Berxwedana jinan a ku li dijî pergala kapîtalîst bi 8’ê Adarê hatiye sembolîzekirin, ji destpêka derketina kapîtalîzmê ve li hemû welat û gelên ku gihîştiye û xwestiye wan bike kolonî, bi berxwedana jinan re rû bi rû maye. Ger em hin mînak bidin;
Jin, tevî ku di şoreşa Fransî de rolek pêşeng lîstibûn, piştî şoreşê mafên xwe nestandibûn. Ji ber vê yekê Olympe de Gouges dibêje ku mafên mirovan divê bi rêxistinkirina malbatê di nav malê de dest pê bikin. Wê “Beyannameya Mafên Jin û Welatiya Jin” amade kir. Wê îdia dikir ku ger jin diçe giyotînê, dikare siyasetê jî bike. Li hember vê yekê bi tundiya serdestiya mêr re rû bi rû ma û bi giyotînê hate idamkirin, lê dîrok navê wê di nav jinên berxwedêr de nivîsand. Ew jinek serhildêr e ku jin ji şopa wê mînak digirin û li pey wê dimeşin.
Berî Şoreşa Cotmehê, çar jinan li dijî Çar Aleksandrê II’yan sûîqest organîze kirin. Sofya Perevskaya wekî jina ku li dijî çar sûîqest kir, di cîhanê de bû yekem jina sûîqestkar ku hate idamkirin. Dîsa jî Şoreşa Cotmeha 1917’an jinên karker dest pê kirin. Jinên karker ên ku di fabrîkayên tekstîlê de dixebitîn, delegayên xwe şandin fabrîkayên cîran û grev rêxistin kirin. Her wiha tabûra ku ji aliyê jinan ve hatibû avakirin li dijî faşîzmê di eniya pêş de berxwedanek mezin nîşan da.
Di derbarê rola ku jinan di şoreşa Çînê de lîstine de Mao ev gotin dibêje: “Nîvê ezmanê li ser milên jinan e. Artêşa şoreşger a jinan bang li tunebirkirina hemû şeytanên ku jinan gazî windakirina azadiya wan a maddî û manewî dikin, dike.” Lêbelê ji ber avahiya feodal a ku li Çînê serdest bû, jin di şer de li eniya paş de hatin hiştin. Lê jinên wekî Kuo Ch’un-Ch’in, her çend bi cil û bergên mêr hatibin veguherandin jî, di şer de rolek çalak lîstin. Kuo Ch’un-Ch’in mafê wergirtina bilindtirîn xelata artêşê kiribû, lê tenê dema ku birîndar bû rastiya ku jin e derket holê.
Berxwedana gelê Viyetnamê, leşkerên dewletên kolonîkar, bi taybetî yên DYA’yê, ketin sindromê. Di berxwedana Viyetnamê de jinan “Yekîtiya Jinan ji bo Azadiya Viyetnama Başûr” ava kirin. Jinên ku di vê yekîtiyê de cih digirtin, ji bilî ku li heman eniyê û di hemû astên xebatan de bi mêran re cih digirtin, di asta rêveberiyê de jî erkên çalak girtin. Nguyen Thi Dinh ne tenê seroka yekîtiya jinan bû, her wiha di artêşê de yekem cîgirê fermandarê leşkerî bû. Dîsa vê yekîtiyê jinên ku ji aliyê DYA’yê ve ber bi fuhşê ve hatibûn kişandin ji vê zemînê rizgar kirin û di şerê gel de cih da jinan. Dîsa nêzîkî sala 1970’î, jinên Saygonê ji bo parastina rûmeta xwe Encumena Jinan ava kirin. Jinên ku hatin girtin di zindanên Saygonê de berxwedanên destanî nîşan dan.
Dema ku behsa şoreşa Kubayê tê kirin, Che Guevara û Fidel Castro tên bîra me. Lê Celia Sanchez jina ku di navenda Şoreşa Kubayê de ye. Heta tê gotin ku di girtina biryaran de jî bandor bûye. Piştî derbeya 10’ê Adara 1952’an, Celia tevlî berxwedana li dijî hikûmeta Batista bû. Wê damezrîneriya Tevgera 26’ê Tîrmehê kir û di tevahiya şoreşê de serokatiya yekîneyên şer kir.
