Wê rojê dilê min bi çavê min re bibûn alîkar ji bo ez şahiya wê bibînim. Dibe ku para hevalên şehîd, xwezayê, hevalên ez bi wan re bûm û hevalên ku ez wan bibînim tê de hebe, lê ya girîng wê rojê nîgarvanê jiyanê hestên min bûn. Ez hevala Nûpelda û hevalê Baran me ava Keşane û daristanên wê şopandin û me berê xwe da goristana ku heval nû çêdikin.
Em gihîştin pira Sor ya ku hevalan nû çêkiriye, navê wê PİRA SOR e, bi rengê sor hatibû xemlandin û diyar bû ku heval gelekî ked dane heyanî ku ew pir çêkirin e. Ev cara yekem e pir li dola Keşane tê çêkirin ew jî hevalan çêkiriye. Me pir derbas kir, tenê hevalê xwarinpêj diyarbû hevalên dîtir jî hemû çûbûn ser kar. Hîna em bi wî hevalî re daxivin kêvroşk li ber çavên me ketin. Du kêvroşkên gelekî şêrîn bûn, bi dîtina wan kêvroşkan re min texmîn kir ku kevok jî hebin, ji ber hevalê Kadir Wan li goristana nû dixebite û ez dizanim ew li kûderê be kevokan xwedî dike û gelekî ji wan hezdike. Ez di texmînê xwe de neşaş bûm, hevalan bi bilokan ciyekî gelekî cindî ji kevokan re çêkiribûn. Refkê wan hebûn û di hundir de bûn. Piştî ku me wêne û dîmenên kevokan kişandin, me berê xwe da ciyê ku heval li wêderê dixebitîn. Em çawa nêzî ciyê goristana nûbûn, du welatparêzên Wargeha Şehîd Rûstem li ber çavên me ketin. Dîwar çêdikirin û em çawa dîtin dev ji karê xwe berdan û hatin silav dane me. Piştî wê heval jî yek bi yek hatin silav dane me, gotina ku di jiyana min de hêzdide min û çavkaniya moralê min e “HEVAL” bi dilekî şad min pêşwazîkir. Min hinek heval nasnekirin, lê belê wexta ji min re gotin “tu bi xêrhatî heval û rewşa te çawa ye,” bes bû ku ez bi wan re suhbet bikim. Ciyê Goristanê gelekî fireh bû û dihate fêmkirin ku projeyên hevala mezin e. Du hevalên ciwan çûn ji me û ji hevalên dixebitin re çayê bîn in. Hevalan navber dane xebatê xwe û em hemû bi hev re rûniştin û suhbet kir. Hevalê Hacî yê ku di zemanê berê de milîstî ji rêxistinê re kiriye bi israra hevalan ji me re dengbêjiyek got.
Xizmetkirina goristanê, yan jî di goristanê de xebitîn moralekî mezin dide hevalan. Her hevalekî/e ku ked di goristanê de dide bi wate nêzdibe û di giraniya nirxê goristana şehîdan de ne, ji roniya çavê wan, ji rûkeniya riwê wan ev yek diyar bû. Bi taybet wexta min dît ku ew qasî bi kêf dixebitin ez gelekî bandor bûm. Hevalên milîs ji Wargeha Şehîd Rûstem hatibûn ji hevalan hostatî dikirin û bi wan re dixebitîn. Dibe ku gelek hevalên şehîd ên cenazeyê wan li erazî ye, ew milîs nasbikin. Şopê kedê wan jî di vê xakê de gelekî heye û wexta bi hevalan re dixebitin xwedî li hevalên şehîd û li keda xwe derdikev in. Bi hevalan û bi wan milîsan re suhbet kirin gelekî li xweşiya me çû. Piştî ku destbi karê xwe kirin em vegeriyan ser Pira Sor. Hevalê Kadir ê ku ev şeş sal e xizmeta goristanê dike hate pêşiya me û em bi hev re çûn ser pirê. Qazên ku hevalê Kadir xwedîdike ber çavê me ketin. Wan qazan di nava avê de aza avjênî dikirin, mirov ji temaşekirina wan qazan têrnedibû. Bi taybet hevala Nûpelda dixwest bi dayîna nan şivantî ji wan re bike, lê zêde bikêrî şivantiya qazan nehat.
Me xatirê xwe ji hevalan xwest û em birêketin, di kêliyên xatir xwestine de, hîsekî balkêş ez dorpêçkirim; ya rastî ez gelekî kêfxweş bûm ji ber wê heval cenazeyê hevalên ku salên berê şehîd ketine wê bînin goristanê.
Medya SÎDAR