Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 17’ê Tebaxê de li Şirnex li dijî derdora gundê Sipîvyan ku girêdayî Gabarê ye ji aliyê kobrayê Artêşa TC ve hatiye bombebarankirin. Di encama bombebaranê de şewata destpê kiriye hîn jî berdewam dike.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 17’ê Tebaxê de (îroj) di saetên serê sibê de li navçeya Mûşê Gimgimê li dijî gundên Kirmeçok, Başkent, Benzen, Mila Koxê û Geliyê Gulik ji aliyê Artêşa TC’ê bi tevlêbûna tîmên taybet û leşkerên sivîl operasyonek hatiye lidarxistin.
- Ayrıntılar
Di 14’ê Tebaxê li navçe ya Colemerg Şemzînan li Geliyê Doskî li dijî derdora gundê Serengê ji aliyê artêşa TC operasyonek hatiye lidarxistin. Di heman rojê di derdora saet 07.00’ande di navbera leşkerên dijmin û gerîla yê me pevçûnek qewimiye.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 13’ê Tebaxe li navçeya Dersim Xozatê kemyoneke ku ji qereqola Amûtka re alavên leşkerî dibirin, li nêzê Derekoy ji aliyê gerîla yê me û yên TKPM-L TİKKO çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de kemyon hatiye rawestandin, kamerayeke termal û alavê wê yê şerz kirinê agahi yên nasname yên çawuşekî pispor ku alîkarê fermandarê qereqolê ye ji aliyê gerîla yê me û yên TKPM-L TİKKO hatiye desteser kirin û kamyon jî hatiye şewitandin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 12’ê Tebaxê li Herêmên Parastina Medya li dijî herêmên Şehîd Berîtan, Qebra Zahir, Girên Koordîne û Karker ku bi ser Xakurkê ne ji hêla artêşa TC êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 8’ê Tebaxê li nêzî navçe ya Êlihê Qubînê di navbera gerîla yê me û yekîneyeke girêdayî artêşa TC pevçûnek diqewime. Di 9’ê Tebaxê danê sibê li dijî herêma pevçûnê ji aliyê artêşa TC operasyonek hatiye li darxistin. Bi piştgiriya heron a û bi bombebarankirina helikopterên kobra û bikaranîna çekên giran ku artêşa TC bikaraniye di navbera gerîla yê me û artêşa TC pevçûn qewimîne. Di encama pevçûnan de hejmara kuştî û birîndarên dijmin ji aliyê me nehatiye zelalkirin. 5 hevalê me jî bi lehengî şer kirine û gihîştine şahadetê.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 9’ê Tebaxê li navçeya Colemergê Şemzînanê li dijî herêmên Mûseka û Bezeno ji hêla helîkopterên skorsky êrîşeke ji topên agir hatiye lidarxistin. Di encama êrîşê de şewata li herêmê destpêkiriye hîn jî berdewam dike.
- Ayrıntılar