Şoreş, çalakiyeke mirovahiyê ya pir kevn e, belkî jî ya destpêkê be. Ji ber şoreş tê wetaya têgihîştina nû ji jiyanê re û li gorî vê têgihîştinê xwe û hawirdora xwe birêxistinkirin e. Ji bo pêkanîna şoreşê, wêrekî divê. Ji ber ku tu li hemberî hînbûyîn û kevneşopiyên ku hatine qebûlkirin, bêyî ku bikevî nava hesabên takekesî, helwest didî nîşandan. Bi têgihîştina nû li hember baweriyên kevn dikevî nava israra têkoşîna veguhertinê. Lewma ji kesên xwedî vê helwestê re, şoreşger tê gotin.
ŞOREŞ ÇAWA PÊK TÊ ?
Gelo fikra şoreş di kîjan şert û mercan de derdikeve? Li gorî agahiyên dîroka heyî mirov digihîje wê qenaetê ku şoreş di mercên xwezayî de jî pêk tê. Wekî mînak, civaka mirovatiyê beriya ku derbasî qonaxa neolîtîkê bibe, tu zextên civakî, yan pergalekî ku serdestî û bindestî ava bike tunebû, lê ruxmî wê jî guhertinên pir mezin çêkirine ku di dîrokê de wekî şoreşa neolîtîkê tê binavkirin, ev şoreşa ku bi pêşengtiya xwedawendên jin hatiye pêşxistin, ji civakê re gelek derfetên nû afirandiye.
SEKNA EXLAQÎ Û POLÎTÎK
Ev şoreş li gorî pêşketinekî xwezayî ku mirov ji hawîrdora xwe û ji rastiyên xwe yên xwezayî derketiye rê pêk hatiye. Pêdiviya sererastkirina jiyanê ku ji aliyê jinê ve hatiye hîskirin, çi di warê têkiliyan de be, çi jî di warê şêwazê tevgera civakê de, bi hewldanên demdirêj hatiye pêkanîn. Guhertinên ku bi xweza û biyolojiya jinê çêdibin, di têgihîştina zekaya hisî de xwedî bandorek e girîng e. Jin, li gorî van guhertinan civakê jî perwerde dike û dixe nava tevgerek e bi zanebûn. Sekna exlaqî û polîtîk di civakê de, bi wetedayîna ji bûyerên li derdora wê diqewime re, pîvanê têkiliyên civakê bi hev re, di heman demê de jî yên civakê bi xwezayê re dide diyarkirin.
TÊGIHÎŞTINA ŞOREŞÊ
Berê di têgihîştina me de şoreş, wekî çalakiyekî xirapkirina ya heyî, li şûna wê tişta nû avakirin bû. Lê em niha hîn baştir tê digihîjin ku ev têgihîştineke teng û înkarger e. Tu şoreş ji tunebûnê nehatiye pê. Her şoreş li ser nirxên heyî xwe ava dike û dest bi avakirineke nû dike. Ya rast şoreş li dijî feraset û şêwazên şixulandina nirxan e. Ji bo parastina nirxan, şoreş ferasetekî nû derdixîne holê.
Ger em vê rastiyê ji bo civaka xwezayî jî bi dest bigirin, em ê bigihîjin heman encamê. Ji ber di gerdûn û rastiya xwezayê de tu tiştekî ku em ji nû ve ava bikin tune ye.
Tenê ji tiştên heyî re em fêr dibin ku çawa bi kar bînin û têgihîştinên me diguherin. Hemû hebûnên ku di derdora me de ne, xwe di têgihîştina me de çawa bi cih dikin, bi qasî têgihîştina rastiyan, di mirov de hêza watedayînê jî pêş dixîne.
Ger em ji civaka xwezayî jî mînakan werbigirin, bi tevahî tiştên ku wekî mirov, agir, şînkahî, rêbazên xweparastinê û hwd. yanî jixwe her tişt di xwezayê de heye. Lê dîtin û têgihîştin di mirov de, ji bo şêwazê bikaranîna wê, bûye amrazekî girîng. Jixwe ji ber ku zextekî civakî nebû, pêşketin hîn bi lez diqewimîn.
Mereqa ji xwezayê, ji xwe û ji hev re, li gel mirovatî ewqas li pêş bû ku şoreş di nava şoreşê de pêk dihat. Jixwe dema mirov şoreşa neolîtîkê lêkolîn dike, berhemên ku civaka xwezayî li derdora jinê derxistine holê, bi serê xwe wekî mijarekê hêjayî vekolandinê ye.
ROLA JIN Û CIWANAN
Rola jinê di pêşxistina şoreşê de wekî ku di roja me ya îro de girîng e, di civaka xwezayî de jî ya ku ev rol ji ber xwe ve dilîst jin bû. Gelek peykerên jinan ên Beriya Zayînê bi hezaran sal, di roja îro de jî li gelek cihan têne dîtin, her wiha bermahiyên wê demê ku bi riya xebatên arkeolojîk derdikevin roniyê, ji me re gelek tiştan dibêjin. Çêkirina şoreşê bi xwe hunerek e jinê ye ku pir bi ziravî, hostayî hatiye kirin.
Ger mirov bêje şoreş di destpêkê de karê jinê bûye, dibe ne şaş be. Jixwe pergala mêr a ku xwe dispêre serdestiyê, li hember pergala dayikê, wekî şoreşekî dijber xwe ava kiriye, êdî di dîroka mirovatiyê de qonaxekî nû daye destpêkirin. Pêdiviya derketina şoreşê jî li ser ferasetekî dijberiya mirov a li hember zilma mirov hatiye dîtin.
MÎNAKÊN ŞOREŞAN
Piştî ku pergala desthilatdar xwe geh bi navê xwedayên qiral, geh jî bi navê nijadperestî, herî dawî jî bi navê modernîteya kapîtalîzmê li ser civakan ferz kir, êdî şoreşên ku hatin lidarxistin û hîn jî têne lidarxistin, li hemberî desthilatdariyê wekî çalakiya gelan naveroka xwe girt. Ev pergal her carê civakê bi maskeyên cuda dixapîne. Lê dema ku ev maske ji hêla şoreşgeran ve tê analîzkirin, şoreşger bi wijdanek e hişyar, dikevin nava hewldana rêxistina derdora xwe li gorî têgihîştineke nû û êdî şoreşgerî dibe tevgera gel bi xwe.
Mînakên vê di dîroka mirovatiyê de gelek in, ji vana hin mînakên herî berbiçav helwesta Hz. Îbrahîm a li hemberî serdestiya Nemrûdê ku wekî nûnerê pergala xwedêqralan bû, ya Hz. Muhamed li hemberî hişmendiya Qureyşiyan a putperest, a Hz. Îsa li hemberî zilma Romayê, her wiha di serdema Kapîtalîzmê de jî gelek şoreşgerên wekî Che, Denîz Gezmîş û Rêber APO derketine.
ŞOREŞA JINÊ Û GELAN
Berî ku Rêber APO derbikeve, mirov dibîne ku hemû şoreşgerên heya wê demê jî xwedî kesayetên mezin bûne, lê tiştekî kêm ku mirov di wan de dibîne çiye? Dîsa jî şoreşên ku pêş xistine, wekî mirovên seqet ji bo gihîştina armancên xwe li ser lingekî meşiyan e. Ji ber di van şoreşan de zêde pirsgirêkên gelan ên civakî bi kûrahî nehatiye bidestgirtin, ya herî girîng jî bêguman pirsgirêka jinê ye. Ji ber wê şoreşa ku Rêber APO daye destpêkirin her ku diçe bi hêztir dibe.
Sedema vê jî diyar e, Rêber APO pirsgirêk û diyardeyên civakî tenê wekî pirsgirêka netewekê yan jî herêmekê nagire dest. Wekî pirsgirêka cîhanî dibîne. Lewma jî pergala desthilatdariyê bi awayeke pir bingehîn şîrove dike. Jixwe êrîşa pergala desthilatdariyê ya cîhanî ne ji ber xwe ve ye, ji ber ku Rêber APO hemû sirên wan ên veşartî aşkere kir û hemû lîstokên wan dide nasîn.
