve gavên xwe davêje tekoşînê. Bi gav avêtina xwe ya nav tekoşînê hêz û baweriyekî bê hempa li dilê wî bar dike. bejna xwe bi çiyayên welatê xwere dike yek û bi heybeta wan gavên xwe davêje û bi wê kelcanê her piratîk dimeşîne. Bi fedekarî tevlî dibe her kêlîyê jîyanê dibe. Di nav piratîka bi zehmet a gerîlabûnê de pir zû bi pêş dikeve û ji ber bi dildarî gav davêje ti astengiyan li pêşiya xwe nas nake.

Piştî demekî ku tecrubeyên pir giranbûha bi dest dixe, vê carê berê xwe dide qada Garê. Ew li qadê di nava hemû rê hevalên xwe de bi kedkarî û fedekarîya xwe tê naskirin. Ew xwe tu carî ji jiyanê û ji rêhevalên xwe qut nake, ev yek jî dihêle ku pir zû cihê xwe di dile her hevalekî xwe yê tekoşînê de bigire. Bi taybet rêhevaltiya xwe ya bi hevalên jin re her tim ji hevalê kêleka xwe re dibe mînakeke jîyanî.   

“Ew Di Pîvanên Rêhevaltiya Azad De Rolekî Girîng Dileyze”

Bi tevlîbûna xwe dixwaze bi rol û misyonê xwe ve rabe û her wiha bibe hêz ji hemû rêhevalên xwe re. Bi hezkirina xwe ya jiyanê dihêle ku di dilê hevalên xwe de cîh bigre, Delîl bi fedakarî û hevaltiya xwe bala her kesî dikşîne. Her wiha bi taybet mîna milîtanekî jiyanê û bi sekneke bê hesab, dixwaze bi pîvanê Egîd û Zîlan ve tevlî bibe û çanda Apoyî di dil û mejiyê hemû hevalên xwe de kilît bike. ji ber ku dizane serkeftin encax di pîvanên partiye de bi israr kirinê ve gengaze.gav avêtina wî li ser vê bingehî pêre tecrûbên pir girîng pêş dixîne. Pêşengê jiyanê Delîl, tecrûbên van fermandarên ku bi xwe re artêşbûn pêş xistî dike armanc û ji rêhevalên xwere parve dike. Her wiha sekna Egîd û Bêrîtanan di dilê hemû rê hevalên xwe de bar dike û dihêle her heval bi van gavan tekoşîna xwe bilind bike.Ew di pîvanên rêhevaltiya azad de rolekî girîng dileyze. Ev yek jî kêfxweşiyê di nava dilê wî de geş dike. Bi taybet cihgirtina wî di xebatên binesaziya tunelên şer de pê re hêz û baweriyeke mezin ava dike.

Dildarê jiyanê gerîla Delîl bi pêşengtiya xwe ve ji hemû rêhevalên xwe re dibe mînak. Her wiha hemû hevalan dixwestin li gel heval û fermandar Delîl cih bigrin û ji ked û hewldanê wî tecrûbên heyî bi xwe re pêşbixin. Pêşengê jiyanê gerîla Delîl kedeke mezin di çêkirina tunelên şer de raber dike. Ew bi sekna xwe ya bê hesab, her tim bûye cihê mînakê ji rêhevalên xwere. Li pêşiya têkoşîna xwe ne zehmetiyên demsalan, ne jî tiştek din ji xwere nekir asteng. Ruxmê hemû zehmetîyan jî bi tekoşîna xwe ve dibû bersiva herî xurt ji pêvajoyê re. Bi hezkirina xwe ya jiyanê re, bi rukenî û fedekariya xwe, her tim li pêş çavan bû. Kî dikare wan hestên tolgirtina Delîl bigire, an jî kî dikare wan kenên li ser ruyê wî jibîr bike, an jî kî dikare fedekarî û kedkarîya wî paşçav bike.  

“Her Bi Dildarî Meşa Xwe Ya Ji Bo Heqîqetê Domand”

Wekî her car dewleta ku bi teknnîka xwe dixwaze xwe ser lingan bigre û bi êrîşên xwe yên hovane li ser qadên Gêrîla, dixwaze bi van êrîşan ve temenê desthildariya xwe dirêj bike, her roj qadên gerîla ji xwe re dike hedef û bombe dike. Di êrîşên hovane a Dewleta dagirker a Tirk de de di dîroka 26’ê Sibata 2025’an de Fermandarê jiyanê Delîl Hewreman tevlî kerwanên nemir ên Kurdistanê dibe.

Ev wekî zarokekî esîl yê gele xwe û mîlîtanê azadîyê li ser şopa Qazî Mihemed’ an mezin bû. Bi mezin bûna xwe ve bû dildarê sekna Simko û bi şahidiya evîndara azadiyê ya Şêrînan ve bû dildarê azadiyê û heta kêliya dawiyê her bi dildarî meşa xwe ya ji bo heqîqetê domand.