RÊBERÊ MIN; Di destpêka naskirina min ji gotina hevaltî re, deriyê dilê min ji fêmkirina rastiya te re vebû. Li gorî tîpên ez fêrbibûm, ger tu destê xwe hildê û bêje “Bijî Rêber APO” tu Apocî ye. Di Newrozan de, di merasîmên cenazeyên hevalên şehîd de ew gotin bi lêvkirin, baweriyekî mezin dida min. Dibe ku di gotin de, yan jî di ziman de min nikarîbû ez hinek hestên xwe bi lêvbikim, lê navê te anîne ser ziman mîna her mirovekî oldar wexta îbadet dike û ew îbadet wî aram dike, di lêvkirina navê te de jî min ew aramî hîsdikir. Rastiya te mîna zuhreyan diberiqe, bi qasî volkanan dikele, ji agir zêdetir gur e, ji deryayan kûrtir e, mîna xakê dewlemend e, rastiya te; hewaya nefes dide û ava ku li ser tê jiyîn. Ketina dûnya xakê, avê, hewayê û agir gelekî zehmet e, lê belê naskirina te hîn zortir e, ji ber tu nûnerê her çar çavkaniyê jiyanê ye.
HER HESRETA MIN EW BÛ EZ ROJEKÊ WE BIBÎNIM
Fikar û hesreta we dîtin, di kesayeta hevalên şehîd mîna hevalê Nezîr, Xebat û gelek kadroyên min wan nasdikir de, pêşket. Nêzîkatiyên wan ji jiyanê re, ji mirovan re û ji bûyeran re bala min dikişand. Bi mêjiyê xwe yê zaroktiyê tenê min dikarîbû ez bêjim heval ne mîna mirovên dîtirin, dilê wan bi rehme, dikarin wate bidin mirov û pêwîndiya te ji wan dixwest dibe ku te ji bav û dayîka xwe nedixwest. Girêdana wan bi Rêbertî re hertim mereqa dîtina we di dilê min de zêde dikir. Lê belê çavkaniya mereq û hesreta min ya we dîtin ji jîrkatiya pergala desthilatdar dihat. Pergala desthilatdar jî rastiya mirovên şoreşger mîna xeyalekî bi te dide naskirin. Gihîştina wan mirovan, mîna wan jiyankirin nemumkine, tenê tuyê ji dûrve heyrana wan be û tu nikare kesayeta wan lêkolîn bike. Nêzîkatiyên min ji kesayeta we re weha bû. Temenê min biçûk bû, min we nedît, bû hesret di dilê min de, lê ne hesreteke bi mentiqê pergalê xemilî ye, hesreta ku min dixwest ez bi çavê xwe nêzîkatiyên we ji jiyanê û ji mirovan re bibînim. Ez mereq dikim hûn çawa xwe perwerde dikin, ji bo pergal, bûyer, diyarde, mirov, xweza û her tişt bandor li ser we neke û hûn bê îrade nemînin, hûn çawa xwe perwerde dikin. Sîme û dibe yek gotina mirovekî/ê bandor li ser min bike, ez hertim li hemberî nêzîkatiyên ku ez navê xerabiyê li wan dikim, xwe diparêz im. Berteka min li hemberî gotin û nêzîkatiyên li xweşiya min neçûne derketine pêş, lê belê gotinên ku li xweşiya min çûne û min xeteriya wan hîsnekiriye, li xweşiya min çûne û ez li hemberî wan bê îrade mam e. Ev yek ji bo mirovan jî girîng e. Mirovên li gorî min ziyan didin jiyanê û kesayeta min, min xwe li hemberî wan parastiye û min nepejirandine, lê belê mirovên ez ji wan hezdikim, dibe ku min her tiştekî wan pejirandiye û ez li hemberî wan bê îrade mame. Rêberê min ev kesayeta min dibe asteng ku ez rastiya we nasnekim.
Her rojek, heyvek û saleke min di hundirê vê şoreşê de jiyankir, min ji xwe dipirsî gelo rastiya Rêbertî çiye? Gelo jiyan e, şehîdin, hevaltî ye yan jî li hemberî dijmin têkoşînkirin e, yan jî hemû bi hev re dayîne meşandine ye. Ne zanebûn û ne jî tecrûbeyên min têrê dike ku ez hemû tiştên min dane pey hevdû ez têxim piratîkê de. Kêmekî jî be min fêmkir divê însan li hemberî xwe têkoşîn bike. Tu çi qasî li hemberî xwe têkoşîn bike, tuyê ew qasî rast bijî. Encama ez gihîştime kesayeta te ji her tiştî zêdetir li hemberî te xeter e û li pêşiya pêşketina te dibe asteng, ji ber vê yekê divê tu hertim li hemberî kesayeta xwe, xwe biparêz e.
Medya SÎDAR