Hindistan bi rengînahiya xwe ya çandî, olî, zimanî û etnîk tê nasîn. Lakshmi Sehgal yek ji şoreşgerên tevgera serxwebûna Hindistanê bû, di Artêşa Neteweyî ya Hindistanê de leşkerî kir û paşê di hikûmeta Azad Hind de wezîra Jinan bû. Ew fermandarê “Alaya Qralîçeya Jhansi” bû ku tevahiya wê ji jinan pêk dihat û li dijî rêveberiya Brîtanyayê dişeriyan. Alaya Qralîçeya Jhansi di nav artêşên ku beşdarî Şerê Cîhanê yê Duyemîn bûn de yek ji hindik yekîneyên leşkerî yên ku tenê ji jinan pêk dihatin e. Heta îro jî li Hindistanê jin li dijî serdestiya mêr, tundî, destdirêjî, neheqî û parastina mafên mêran ji aliyê dewleta serdest a mêr ve, di nav “Çeteya Pembe” de wekî xweparastina jinan rêxistinkirina xwe didomînin. Çeteya pembe ku bi darikên bambûyê xwe diparêze, gelek alîgir û rêxistinkirinek bihêz heye.
Tenê van çend mînakên ku me dane jî vegotina konkret a wê yekê ne ku jin li her devera cîhanê di rewşa berxwedanê de ne. Li ku derê berxwedan hebe, li wir jin hebûne. Jin niha dest bi berxwedanê nakin. Ji roja ku serdestiya mêr yekem car êrîşî ked û xebata jinan kir, ew di berxwedanê de ne. Berxwedana jinan a ku dîrok navê wê nenivîsandiye, li benda lêkolînkirinê, derxistina wê li ronahiyê û malê hemû jinan kirinê ye. Jinan bi beşdarbûna xwe ya çalak hêz daye şoreşan, lê şoreşan ji bo derxistina rengê azadiya jinan rojeva taybet ava nekirine. Ji bo azadiya jinan wekî rojevayek taybet hewcedariyek nehatiye dîtin, û têgihîştineke serxweş a wekheviyê ya ku dibêje bi azadbûna civakê jin jî azad dibin, têr hat dîtin. Lê kûrahiya dîrokî ya koletiya ku li ser jin hatiye ferzkirin, di jin de şopên kûr afirandine. Jin bi dîroka xwe, nasnameya xwe ya civakî û zihniyeta xwe nasnameyek cuda ye. Parçekirina koletiya ku li ser jin hatiye ferzkirin û dîsa derketina bingehê jinê holê, têkoşînek taybet a azadiya jinan pêdivî dike. Yek ji aliyên herî girîng ên ku şoreş kêm mayine ew e ku bi qasî ku pêdivî ye li ser azadiya jinan rawestiyane. Ji ber ku azadiya jinan kilîta azadiya tevahiya civakê ye.
Yek ji gelên herî kevn ên berxwedêr di dîrokê de jî gelê Kurd e. Erdê Kurdistanê ji roja yekem ku zihniyeta serdest derketiye holê ve, erdek e ku jin di nav berxwedanê de bûne. Li dijî şaristaniyên serdest û serdestiya mêr, di tevahiya dîrokê de yek ji yên herî zêde serî hildane jî jinên Kurd bûne. Ji parastina eşîra xwe bigire heta serhildana li dijî pergala serdest, jinên Kurd her tim di rêzên berxwedanê de ne. Berxwedana jina Kurd wê qehremaniyê ye ku li şûna ketina dîltiya dijmin, şer bike û dema ku pêwîst be xwe ji ser zinaran biavêje. Lê wekî ku berxwedana gelê Kurd di dîrokê de nehatiye nivîsandin, qehremaniya jina Kurd jî nehatiye nivîsandin. Ji bo temamkirinê dê çend mînakên jinên ku di dîroka Kurdistanê de bi pêşengiya xwe rolek lîstine bidin.
