HPG

Kurdistan Halk Savunma Güçleri

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 30’ê Tebaxê de di navbera saet 00.00-01.00’an de li Herêmên Parastina Medya li dijî Şehîd Adar, Dola Bêtalma û Şehîd Kemal ku bi ser Heftenînê ye ji aliyê Artêşa TC’ê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin. Di encama êrîşê de şewata li herêmê hîn jî berdewam dike.

2. Di 29’ê Tebaxê de di derdora saet 21.15’an de li Colemerg û navçeya Çelê yê li dijî yekîneyeke dijmin a ewlehiya rê digire ji aliyê hêzê me yê YJA-Star ji bo bîranîna Yildirim Ayhan çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de 2 leşkerê dijmin ji aliyê gerîla yê me hatiye kuştin.

3. Di 29’ê Tebaxê de di navbera saet 06.00-11.00’an de li Herêmên Parastina Medya li dijî Girê Sîpan, Geliyê Şehîd Ayhan, Geliyê Şîva Mêrzê, Koxê Melle Yahya, Şehîd Kemal, Geliyê Bêtalma, Gundê Heftenîn û herêma Şehîd Şêxm3us ku bi ser Heftenînê ye ji aliyê Artêşa TC’ê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.
30 Tebax 2011

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê