CEMAL ŞERÎK
Bêguman derbarê şerê taybet de gelek nirxandin hatine kirin. Paşxaneya wê û rûyê wê yê xuya çi ye? Li ser van jî gelek hat sekinandin. Çarçoveya wê ya siyasî jî heta astekê hat nirxandin. Di vê mijarê de gelek nirxandin hene. Lê tevî vê yekê jî, di çarçoveya pirsê de gotina hin tiştan bi feyde ye.
Eger têgeha şerê taybet li pêşiya peyvekê an hevokekê tê, ev tê wê wateyê ku li wir aliyên mijarê hene ku ji mijarên din cuda ne. Teqezkirina “taybet” wateyeke wiha dide. Dema ev teqez li pêşiya şer tê danîn, bi awayekî xwezayî nîşan dide ku divê şer hem ji aliyê wateya xwe ya giştî ve û hem jî ji aliyê şerê taybet ve bi aliyên cuda were nirxandin. Dema em di vê çarçoveyê de nebin, em dikarin vê yekê bibêjin: Ketina têgeha şerê taybet di lîteraturê de bi piranî piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn e. Lê ew bi piranî bi pîvanên xwe yên îdeolojîk û siyasî wate digire. Divê ji vê derê encameke wiha neyê derxistin ku di pênaseya şerê giştî de pîvanên wê yên îdeolojîk û siyasî tune ne. Ji xwe derbarê şer de pênaseyên giştî hene û ev pênase tên qebûlkirin. Tê gotin: “Şer rewşa siyaseta herî komkirî ye.” Her çiqas pênaseya herî giştî wiha tê kirin jî, carinan şer siyasetê diyar dike û derdikeve pêş; ji vî aliyî ve kîjan yek ya din diyar dike, di pozîsyoneke sabît û statîk de nayê girtin. Lê di wateya herî giştî de, pênaseya şer wek şêwaza siyaseta herî komkirî heye. Dîsa, “qanûn û rêgeza giştî ya şer çi ye?” derbarê vê de fikreke hevpar heye ku her kes li ser wê dicive. Ew jî ev e: Îradeya xwe bi hêza ku tu wê wek dijber dibînî bidî pejirandin. Hinekî vekirina vê jî heye: xwe parastin, dijber tune kirin. Ev jî xalên ku di çarçoveya qanûna giştî ya şer de tên gotin in. Bêguman ev ji bo şerê taybet jî derbasdar in. Lê ji ber ku em dibêjin şerê taybet, her çiqas serdestkirina îradeyê li ser dijber, an xwe parastin û dijber tune kirin cih û wateya xwe di pênaseya şerê giştî de dibîne jî, wateyên xweser û taybet dide. Niha divê em li vir bi piranî li ser vê yekê rawestin.
Sedem hene ku piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn stratejiya şerê taybet hat xistin meriyetê. Li hember pergala modernîteya kapîtalîst, di tevgera şoreşger a sosyalîst de û dîsa di têkoşînên gerîla yên ku di çarçoveya îdeolojîk de xwe di sosyalîzmê, têkoşînên demokrasiyê û têkoşînên welatparêziyê de îfade dikirin, taybetmendiyeke wiha hebû. Ji aliyê çarçoveya îdeolojîk û siyasî ve dikare wiha were gotin. Lê çarçoveya îdeolojîk û siyasî ya li vir hinekî cuda ye. Ji berê de jî di şêwaza şer a ku şerê taybet dihate binavkirin de, taktîkên şer an stratejiyên ku hatibûn diyarkirin, di nav şerên asayî de jî dihatin sepandin. Taktîkên taybet ne tenê taybetî şerê taybet in. Di nav artêşa rêkûpêk de jî komên taybet ên perwerdekirî û amadekirî dikarin çalakiyên ku heta çarenûsa şer diyar bikin, pêş bixin. Ev bi taktîkên taybet pêk tê û bi perwerdeya kesên ku berpirsiyarê sepandina wan taktîkan in, têkildar e. Lê ew di nav rê û rêbazên şerê giştî de tê nirxandin. Yanî dema tê gotin şerê taybet, mebest ne ew e. An jî dema şerê taybet tê pênasekirin, mebest ne şerê ku kesên pispor ên ji bo van mijaran bi taktîkên taybet hatine amadekirin dimeşînin e; wateyeke cûdatir