Navê kod: Adil Amed
Nav û paşnav: Ramazan Aybî
Cih û dîroka ji dayîkbûnê: 1972
Cih û dîroka tevlîbûnê: 1987 CUDÎ
Cih û dîroka şehadetê: 4 Kanûn 2007 Gabar
Ji temenê xwe yê 35, 21 salê wî bi gerîlatiyê ve derbas kiriye, bi yek peyvê ve dildarê gerîlatiyê, viyandarê çiyayên Kurdistanê bû rêheval Adil. Ji têkoşîna ku 14 salî bû tevlê bû, incax şehadeta ku piştî 21 salan hat ew veqetand. Ew di lûtkeya çiyayê Gabar de, di bedena xwe de dema azadiyê cemidand û bû nemir.
Rêheval Adil, li gundê Bîlîkan ê ku li qontarên çiyayê Cudî, ku li ser çemê Hêzil sazbûye û hemû taybetmendiyên civaka dayîksalarî pir zindî dihewîne ji dayîk bûye, Kurdekî rast ê çiyayî li vir mezin bûye ye. Wî gûrûr, serhildêrî û rûmeta ji heybeta çiya girtî kiribû kesayetî. Wî ji xwe re taybetmendiyên Kurdên çiya ku li pey azadiya xwe dikelin, nêzîknebûna navendên şaristaniyan û neketina kefûdestan kiribû giyan. Lewra rêheval Adil wekî Cûdî bû,Cûdiyî bû.
Piştî tofanê Cûdî ji bo mirovahiyê cihê tovgirtinê , hêlîna şaristaniyê. Jiyan li wir ji nû ve destpêkiriye û mirovahî li vir şîn bûye. Rêheval Adil, bi xwediyê hemû xwerû û cudabûnên ku çavên xwe bi Cûdî re vekirênê ve tevlî deryaya jiyanê bû. Di heybeta Cûdî de dilê xwe mezin kir.
Rastî, çend kes gihîştiye raza Cûdiyî bûyînê? Çend kes ewqas rast Cûdî jiyaye û hiskirî ye? Cûdiyî bûyîn…
Cûdiyî bûyîn bi zanîna hemû dîroka mirovahiyê yê ku hatiye veşartin ve wekhev bû. Cûdiyî bûyîn ji hemû razên dîrokê re şahîtbûyîn bi xwe bû. Cûdiyî bûyîn li sînorên şaristaniya baviksalarî çikyayî nemayîn, neketina bin bandara wê bû. Cûdiyî bûyîn berdevktiya nirxên mirovahiyê kirin, mîrasvanê civaka dayîksalarî bûyîn, bi nirxên demokratîk a çîna ku di taldeya (kuytu) çiyan de bejn daye ve teşe girtin bû. Cûdiyî bûyîn şervanên xwerû, bi xîret, bi rûmeta civaka azad a ku bi xwezayê ve zikhev û bi dayîkê ve teşe girtî bûyîn bû. Ji lewra cewher, nirxên azadiyê, keda mirovahiyê xwe wisa di Cûdî de bi cih kiriye û diteyise ku, şensê bi van ve mezinbûyînê mirov digihîne raza rastiyê, rasteqînê. Ji ber vê ye mirovên vir ewqasî di ser azadiya xwe de dikelin û nêzikî navendên şaristaniyan nabin.
Wateya Cûdî ya ji bo mirovahiyê li aliyekî, ji bo Kurdan giringî û wateya wê pir cuda ye. Her serê sibê dayîkên Kurd berê xwe didin Cûdî, ji tava ku ji Cûdî hiltê re lawa dikin. Cûdî ji bo wan bavê hemû miradan e. Miradê mirov her çi be berê xwe dide Cûdî û dixwaze. Ji lewra miradê her kê/î çi hebe, ji bo ew mirad bi cih were Cûdî xwedî hêza pêwîst e. Cûdî ji kesên mirad digerin re hembêza xwe vedike, hêz dide, diparêze. Ruxmê karekterê wê yê rikdar, serhildê, asê Cûdî mekanê ji mirovan re mirad belav dike û rê nîşan dide ye. Ew kengê ku mirov ketin tengasiyê, yê ku direve hawara wan, li hember mirinê jiyan diafrîne, bi Azraîl re şer dike, bi sekna xwe ya li hember xwedayan ve erdnîgariya ku mirovan bilind dike ye. Dema mirovahî li ser rûyê cîhanê ti ciheke ku pêl bike û bijî nedît ê ku revî hawariya mirovahiyê û jê re bû cih war dayîka jin Cûdî ye. Û Cûdî çavkaniya dayîk a kevana zêrîn, a ku di dilê xwe de mirovahî afirandiye ye.
Vaye, Adil Bîlîka zarokê Cûdiya ku ji mirovahiyê re malzarok, jiyanê re çavkanî ye. Çîroka rêheval Adilê Cûdiyî çîroka temenê 35 salên xwe fedayê mirovahiyê, gelê Kurd û têkoşîna azadiyê kirinê ye. Ewqasî xwe feda kirina wî, pêşkeşkirina xizmeta azadiyê, gelê xwe, ji pêwîstiya karekterê cewherê û yapiya Cûdî ye. Wî jî wekî Cûdî xwe fedayê gelê xwe, mirovahiyê, jiyana azad kiriye, di wê oxirê de jiyaye û ji mirovahiyê re bûye mal. Wekî Cûdiyîkî rêheval Adil azadvanekî rast bû. Şoreşgerekî rast ê jiyana xwe fedayê parastina nirxên azadiyê kiribû.
Di têkoşîna azadiya Kurdistanê de di her wateyê de Botan diyarê serhildan, girêdan, fedakarî, hêlîna îsyanê ye. Cûdî wekî navenda Botanê bi Gabarê ve tevahî kela ku agirê azadiyê pêketiye ne. Cûdî û Gabar di şoreşa vejînê de kela berxwedanê ne. Agirê ku di van kelan de pêketiye hemû Kurdistan ronî kiriye, ji xewa koletiyê şiyar kiriye, dilên ku dagirkeriyê cemidandiye germ kiriye, maratona azadiyê daye destpêkirin.
Bi pêngava 15 ê Tebaxê ve têkoşîna gerîla ya ku bilind dibe, tam di nava atmosfera şoreşa vejînê de rêheval Adil teşe digire. Pêngava 15 Tebaxê, wekî Cûdiyiyekî heya şaneyên xwe his dike, hevparê heyecana wê dibe, dil û hişmendiyê wî kamil dibe.
Bi çalakiyên 15 ê Tebaxê ve dilê Kurdistanê li Botanê dîroka koletiyê, dagirkerî, zordarî, tade, bişaftinê tarûmar bû, jinên Kurdistanê, zarok, ciwan, zilam û kalûpîr ketine nava bextewariyeke mezin a ku ji xewa mirinê şiyarbûn û ji nû ve jidayîkbûne. Dengê cekên gerilayên Apocî yên di pêşevantiya rêheval Egîd de dibeziyan azadiyê, bi tilîliyên dayîkan ve beranberî dîtiye, jinên ciwan û xort bi dengên ku azadî-rizgarî diqîriyan ve dil û mêjiyên xwe sorkirine . Rêheval Adilê ku di wan rojan de Cûdiyekî ciwan e jî, bi dengên Egîdên ku azadî diqîrin ve, bi tilîliyên dayîkan ve bîrewariya polîtîk a welatperwer, lêdanên dil pêş dixîne.
Ji bo rêheval Adilê ku di hewa û xwezaya Cûdî ya azad de, xwe gihandiye kesayet, giyan, karekter; têgihiştina pêşevantiya Egîd, berê xwe dayîna rêya wî jixwe tiştê ku hertim li bendê bû, ji bo ketina nav amade bû, bi sed salan e bêrî dikir, ti derfetekî de di rastiya wê de şik nebîne, tek hilbijareya ku weke jiyan kifş bike ye. Ji lewra ew berdevkê kalûpîrên xwe yê Cûdiyî ku viyandarê azadiyê bûn, weke wan wî jî berê xwe nedayîna şaristanî û navendên bajarên wî de bi heter e. Ji bo mêtîngerî û dagirkeriya weke xewnereşekî li ser niştîman û çiyayên wî rûniştiye ji holê rabike, tevî ziman, xweza û çand azadkirina mirovên xwe û çiyan xwe derdê wî yê bingehîn, lêgerîna wî ya bingehîn e. Ji bo rêheval Adilê digot, hemû saziyên şaristaniyê, vîtrînê wê yê şaşaî, bi xizaniya biçûk dixîne ve dewlet-şehrê we bila ya we be, em çiya, xweza, welat, gundê xwe dixwazin, di pêşevantiya Egîd de gerîlayetî û hînkeriya wî ya Apogerî, ji bo kêliyekî be jî bêyî şik û lêpirsîn bike bûye rêya ku xwe avîtiyê. Temenê 21 sal ku di vê rêyê de bihuriye, sekn û piratîka têkoşînê, îspata çi qasî bi bawer, angaştdar, di asta evînê de viyandar û girêdayî ye. Ew birastî jî evîndarê felsefeya Apoyî û gerîlayetiya wî ya ku li pêşevantiya Egîd bû. Bi vê viyanê ve bênavber 21 sal gerîlayetî kir. Bi qasî kêliyekî be jî ji çiyan qut nebû û piştî 21 salan li Gabarê bi tevlêbûna axê ve evîna xwe zîvirand bextewariya ebedî, bêmirinî û hevdû dîtina bêdawî.
Adil Bîlîka di nava tevgera Apoyî ya rêxistina gerîla de yê pir tê nasîn, tê zanîn, ewlehî lê tê hiskirin, ji performansa wî ya leşkerî de tê behs kirin, ya herî girîng jî dema Botan tê gotin ji hevalên herî zêde tê bîran bû. Ew wekî fermandarekî gerîla her di eniya pêş de û di nava pratîkê de cih girt. Li ser gerîlayên bi tevger ji Cûdî ta Gabarê, ji Besta ta Gansayê, ji Herekol ta Şaxê yê dibeziya, çalakî li ser çalakiyan ê dikir, her kêlî tevgerîna dijmin ê dişopand, tektîkên ku derbe li wî bixe yê, diafrand û fermandarê ku çalakî li pêş dixist bû. Wî di ti derfetê de fermandariya xwe bi tenê ji bo rêvebirinê, berjêrî kordîneyê nekir, milîtanekî rast ê ku di nava piratîkê de her kêlî li pêş e, hemû dijwariyên xweza û derfetên şer yên Botanê yê ku bi hevalên xwe ve parve dike ye. Ji wî re di wateya rast de çalakvan, milîtanek pêşeng gotin pênaseya herî rast ê bibe. Fermandariya gerîla ya salan dibûhire û çar demsal li hemû qadên Botanê jiyan dîtiye, jixwe Botana ku niştîmanê wî yê dayîk e bi pratîka gerîlatiyê ve bihust bi bihust naskiriye, hiskiriye, bicih mejiyê xwe kiribû. Wisa ye ku rêheval Adil li Botanê dareke ku li bin siya wê rûneniştiye, zinareke ku derneketiye ser, kaniyeke ku ji ava wê venexwariye nîn e. Ji ber vê ye bêyî Botanê rêheval Adil nikare were behs kirin. Ger dev û zimanê xwezaya erdnîgariya Botanê hebûya pir eşkere ye ku wê herî baş wan behsa rêheval Adil bikirana. Behskirina wî her çendî em rêhevalê wî jî bibin yek jî ji ber vê ye ji me re ewqasî zor tê, peyvên herî rast, nedibiriqîn, xwerû jî mirov di nava hestê ku nikare behsa wî bike de dixeniqîne. Ji lewra divê mirov wî ji çiyayên, avên, hewayên, kevirên Botanê û ya herî girîng jî ji dilê, hisên, zimanê Cûdî binivîse.
Rêheval Adil du cara çuye qada Rêbertî, bixwe gihiştiye derfetê bi Rêbertî re mayînê, pratîk, kesatî, terzê xwe bi dahurandinên Rêbertî ve gihandiye pênaseyên azadvan, Apoyî û bi hêza ku ji van digre ve sekn û nasnameyek bîrdozîk digre û dibe şoreşgerek Apoyî. Girêdana wî ji Rêbertî re bi qasî ku ji bin pêvajoyên herî dijwar de rabibe mezin û ji dil bû. Ew şagirt, milîtan, û çalakvanê hînkariya Apoyî yê bibîryar, bêyîberanberî, xwerû bû. Mîsyona ku Rêbertî dabû û nirxê didayê ji aliyê wî ve teqez bi awayek rast tevlêbûn bingeh girtin, di fedakirina xwe de dudilî nejiyandin, bûye xeta ku bi fedayî tevlê dibe bixwe. Û ew wekî milîtanekî xetê, li demeke giregir ê wekî 21 sal di hînkariya Apoyî de bihurandiye de dirustî, girêdanî, fedakarî, milîtanî bicih kiriye ye. Wisa ku di hundirê vê dema mezin a 21 salan de xetayeke micid , kêmasî, pratîk, sekneke ku wî li ber Rêbertî û gel bide şermê nebûye. Birastî jî ew bi behskirineke herî sade, xwerû xwe fedakirineke bêberanberî, girêdaneke bi bîryar, xwediyê keda ku timûtim û bi pêşdixîne û bi dilnizmî jiyaye. Ti cudabûneke ku raye, mîsyon diafirînin, luksa jiyanê, di vî warî de hêviyên wî nebûne, di eniyên pêş de tevlêbûna pratîka şer ji xwe re kiriye sinc, şoreşgerekî rast ê bi çanda Apoyî PKK ê ve bijiyaye. Bi tenê ji pêwîstiya vê sincê serdema ARGK ê a bi 15 ê Tebaxê ve destpê dike na, ji serdema heyama pêşevantiya HPG ê a bi 1 ê Pûşberê ve destpê dike re jî li herî pêş bi milîtanî tevlê dibe. Fermandarê milîtan ê dema 15 ê Tebaxê, wekî fermandarê, milîtanê pêşeng ê 1 ê Pûşberê derbasî li dîrokî bûye. Pêvajoya pêngava 1 ê Pûşberê li Zagrosê daye destpê kirin, ji pişt re li eyaleta Botanê tevlêbûna xwe ya pêşeng berdewam kiriye. Rêheval Adil fermandarê pêşeng ê pêngava 1 ê Pûşberê ye. Û dê viha derbasî dîrokê bibe. Wekî temenekî pir biçûk di çardeh saliya xwe de tevlî gerîla bûye, bi piranî di derfetên şer ên dijwar de û timûtim di nava pratîkê de bijiya bû. Ruxmê vê xwediyê ferasetek ku girîngî dida pêşketina bîrdozî-felsefî, di teoriyê de lêhûrbûn, di astek mezin de li ser pêşketin û lêhûrbûna ramanî disekinî. Wekî encama vê ferasetê asta wî ya bîrdozî-teorî û bi vê ve girêdayî guncana (kapasîte) wî ya fikir, terzê nirxandinê li gor felsefeya ronîbûn a Apoyî sitriya bû û teşe girtibû. Lewra ew xwediyê azweriya ku di her qadê de pêşketinê ferz dike, serkeftinê bingeh digre bû. Azweriya pêşketinê û serkeftinê ya di wî de, ew ji rêzê nekiriye ta ji serî da qadên ku lê dimîne ew kiriye pêşeng, heta ji hin aliyên xwe ve navûdeng kiribû. Belê ew di heman demê de fermandarekî leşkerî yê binavûdeng bû. Navûdengiya wî, ji hunerên leşkerî, ji serwariya tektîk, ji çalakiyên ku deng dianî û ji qabîliyeta lêdan a derbeyên mezin li dijmin dida dihat. Ev rastiyeke bêyî pirole ye. Ew rêhevalê fermandarên mezin ê ku di dilê gelê me û tevgera me de text daniye rêheval Cumayê Bîlîkî, Şerîf Spertî, Hamza Cîzre, Rojhat Bîlezerî, Piling Erdal, Zelal, Agirî, Nûjîn û Kurtay bû. Bi wan re jiyabû û bi wan re hevpar berpirsyarî hilda bû. Wekî berdewamiya hemûyan, rêhevalên wan ê têkoşînê û berdevkê wan, rêheval Adil di bingeha girêdana ji wan re deh salên paşê bi milîtaniyeke serkeftî ve pêşwazî kiriye û di warên wan de bi wan re bi hatina ligel hev ve bûye nemir. Di vê wateyê de dikare were gotin ku ew girêdayî rêheval, bidilsozî, hevalekî dozê yê dilsoz, rêhevalê dil bû. Di felsefeya wî de tena hiştina rêhevalan, çewt ketin hîç cih hilneda û ji pêwîstiyên rêhevaltiyê re di şêwaza herî xwerû de, bi dilsoziya herî ji dil de girêdayî ma.