Lewma şoreşa ku bi pêşengtiya Tevgera Azadiyê tev digere gelek şoreşan di nav xwe de dihewîne. Ya herî girîng jî şoreşa jinê û şoreşa gelan bi hev re pêş dixe. Ji pirsgirêka jinê re wekî pirsgirêkekî ku piştre were çareserkirin û ji demê re were hiştin, nêzîk nabe. Feraseta Rêber APO, berovajiyê ferasetên tevgerên şoreşgerî ku pirsgirêka jinê wekî pirsgirêkekî civakî ya bingehîn bi dest negirtin, li navenda têkoşîna azadiyê mijara azadiya jinê daye bicihkirin.
PÊNASEKIRINA ŞOREŞÊ
Şoreşger kesek e ku di destpêkê de pirsgirêkan di kesayeta xwe de çareser dike û modela serdema heyî di xwe de têk dibe, wê dizivirîne modêleke nû. Wîjdanê wê/wî bi zanebûna rastiyê re hatiye strandin. Jixwe Rêber APO di şêwazê jiyana xwe de feraseta şoreşgertiyê wekî rêgezekî jêneveger pênase dike û dijî.Di rastiya rêber APO de, em hîn baştir têdigihîjin ku şoreşgertî seknekî pîroz e, helwesta mirovên bi rûmetin ku ji rastiya heyî re serî natewînin. Kesên ku ji bo azadî û jiyaneke rast, di hemû şert û mercan de xwedî biryar in. Jixwe îro gelê kurd bi xwe jî li her derê dibe xwedî seknek e şoreşgerî.
SEKNEKE ŞOREŞGERÎ
Dema ku zanebûna azadiyê di gelan de pêş dikeve, êdî tehemula wan ji koletî û bindestiyê re namîne. Tişta ku vê enerjiyê di gel de pêş dixe û wî dike xwedî helwest, ev zanebûn bi xwe ye. Jin û gel du neteweyên ku çarenûsa wan bi hev re girêdayî ye. Ji ber pergala desthilatdar, bi xistina jinê re, dest bi perçiqandina gelan kir. Herî zêde jî li ser van herduyan êrîş û çewisandin pêk tînin. Îro herî zêde di serdema Modernîteya Kapîtalîzmê de, komkujiya gel û di heman demê de ya jinê tê kirin.
Ev serdema ku herî zêde dixwaze xwe di çavên mirovatiyê de şayîk bide nîşandan, bi helwesta gelan û jinan, êdî ber bi îflasê ve diçe. Her ku hêzdariya van her- duyan dibîne, êrîşên hovane zêdetir dike. Îro ev pergal tevahî saziyên xwe dixe nava liv û tevgerê ji ber vê asîmîlasyona çandî, siyasî, bîrdozî li ser gelan, bi riya jinê bide kirin. Siyaseta ‘bi yek kevirî kuştina du çûkan’ dide meşandin, bi vê siyasetê re, çanda madî derdixe pêş û çanda manewî pûç dike.
Bi rastî jî em bala xwe bidinê, pir siyasetekî zirav tê meşandin, jin wekî amûrek e meta bi kar tîne. Herî zêde jî li ser gelan vê amûrê diceribîne. Li hin deran bi texrîbkirina ferasetên feodal ên ku jinê namûs dibîne, gelan dixe nava fikirandinek e teng.
Li cihekî din jî bi navê azadî û hem demiyê, bi ajoyên mirovan dilîze û wan hînî jiyanek e seranser û rojane dike.Îro li her derê xwepêşandanên gelan û yên jinan ku pêş dikevin, ji pergalê re dibêjin ku “Ev siyaset êdî bi kêr nayê!” Dibe ku ev çalakî di aliyê sekn de belav bin, biçûk bin, perçebûyî bin, lê di encamê de îro pergalê tengav dike û wî mecbûrî veguhertinekî bi lez dike.
ZINARÎN AMUDÊ
Ev Nivîs Ji Rojnama Azadiya Welat hatiye girtin.
- Ayrıntılar
Li ser singa Welatê Rojê destanên siwariyên dil dane deryayek kûr û fîreh tên nivîsandin. Bi tavbaniyê re qêrînên lehengiyê bilind dibin ji çar kenarê vê erdnîgariyê û dar û ber şahîdiya berxwedêriya wan zarokên dilkoçber dike. Erd û esman di bin bêzariyeke dîjwar de dijîn. Ji ber ku bedenên hê di bahara temenê xwe de ne, stranên veqetînê distirên. Rastiya dîroka vî welatî nîşaneya heqîqeta vî welatiye. Li ser van axan jiyîn li ser Pira Siradê meşîn e. Zarokên vî welatî bi berxwedanê digirin hênaseyeke azad û birûmet. Bi bedenên xwe yên ciwan dirêsin evînên Derwêş û Edûleyên hemdem. Ji bo kêliyekê bi Rojê re bijîn ketine vê rêwîtiya bêhempa.
De werin! Berxwedana li ser vê xakê tê jiyin binêrin. Robarên ji dilê şervanên Apoyî diherikin ser pênûsa dirok nasan ji bo bê nivîsandin ji destanên şanaziyê re melevaniyê dike.
De werin û li vê heyama bêbext û xapînok mêze bikin! Van axan civakîbûn û mirovati li dergûşa xwe de hêjandiye. Lê mirovatiya ku di bîra desthilatdaran de fetisiye dengê qêrîna lehengiya keç û xortên vê xaka pîroz ji nebihistî ve tê.
Dîroka vê xakê tejî destanên mayînde ne. Yek ji wan jî destana Cûmayê ‘temen biçûkê dil-mezin’ e. Belkî hûn jî vî gerîlayê dil koçber meraq dikin;
Rêheval Cûma zarokê Kêla Memêye, lê bi hesreta dîtina Kêla Memê mezin dibe. Zarokatiya wî li diyarên xerîbiyê derbas dibe… Kêla Memê çiyayekî serhildêr e. Li hemberî hemî êrîşên hovane yên dijmin û şert û mercên dijwar ên xwezayê her tim zaniye xwe biparêze. Li hemberî sir û seqemê, bi bawariya hilma Memê Şivan hemêza xwe ji çar demsalan re vedike. Zarokên Kêla Memê jî wekî wê dilsoz,wêrek, cengawerin û parezvanên kevnariyên xwe ne.
Gerîlayê dilpak Cûma yê rûken û jiyan hez li gundê Bileh ku girêdayî Qilabanêyê ji dayik dibe. Hê di dema silavdayîna jiyanê de ji ber zilm û zordariya dagirkeran dikeve riya xerîbiyê û li ser warê xwe yê qedîm dibe penaber. Di temenê xwe yê pîr biçûk de şahîdiyê ji hemi êş û azarên penabertiya li ser xaka xwe dike. Ew ji wekî hemi zarokên vê erdnîgariyê bi hesreta xeyal û leyîstokên zarokatiyê mezin dibe… Rastiya Kurd û Kurdistanê ya dilsoj wekî pir ciwanan hundirê wî jî bi agirê tolhildanê dagirtibû. Êdî diviya bû vî agirê ku bi kîn û hêrsê her diçe mazintir dibe li ser dijmîn de bibaranda. Sala 2009’ê bi hest û ramanên tolgirtina dirokê dikeve ser rêya evîndariyê û tevlî nava refên gerîla dibe. Kulmek ji ava heqîqeta Apo gêriyê vedixwe. Dilê ji bo tolhildanê lê dide av dide ku li zeviya hebûnê de kulîlkek dî jî bejin bide. ji bo hebûn bi xwe re hêvî bîne; Ku hêvî evîn û jîn e.
Wî dilxwazê azadiyê bi sekna xwe, bi ruhê xwe yê hevaltiyê, bi meraq,xwestek û hewldana xwe ya fêrbûn û pêşketînê di demeke kurt de xwe li hemî hevalên xwe yên çiyayî dide heskirin. Heta ev sekna wî dibe sedem ku gerîlayeke kevin wiha bêje;’’Ev 20 salin li serê van çiya me, cara yekêye ez hevaleke wek heval Cûma dibe û evqas zû pêş dikeve, dibînîm.‘’
Bêguman xeyala her Kurdekî birûmet û azadixwaze ku serokatî bibîne û bi wî re bimîne. Rojekê ji hevalên xwe yên têkoşînê re xeyalên xwe vedibêje Cûmaye leheng. Dibêje ‘piştî ku em şoreşa kurdîstanê pêk bînin, min dixwest bi Serok APO re biçûma çiyayê Cûdî, têra xwe bi wî re bigeriyama, niqaş kiribama û min ji wî re behsa serpêhatiyên zarokên penaber bikira. Û disa, tevî hevalan me bi Serokati re woleybolek bileyîsta. Xeyala min a diduyan jî, ew diyarên ku lê ji dayik bûme zarokatiya min nivî mabû. Bi ruhêkî azad biçûma wan deran û min xeyalên xwe yên zaroktiyê temam bikira. ’
Li vê erdnigariye jiyîn, di nava çolê de wek gulekê şînbûnê dixwaze. Her tîşt bi berdêlên giran têne bidestxistin. Ev çiyayên hêja jî welê hatine bedewkirin û azadkirin. Şehîd Cûma, her tim bi xwestekekî mezin xwe tevlî erkên xwe yên milîtanî kiriye. Her tim bi dil û can xwe daye eniya herî pêş. ji ber ku wî wateya vê jiyanê fêhm kiribû; jiyan encax bi tekoşînê û bi berdelên mezin dihate bidestxistin. .
Sala 2012’yê di pêngava Şerê Gel ê Şoreşgerî ya ku peşketî de heval Cûma bi awayekî pir aktîf cihe xwe tê de digire. Li Şemzînan bi awayeke fedaîyane di calakiyekê de, di asta pêşengiye de cîh digre û bi ritmên berxwedanê tevlî wê gowenda mezin dibe. Li ser gowendiyê dihejine desmala tola dîroka Kurd û Kurdîstanê. Rêheval Cûma bi heft hevalên xwe ve, wê rojê li Şemzînan destaneke nû ya ku layîqî haqîqeta dîroka wê xakê ye dînîvîsînin û koçî warê sterkan dibin…
Silav û rezên şoreşgerî
Şansstêr Tavbanî
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 3'ê Çile de li Şirnexê li dijî Qereqola Girê Cotyar a bi ser Gabarêye ji aliyê gerîlayên me ve ji du baskan çalakiyek hatiye lidarxistin.
Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 31'ê Kanûnê de di danê sibê de li sêgoşeya navçeyên Lîcê û Hênê ya Amedê û navçeya Dara Hênê ya Çewlikê ji aliyê artêşa dagirker a tirk li dijî yekîneyeke me operasyonek hatiye lidarxistin. Li dijî operasyona bi giştî tunekirinê armanç kiriye de rêhevalên me berxwedaneke bêhempa nîşan dane û di encama vê berxwedanê de 10 rêhevalê me gihîştiye şahadetê.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 31’ê Kanûnê de di navbera saet 19.00-19.30 de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî Xeta herêma Avaşîn ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 26 – 27’ê Kanûnê de ji saet 23.30 heta 01.00 de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî Gondê Şêlazê û derdora wê ya bi ser herêma Metîna ve ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 24 ê Kanûnê de saet di 20:15 de li navçeya Çiyayê Mazî ya Mêrdînê ji aliyê gerîlayên me ve li dijî qaraqola Qasrokê çalakiyek hatiye lidarxistin. Di vê çalakiyê de avahiya qereqolê û nîzamiye û barergeha çavdêriyê çalekiyek hemwext hatiye lêdan. Di encamê ve çalakiyê de 2 leşkerên dijmin hatine kuştin, hejmara kuştî û birîndarê di nîzamiye û qereqolê de jî ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 23’ê Kanûnê de di navbera saet 19.00-20.00’an de li dijî herêmên Geliyê Reş û gondê Bermizê û derdora wê girêdayî Navçeya Diyana ya bi ser herêma Başurê Kurdistanê ve ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Rêhevalê me Soran Aras - Celal Evliyan di 12' Kanûnê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê di encama nexweşiyekê de tevî hemû hewldanan nehate rizgarkirin, tevlî karwanê şehîdan Azadiyê bûye