tê famkirin. Li vir pîvana siyasî û îdeolojîk dikeve dewrê. Dema em dibêjin pîvana îdeolojîk û siyasî, wateya ku li vir tê îfadekirin ev e: Bi taybetî di şertên sedsala 20’an ên kapîtalîzmê de, heta em dikarin bibêjin dawiya sedsala 19’an, pêvajoyek heye ku kapîtalîzm ji wê demê ve ketiye navê. Di kapîtalîzma pîşesaziyê de monopol pir çalaktir û pir diyarker dibin. Diyarkerbûna monopolên li vir, avakirina serdestî û monopola kapîtalîstan li ser her tiştî ji siyasetê heta şer, ji aboriyê heta rêkûpêkkirina jiyana civakê vedibêje. Ev ne monopoleke ku tenê bi pîvanên leşkerî, siyasî û aborî sînorkirî ye. Di heman demê de, bi wateya xistina civakê di nav maşeyê de jî monopolbûnek tê rojevê. Di nav vê monopolbûnê de, bertekên civakî yên heyî û dijberiyên li hember hêzên desthilatdar kûrtir dibin. Li ser vê kûrbûnê serhildanên bindestan û yên tên îstismarkirin zêde dibin; yanî wan serhildanan li wir konkret dibin. Ev jî gav bi gav dibe sedema pêşketina têkoşîna şoreşê. Şoreşa Cotmehê ya 1917’an di vî warî de destpêk e. Lê li hember pêvajoya ku Şoreşa Cotmehê dest pê kir, bêguman di rêbazên hêzên modernîteya kapîtalîst ên astengkirina şoreşan de rêbaz û taktîkên taybet ketin dewrê. Lê bi giştî qanûnên şer ên derbasdar û şêwazên sepandina şer berdewam kirin; li wir stratejî an taktîkeke taybet nehate pêkanîn. Ew di şêwaza sepandina taktîkên berê li dijî hêzên şoreşger û sosyalîst ên wek dijber hatibûn diyarkirin û li dijî kedkaran de konkret bû. Di vê wateyê de rêxistinên îstîxbaratê pir berbelav bûn, xebatên dij-îstîxbaratê zêde bûn û yekîneyên şopandina taybet hatin avakirin. Di nava rêkûpêka avahiya leşkerî û polîsî ya giştî de, komên ku bi taybetî hatibûn perwerdekirin û amadekirin hatin avakirin. Digel vê, qanûn û rêzikên taybet hatin derxistin. Ji bo pêşiya têkoşîna civakî were girtin û bertekên ku di civakê de tûj dibûn hinekî paşde bên kişandin, “hin siyasetên nerm ketin dewrê”; yanî wek xistina siyaseta şekir li şûna şûrê. Ev tedbîrên ku li dijî têkoşînên civakî yên pêşketî hatin pêşxistin an pîvanên ku hêzên serdest girtin bûn. Lê ev jî wek şerê taybet nehatin nirxandin; wek parçeyên operasyona tepeserkirinê hatin dîtin û di çarçoveya qanûnên şerê giştî de hatin girtin. Lê şerê taybet ê piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn hat xistin meriyetê, pîvanên stratejîk, berfireh û taktîkî yên cûdatir hebûn. Ew şêwaza ku şer li dijî hêzên derveyî pergalê girtî vedibêje. Di nav şer de hêzên nav pergalê bi hev re şer dikin û hêzên desthilatdar di nav xwe de dikevin pevçûnê. Ji xwe şerên herî mezin li ser vê bingehê tên jiyîn; di dîrokê de jî wiha bûye û dema sedsala 20’an hat jî wiha bû. Şerê taybet ê li vir li dijî têkoşînên civakî û neteweyî yên ku hêzên desthilatdar wan ji xwe re metirsî dibînin, tê meşandin. Li gorî wê dijmin pênase dikin, ji wan pênaseyan digihîjin hin encaman û li gorî wan encaman rê û rêbazên ku wê bên şopandin diyar dikin. Şerê taybet, danîna wan rê û rêbazan li ser arasteyekê û girtina wan wek stratejiyekê vedibêje. Sedema ku li vir piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn derdikeve pêş, ew e ku bi Şerê Cîhanê yê Duyemîn re di rastiya cîhanê ya heta wê demê de faktorên cuda derketin holê. Ev faktor çi ne?