Rêheval Adil xwedî vejeneke têkoşînê ya qet nawesta, hevalekî hîperaktîf bû. Vejena di wî de bi evîn û viyana şoreşê ve di her derfet de bi rengê sînerjiyê de bû. Sal,derfet, dijwarî, îxanet, û neheqiyan ew nediwastand. Ew li oxira armancên ku bawer dikir, kelûcana, viyana, kêfxweşiya û xwediyê vejena vê ya têkoşînê ku timûtim ji xeta Rêbertî ya pê ewle hêşîn dibû bû. Birastî jî westandin nizanî bû. Di felsefeya wî de têrbûn, westandin tune bû. Her çiqas bike jî heya negihêje armancê weke sincî îqna bû ku kêm e û erdema herî mezin xebata di rêya xwe gihandina armancê de didît. Ev erdema jî îfadeya kesayeta wî ya herî giştî bû. Hêrs û tola wî ya ji dijmin re bêdawî bû, dahûrandinên lez û li hember ferasetên vê diparêze her dem helwesta wî zelal bû. Çareseriyeke bi rûmet, azadîker, vîna cewherî ji bo wî çareseriyek rast bû û li gorî wî rêya vê jî ji têkoşîna parastina rewa ya xwe dispêre hêza cewherî, û ji serhildanên gelên demokratîk derbas dibû. Ew bi vê baweriyê ve di bingeha xeta parastina rewa ya pêngava 1 ê Pûşberê de ji bo têkoşîna xwe bidomîne wekî berpirsyarê Gabarê berê xwe da Botanê.
Berê derbasî Botanê bibe hêzên ku wê derbas bibin bi motîvasyon moralekî mezin ve perwerde kir. Ji ber ku wê biçûya Botanê pir bextewar bû. Bi kelûcan û angaşta weha mezin ve dîsa bi ezmûn û komasiya mezin a leşkerî ve xwe gihandina Botanê li ser navê têkoşîna me, em hemû qanî bûn ku dê rê li ber serkeftinên mezin vebike. Rêheval Adil li Botanê be wê cudabûna Botanê bibe, baweriya, hêviya dê têkoşîn bilind bibe, ji aliyê her kesî/ê ve qaniya hevpar bû û wî bi vê bîrewariya berpirsyariya dîrokî ve berê xwe da Botanê.
Piratîka heval Adil a Botanê îspat kir ku ev ewle û bendewarî tam jî bicih bû. Lewra bi rêheval Adil ve giyana Botanê yê Egîd zindî bû.
Çalakiya li Gabarê ku di dawiya 2007 an de pêkhat, pêkhatina derbeyeke, tektîkeke Egîdanî ya di rêheval Adil de bû. Hukumeta şerê taybet a Tirk, bi hildana piştgiriya , DYA, Îsraîl û NY ve konsepta îmha ya rêxistinkirî bi çalakiya Gabarê ya di pêşevantiya rêheval Adil de pêş ket derbeyeke mezin xwar. Rêheval Adil, bi tektîk û derbeya xeta Egîd ve di kêliyekî ku şerê taybet qet hêvî nedikir de li dilê wan xist û li pêşiya pêvajoya diçe Oramarê, berxwedana Zapê vekir.
Belê rêheval Adil, berêxwedayîna Botanê wekî serheva hemû meşên wî yên din bi heybet bû. Li ser navê gelê me û tevgera me te îmza avêt serkeftinên bi heybet. Em dizanin behskirina te, bi hemû rastî û bi hemû kirinên te ve behskirina te, nivîsandina te wekî nepêkan e. Ji vê re ne gencîneya peyvên me û ne jî rûpel têrê dikin. Lê ya eşkere ev e ku te birûmet jiya, serkeftî jiya, rêkûpêk jiya. Bi sedan sal bicihî 21 salê xwe kir. Te bi Botanê ve çavên xwe li cîhanê vekir û piştî 35 sal bi yekbûyîna Botanê ve ebedî bûyî. Tek îfadeya girêdana di me de ya ji te re, te bi xeyalên te ve, bi bîranîn te ve, bi keserên te ve dayîna jiyankirin û bi teqez dahatûyên azad ê gelê me û Rêberê me azad bibe afirandin e. Wekî hevalên te yê têkoşînê û berdevkên te, têkoşîna me ya di vê oxirê de bi bilindkirinê ve domandin û soza bi teqez em ê xwe bigihînin serkeftinê didin.
Çîcek Diderî, Ferîde Alkan