HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Şehit Zilan Ölümsüzler Taburu’na Fedai Eylem Raporumdur

Kod adım Rûken Zelal, 2012 yılında Rojava alanında gençlik çalışmalarına katıldım. 2014 yılında gerilla alanına katılım sağladım, yeni savaşçı eğitiminden sonra kurum çalışmalarına arkadaşların düzenlemesi ile geldim.

Temel devre eğitimini tamamladıktan sonra 2015 sonlarında arşiv çalışmalarına düzenlendim, orda 8 ay kaldım. 2016 yılında tekrar kuruma geri geldim. Kurumda temel devrede takım komutanı olarak düzenlendim. 2017 yılında *……. alanına düzenlendim. 2020 yılına kadar da o alandaki çalışmalarda yer aldım.

Her süreçte insan farkına varıyor, yöntemi ne olmalı? Bu sürecin gerçekliğinde, her şeyin gerçekliğinde ve özelde düşman bu süreci nasıl yürüttüğüdür. Bu gerçeklikler karşısında kendimi hangi yöntem ile örgütlemeliyim ve daha çok nasıl sorumluluk alabilirim, ne yapmalıyım noktası her zaman benim için yoğunlaşma konusudur. Özelde İmralı’da Önder Apo’ya karşı yürütülen tecrit, işkence ve halka karşı yürütülen özel savaş ile rahat bir nefes almalarını engelleme, AKP, KDP ve hegemonik güçlerin çıkara dayalı politikaları ile iktidarlarını yaşatma çabalarını günümüze kadar çok rahat sürdürmeleri ve yine KDP TC Devleti Gerilla ve Kürt halkına karşı imha planları temelinde görüşmeler yapıyor. Düşmanın istediği bu planları ile özgür Kürdü yaşatmama ve tek yaşatma koşulu da köleliği kabul eden bir Kürde yaşam şansı tanımasıdır. Bu konuları duymayarak anlama ve hissetme boyutu farklıdır ama birebir görme, yüz yüze kalma ile derinliğini yaşayabiliyor ve yapılmak istenen daha somut ve net oluyor. Önder Apo’nun emek ve direnişi ile halkımızın ve gerilla hareketimizin mücadelesi ile ispatlanan düşmanın mevcut politikalarını tüm imkân ve tekniğine rağmen bir yere kadar yaşatma zemini bulabiliyor. Önder Apo’nun emekleri ile yaratılan iradi duruş her zaman düşmanı büyük bir korku içinde yaşamasını sağlıyor. Bu gerçeklikler ile yüzleşmek en büyük tekniğin insanın kendisi olduğu farkındalığını güçlendiriyor. Önder Apo, “fikri bizim olanın eylemi de bizim olur’’ diyor.

Özel kuvvetlere gelişim ile kendimi her zaman büyük bir yükün altında olduğunu hissettiriyor. Anda ve mekanda süreci anlayan fedai gerçekliğine ulaşmak ve uygulayıcısı olmak için hangi yol ve yöntem ile kendimi hangi noktalar güçlendirip bunun bilincine ulaşıp, kişiliğimde intikam hırsı her damla halkımızın kanının intikamını almak ve halkımızın özgür ülke, Önderlikle yaşama hayalleri ve çocuklarımızın hayallerinin gerçekleşmesi için kişiliğimde vicdanı olarak her zaman sorgulama içerisinde olmayı geliştiriyor. Buna bağlı olarak Önderliği her dinlediğimde ve Örgüt perspektiflerini takip ettiğimde kendime her zaman esas aldığım, ben nasıl cevap olabilirim, verilen emeğe karşılık ve bize inanan yoldaşlarımızın şahadete ulaşmaları beni hep yoğunlaştırıyor. Heval Zilan’ın “canımdan daha fazla bir şey olsaydı onu da feda ederdim” sözlerinin gerçekliği nasıl bir yoğunlaşma ile hedef ve amaçlara ulaşabileceğini göstermektedir. Benim için verilen emeklere cevap olmak, layık olabilmek fedai çizgiyle bir olmayı gerektirir, ben de bu çizgide yürümek için fedai eylem yapmayı öneriyorum. Her fedai militan için Zilan çizgisiyle bir olmak için heval Zilan’ın tarzını zenginleştirmeyi bu süreçte birincil görev ve sorumluluğum olarak görmekteyim. Böyle bir öneri büyük bir misyon ve büyük bir irade istemektedir. Hangi zor koşul ve durumla karşılaşsam da yoğunlaşmakta olduğum eylemin başarısını değiştirmeyeceği iddiasındayım. Nerede olursa olsun mekân olarak benim için fark yok, çünkü bu süreçte düşman yönelimleri her yerde gelişmekte. Bu nokta da cevap olmak için kendimi hazır görmekteyim. Ne kadar zaman geçse de kendim için aldığım bu kararda daha fazla yoğunlaşıp daha da iddiamı güçlendirmek olacaktır. Örgütte pratikte aldığım tecrübe ve örgütün bize her zaman eğitimlerle mal ettiği tecrübesini pratiğimle yaşatacağım. Önderlik gerçekliğinde olmaz mantığı hiçbir zaman olmadı, ben de tüm pratiklerimde kendime esas alacağım temel perspektif bu olacaktır.