1- Di pergala modernîteya kapîtalîst de DYA, yanî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, wek hêzeke pêşketî derdikeve pêş. Berî wê Brîtanya derketibû pêş. Fransa jî xwedî cihê xwe yê diyar bû. Dewletên wek Almanya û Japonya jî hebûn ku dixwestin derkevin pêş. Ew piştî Şerên Cîhanê yên Yekemîn û Duyemîn têk çûn, qadên bandora wan hatin tengkirin û ji aliyê aborî, siyasî û civakî ve zirarên mezin dîtin.
Di Şerê Cîhanê yê Duyemîn de ji dewletên emperyalîst ên kevn Brîtanya û Fransa li ser piyan man. Bi rastî rewşa Fransa jî xerab bû. Brîtanya li ser piyan ma, lê rewşa wê jî xerab bû. Li gorî çi xerab bû? Li gorî Amerîkayê. Piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn Fransa ket bin kontrola Almanyayê. Heta desthilatdarî jî li gorî faşîzma Alman hatibû diyarkirin. Di heman demê de şerê navxweyî dijî; rastiyeke Fransa ya wiha hebû. Brîtanya jî di şer de zirarên aborî yên giran dîtibû. Ew li ser piyan mabûn, lê taybetmendiya wan ev bû. Di nav dewletên emperyalîst de Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê yên herî kêm zirar dîtin û herî kêm westiyan. Ji vî aliyî ve DYA di nav pergala emperyalîst de wek dewleteke pêşeng derket. Brîtanya jî rê da wê, ji ber ku ev li berjewendiya Brîtanyayê bû. Ev yek di ji nû ve avakirina pergala navneteweyî de, bi taybetî Şerê Cîhanê yê Duyemîn û piştî wê ji pêvajoyên berê hinekî cuda dike. Cudahiyeke din jî ev e: Di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de Şoreşa Cotmehê pêk hatibû û li hember pergala kapîtalîst xwe wek hêzeke cuda îfade kiribû. Lê piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn, li kêleka Yekîtiya Sovyetê gelek dewlet ava bûn. Li welatên Ewropaya Rojhilat demokrasiyên gel ava bûn. Li Rojhilata Dûr şoreş pêş ketin, li cih û erdnîgariyên cuda yên cîhanê têkoşîn pêş ketin. Hemû van li hember pergala kapîtalîst avahiyeke pergalî ya cuda çêkirin. Hem guherîna rolê di nav pergala kapîtalîst de, hem jî hebûna tevgerên sosyalîst li hember pergala kapîtalîst û rêxistinkirina wan wek pergalekê, sedemên herî sereke yên xistina şerê taybet di meriyetê de wek stratejiyekê derdixin holê. Dema em dibêjin paşxaneya şerê taybet, divê ev pîvana siyasî û leşkerî bêguman were dîtin. Di nav wê pîvana leşkerî û siyasî de jî şêwaza pêkanîna şerê taybet heye. Ji ber ku hebûna tevgerên sosyalîst ên giştî yên li hember pergala kapîtalîst, armanca şerê taybet e. Ew çi ne?
1- Hebûna welatên sosyalîst. Ev jî armanca şerê taybet e.
2- Tevgerên çînî yên pêşketî hene.
3- Li dijî şer û alîgirê aşitiyê raya giştî ya demokratîk û bihêz pêş dikeve.
4- Di koloniyan de têkoşînên rizgariya neteweyî pêş dikevin.
DÊ BERDEWAM BIKE.
