HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Çima Xwedawenda Evînê di heman demê de bû Xwedawenda Şerê? Şer û evîn çawa hatin cem hev? Di nasnameya wê de ev her du têgehên dijber çawa di heman demê de hebûn? Ma şer û evîn dikarin bi hev re hebin?

Li vir em digihîjin serdema ku zihniyeta serdest a mêr dest bi pêşketinê dike û êrîş li ser nirxên bingehîn ên civakê dest pê dikin. Mêr êrîşê li ser hilberîna jinê dike. Qanûna malê (aborî) xera dike, wekî mêrekî hîlekar û dizê malê nirxên ku civak afirandiye dizîne. Malbatê dike milk, kesê yekem ê serdest bav dibe, û saziya yekem a istîsmarê jî malbata bavserdest e ku li ser monopolya figura bav pêş ketiye. Taybetmendiyên jinê yên parastin û xwedîderketina civakê jî didin navê bav. Civak ji bingeha çand, exlaq û siyasetê derdikeve û dibe qada istîsmara dewletê ku tê de kesên bêîrade û kole tên mezin kirin.

Şerê yekem ê Dayika Pêşeng li dijî vê yekê ye. Xwedawenda Star li gel ku Xwedawenda Evînê ye, navê Xwedawenda Şerê jî bi têkoşîna xwe ya ji bo parastina civakê qezenc dike.

Peyva Star îro di gelek zimanan de bi maneya “stêrk” tê bikaranîn. Ev jî ji ber ku karên gerdûnî yên vê xwedawenda kevnar di qatên stêrkan de hatine pîroz kirin û xwedawend bi stêrkan re yek hatine dîtin.

Di heman demê de peyva Star di Kurdî de hîn jî bi maneya “parastin” tê bikaranîn. Mirov di demên zehmet de bi gotina “Ya Star” penaberî Dayika Xwedawend dikin û alîkarî û parastinê dixwazin.

Her wiha, Xwedawenda Lilith ku îro wekî jina lanetkirî ya şevên tarî tê naskirin, di rastiyê de xwedawendeke ku li dijî kolekirinê berxwedaneke mezin nîşan daye ye. Bangkirina Lilith ya bi navê “tililî”, hem di demên herî zehmet û hem jî di demên herî şahî de, hîn jî li ser zimanê jinên Kurd e.

Di heman demê de tililiya gerîlayên jin, ku hêza azadiya jinê ya Kurd in, tirsê dixe dilê dijmin û hesta ku nikarin wan têk bibin di wan de çêdike, lê ji bo hevalên xwe hêzeke mezin a berxwedanê dide. Dikare bê gotin ku ev bûye rîtûalek.

Serdema mîtolojiyê, piştî ku mêr dizî afirand, şerên di navbera jin û mêr de vedibêje.

“104 Me” yên ku ji Xwedawenda Ninhursag hatin dizîn (îcad û qanûn) û şerê ji bo vegerandina wan, yekem têkoşîna xweparastinê ya dîrokê ye.

Mîtolojiya ku Enki heşt fêkiyên pîroz ji baxçeyê Ninhursag dizîne û ji ber vê yekê bi heşt nexweşiyan dikeve, pirr balkêş e. Ev nexweşî laneta xwedawendê ne. Laneta xwedawendê bi ihtimaleke mezin tê maneya ku Enki di şerê navbera wan de heşt birînên kujer standiye.

Çîrokeke din a mîtolojîk jî lanetkirina Dumuzi ye. Dema ku Inanna çû serdana xwişka xwe, Dumuzi vê derfetê bikar anî û dest danî ser hemû tiştên xwedawendê. Inanna ewqas hêrs bû ku ew lanet kir û ew mehkûm kir ku heta dawiya jiyana xwe her sal şeş mehan di bin erdê de bimîne.

Şerê herî mezin û herî kevnar ê ku em di dîrokê de dizanin, şerê navbera Xwedawenda Tiamat û Xwedayê Marduk e.

Xwedawend gelek artêşeke mezin kom kir. Marduk jî li dijî vê artêşa ku nayê têkbirin, bi soz û gefan hemû xwedayan kişand aliyê xwe.

Piştî şerê, dema ku bû xwedayê yekane, ew sozên xwe pêk neanî û istîsmarê li hemû xwedayan ferz kir. Ev şerê yekem wekî mînakeke destpêkê ya lîstikên desthilatdariyê yên îroyîn pirr balkêş e.

