Di van rojên ku em werza payîzê jiyan dikin û li çiyayên Kurdistanê baranên destpêkê silav dan me, gerîla li her deverên Kurdistanê di nava liv û tevgerê de ne û ji bona parastina gelê xwe amadekariyan dikin. Piştî têkoşîneke dijwar û biêş a sî salî têkoşîna Tevgera Azadiya Kurd xwe gihandiye qonaxeke nû û dîrokî. Tevgera Azadiyê hem di warê leşkerî de xwe daye selmandin hem jî di warê siyasî û polîtîk de bi referandûma dawîn vîna xwe nîşan da. Ev rewş jî dijminên gelê kurd tengav kir û neçar hişt ku gavan bavêje.
Ji bona şerê gerîlatiyê berê demsalên bihar, havînê û çend mehê yê payîzê, demsalên liv û tevgeriyê bûn. Lê ev tarza gerîlatiya klasîk bû. Gerîlatiya wan deman li gorî Şerê Demdirêj ê Gel tanzîm dikir. Bes di şerê gerîla de, wê êdî werz an demsal ne girîng bin. Pozîsyongirtina gerîla êdî li gorî her werzê ye. Li çiya nebû li bajêr, payîzê nebû zivistan. Yanî kengê pêwîst bike, parastina gel û bersivdayîna dijmin wê bê kirin.
Di şerê me yê berê de, bi riya têkoşîneke çekdarî gihîştina encamê zêde zêde li pêş bû. Bes piştî Pêngava 1’ê Hezîranê HPG derbasî pêvajoya Gerîlatiya Nûjen bû. Di gerîlatiya nûjen de jî, hemû pîvanên berê yên gerîlatiyê xwe diparêzin. Bes zihniyet û nêrandin cuda ye. Êdî her çalakî an livbaziya ku gerîla dike, divê di xizmeta siyasetê û berjewendiyên civaka exlaqî û polîtîk de be. Li gorî stratejiya têkoşîna siyasî ya gerîlatiya nûjen, gerîlatiya belavbûyî û kûr bingeh tê girtin. Dema ku pêwîst kir wê gerîla asta şer bilind bike, pêwîst bike wê asta şer daxîne. Li gorî pêşketinan wê asta şer derxîne ya topyekûn. Ev jî şerê hebûn û tunebûnê ye. Lewre gerîla ev 5-6 sal in xwe li gorî vê tanzîm dike û hewl dide bibe xwedî pratîkeke wisa. Digel vê yekê di teqtîk de, di fermandartiyê de û di warê bikaranîna teknîk de jî guherînên mezin hene. Fena berê tenê bi qilêş, biksî û roketavêjek di şerê gerîlatiya nû de têr nake. Ji ber vê yekê, gerîla li gorî pêşektinên teknîkî yê dijmin, xwe di warê teknîk de jî dixemilîne û gihandiye asteke berbiçav.
Di van rojên ku Tevgera Azadiyê biryara bêçalakîbûnê mehek dirêj kir, bingeha xwe ji vê nêzîkatiya me ya şer digire. Ku siyaset li pêş be, hevdîtin hebe, wê demê gerîla disekine. Dema xitimandin destpêkir gerîla dikeve dewrê. Dîsa pêvajo çi dibe bila bibe, peywrireke sereke parastina gel e û ji êrîşên dijmin hesap pirsîne.
Di pratîk û polîtîkayên dijminên gelê kurd ku di serî de dewleta tirk tê, bi qasî misqalek di zihniyeta wan de guherîn nîn e. Jixwe dewletên sûrî û faris jî dûviktiya van polîtîkayên tunehesibandinê û qirkirinê dikin. Lê têkoşîna gelê kurd van hêzan neçar dihêle ku gavan bavêjin. Em vê rastiyê baş dizanin. Îro derfet bikeve dest dewleta tirk û efendiyên wan, wê me di kulmek avê de bifetisînin. Ji ber ku ev sî sal in nikaribûn vê bikin, niha jî hebûna kurdan qebûl dikin û hevdîtinan hem bi Serokatiya me û legalîteya kurd re dikin.
Tevgera Azadiyê di pêşengiya Rêber Apo de dest pê kir û bi kedeke dehan salan xwe gihand van rojan. Em tevgereke rêbertiyê ne. Em bi Rêber Apo çêbûn û îro jî em bi Rêber Apo hene. Lewre ji bona gerîla her nirxandin, tespît û şîroveyeke Rêber Apo ferman e û tu caran nîqaşa vê nayê kirin û ji bona pêkanînê ne. Lewre bi Rêber Apo re hevdîtin kirin, bi me re hevdîtin kirine, bi gelê kurd re hevdîtin kirine. Di şerê ku em li dar dixin de, di vê oxirê de me bi sedan rêhevalên xwe şehîd dan, da ku ji bona çareseriyeke birûmet û aştiyane, diijmin neçarî Serokatî bimîne. Îro jî ev pêk tê. Dijmin neçar e ku Rêber Apo mûxatab bigire û digire jî. Ji ber yekê hetanî ku bi awayekî tendirist bi Rêber Apo re hevdîtin çêbin, dibe ku ji hêla gerîla ve gavên wekî bêçalakîbûn çêbin. Ev nêzîkatiyeke îdeolojîkî û stratejîk e.