Eylem önerime ilişkin birkaç nokta daha belirtmek istiyorum. Rojava’lı biriyim bu gerçekleştireceğim eylem önerim için bir avantaj sağlamaktadır. Kuzey veya Türkiye metropollerinde hiç kalmadığım için oraya ilişkin yine hareket tarzıma ilişkin somut bir şeyler belirtmem şu an çok gerçekçi gelmiyor bana, var olan zeminleri değerlendirip daha çok o alanda somutlaşabilecek durumlar olacağını düşünüyorum.

Mevcut süreç karşında cevap olamamanın özeleştrisini vererek, an’a cevap olabilen militan kişiliğini kendim de yaratacağımın sözünü tekrardan yinelemek istiyorum.

Devrimci Selam ve Saygılar

Rûken Zelal

10.09.2020

JI BO FERMANDARIYA

BÎRYARGEHA HÊZÊN TAYBET RAPORA MIN A LÊHÛRBÛNÊ YE

Navê min Rûken Zelal. Sala 1996’an li gundê Bîlêqiyê yê girêdayî bajarê Amûdê ji dayîk bûme. Malbata min malbatekî welatparêz e, lê bandora kevneşopiya eşîrtî, hîna bi awayekî diyar li nava malbarê bi bandor e. Naskirina min a tevgera azadiyê di zarokatî de bi çûyîn û hatina hevalan a li mala me û bîranînên bi wan hevalan re di astekê de hebû. Lê bi awayekî çalak ez despêka şoreşa Rojava tevlî xebatan bûm. Sala 2014’an min berê xwe da çiyayên azad. Min perwerdeya xwe ya şervanên nû li herêma Garê dît. Piştî perwerdeya şervanên nû ez derbasî Hêzên Taybet bûm. Ez dikarim bêjim ku min xwe di nav HêzênTaybet de nas kir. Lêgerîna min a pêşniyara çalakiya fedayî bi çalakiyên heval Doğa û heval Zinar dest pê kir. Ji ber herdu heval min di jiyanê de jî nas dikir. Me bi heval Doğa re heman perwerde dît û bi heval Zinar re jî, em li heman navendê bûn. Kesayeta van hevalan bandoreke mezin li min kir.

 

Serfirazî Rihê Mirovan

Ronî Dike

 

Di her pêvajoyê de, rihê ku me her tim ronî dike, dihêle ku destanên pir mezin ên serfiraziyê li nava rûpelên dîrokê werin nivîsandin. Di nava vê rastiyê de, cewhera rih û hişmendiya serokatiya me ji me hîn zêdetir eşkere ye. Û pêvajoya heyî niha bi vî rihê birêve diçe. Her roj bi pêşengtiya şehîdên lehneg destan tên nivîsandin. Îro em xwedî wê îradeya fedaî ne ku li hemberî hêzn endamên NATO rawestin. Ev hêza mezin ku bê çare meye, li hemberî me bi sedan caran gazên jehrî bi kar tîne, serî li her rê û rêbazên dij exlaqî dide. Dema em li rastiya vî şerî binerin, tê dîtin dewleta Tirk a dagirker, çiqas ji hêz ketiye. Lê ya giring ewe ku mirov van rastiyan baş bibîne û li hemberî vê sekna pêwîst nîşan bide. Di vê pêvajoyê de hevalên me yên ku bi rihek fedayî şer kirin, li ber xwe dan û bi vê helwesta xwe a pîroz bûn şopdarên Egîd û Zîlanan. Rastiya van hevalan ji bo min bûye nexşeya rê. Baweriya min ew e ku em ê tola wan hevalan rakin. Bi taybet hevalên me yên ku bi destê PDK’ê bi rêbazên namerdane hatine şehîdkirin, wê ti carî ji bîra me neçin.

 

Hevrê Şoreş Beytuşebab Rêya Fedaî Nîşanî Me da

 

Bi rastî pêvajoya ku em tê re derbas dibin û bi taybet despêka salê, li hember êrîşên dewleta dagirker, bi pêşengtiya hevrê Şoreş Beytuşebab, rê nîşanî me da ku em ê çawa dijmin hilweşînin û bersiva pêwîst bidin Pêngava ‘’Dem dema azadiya Rêber Apo ye!’’. Hevrê Şoreş li ser vî bingehî rih û coşek pir mezin da me. Niha jî weke berdewamiya vî rihî, şer û berxwedaniya li Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dike hêvî û coşek pir mezin di dilê gelê Kurd û dostên wî ava kir. Ji bo vê ez dikarim bêjim; wê berê min her tim li van nirxan be! Armanca min a sereke wê ew be ku ez bibim layiqê serokatiya xwe, nirxên ku hatine avakirin. Her wiha ji bo karibim tola hevrêyên xwe yên şehîd rabikim ez ê li ser piyan bimînim. Wekî ku Rêbertiya me gotî; ‘’ez milîtanê qedera xwe teslîmî mirinê kiriye naxwazim, pêwîstiya min bi milîtanê jiyanê diafirîne heye.’’ Bi rastî dikarim bêjim ku di fêmkirina pir tiştan de, ez dereng mam, bi taybet li hember berxwedaniya Serok Apo ya ku ev 23’ê sal dewam dike, de em tewanbarin. Lê dîsa jî ez bi vê yekê bawerim; ez ê erkên xwe bicih bînin û bi vî awayî, ez ê hesreta dîrina Rêber Apo pêk bînim. Ez ê hemû hêrs û kîna di dilê xwe de veguherînim çeka tolhildanê! Bi kelecana rexnedayîneke bi wate, ez ê erka xwe bi serkeftî bi cih bînim. Li ser vî bingehî ez careke din li hember rêhevaltiya lewaz, rexnedayîna xwe didim.

 

– BÊ SEROK JIYAN NABE !

– AN SERKEFTIN AN SERKEFTIN !

– SERKEFTIN YA ME YE!

 

JI SEROK APO RE

Min her tim dixwest ku bi hestên ku dibim layîqê we, ji we re binivîsim. A niha jî ez hêvîdarim ku ez ê bibim layîqê ewqas keda ku we li ber me ve dayî. Ez çi qasî bixwazim pênaseya kesayeta we bikim jî, ez dizanim ku ez ê pir û pir kêm bimînim Serokê min. Ji ber tişta ku we ji bo me kir, li cîhanê  ti kesî nekiriye. Bi taybet dem di mijara jinê de em li nirxandinên we dinerin, mirov li hemberî nirxdayîn hezkirina we, xwe pir pir kêm dibîne.

 

Ez Ê Bibim Hevrêya

Rast A Serok Apo

Me kûraniya hezkirina we fêm nekir. Raste me hez kir rast e, lê ji xwe dipirsim, gelo min pêwîstiyên vê heskirinê bicih anîne? Dema ez bala xwe didim jiyana xwe a şoreşgerî, baş dibînim ku li hemberî keda we ez pir lewaz mame. Wexta ku ez van rastiyan pênase dikim, êşa min zêdetir dibe. Me gelek caran we bi tenê hişt û destê we bihêz nekir. Ji ber vê sedemê ez niha pir xemgînim. Dizanim ku ez pir dereng dimînim. Lê ezê hemû erkên ku dikevin ser milê bin bikim bingeha rexnedayîneke ku bikaribe bibe layîqê we. Li ser vî esas ez di wê baweriyê de me ku ezê ji we re bibim hevrêyeke rast û wê hevaltiye lewaz ji holê rakim. Kêm be jî ez dixwazim ji dil û can rexnedayîna xwe bidim. Ez niha rexnedayînê di vê nameya xwe de dinivîsînim. Lê nizanim wê çiqasî cihê xwe bigre? Serokê min bi rastî ez bi hezaran hevok jî binivîsinim, ez bawer nakim ku ew ê bikaribe hezkirina min a li hemberî we pênase bike.

 

– Serkeftina Çalakiya Mın,

– Nişaniya Dilsoziya Mın E

 

Tenê tîştek heye ku dengê hezkirina min û xwesteka rexnedayîna min bigihîne we, ew jî çuyîn û serxistina min a vê çalakiyê ye. Weke ku we jî pênase kirî “em mirov in, mirov bi rastî jî hebûneke mezin e û her tim di nava hebûnan de wekî hebûna herî bi rûmet e” Ji ber vê, pêwîste em di wateya rast de bibin mirov û xwe bigihînin asta heqîqetê. Ji bo ku ez her tim bibim parêzvana heqîqeta ku we nîşanî me dayî, ez vê sozê didim ku ez layîqê we bibim. Serkeftin wê ya me be!

