Herçiqasî vegotina rêwîtiya ber bi qada Botanê û anîna wê li ser ziman gelekî zor be jî, lê ez dixwazim bi van bîranînên ku me bi hev re li qada Botanê û bi taybet jî li herema Cûdî jiyankirirîn careke din bi bîrbînim û wan zindî bikim. Rêwîtiya min ber bi Botanê ve di destpêka 2004'an de bû, mîna ku tê zanîn sala 2004'an saleke pir giring bû û bêvejoyeke giring û dijwar bû di dîroka bizava PKK'ê de. Ji ber ku hem di hindirê tevgerê de û hem jî ji derveyî tevgerê ve êrîşên pir bi çav tarî û bêbextiyên mezin li ser tevgerê dihatin pîlankirin û ev pîlan bi dijwarî diketin meriyetê de. Di wan salan de û bi rêwîtiyeke saxlem xwe gihandina qada Botanê û meşandina kar û xebatê li wan qadan dibû çavkaniya coş û arîşenê ji bo hemû hevalên ku cihê xwe di nava wan yekîneyan de digirtin. Ji ber ku tevgera PKK'ê bi êrîşên bê navber rû bi rû dima û hemû êrîşên heyî jî di bingehê xwe de bîrdoziya bizavê ji xwe re dikirin armenc û dixwestin ku tevgerê tesfiyebikin.
Li beramberî van hemû êrîşên tesfiyekar yên ku li hemberî tevgerê dihatin meşandin, rêwîtiya me berû Botanê bi serê xwe dihate wateya valederxistina hemû pîlanê tesviyekaran û asta biryarbûn û girêdana bi bîrdozî û felsefeya Rêber APO û tevgerê ve. Ev rêwîtiya min a duyemîn bû ku ez tê de berê xwe didime qadên bakur. Rêwîtiya min a yekemîn di sala 1999'an berû qada Amedê bû, lê ji ber biryara vekişandina gerîla ya di 2 Tebaxa 1999'an a ku ji milê bizavê ve hatî girtin, ev rêwîtiya min di nîvî de ma. Ji ber vê yekê min di jiyana gerîla de her tim dixwest ku ez vê hêviya xwe ya ku di nîvî de mayî pêkbînim, li gorî vê yekê hemû hewildan û hêviyên min ew bû ku ez vê rêwîtiya xwe ya ku nîvço mayî bighînim serî.
Qada Botanê qadeke ku bi ked û xwîna hezarê şehîdan hatiye sitirandin, ji ber vê yekê ew axekî gelekî pîroz e û mîna hemû qadên Kurdistanê, qada Botanê jî wateyekî xwe ya giritn û cuda heye, ji ber ku ew cih û warê egîd û mêrxasan e. Li gorî vê yekê mîna meşvaneke azadiyê li ser rêya rojê dimeşin û berê xwe dana van xakên pîroz, bi serê xwe ji bona me şens û şanaziyeke gelekî mezin e. Ji ber vê yekê xwe gihandina qada egîdan ji bona min mîna xewin û xeyalekî bû, ew warên pîroz yên ku têde guleya yekemîn li hemberî dijmin hatiyî teqandin û yekemîn çalakiya gerîla û bi serkeftî hatiye pêşxistin. Ango pêngava 15 Tebaxê ya ku fermandarê mezin û efsanewî rêheval Egîd di sala 1984'an de li herema Gabarê lidarxistî û di encamê de serkeftineke mezin pêkanî û tirs û xofeke mezin kire dilê dijmin de.
Raste xwe gihandina qada Botanê serkeftineke herî mezin e, lê ji ber ku ev rêwîtî hîn bi wate be û serkeftinê bi xwe re bîne, pêwîst e ku di her warî de tevger û tevlîbûna kar û xebatê bi biryar û israreke mezin were çêkirin.
