Dîrok bingeha her tiştî, xala destpêkê û destpêka rêwîtiya pêkhatina wê ye. Bi taybetî ji aliyê fenomenên civakî ve; hebûna kokekî dîrokî ji bo fenomenekê, têgihiştina wateya nirxên civakî ye di destnîşankirina wê de ku ew fenomen ji bo civakê bi feyde ye an jî bi zirar.
Heke derketina fenomenekê li ser sehneya dîrokê tiştekî ji bo mirovahiyê bi dest xistibe, ew fenomen erênî ye û bi heman qasî jî rewa ye. Lê heke ew ji bo mirovahiyê zirarê anîbe, civakbûnê belav kiribe û rê li ber istîsmarê vekiribe, her çend îro wekî tiştekî erênî were pêşkêş kirin jî, ji bingehê xwe ve zirardar e û divê were redkirin.
Di destpêka dîrokê de, berî ku şaristanîyên serdest derbikevin holê, her tişt li ser bingeha hewcedariyên mirovahiyê hatibû afirandin. Têgehên wekî exlaq, siyaset û aborî her dem bûne fenomenên ku ji civakê re tişt dane û ji bo berjewendiya civakê xebitîne. Her çend îro exlaq hatibe hilweşandin, siyaset hatibe daxistin asta demagojiyê ya dewletan ji bo xapandina civakê, û aborî jî bibe amûrek ji bo istîsmara civakê, lê ev têgeh di bingehê xwe de yên civakê ne.
Ew ji bo berjewendiya civakê ne, û pêdivî ye ku ji rewşên xwe yên xera kirî û ji bo rewakirina pergala serdest hatine bikaranîn paqij bibin û dîsa bibin milkê civakê.
Ji aliyekî din ve, têgehên wekî dewlet û desthilatdariyê ji destpêkê ve li dijî civakê, wekî amûrên istîsmarê derketine holê û tu carî nikarin bibin ji bo berjewendiya civakê. Ji bo ku civakek azad pêk were, pêdivî ye ku pêşî ji van rehet bibe.
Di xweza civakî de dîrok rûyê rastîn ê fenomenan derdixe holê, lê di asta gerdûnî de pêkhatinan şêweyê herî sade û xwezayî yê heqîqetê ne. Gerdûn xwe heqîqet e. Di gerdûnê de ji bo tu pêkhatinek bê cih, bê pêdivî û bê dem cih tune ye. Heta pêkhatinên ku di dema xwe de watedar bûn jî, dema ku rola wan bi dawî bibe û dema wan derbas bibe, ji aliyê gerdûnê ve têne derbas kirin û dibin pêkhatinên nû.
Fenomenên ku bi taybetmendiyên gerdûnî re li hev tên û li dijî gerdûnê nekin, di heman demê de ji bo xweza civakî jî bi feyde ne û rewatiyê bi awayekî herî baş îfade dikin.
Ji vir ve em ê têgihiştina xweparastinê pêşî di gerdûnê de, paşê jî di civakê de bigerin. Bi çarçoveyek kurt em ê li bingehên wê yên gerdûnî û dîrokî binêrin û paşê bigihîjin rewşa xweparastinê ya jinê ya îroyîn.
Pergala serdest bi avakirina civakê re taybetmendiya herî bingehîn a civakê ya ku xweparastin e, wekî mafekî nerewa û neheq ragihand, lê artêşên ku amûrên istîsmarê ne rewa kirin û talana bi şer hatiye bi destxistin wekî mafê pergala xwe ragihand.
Lê heqîqet tam berevajî vê ye. Kesê ku mafê wî hatiye dizîn an jî hatiye êrîşkirin, her dem mafê parastina xwe heye. Li hember vê yekê, pergala serdest bi piştgiriya hêza xwe ya leşkerî bi talan, dizî, komkujî û fetihan dest dixe ser nirx û destkeftiyên civakî. Ev ne tenê ji diziyê tiştekî din nîne û ti alîyê wê yê rewa tune ye, lê her weha karekî nizim e.
Xweparastin Taybetmendiyeke Gerdûnî ye
Dema ku em pêşî li xwezayê dinêrin, dibînin ku parastina xwe prensîbek bingehîn e di hemû hebûnên de. Ev tenê ji bo zindiyên ku gihiştine asta jiyana biyolojîk nayê gotin, lê wekî prensîbek gerdûnî heta di parçeyên jêratomî de jî derbasdar e.
Mînaka herî berbiçav a vê yekê di têkoşîna Einstein de ji bo keşfkirina parçeyên jêratomî tê dîtin. Einstein gelek taybetmendiyên atom û parçeyên jêratomî keşf dike, lê di bingehê de ew bi fizîka Newton bawer e ku hemû qaîdeyên wê zelal û qet’î ne. Ji ber vê yekê ew bi israr dixwaze cîhana jêratomî jî li gorî van qaîdeyan nas bike.
Einstein bi hemû qurnaziyên aqilê analîtîk gelek ceribandin kirin da ku taybetmendiyên parçeyê fam bike, lê parçeyê ne li gorî daxwaza wî tevgeriya. Her carê bi awayekî cuda tevgeriya, planên wî betal kirin, ew şaş kir û ecêbmayî hişt.
Xwezaya parçeyê ya ku mirovan matmayî dihêle pirr-reng e. Her çend gelek ceribandin û keşf li ser wê hatine kirin jî, ew hîn jî mirovan bi xwe ve dikişîne û tijî razan e.
Gerdûn hebûna herî zindî ye û aqilê ku hemû gerdûnê afirandiye û dimeşîne yê wî ye. Em mirov di rastiyê de qonaxa dawî ne ku ew bi pêşketina xwe gihîştiye. Ji ber vê yekê hemû taybetmendiyên me jî ji gerdûnê ne.
Ma xweparastin çi ye? Xweparastin!
Ji ber ku xweparastin taybetmendiya bingehîn a hemû hebûnan e, ew hestekî gerdûnî ye. Gerdûn bi firehbûna xwe ya domdar, bi veguherandina hebûnên ku temenê wan qediya an enerjiyên wan qediya bo hebûnên nû, xwe zindî dihêle. Ew bi vî awayî hebûna xwe ya zindî û dînamîk diparêze û her dem xwe nû dike. Ev hemû jî tê wateya ku gerdûn bi nûkirina xwe xwe diparêze.
Dema ku em di xweza civakî de li koka xweparastinê digerin, em bi pêşengiya jinê re rû bi rû dimînin. Jin pêşenga civakbûnê ye. Ew e ku civak ava kiriye, bi jîraniya xwe bîra civakî pêş xistiye û hemû avahiya çandî ya madî û manewî ya civakê ava kiriye.
(Berdewam e…)