 

– BÊ SEROK JIYAN NABE!

– BIJÎ HEMLEYA DEM DEMA

– AZADIYA RÊBER APO YE !

– BIJÎ SEROK APO!

 

Rêwîtiya Di Oxira

Heqîqetê De Bı Nırx E

JI BO HEVRÊYÊN MIN ÊN JIN

Bi qasî rêwîtiya di oxira heqîqetê de, tiştek bi nirxtir nîne. Di vê rêwîtiyê de gelek berdêlên giranbuha hatine dayîn. Serokatiya me ji bo em bibin xwedî hebûn û em xwe nas bikin, xwe feda kir. Ev 23 sal in jî di bin şert û mercên pir zehmet de ji bo me kar dike. Dema ku ez van hestên xwe parve dikim pir diêşim, ji ber dema ez rastiya xwe di ber çavan re derbas dikim, dibînim ku ez ne li gorî asta daxwazên Serokatiyê me. Ji ber Serokatî ev pênase piranî caran ji bo me kiriye, “Li hemberî we ti astengî tine ne. Yekane astengî hun bi xwe ne.” Hêz û baweriya ku serokatiya me ji bo me jinan afirandî, bê mînak e. Û tişta ku dihêle ez niha pênûsa xwe bigrim destê xwe û vê yekê binvîsînim, ev ked û têkoşîna serokatiyê ye. Bi saya van hewldanên serokatiyê, em bûn xwedî kesayet û nasname. Serokatiyê wer kir ku em ji bo xwebûna xwe şer bikin û ji serdestiya 5 hezar salan rizgar bibin. Di nava ewqas zor û zehmetiyan de, tiştek bi hêsanî nayê bidestxistin. Ji xwe yê ku tekoşînê bi wate dike, hewldan,  ked û şer e.

 

-Şopdariya Bêrîtan û Zîlanan, Serbilindî Ye

 

HEVRÊYÊN MIN  EN HÊJA,

Şopdariya xeta Bêrîtan û Zîlanan ji bo min serbilindî ye. Bi çeka PAJK’ê min xwe nas kir. Ji bo ez bibim layîqê serokatî û tevgera me ya bîrdozî PAJK’ê, wê yekane dirûşmeya min her serkeftin be. Ji bilî serkeftinê ez ê tiştekî din nas nekim! Cewherê jiyana ku serokatiya me avakirî xwe dispêre serkeftinê. Di oxira vê serkeftinê de lazime mirov canê xwe jî feda bike. Ji ber armanc her tim serkeftin e. Ji bo meşaleya li derdorê Serokatiya me her tim geştir bibe, pêwîste jina bi fikir û felsefeya serokatî mezin bûye, bibe mîna û pêşenga serkeftinê. Heval ez bawerim ku serkeftina vê çalakiyê wê karibe rexnedayina min bi wate bike. Ji bo vê armancê jî ez ê her tim têkoşîna wê bidim. Ya ji me hemû hevalên jin tê xwastin ev tişt e. Ji ber bi rastî jî tiştek li pêşiya me ne asteng e. Eger em bi vî rihê tevbigerin, wê serkeftin ya me be!

 

– BÊ SEROK JIYAN NABE!

– BIJÎ SEROK APO!

– JIN JIYAN AZADÎ!

– SERKEFTIN A ME YE!

Hevaltiya Rast, Mırovan Dighîne Asta Fedaîbûne

HEVRÊYÊN MIN ÊN HÊJA

Ji bo min pir bi wateye ku ez ê bibim hevêya ji we hez dike. Ji bo hezkirina hevaltiyê hîn bedewtir bibe, bi vê evînê ezê herim çalakiyê. Ti hest wek wê bi rûmet û bi wate tune ye ku mirov di rêya azadiyê de be.

