HPG

Kurdistan Halk Savunma Güçleri

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 3'ê Cotmehê de di saet 00.30'an de li navçeya Baglara Amedê li nêzî Gundê Çiltepe ji aliyê gerîlayên me ve rê hatiye kontrolkirin. Wesayit hatine rawestandin, nasname hatiye kontrolkirin. Herweha 3 kamyonê bi artêşa dagirker a tirk re hevkariyê dike bi şewitandinê hatiye rûxandin.

2. Di 3'ê Cotmehê de di saet 21.30'an de li navçeya Dihê aya Sêrtê li nêzî qereqola Memîra di navbera leşkerên artêşa dagirker a tirk ên derketine operasyonê û gerîlayên me de pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Herweha du rêhevalê me jÎ bi lehengî şer kirine û gihîştine şahadetê. Nasnameyên rêhevalên me yê gihîştine şahadetê dema hate zelalkirin wê ji raya giştî re were eşkere kirin.

3. Li dijî artêşa dagirker a tirk ên xwestiye serweriya gerîlayên me yên li Çelê, Gever û Şemzînana Coelmergê bişkîne û mudaxele bike, ji aliyê gerîlayên me ve hin çalakî hatine lidarxistin.

Di 4'ê Cotmehê de di saet 22.00'an de li navçeya Geverê li navbera gundên Memûştê û Veregoza bi ser Geliyê Doskiye li dijî karwaneke leşkerî ya ji 30 wesayitî pêk dihat ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de wesayiteke jamer a sinyalan tevlihev dike hatiye rûxandin 2 wesayitên zirxî yên akrep jî derbe xwariye. Piştî vê çalakiyê di navbera gerîlayên me û leşkerê dijmin de çar saetan pevçûn berdewam kiriye. Karwanê leşkerî ji ber bergiriya gerîlayên me naçar maye bê ku biçe herêma operasyonê naçar maye paş de vekişe. Di encama çalakî û pevçûnan de herî kêm 3 leşkerên dijmin hatiye kuştin. Ji dema çalakiyê heta dotira rojê ji aliyê artêşa dagirker a tirk herêm bi balefirên şer, helîkopterên kobrayan, hewan û obusan hatiye bombekirin.

Di 4'ê Cotmehê de di saet 17.00'an de li dijî leşkerên dijmin ê ji bo operasyonê derketibûn Girê Çetan ê bi ser herêma Mergezerê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarixistin. Di encama çalakiya hemû hedef bi awayeke bi bandor hate lêdan de çeperan şewat girtiye lê hejmara kuştî û birîndarên dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Piştî çalakiyê li dijî herêma çalakiyê û tevahiya herêmên Cîlo û Çarçelayê bi balefirên şer hatiye bombekirin.

Di 4'ê Cotmehê de li navbera Gundên Sirînos û Dereebanê ya bi ser Geliyê Bêmboye li dijî karwaneke ji 6 tiran pêk tê û ji qereqola Bezelê vedigere, ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Demeke kurt di navbera gerîlayên me û leşkerên ewlekariya tiran digirt de pevçûn qewimiye. Leşkerên ewlekariyê digirtin naçar mane ji herêmê dûr bikevin. Li vir 3 tir hatiye şewitandin û ajokarên wan jî ji bo dest ji hevkariya bi dijmin re berdin hatine hişyarkirin û serbest hatine berdan.

Di 4'ê Cotmehê de di saet 21.30'an de li dijî herêma Şehîd Gafûr a bi ser Oramarê, di saet 07.00'an de jî li dijî herêma Ertûş a bi ser Çelê ve ji aliyê balefirên şer hatiye bombekirin. Ji 2 Cotmehê û vir ve li dijî herêma Ertûşa bi ser Çelê û Şikefta Brîndara û Karker ên bi ser bajaroka Şeladizê ne ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye tê bombekirin.

5 Cotmeh 2012

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê