Gelên ku bi tekoşîn û sekna xwe bûne efsane û bûne malên dîrokê hene. Di tekoşîna gelê Kurd de jî pir şervan û fermandarên kû navê xwe di vê dîrokê de bi tîpên zêrîn neqişandine û îro bûne rê nîşan hene.
Ev tekoşîna ku bi dehan salane tê meşandin gelek qehremanên ku divê riyê de bêyî ku misqalekî jî canê xwe bifikire xwe feda kirine jî hene. Yek ji van fedaî û qehremanan jî Bîlal Şahîn bi navê xwe yê tevgerê Îbrahîm Tolhildan e.
Bîlal Şahîn li bajarê Êlîh’ê ji dayîk dibe. Di nava malbateke welatparêz a ji eşîra diderîyan de çavê xwe li dinyayê vedike. Salên ku ew ji dayik dibe li Kurdîstan’ ê ji bo gele Kurd dibistanên pergalê wekî qadeke dagirkirina mejî û kesayeta ciwanên Kurd rol dilîze. Bi sedsalane pêşeroja ciwanên Kurd ji bo bibin yek ji bingeha dewletê tê xerç kirin. Bîlal di dibistanên pergalê de heta pola 8’ an dixwîne. Dî sala 8’ an ya dîbîstanê de him ji ber sedemên dîtir him jî ji bo xwe tu pêşerojekê di van dibistanan de nabîne û dev jê berdide. Bi berdana dibistanê ji bo bikaribe alîkarî bide debara malbatê dest bi kar kirinê dike. Di wê gavê de ked dayîn di kesayeta wî de dibe taybetmendiyeke mezin. Bi vê re ji ber ku him malbata wî him jî hawîrdora ku tê de jiyan dike welatparêze, li hemberî tevgera azadîyê legerînên wî pêşdikevin.
Di van salên ku li Kurdîstan’ ê şerê azadîyê û nasnameya Netewî heye û di vê oxirê de lehengeên gel digihêjin şahadetê. Bîlal giranîya vê dozê û bandorîya wê di dile xwe de jiyan dike û zêdetir xwe kêm hîs dike. Ev rewş dihêle ku ew têkeve nav lêpirsîneke mezin. Li hember rewşa tevgera azadiyê û gelê kurd ew jî wekî ewladekî vî gelî ji bona ku xwe bigihîne azadîyê û bibe parçeyekî vê tekoşîne biryara xwe ya tevlî bûyînê dide. Bîlal di sala 2013’ an de li herêma Xerzanê tevlî tekoşîna azadiyê dibe. Li Xerzanê şopa gerîlayên efsanewî dixwaze bişopîne û navê xwe dike Îbrahîm. Ev nav navê fermandar û mîlîtanekî pir hêja yê tevgera Azadîyê, yê Şehîd Sari Îbrahîm’ e. Bi rakirina vî navî dixwaze bibe şopdarê wî.
Li Xerzanê bi navê şehîdan, bî dilekî germ û bi hestê tolhildanê tevlî pratika xwe ya destpêkê dîbe. Di sala 2013’ an de bi pevajoya heyî re ku di wan deman de tevgera azadiyê biryara paşve kişandinê dide. Ew jî di van koman da bere xwe dide Heremên Parastına Medya yê.
“Hertim Xwedî Li Nirxên Jiyane Derdikeve”
Îbrahîm dibe legerînvanê azadîyê. Di nav tevgera azadiyê de bi asta xwe ya heyî re xwe qet têr nabîne. ji bona wê jî hertim dixwaze di qadên herî zehmet de cîh bigre û tekoşîna xwe bilind bike. Bi vê re bi daxwazeke mezin derbasî qada Avaşîn’ ê dibe. Li vir bi tevlîbûyîna xwe ya bê hesab, fedakâr, dilnizm , xwedî berpirsiyarî û bi azwerîyeke bilind tevlî pratîkê dibe. Di nava refên gerîla û pratîka zehmet ya çîyayan de xwe bi keda xwe mezin dike, wekî derwêşekî dil û mejiyê xwe dide serkeftine. Di her Hawira ku lêye hertim pîvanan bilind dike û xwe û derdora xwe sewqî tekoşînê dike.