Di dema rêwîtiyê de ez dikarim bibêjim ku coş û heyecana hemû hevalan di astake pir bilind de bû. Ji ber ku dema hevalan navê me xwendin û hate belîkirin ku em ê derbasî qada Botanê dibin, hemû hevalan bi kêf û şadî ji bona xwe gihandina wan waran hazir û amede kirin. Ji ber ku xwe gihandina qada Botanê û hemû qadên bakur ji bona hemû hevalan mîna xewnekî bû û ev yek nedibû şensê her kesî. Yekîneya me jî desteyek hevalên jin bû û desteyek jî hevalê zilambûn. Piştî vekşandina gerîla di sala 1999'an, di sala 2003'an de yekîneyek hevalên zilam derbasî qada Botanê bibûn, lê ji sala 1998'an û vir ve ev cara yekemîn bû ku yekîneyek hevalên jin berê xwe dide qada Botanê û bi taybet jî qada Cûdî, ji ber vê yekê ev yek ji bona me hevalê jin cihekî xwe yê cuda hebû, coş û heyecana hemû hevalan li gorî vê yekê bû. Ji milekî din ve zivirandina me berû wan warên pîroz û çekên me di destê me de û ji bona azadiyê ketina rê pir wata xwe ji bona me cudabû.
Rehber û rênasê me jî ew hevalên ku bi salabûn cihê xwe li wê heremê digrin bû, yek ji wan hevalên ku bi salan cihê xwe li qada Cûdî digirtin jî hevalê Mehmed Salih bû. Ji ber wê ew î hevalî ji hemû kesî bêtir erdîngarî û xwezaya Cûdî nasdikir, ji bona wê ew heval pir bi me re alîkariyeke mezin kir û her tiştê girêdayî erdîngarî û xwezaya Cûdî bi me da naskirin. Gav bi gav û roj bi roj hîn bêtir naskirina me ji herema Cûdî re çêdibû û her ku naskirina me ji herema Cûdî re çêdibû, hîn bêtir heskirin û biryara karkirinê li cem me pêşdiket. Ji ber vê yekê xwestek tenê têrê nake û li gorî vê yekê pêwîst e ku ew xwestek bibe hêza jiyanê û di her wextê de ew jiyankirin were çêkirin û di kesayetê de pêşengtiya wê were kirin.
Cûdî bi xwe mîna evsaneyekî ye, ji ber ku mirov bibe şervanê Cûdî jî ev yek ne ewqas hesan e, ji ber ku bi Cûrî re bûyina yek mîna sirekî ye û ger ku tu vê sirê nasbike, wê demê tê bi hesanî bikaribe bi Cûdî re bibe yek. Li gorî vê yekê pêwîst e ku tu dunyaya wê ya ku bi siran hatiye hûnandin nasbike û wan şîrovebike û zimanê wê têbighêje. Ji ber dibe ku tu mîna gerîlayekî li serê van ciyan şer û tekoşînê dide meşandin, lê ger ku tu vê yekê bi kûrahî nasneke û hîs neke û yekbûnekî nede avakirin. Ev yek li ser meşa te di nava tevgerê de jî bandora xwe dike.
Her dema ku tu dikeve nava xwezaya Cûdî de û tu sirekî ji sirên Cûdî ji hev derdixîne, sirekî din li bêşya te derdikeve, lê mîna cîhaneke fireh û kûr hemû sirên wê bi hev re girêdayî ne. Ji milekî din ve jî herema Cûdî dikeve di navbera bajarê Şirnex, Silopî û Cizîrê de, cidayê wê gelek rexên başurê rojava jî û heyanî çavê mirov dibîne, ji çiyayê Cûdî xuyadike. Li gorî xweşkbûna Cûdî gelê wê jî bi kedkarî û welatperweriya xwe tê naskirin. Hemû gundên li derdorê Cûdî ji milê dijmin ve hatine şewitandin û valekirin, lê dema ku mirov wan gundana bi çavê serê xwe dibîne, mirov gelekî ji ber ked û xebata ku gelê wê deverê dayî meşandin matmayî dimîne, ji ber ku li her derî darên fêkiyan hatine çandin. Di vî warî de dema ku mirov derbasî wan gundan dibe û jiyana wan gundan a ku bi rengekî kom bi hevre dimeşiya baş dibîne, ji ber ku hemû malbat bi hev re dixebitîn û bi hev re jiyaneke hevpar didane meşandin û mirov tu ferq û cudabûn di nava wan de nedidît. Lê dijmin di sala 1992'an û şûn de dest bi şewtandina van gundan kir, ji bona ku gel û gerîla ji hev qutbike û nehêle ku gelê Kurd cihê xwe li cem gerîla bigre û xwedî li dîrok û şoreşa xwe ya azadiyê derbikeve.