Ji bo min cihê keyfxweşiyê ye ku ez aniha dikarim hezkirin û bêrîkîrîna xwe ji we re pênase bikim. Tişta herî xweş a ez hîs dikim, ez ê di rêya azadiyê de, ji we re bibim rêhevaleke ku her tim ji dil û can ji we hez kir. Ji bo ez bibim layîqê nirxên rêhevaltiyê ez soz didim ku ez ê xwe bi serkeftinê re bikim yek. Ez dixwazim vê bêjim ku yê min gihandî vê astê rêhevaltiya me ye. Raste me pir caran hevdu êşand û me pir caran dilê hev hişt, me hevdu rexne kir. Lê ev hemû nîşaneya hevaltiya rast in. Ji bo hezkirina xwe pêwîste em mekanîzmaya xwe ya rexne û rexnedayinê ji bîr nekin. Eger em ji bîr bikin wê demê rêhevaltiya me wê lewaz bimîne. Serokatiya me vê dibêje; “piştî ku em bûne hevrêyên rast, ez ê ji bo rêhevaltiyê her cure hewldanê raber bikim, ji bo me têkiliyên rêhevaltiyê pir pêwîst in, dema ku ev têkilî nebin, doza partî pir zêde pêş de naçe.” Rêhevalên min ên hêja ev 44 sal in partiya me ji bo rêhevaltiyek layîqê Serokatî û layîqê gel bibe, di vê rêyê de pir berdêlên giranbuha hatine dayîn. Serokatiya me ji bo me her tişt kir. Ji bo ku ji îro û pê de jî ev nirx were parastin û hîn behtir xurt bibe, pêwîste em xwe di her mijarê de xurt bikin, xwe bigihînin asta ku Serokatiya me digot ; “Hûn dil û fikir bikin yek.” Jiyana li gorî vê hişmendiyê wê bihêle ku kes nikare êrîşî rêhevaltiya me bike û wê kes nikaribe di bin navê rêhevaltiyê de, rastiya me bêwate bike. Wexta ku her hevalek me xwe kûr kir, emê bikaribin rexnedayîna xwe ji Serokatî re bidin, emê bêjin ku kes nikare rêhevaltiya me bêwate bike. Heval ez naxwazim bêjim ku ez ê niha dawî li nameya xwe bînim, ji ber ku ez nikarim gotina ‘’dawî’’ bi lêv bikim. Ji ber di hevaltiya me de tiştek bi navê ‘’dawî’’ tuneye. Her tim jiyan tê de heye, dibe ku niha hevokên min bi dawî bibin, lê ez her tim bi we re bim. Ji bo jiyana azad, ezê her tim di serkeftinê de bi bîryar bim. Ez soz didim ku wê serkeftina vê çalakiyê bibe nîşaneya hezkirina min ji bo we. Ji ber hemû kêmasiyên min ên di mijara hevaltiyê de ez rexnedayîna xwe didim. Hêvîdarim ku hun jî vê rexnedayîna min bipejirînin.

 

– BIJÎ RÊHEVALTIYA RAST!

– BIJÎ SEROK APO!

 

Lehengiya  Gelê Kurd Çavkaniya Mın A Hêzê Ye

 

JI BO GELÊ WELATPARÊZ

Gelê min ê hêja ez pir serbilindim ku ez weke jinek Kurd ji dayîk bûme û niha ji bo we têdikoşim. Di rastiya dîroka gelê Kurd de pir lehnegiyên mezin derketine holê. Ji bo gelê Kurd hebûna xwe, çand û zimanê xwe biparêze pir berdêlên giranbuha dane. Niha jî weke berdewamiya vê çandê, keç û xortên Kurd li her deverê dîrokê dinivîsînin. Yê ku hişt dîroka gelê Kurd û dengê gelê Kurd were bihîstin, ê ku gelê Kurd ji xewa giran şiyar kir û hişt bibe xwediyê doza hebûnê, ked û hewldanên Rêber Apo yên bêhempa ne. Ji ber Serokatiya me êrîşên li ser gelê Kurd weke êrîşên li ser giştî mirovahiyê pênase kir. Ji bo vê di şexsê gelê Kurd de serxistina têkoşîna azadî û demokrasiyê wê bibe para hemû cîhanê. Wê hemû gelên bindest karibin ji serkeftina me sûd werbigrin. Wexta ku em serbikevin jî em ê ji bo mirovahiye tiştekî pir bi wate bihêlin. Gêlê min ê hêja; qehremantiya ku hûn li her deverî nîşan didin ji bo min çavkaniya hêzeke pir mezin e. Dilsozî û têkoşîna we dihêle ku ez her tim xwe li ser piyan bigrim. Bi coş û kelecana “di şer de serkeftin, di jiyanê de azadî!” em ê her gavê bi Serokatiya xwe re bijîn.

– BÊ SEROK JIYAN NABE!

– BIJÎ ŞERÊ GEL Ê ŞOREŞGERÎ!

– SERKEFTIN WÊ YA ME BE!

Silav û Rêzên Şoreşgerî

05.11.2021

Rûken Zelal