Dema ku gerîla bêçalakîbûn îlan kir, divê şaş neyê fêmkirin. Ev nayê wateya ku em sekinî ne û em ji dijmin bendewar in. Yên ku herî zêde ratiyê dijmin nas dikin em in. Em tu carî ji dijmin bendewar nîn in. Jixwe karê aştiyê, nekarê me ye. Em hêzeke çekdarî ne û karê me yê sereke parastina gel û nirxên gel û astengiyên li hember siyaseta demokratîk a kurd rakirine.
Ji ber vê yekê, gerîla li her çiyayên Kurdistanê, di nava liv û tevgerê de ye. Xwe amade û perwerde dikin. Hem di şerê bajaran de hem jî di şerê çiya de, hewl dide xwe bigihîne asta profesyonelbûnê. Wisa fena ku dijmin dij-propaganda dike, ji bakurê Kurdistanê jî xwe vekişandin jî derewên dijmin in. Heta ku zihniyeta dijmin ev be û artêşa xwe ya sed hezaran li Kurdistanê di rewşeke dagirkirinê de bihêle, em ê tu caran ji çiyayên bakurên Kurdistanê venekişînin û têkoşîna xwe çekdarî nedine seknandin. Ji ber ku rastiya dijmin li holê ye. Dijmin xwedî zihniyeta dewletparêz e û ev zihniyet xwe bi derew û şerê qirêj li ser piya dihêle. Loma jî di vê mehê de, di çarçoveya şerê parastina rewa û bikaranîna mafê misîleme de, wê her êrîşên dijmin, hem li hember me hem li hember gel bê bersiv nemînin. Em bi vî awayî baranên payîzê pêşwazî dikin
Egîd Nûcan
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî!
1. Di 7’ê Cotmehê de ji nîvro heta saetên êvarî li navçeya Colemergê Çelê li dijî gundê Talîsê û Kepê Mirîşka ji aliyê Artêşa TC’ê operasyonek hatiye destpêkirin. Operasyon hîn jî berdewam dike.
Ji çapemenî û raya giştî re!
Mardin’de TC Ordusu Tarafından Pusulama
Ji 1’ê cotmehê û vir ve li navçeya Mêrdînê Sitewrê li dijî gundên Barman û Girê Şêran bi tevlêbûna cerdewanan ji aliyê yekîneyên veşartî yên Artêşa TC’ê li herêmê bi dizî tevdigerin û kemînan diavêjin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Ev demeke li navçeya Amedê Lîcê li dijî gundên Cînezer û Hanyê ji aliyê Artêşa TC’ê kemîn tê avêtin.
2. Di 5’ê îlonê d li navçeya Mûşê Gimgimê li dijî herêmên Tatar û înalê ji aliyê Artêşa TC’êoperasyonek hatiye lidarxistin. Operasyona ku kemîn jî dihat avêtin di heman rojê de bê encam paşde zîviriye.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 2’ê Cotmehê li di danê sibê de li dijî Aşûtê ku bi ser navçeya Şirnex Qilabanê ye û li dijî gundên Pinyaniş û Zavîtê ku bi ser navçeya Colemergê Çelê ye ji aliyê Artêşa TC’ê operasyonek hatiye destpêkirin. Operasyon di 3’ê cotmehê de (îroj) bêencam paşde zîviriye.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 3’ê îlonê de li Amedê li dijî gundê Şelê û Goma Şelê ku bi ser Hênê ye ji aliyê Artêşa TC’ê operasyonek hatiye destpêkirin. Di çerçove ya operasyonê de li ser mala de girtine piştî lêgerînan bê encam paşde zîvirîne.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 1’ê cotmehê de li Amed li dijî gundên Beytulbeyaz, Textê û Hawrê ku bi ser Pasûrê ne ji aliyê Artêşa TC’ê bi tevlêbûna cerdewanên Çirik û Zeyrokê operasyonek hatiye destpêkirin. Operasyona ku kemîn jî hatiye avêtin di 2’ê cotmehê de bê encam paşde zîviriye.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 2’ê îlonê de (îroj) di navbera saet 00.00-02.00’ande li Herêmên Parastina Medya li dijî herêmên Şeşdara, Geliyê Pisaxa û Girê Bêtalma ku bi ser Heftenîn’ê ye ji aliyê Artêşa TC’ê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û raya giştî re!
Ji 13’ê tebaxê heta roja me ya îro ji biryara bêçalakitî ya tevgera me girti bû weke HPG bêkêmasî me pêk anî. Lê hêzên Artêşa TC’ê tevî biryar a me ya bêçalakitiyê operasyon, êrîşên hewayî û şewitandina daristana bênavber domandiye. Li gel van êrîşan jî li gelek eyaletê me yekîneyên xwe yê veşartî bi cîh dikin û hewldanên kemîn û keşfê dimeşînin. Dema fersendê jî dibînin operasyonên bi armanca tunekirinê lidardixin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 27’ê îlonê de li dijî zozanên Ferhan, Gundê Kozê, Gundê Golê û Şîrna ku bi ser Çewlikê ne ji aliyê jenedermeyên girêdayî Artêşa TC’ê ne bi daxistinan operasyonek hatiye destpêkirin. Operasyon di 29’ê îlonê de (Îroj) bê encam paşde zîviriye.
- Ayrıntılar