Garzan Tolhildan bi nasnav Garzan Şêx, li warê berxwedanê li Kobanê Çavê xwe li dinyayê vedike. Di nav derdoreke welatparêz de bi eşqa şoreşê mezin dibe.
Di sala 2006’ an de Apê wî Heqî Kobanê di nav têkoşîna tevgera azadiyê de şehîd dikeve. Bi çîroka lehengî û egîdî mezin dibe. Bi wê xeyalê mezin dibe ku rojek ji rojan wek xalê xwe li ser çiyayên Kurdistan bibe gerîla. Ji berxwedananiya Kobanê re dibe şahîd. Bavê wî di wê dastana dîrokî de bi lehengî digihîje şehadetê. Bi şehadeta bavê xwe pir bandor dibe û soza tolhildanê dide. Li Kobanê efsaneyên welatê xwe nas dike. ji dastana Arîn û gelhatan hêz digre. Bi çavê xwe sekna fedaiyên Apoyî dibîne. Bi cesaret û wêrekiya wan lehengên Kobanê parastin û dîrok nivîsandin bandor dibe. Dikeve nav lêgerîna azadiyê û dest bi kar û xebatan dike. Wek ciwanekî Kurd di nav şoreşa Rojava de bi erk û berpirsiyarî ya xwe radibe. Hertim dixwaze têkoşîna xwe mezin bike, dixwaze xwe di nav kincê gerîla de bibîne û li çiyayên azad li ser rêça egîdan bimeşe.
Di sala 2017’ an de yadê Eyşê wek jineke Kurd a leheng kurê xwe Garzan rê dike çiyayên azad.
Garzan tevlî nav refên gerîla dibe û xwe bi çek û rext dike. Digihîje xewn û xeyalên xwe yên zaroktîyê. Perwerde ya xwe ya bingehîn li Garê dibîne. Bi çanda ku ji malbata xwe ya welatparêz girtiye di nav gerîla de zêde zehmetî nakişîne û zû fêrî jiyanê dibe. Di demekî kin de xwe di warê leşkerî û birdozî de kûr dike. Perwerdê ji xwe re dike bingeha xwe avakirinê. Kesayeta xwe ji nû ve diafirîne. Tevlîbûna nav PKK’ ê ji xwe re wek jidayikbûneke nû dibîne.
Di fikir û ramanê Rêber Apo de xwe kûr dike. Hewl dide xwe bigihîne asta kesayeta milîtan û fedayî. Di warê leşkerî de jî xwe pispor dike. Dibe gerîlayekî pispor û jêhatî. Ew ji bo nivîsandina dîrokê xwe amade dike. Tiliyê wî li ser tetîkê ye û berê çeka wî li dijmin e. Êdî li ku derê pêwîstî hebe, Garzan li wê derê ye. Di sala 2018’ an ji bo ku li hember êriş û dagirkeriya dewleta tirk bisekine berê xwe dide herêma Zapê.
Êdî çîroka Garzan û Zagrosê destpêdike. Ji dil de dibe evîndarekî Zagrosê, dibe evîndarek ku ji bo evîna xwe hemû berdêlan dide ber çavan. Zap warê egîdan e, bi salane hêlîna baz û tewaran e. Zap bi xwîna hezaran şehîd hatiye parastin. Garzan xwe bi şans dibîne ku vesazîbûna wî ji bo vê herêmê çê bûye. Ew ji Zagrosê hez dike û dide pey şopa egîdan. Ji bo bibe layiqê wan timî di nav têkoşînê de dibe. Kêlî bi kêlî xwe perwerde dike. Bi jiyanê re diherike. Dibe parçeyekî vê tabloya bi heybet ku keç û xortên Kurd li ser çiyayên Kurdistanê bi azwerî nexşandin e.
Bi salan di mevziyên herî pêş de cihê xwe digre. Wek gerîlayekî ciwan Ji bo hemû rêhevalên xwe dibe çavkaniya hêz û moral. Di gelek çalakiyan de bi ser dijmin de diçe û darbên giran li dagirkeran dixe. Ticarî dûdilî jiyan nake. Di sekna xwe bi biryar e. Di hedef û armancê xwe de xwe kilîd kiriye. Serkeftin kiriye pisûleya xwe ya têkoşînê. Di vê zanabûnê de ye ku vê welatî ancax bi têkoşîneke dijwar û berdêlên giran were rizgar kirin.