Bi salên xwe yên ku li Xerzan, Garê û li Zagros’ ê gerîlatî dike de dibe xwedî ezmûnên têr û tijî. İbrahim dizane ku fedaîtî tenê bi çalakîyan nabe her wiha bi tevlîbuyîn û bi jiyanê destpê dike. Wateya kedê di jiyanê de bi mijûlbûyîna xwe ya hevala re dibine. Ji xwe re sekinandine qet û qet qebûl nake. Ji hevalê xwere dem tê dibe wekî dayîk, dem tê dibe wekî mamoste. Lê hertim dibe rêhevalê rasteqîn yê hevalê xwe. Tû caran xwe ji ti tiştekî, ji tu karî nade paş û hertim beriya her kesî xwe dide pêş. Nahêle ku hevalên wî biwestin. Daîm bê hesab û bê tirs e. Ev jiyan bi keda fedaîyên wekî wî çebûye. Biçe ku derê ked dide û dibe xwedî nirx. Ev tevlîbuyîna wî ne şêweyî ye, ji dil û cewherî ye. Li gorî wî fedaîtî bi awayê jiyaneke rast, tevlîbuyîneke ji dil û herdem liser van esasan meşandine.
“Fedaîtî Tiştên Pêwîst Di Cîh û Demê Xwe de Pêkanîne”
Îbrahîm, piştî têgihîştinên xwe yên bi salan edî xwe ji bona bikaribe li Bakûre Kurdistanê gerîlatîyeke serkeftî bimeşîne amade dibînê. Ji bona ku xeyalên xwe pêk bîne pêşniyara çûyîna Bakûr dike. Dema peşnîyara wî qebûl dibe vesazîya îbrahîm ji bona eyaleta Mêrdînê çêdibe. Ew bi van gavên xwe ber bê rêewîtîyeke mezin e. Di vê rewîtîyê de gelek zehmetîyên mezin hebin jî wateya wê bip eyvan nayê ser ziman. Ji berk u ew dizane ev tekoşîn ji bo qedera gelekî ye.
Berîya ku biçe qada Bakûr di dîmenan de wan tiştan tîne ser ziman; ‘‘fedaîtî tiştên pewîst di cîh û wextê wê de pêkanîne. Çi dibe bila bibe dema pewîst kir wê canê xwe bide, dema pewîst kir wê bizanîbe jiyan bike. Şehît Mazlûm Doxan dibêje ‘jibîrkirin îxanete’. Di serîde ez ê hesabê erişên li ser Rêbertiya me, gelê me, hevalên me û hemû nirxên me hatî kirin bipirsim. Careke dîtir soza tolhildanê ya kû me daye şehîdan dûbare dikim. Ji bo girêdana xweyî bi şehîdan re ancax ez tola wan bigrim dikarim bibim layiqê wan. Ez vî bi dil û can diyar dikim. Di hemû kar û xebatên xwe de bi baweriya ku hevalan daye min ez ê serkeftine ji xwe re esas bigirim û nahelim hêvî û baweriya hevalan daye min vala derbikeve. Di dawiyê de dikarim bibejim; ez ê layiqê Rêbertî, şehîdan, gelê me û hemû hevalan bibim. Dem û kêlî ya tolhildanê ye û ya hesap pirsînê ye. Fedaîyên kû xwe fada dikin ti carî gûman jiyan nakin û tiştekî ku wenda bikin nîne. Tenê gûmana ku sernekeve jiyan dike. Berxwedan jiyan e, mirov bi qasî ku li berxwe didî dikarî jiyan bikî ’’
“Bu Xwediyê Soza Xwe”
Îbrahîm li eyaleta mêrdînê li hemberî operasyon û erişên ji alîyê hêzên dagirker ve pêktên tevlî çalakiyên tolgirtinê dibe û gelek caran tevî hevalên xwe derbên giran li dijmin dide. Her gava ku li ser wê erdnîgariyê diavêje û her kêliya henaseya xwe de bi soza ku daye rêhevalên xwe radibe û tekoşîna xwe hîn zêdetir bilind dike. Di 10’ ê Cotmeha sala 2023’ an li herêma Omeryan dijmin careke din operasyoneke berfireh dide destpêkirin. Dijminê dagirker dixwaze asimanê welat disa tarî bike û dile ji bo azadîyê lêdide biperçiqine. Îbrahîm û rêhevalên xwe her yek wekî fedaîyekê li ber xwe didin û derb li dagirkeran dixin. Di vê pevçûna di navbera wan û dagirkeran de îbrahîm û rêhevalê xwe Nurhak Dêrik bi bîr û bawerîyekî mezin, bi cesaret û bi giredaneke mezin derbên mezin li dijmin dixin û digihêjin şehadetê.
Ew bi navê xwe dibe mîraseke dîrokî ji bo gele xwe. ew di her gava xwe de bi dengekî bilind rastîyekê diqîre. Ev rastî jî; “Em Ne Bînketîne, Em Serketîne” ye. Gel¨Kurd bi van lehengan û bi mîrasa wan îro serketîne. Pêwîste were zanîn ku serketîn bi xwedî li mîrasa şehîdan derketîn û rîya wan şopandinê ve gengaz e.