Xwedawend bi xwe gelek bawer bû. Ew bi nefesa ku dikişand dikaribû Marduk ji derveyî dinyayê bavêje. Lê di wê gavê de Marduk bi şûrê xwe xwedawend ji nav de du parçeyên kir û dest bi destana afirandina xwe kir.

Bi rastî jî, bêyî ku xwedawenda ku damezrîner û rêvebirê wekhevî û komunalîtî bû ji holê rake, nekaribû serdestiya Marduk bi tevahî were avakirin. Ji ber vê yekê Marduk hebûna xwe deyndarê vê bûyerê ye.

Piştî vê şerê, Marduk hebûna xwe bi hebûna gerdûnê re yek dike. Artê ne xwedawend e ku gerdûn, xweza û hemû xwedayan diafirîne; mirina xwedawendê bûye bingeha afirandina çanda xwedayê mêr.

Lê dîsa jî divê em ji bîr nekin ku madeya afirandinê xwedawend bû. Heke xwedawend nebûya, Marduk nikaribû madeya afirandina gerdûnê bibîne. Ev jî bi xwe îtirafek e ku ew tiştên ku xwedawend afirandine dizîne.

Şerê Tiamat û Marduk destpêka serdemekê îfade dike ku tê de neheq bi komployan serketiye û şerên istîsmarê gihîştine lûtkeya xwe.

Jinan li hember êrîşên zihniyeta serdest a mêr li ser civaka komunal du hezar salan berxwedan kirine.

Wekî ku ji çîrokên mîtolojîk tê fam kirin, şerê navbera jin û mêr du hezar sal dom kiriye. Di vê heyama dirêj de serdestiya mêr bi hîleyên cuda xwestiye dest li ser ked û xebata jinê bixe, lê jinê li hember vê yekê civak û nirxên komunal parastine.

Serdestiya mêr siya xwe ya tarî li ser çanda jiyana rengîn û wekhev a xwedawendê avêt. Lê berxwedana jinan di tu serdemeke dîrokê de nesekiniye. Jinan her carê ku derfet dîtine li dijî serdestiya mêr serhildan kirine.

Berxwedana du hezar salî ji bo jinê şerekî maf û xweparastinê ye, lê ji bo mêr amûrekî peydakirin û domandina istîsmarê ye.

Bi vî awayî, li hember têgihiştina jinê ya parastina civakê, xeta mêrê hîlekar ku civakê istîsmar dike derket holê.

Serdema êrîşên dizî û talanê li dijî xweparastinê dest pê kir.

Bi destpêka zihniyeta serdest re hêzên şerker wekî du qutbên dijber pêk hatin. Li aliyekê hêzên xweparastinê hene ku civak, jin û komunalîtî diparêzin; li aliyê din jî hêzên dagirker hene ku civak, jin û hemû mirovan kole dikin û dest li ser nirxên wan ên xweser dixin.

Bi derketina şaristanîyên ku li ser bingeha xistina hemû civakan di bin serdestiya xwe de hatine avakirin, dîrok şahidê herikîna paralel a şaristaniya demokratîk û şaristaniya serdest bûye.

Serdestan dîrokê bi xwe dest pê dikin. Şaristaniya serdest destpêka serweriya wan li ser civakan e.

Ji ber vê yekê hemû hêzên serdest ên îroyîn dîroka mirovahiyê bi şaristanîyên serdest dest pê dikin.

şaristaniya demokratîk çanda yekem a mirovahiyê ye. Ew di hemû serdema şaristaniya serdest de hebûye û li hember zordarî û istîsmarê civak û nirxên wê parastiye.

Şaristaniya demokratîk her dem wekî xweparastina civakê berxwedan kiriye. Ew her dem wekî berxwedana xeta civaka azad a bi pêşengiya Dayika Xwedawend li dijî şaristaniya serdest berdewam bûye.

Ev têkoşîn wekî xeta şerê jî wekî berxwedanên xweparastinê yên gelan li dijî şerên istîsmarê yên serdestan dom kiriye.

Dema ku xeta serdestiyê ji Marduk heta Sargon, Îskender, Cengîzxan û Qeysaran tê dirêj kirin, xeta berxwedana xweparastinê jî ji Tiamat heta Spartakus, Hektor, Zenubya, Jan D’Ark û Berîtan berdewam dike.

Berdewam dike…