Em ber bi rojên dawîn ên biharê ve diçin. Rewşa ku em têdene de wisa tiştek nediyar nemaye. Digel ewqas hewldanên aştiyane û ji bona ku xwîn nerijê ewqas çalakî, mitîng, civîn, axaftin, daxwaz, bendewarî, meş û sebr, dijminê gelan dewleta tirk û efendiyên wan hêza hegemon a dinê Emerîka biryara xwe dane û ji bona ku kurdan tevlî hemû nirxên wan ji holê rakin di nava liv û tevgerê de ne.
Ji roja ku Tevgera Azadiya Kurdistanê PKK di pêşengiya Rêber Apo de dest bi têkoşînê kiriye û heta roja îroyîn, efendiyên ew Tirkên rengo rengo, her dem wan ji bona berjewendiyên xwe li lat û zinaran xistine. Li hember vê jî, her hal ji bilî berxwedaniyê tiştek ku em bikin jî nîn be.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 20’ê gulanê de saet di navbera 14:00-19:45’an de li Qadên Parastina Medya li hember qadên Şehîd Bêrîtan, Şekîf, Lelîkan, Gundê Cinetê û Girê Helîkopter ku bi ser qada Xakurkê ve girêdayî ne û li hember qada Xinêrê, ji hêla balafirên şer ên Artêşa TC’ê ve hatiye bombebarînkirinê. Di encama van êrîşên hewayî de 4 gerîlayên me şehîd ketine. Der barê sîcîlên hevalên me yên şehîd de, piştî ku zelalbûnek çêbû, em ê gelê xwe û raya giştî agahdar bikin.
21 Gulan 2010
Navenda Ragihandin-Çapemenî ya HPG’ê
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 20’ê gulanê de ji danê sibehî hetanî ber bi êvarî Artêşa TC’ê li qada Rûbaroka Şemzînana ku bi ser Colemêrgê ve girêdayî ye, bi du firokeyên skorsky û bi 30 maşînên sivîl sewqiyata alavan û leşkeran kiriye.
- Ayrıntılar
Yek ji gelên herî kevnar yên rojhilata navîn Gelê Kurd’e. Lê mixabin bindestî û tune hesibandin hertim li ser vî gelî hate ferzkirin. Ji despêka dîrokê heta roja me ya îro li ser vê xakê herdem bi çanda xwe bi zimanê xwe jiyan kirine.
Her çiqas gelê Kurd xwedîyê vê erdnigarîyê be jî herdem bi gelên din ên cîran re di nava aştîyê de jiyan kiriye. Lê nêzikatiya desthilatdara berovajî vê rewşê bû. Bi taybet bi damezrandina Komara Tirkîyê heta roja me ya îro polîtîkaya inkar û tune hesibandinê da meşandin. Lê di pêşengîya Rêber Apo bi Tevgera Rizgarîya Gelê Kurd êdî nekaribûn tune bihesibînin. Lewra tevgera azadîyê bi devletê da îspat kirin ku bi inkarkirinê nikare Tevgera Azadîyê û rêxistingerîya Gelê Kurd bin bixîne. Nehajî şêwazê şer guhertîye. Wek berê înkar nake lê jibo çareserkirina pirsgirêkê tu gavên dilsoz navêje. Hemû hewildanên wan li ser mijulkirin
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 17’ê gulanê de ji hêla Artêşa TC’ê ve li hember qadên Madûr û Kosedagî ku girêdayî qada Çemçê ya Qersê ne operasyonek hatiye lidarxistin. Operasyona ku gundên Bahçecîk û Çîçeklî, Şahyolû û Kosedagê jî girtiye nav xwe, danê êvarî bi paş ve vekişiyaye.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û rayagiştî re!
1. Di 17’ê gulanê de saet di 13:00’an de Artêşa TC’ê li hember bejahiya gundê Onaxa Tetwana Bedlîsê operasyonek li dar xistiye û di vê operasyonê de, di nava hêzên gerîlayên me û leşkerên dijmin de şerek qewimiye û di vî şerî de 4 leşkerên dijmin hatine kuştin û hevalek me jî gihîştiye şehadetê. Der barê hevalê/a şehîd de piştî agahî zelal bûn, em ê gelê xwe agahdar bikin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 17’ê gulanê de ji hêla Artêşa TC’ê ve li hember qadên Girê Hirmo, derdora Dêrgulê, Şax û Kêrê ku girêdayî Çiyayê Cudî ne operasyonek hatiye lidarxistin. Operasyona navborî heman rojê bi paş ve vekişiyaye.
18 Gulan 2010
Navenda Ragihandin-Çapemenî ya HPG’ê
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 17’ê gulanê de saet di navbera 07:00-09:00’an de li Qadên Parastina Medya li hember qada Cîloaya Biçûk ku girêdayî Zapê ye Artêşa TC’ê êrîşeke hawan û obûsan li dar xistiye.
- Ayrıntılar
Gotineke bav û kalan e, dibêje bizmar bi bizmêr tê hilkişîn. Yanî her pirsgirêkek bi rêbaza ligorî xwe tê çareserkirin. Serokwezîrê tirk jî di derbarê zimanê kurdî de hinek axaftin ji devê xwe berdan. Li gorî wî pirsgirêka zimanê kurdî tine ye.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 15’ê gulanê de saet di navbera 14.30-16:00’an de ji hêla Artêşa TC’ê ve li Qadên Parastina Medya li hember gundên Şetanûs û Satê û qadên Dola Bîra û Dola Çinarê ku girêdayî Zapê ne êrîşeke bi hawan û obûsan hatiye lidarxistin.
- Ayrıntılar