Li gorî vê yekê mirov nikare rastiya Cûdî bi gotin û nivîsan bide ravekirin, ji ber ku ancex mirov li Cûdî jiyanbike heyanî ku mirov Cûdî nasbike. Her hevalê ku li Cûdî mayî ji ber xweşikbûn û bedewbûna Cûdî gele pê ve hatiye girêdan û nexwstiye ku jê veqete. Cihê Cûdî di dilê her hevalekî ku li Cûdî jiyankirî ye heye û bi evsane û destanê wê re bûye yek. Her tiştê ku di nava Cûdî de mirovan bandor dike, ji xweşikbûn, bedewbûn û mîrateyên wê yên ku nayên jimartin, ji milekî din ve jî cihê ku her hevalekî şehîd û pakrewanên azadiyê li ser bedena Cûdî hiştî û li ser rûpelên jiyanê nav û cihê xwe xêzkirî jî bi rengekî baştir vê rastiyê radixîne ber çavan. Ji ber vê dema mirov hemû tiştên ku Cûdî di nava bedena xwe de dihewîne dinirxîne û di ber çavê xwe re dibe û tîne, wê gavê rastiya Cûdî ji milê me ve baştir tê naskirin.
Di nava erdîngariya wê de jî tişta herî ku bala mirovan dikşîne, ew parestgehê wê yên xwezayîne, mîna şikeft, konçalên wê yên ku dirêjdibin û mîna cîhaneke cuda ji mirovan re têne xuyakirin. Di hindirê gelek şikeftên wê de av jî peydadibe. Gelê herema Cûdî jî piraniya xwe Asûrîne û di dama şer û pevçûnan de xwe di hindirê wan şikeftan de parastine. Li gundê Bilika şikefta Fileha, ew şikeft pir ji demeke dirêj ve tê bikaranîn û mirov çiqas di hindirê şikeftê de diçe, lê mirov nagihêje dawiya wê. Di hindirê şikeftêde jî av heye, herçiqasî dijmin xwestiye ku di hindirê wê şikeftê de hevalan û gel têxîne zoriyê de, lê hem hevalan û hem jî gel gelek caran xwe di hindirê wê şikeftê de parastine bê ku teknîka dijmin bandora xwe li ser wan bike. Herçiqasî ku ew şikeft ji milê dijmin ve tê naskirin jî lê hem ji milê xwezayî ve û hem ji milê parastinê ve jî ew şikeft xwedî cihekî giring e.
Qada Cûdî ji sê hereman pêk tê, ew herem jî ev in; Bilika, navser û girê Hirmo. Herema Bilika jî hemû daristan, geliyê kûr û ji wan avên mezin ên ku di wan geliyan de diherikin mîna çemê Hêzil, çemê Hêzil jî bi sûlavên xwe û ava xwe ya cemidî tê naskirin û dema ku mirov divexwe dilê mirovan geşdibe. Li wê heremê kêla berxwedanê heye, di sala 1998'an de 12 heval li wêderê bi berxwedaniyeke mezin şehîd ketine. Ji wê rojê û heyanî roja meya îro hevalan navê wê kêlê kirine kêla berxwedanê. Cihekî din jî heye ew jî dikeve di navbera navsera Cûdî û Bilikan de. Li gorî ku tê gotin; dema pêxember Nûh xwestiye ku gemiya xwe li wêderê bi cî bike, lê Zêrînker pêşwaziya wî kirîye û gotiye navsera min têra gemiya te nake. Ji ber vê yekê û ji ber ku Zêrînker cihekî tengbûye, nebî Nûh gotiye; tu weke zêrî lê cihê gemiya min li cem te nîne. Ji ber ku Zêrînker pêşwaziya nebî Nûh kirî ye ji ber vê yekê nebî Nûh gelek şad bûye, li gorî ku tê gotin; Zêrînker navê xwe ji vê yekê digre.
Cihê siyemîn jî navsera Cûdî ye, ew jî bi deriyê xwe tê naskirin, ji ber ku ji derveyî wan deriyan zore ku mirov xwe bighîne navsera Cûdî. Henek jê deriyên asêne tenê mirov bi peyade dikarin têre derbasbibin, weke din deriyên ku dewar bi rehetî dikarin têre derbasbibin jî hene. Ew deriyên biçûk jî tenê pezkoviyên Cûdî şervanê azadiyê dikarin têre derbasbibin. Her deriyek jî kaniyeke xwe heye, ew hemû derî jî dikevin beramberî bajarên mîna Şirnex, Silopî û Cizîrê. Li gorî vê yekê û ji ber sedemên awlekarî, gerîla bi şev li wan deveran tevger dike. Gelek ji wan kaniyan xwezayî ne û henek ji wan jî kaniyên ava berfêne. Li navsera Cûdî jî gelek kunçalên berfê hene, gelek ji wan xwezayî ne dema ku berf di demsala zivistanê de dibare di wan de kom dibe, henek ji wan jî dema ku berf dibariya me berf li wan çalan de ji bona havînê komdikir. Ew kunçalên berfê jî ji ber ku gelek kûrin, her kesî nedikarî xwe berde hindirê wan û berfê derbixîne, lê hevalên ku bi salan cihê xwe li Cûdî digirtin û bi xwezaya Cûdî re bûbûn yek, bê tirs xwe bi rengekî serbest diberdane binê wan çalên berfê.
Gelek gund li derdorê Cûdî hene, ji wan gundan Gundikremo, Sipîndarok, Hesena, Nerex û Nava nêr. Gundên nêzîkî Cûdî ev in, lê ev hemû gund jî ji milê dijmin ve hatine valekirin û şewitandin. Lê dema ku mirov derbasî wan gundan dib, mirov bi rengekî hîn baştir wê ked û xwîdana ku gelê wan deveran di ber çêkirin û çandina dar û bexçeyên wan gundan de dibîne. Weke din ciyayê Cûdî dikeve beramberî çiyayê Gabarê û dema ku mirov li çiyayê Cûdî û Herekol temaşe dike, ji mirovan re tê xuyakirin mîna ku herdû çiya ji hev re meydanê dixwînin, ji be ku herdû dikevin beramberî hev û li hev temaşedikin.
Li navsera Cûdî jî cihên mîna Sefîn, lawikê Xerîb. Mîna ku tê gotin lawikê Xerîb dixwaze ku xwe bighîne navsera çiyayê Cûdî, ew heft salan dimeşe û li gorî ku dibêjin ji Cizîra Botan ketiye rê û berê xwe daye çiyayê Cûdî, piştî heft salan nêzî cihê sefîna Nûh dibe û 15 xolek mane ku ew xwe bighîne navsera Cûdî. Di wê navberê de deveha wî ji taqet dikeve û li wêderê dimire, piştî wê lawikê Xerîb meşa xwe bi lingan didomîne û di navbera wî û cihê sevînê de sirtek dimîne ku ew xwe bighîne cihê sefînê. Amaca wî xwe gihihandina sevînê ye, lê li gorî ku dibêjin şeytan dikeve pêşiya wî û wî dixapîne, ji ber ku ew jêre dibêje; ji bona ku tu xwe bighîne cihê sefîna Nûh pêwîst e ku tu heft salên din jî bimeşî. Ji ber ku Lawikê Xerîb ji taqet ketibû, ji xwedayê xwe dixwaze ku rihê wî li wêderê bigre, yezdanê dilovan jî duayê wî qebûldike û ew li wê derê dimre. Dibe ku Lawikê Xerîb negihiştibe armanca xwe lê yê ku di nava tekoşîna azadiyê de ne, ango lawikê agir û rojê gerîlayên azadiyê, wê şopa Lawikê Xerîb bigrin û hêviyên wê yên ku di nîvî de mayî temambikin. Ew cihê ku Lawikê Xerîb lê jiyana xwe ji dest dayî mîna cihekî pîroz tê naskirin û ji milê her kesî ve tê ziyaretkirin.