Deyfe Xatûn keçika bira ya Selahaddîn Eyûbî ye. Ew bi walîyê Helebê re zewicî bû. Dema ku mêrê wê mir, ew bû serok û deh salan Heleb birêve bir. Paşê kurê wê bû serok, lê dema ku ew jî mir, dîsa ew ket rêveberiyê. Ew dem dema êrîşên Moğol û Xaçperestan bû. Deyfe Xatûn li dijî êrîşên ku ji rojhilat û rojava dihatin, serokatiya hêzên xwe yên leşkerî kir û bajarê Helebê ku berpirsiyarê wê bû biparêze serkeft.
Di berxwedana destanî ya Kela Dîmdimê de, bi sedan jinan ji bo ku nekevin destê dijmin, xwe kuştin. Zadine Xatûn piştî ku Kela Dîmdimê ket destê dijmin û ew ket rêveberiya herêmê, ji bo hilgirtina tola jinan bi hezar leşkeran êrîşî Kela Dîmdimê kir û keleh girt. Navê artêşa wê “Artêşa Çengzerîn” bû.
Şehnaz Xatûn jî li Rojhilatê Kurdistanê jina Begê Erdalan bû. Di şerê li dijî Farisan de dema ku şer geş bû, Erdalan pêncsed jin ji keçên xwe kom kir. Ji bo ku nas nebin û nekevin destê Farisan, bi cil û bergên mêran ketin şer û çarenûsa şer guherandin. Dîsa li Rojhilatê Kurdistanê, li Loristanê, Qedem Xêr li ser bingeha yekîtiya Kurdan dixebitî. Şah ku vê yekê ji bo xwe metirsî dît, wê tehdîd kir. Şah bi şandina sefîrê xwe re sê torbeyên birinc şand û peyama “leşkerên min ewqas gelek in, tu nikarî wan bibî” da. Qedem Xêr jî bi dayîna van birincan ji mirîşkên xwe re, aqil û wêreya hêza xwe nîşan da.
Kara Fatma di Şerê Qirimê de li serê 300 siwarên xwe de piştgirî da Qesra Osmanî û di şer de qehremaniyek mezin û wêreyî nîşan da. Her çend ku tê zanîn ku ew Kurd bû, ji ber vê yekê Tirkan xwestiye ew ji xwe re bikin, lê di cîhanê de wekî Fatmaya Kurd hatiye nasîn.
Leyla Qasim a ji Başûrê Kurdistanê li dijî zordarî, zulm û komkujiyên ku rejîma Baasê li ser Kurdan ferz dikir tevlî pêşmerge bû. Ji bo ku dengê gelê Kurd bigihîne cîhanê, tevlî çalakiya revandina balafirê bû. Di vê çalakiyê de hate girtin û bi dadgekirineke formalîst di nav bîst rojan de hate idamkirin. Bi gotinên xwe yên “Min bikujin, lê vê rastiyê jî bizanin ku bi kuştina min re bi hezaran Kurd dê hişyar bibin. Ez ji ber ku canê xwe di rêya azadiya Kurdistanê de feda dikim kêfxweşî û serbilindî hîs dikim” de, Leyla Qasim bû vegotina dilxwaziya azadiyê ya jina Kurd û ya ku ji bo azadiyê dikare bike.
Dîsa di serdema Komarê de, di serhildanên Kurdan de Gulnaz Xanım di Serhildana Agiriyê de rolek pêşeng lîst. Di serhildana ku bi pêşengiya Seyit Riza pêş ket de jî têkoşîna Bese û Zarîfeyê têkoşîna parastina rûmeta jina Kurd e. Zarîfe jina û hevaltiya Alîşer e. Tê gotin ku ew yekane jina bû ku li ser sifreya Seyit Rizayî rûnişt û mafê axaftinê bikar anî. Di Serhildana Garzanê de, dema ku Rindê Xan ket dîltiyê, wekî daxwaza xwe ya dawî got ku dixwaze Pira Malabadî bibîne. Dema ku gihîşt pîrê, xwe ji ser pîrê avêt nav ava Dîcleyê.