Bi sekna xwe ya bi biryar û wêrek di nav dilê hemû rêhevalên xwe de cihê xwe digre. Hevaltî ji xwe re dike bingeha têkoşînê. Timî xwe deyndarê Rêber Apo û şehîdan dibîne û dixwaze bibe layiqê rêhevaltiya wan. Rîya têkoşînê çiwqas dijwar be jî, ew hêza xwe ji Rêber Apo û şehîdan digre û timî ber bi serkeftinê ve gav diavêje. Bi ked û fedakariya xwe agira têkoşînê geş dike û bi xwe jî dibe şuleyek ji vê agirê ku bi salane li ser çiyayên Kurdistanê şewq dide.
Gerîla Garzan di warê leşkerî de û di gerîlatiya nûjen de xwe kur dike. Bi awayekî çalak tevlî xebatê amadekirina tunêlên şer dibe. Li Zagrosan ji bo cengeke giran amadesazî tê kirin. Li wê derê dîrokek li benda nivîsandinê ye. Dîrokek ku layiqî egîdan be. Ew jî di ferqê de ye ku erk û berpirsiyariyeke dîrokî dikeve ser milê wî. Dixwaze layiqê wê dîroka bi heybet derbikeve ku li ser Zagrosan bi xwîna egîdan hatiye nivîsandin. Wek gerîlayekî ciwan û bi ezmûn di wê berxwedaniyê de rolê xwe dilîze.
Di sala 2021’ an de dewleta tirk a dagirker li ser herêma Avaşîn’ ê dest bi êrişên dagirkeriyê dike. Gerîla Garzan derbasî vê qadê dibe û di nav berxwedaniya Werxelê de cihê xwe digre. Di sengerên herî pêş de gurzên giran li arteşa tirk a dagirker dide. Ji bo hemû rêhevalên xwe re dibe mînaka milîtanekî Apoyî. Bi vînek ji agir wek volkana tolhildanê bi ser dijmin de diçe û di gelek çalakiyan de cihê xwe digre. Li qada Werxelê dîrokek bi tîpên zêrîn tê nivîsandin. Navê wî jî dikeve nav wan rûpelên zêrîn.
Rûxmê asîbûna erdnigariya Avaşînê, lê Garzan bi eşqeke mezin bi çem, çiya, dol û newalên Avaşîn’ ê re dibe yek. Ew bi hêza hezkirin û hevaltiyê hemû astengiyan derbas dike. Êdî dar bi dar, kevir bi kevir şîverê û rêkên Avaşîn’ ê nas dike. Li vê qadê gelek rêhevalên wî di berxwedaniyê de digihîjin şehadetê. Garzan soza tolhildanê û bilindkirina têkoşînê dide.
Ji bo ku di fikir û ramanê Rêber Apo de xwe kur bike li akademiya Mahsum Korkmaz perwerdeya xwe bi awayekî serkeftî dibîne. Li vir xwe lêpirsîn dike û kesayeta xwe ji nû ve ava dike. Piştî perwerdê careke din xwe ji bo qadên berxwedanîyê pêşniyar dike. Vesazîbûna wî ji bo herêma Şehîd Delîl a rojavayê Zapê çê dibe. Daneheva xwe ya şerê tunêlan bi hevalên xwe re parve dike. Li warê fedaiyan bi ruhekî fedaî tevlî pêngavên şoreşgerî dibe. Li vê qadê jî tevlî gelek çalakiyan dibe û gurzên giran li dagirkaran dide. Heta nefesa xwe ya dawî bi sekneke fedaî li ber xwe dide. Di 9’ ê adara 2024’ an de li herêma Şehîd Delîl a rojavayê Zap’ ê bi rêhevala xwe Bêrîtan Şemsê re digihêjin şehadetê û tevlî karwanê nemir ên Kurdistan’ ê dibin.