Li ber serê Lawikê Xerîb jî darek şînhatiye, her kesê ku tê ziyareta lawikê Xerîb parçek paç bi darê ve dike û di hindirê xwe de daxwazeke xwe digre û hêvî dike ku ew daxwaza wî/wê pêkwere. Gelek gerîla jî ji beriya ku şehîd bikevin, di nava daxwazên xwe de ji hevalên xwe yê tekoşînê re mîna wesiyetikî dane xuyakirin ku dema şehîd ketin cenazê wan li rex Lawikê Xerîb were definkirin, ji ber ku Lawikê Xerîb bi tena xwe nemîne. Ji van hevalên ji beriya ku şehîd bikevin û wesiyeta wan ew bû ku li rex Lawikê Xerîb werin definkirin, hevalê Devrim, Çekdar, Coma Bilikî û Hogir bûn, ji ber vê yekê kîjan heval dema ku berê wî dikeve wê deverê diçe ziyareta Lawikê Xerîb û wan hevalên şehîd yên ku li wê derê hatine definkirin. Weke din hevalê Zefer yê ku bi eslê xwe ji gundê gundik Remo yê girêdayî Cûdî bû û ji ber heskirina wî ya bê sînor ji Cûdî re, ji ber vê Cûdî jî ji wî hevalî hesdikir. Ji ber ku gundê wan jî dikete nava xwezaya Cûdî de û ew mîna zarokekî Cûdî bû û pir bi Cûdî ve girêdayîbû. Ji ber ku cihê mezela Lawikê Xerîb cihekî zozan bû û dar li wêderê nebûn. Hevalê Zefer berû tanîn û li wêderê li derdorê mezelê Lawikê Xerîb, heval û hogirê wî diçandin. Dema ku berû diçendin jî, ji hemû hevalan re digot; wê rojekî ev berû şîn bibin û wê ev dever hemû bibe dar û daristan. Mebesta wî hevalî ew bû ku ew dever hemû bibe dar û daristan û Lawikê Xerîb û hemû hogir û hevalên wî di nav de bi cî bibin. Ji milekî din ve jî digot; ez ê lênûsekî li ser mezelê Lawikê Xerîb bi cî bikim, ji bona ku her kesê tê serdana Cûdî bîranîn û heskirinê xwe ji Cûdî re di nava rûpelên wê de binvîsîne.
Hevalê Zefer jî mîna Ciyayê Cûdî bi coş û heyecaneke mezin diherikî, ji ber vê yekê dema ku behsa Cûdî tê kirin gelek hevalên pakrewan û leheng têne bîra mirov, hevalê Zefer jî yek ji van hevalan bû.
Piştî sala 1998'an û şûn de ew cara yekemîn bû ku hevalên jin berê xwe didine ciyayê Cûdî, herçiqasî ku gelek zor û zehmetî hebûn jî, lê dema ku heskirin, girêdan û watedayîna kar û xebatên ku têne meşandin were dayîn, hîn bêtir girêdan û meşandina xebatê li ber çavê mirov hesan dibe. Bi vê yekê re jî zû naskirin û zû fêrbûn pêşdikeve, ev yek jî dibû sedem ku hemû heval hîn bêtir rastiya xwe ji milê siyasî, leşkerî û bîrdozî ve nasbikin û ji milekî din ve jî hîn bêtir rastiya dijminê li beramberî xwe jî nasbikin. Li gorî vê yekê hîn bêtir vîn û hêza xwe xurtkirin, ji ber ku tenê mîna meşvanekî kteina rê têrê nake û bê ku mirov kedê bide û xwîdanê birjîne, mirov nikare nirxekî avabike. Hemû gavên tevgera PKK'ê jî bi kedê hatine efrandin û bi kedêre yekîtiyek hatiye avakirin. Bi van nirxên heyî re dem bi dem bi cesaret û fedekarî mîna jinekî, hîn bêtir dibû sedem ku hêza jinê derkeve holê. Herçiqasî ku mirov di destpêkê de cihekî nasneke, lê dema ku tevlîbûn bi rengekî mezin û bi hêz û biryar pêşbikeve, ev yek dibe sedem ku her tişt bi rengekî xurt pêşbikeve û encam jê were girtin.
Jiyana gerîla bi serê xwe tijî bîranînin, ji ber ku gerîla her tim di nava liv û tevgerê de ye û jiyan bi rengekî cûr be cûr û dagirtî dimeşe.
Rojekî ji rojan em du hevalê jin û çar hevalê xort ji bona keşfekî ketin rê, cihê ku em biçinê jî ew cara yekemîn bû ku em berê xwe didine wê deverê. Cihê ku em biçinê jî jêre tê gotin tabûra Madenê, ew tabûr jî dikeve li cihê ku gelê wê heremê ji xwe re kûmirê dertîne, tabûr bi xwe jî dikeve cem cihê ku kûmir jê tê derxistin. Ji ber ku min tucaran texmîn nedikir ku tabûra leşkerî li nêzî cihê kûmirê xwe bi cî bike, ji ber vê yekê cihê ku min keşfa wê dikir cihekî cudabû. Cihê ku min dûrbîna xwe li ser digerand û keşfa wê dikir jî, cihê xwedîkirina ajalanbû, ji ber ku avahiyên wê deverê mîna baregeha leşkerî bû. Li cem min jî tu hevalên ku ez jê bipirsim jî nebûn, di dema keşfê de min tu tevgera leşkeran ferqnekir û min tu maşîneyên leşkerî jî li wê derê nedîtin. Min gera û negera, lê min tiştekî ku bide belîkirin ku ew cihekî leşkerî ye nedît. Lê hevalên ku bi qasekî ji min dûr cihê tabûra leşkerî keşf dikirin, hevalek berû min hat min jê pirsî; çime tevgera leşkeran nîne, lê heval bersiva min da û got; çawe nîne hevala Binefş! Dema ku hevalan dîtin ku di keşfa min de şaşîtiyek heye, ji min pirskirin û gotin; hevala Binefş tu kuderê keşf dikê? Dema min cihê ku ez keşfa wê dikim ji wan re destnîşankir, heval hemû ji kena mirin. Hevalan gote min çawe heyanî neha te cihê baregeha dijmin ferqnekirî ye, min got; ji ber ku min nedizanî beregiha dijmin a bi navê tabûra Madenê navê xwe ji ber cihê kûmirê digre. Heval hemû heyanî demekî ji ber keşfa wê rojê dikenîn û navê wî cihê ku min keşfa wê dikir jî kirin tabûra hevala Binefş.
Di dema rêde dema em nêzîkî cihekî ku amûrin çêkirina rê li wê derê disekinin bûn, di dema rê de dengê cenetorê dihat. Hevalên ku bi me re dizanîbûn ku li wê deverê şantî heye, lê min tenê nedizanî. Dema ku min dengê cenetorê bihîst min got; hevalno biseknin dengê qobrayê tê, lê dema ku hevalan got; ew ne dengê qobrayê ye, dengê cenetorêye. Wê gavê Ş. Amara û Ş. Rizgar xwe ji kena kuştin.
Di dawiyê de ez dixwazim bibêjim dema ku mirov jiyana gerîla bijî ancex dikare rastiya wê jiyanê bizanibe û pêre bibe yek. Dema ku jiyanê ji dil de hîsdike jî, wê demê bandora xwe li ser tekoşîn û meşa mirov di hindirê şoreşê de dike. Ev yek jî dihêle ku mirov bi hemû hest, vîn û hebûna xwe vê jiyanê hembêz bike û pêre bibe yek mîna yek giyanî ku bi dilekî bê rawestandin ji bona azadiyê lêdide.
Binefş Ceng