Dîrok diherike û bi herkandina xwe re jî gelek mirovên qehreman û dilawêr dafirîne. Bagerê vê qehremaniyê dijware û bi xwe re gelek dilan dihejîn e. Gava ku ruhê jiyanê yê azad, wekhev û dadwer were qirêjkirin, ne mumkine ku kesek vê yekê bipejirîne, û pey lêgerînên heqîqetê dikevin. Heqîqet çiye? Dişopînin. Gêrîlaya Kurd Avaşîn Dicle jî pey heqîqetê dikeve û rêya çiyan çêtir dibîne. Heqîqeta rast di têkoşînê de dibîne û biryara wê dide. Heyanî ku jiyana xwe ji dest dide li Amedê gêrîlayetî dike.
Dîcle ya bi navê Fikriye Özpamuk sala 1975 an li Pîran ya girêdayî Amedê ji dayîk bûye, zanîngeh bi dawî kiriye û sala 1998 an li İstanbulê beşdarî nava refên gêrîla bûye.
Her mirovekî/e şoreşger destanekê li pey xwe dihêle. Ev destan dibe ku bi pênûs, bi xwîn û bi zargotinan jî were nivîsandin. Lê belê Gêrîlaya Kurd Avaşîn Dicle destana birayê xwe yê ku li Amedê jiyana xwe ji dest dayî, bi rakirina çeka wî dinivîsîn e. Dîcle vê destanê bi tîpên zêrîn dinivîsîne, lê belê berî ku binivîsîne jibîr nake ku li pey wê paşerojek heye dilê wê birîn kiriye.
Di sala 1994 an de Dîcle biryar dide û beşdarî nava refên gêrîla dibe. Dixwaze bi birayê xwe re gêrîlayetî bike, lê mixabin Şemdîn Sakik yê ku wê demê di nava gêrîla de berpirsyarê Amedê ye destûr nade ku li çiyan gêrîlayetî bike û wê paşde dizîvirîne malê. Dicle dev ji lêgerînên xwe yên heqîqetê bernadê û piştî zanîngehê beşdarî xebatê dibe.
Bi Jiyana Azad û Wekhev Bawermend bû
Giyanê pak û paqij bi bagerê serhildanê hatibû hûnandin û tovê hezkirina welêt her ku diçû di dil wê de mezin dibû. Hedara Dicle nayê ku betal bisekinê û tevlî xebatê nebe. Ji ber vê yekê li Pîranê jinên ku xwendin û nivîsandina wan tune bû, wan fêrî xwendin û nivîsandinê dike. Girîngiyeke mezin dida rolê jinê di civakê de. Tarîtiya jinê û rewşa ku jin tê de jiiyandike napejirîne û dest bi rêxistinkirina jinan dike. Dicle her çiqasî xebatê dide meşandin, lê belê têr nabe û sala 1998 an beşdarî nava refên gêrîla dibe. Şervantiya xwe ya nû li Xinêre dibîn e. Her rastiyeke ku di çiyan de tê jiyankirin ji bona wê nûbûneke. Ew nûbûn jî heyecan û coşa tevlîbûna jiyanê didiyê. Piştî şervantiya nû derbasî Qendîl dibe û li wêderê dest bi jiyana gêrîlayetî dike. Di fêrbûna piratîkê de zor û zehmetî nakişîn e. Dicle jineke asê û torîne, tu caran nêzîkatiyên çewt û tevlîbûnên lewaz napejirîne. Di jiyanê de gava ku dibîne hinek kes çewt tevlîdibin, napejirîne û li beramberî wan têkoşîn dike. Ji bona ku hevalên wê di jiyanê de zorî û zehmetî nekşînin, her dem alîkarî dide wan. Lê belê mijara herî girîng ewe ku bi têkoşînkirine bi mirovan re kesayeta xwe jî lêpirsîn dike û xwe perwerde dike. Seknekî qels û lewaz ji bona xwe napejirîne.
Jana Gelê Kurd û Hevalên Xwe Ji Kûrahiya Dil…Hîsdike
Di roja 12 ê Adarê sala 2004 an li Sûrî komkujiya ku li ser gelê Kurd dane pêkanîn, gelekî li zora Dicle diçe. Li hemberî vê komkujiyê bê dengî napejirîne û weke şoreşgereke parastina gelê xwe dike, pêşniyar dike ku li hemberî komkujiya 12 ê Adarê çalakiyeke fedaî bike. Guleyên ku faşistan berdana canê ciwanên Kurd mîna ku berdin canê wê. Xwîna ciwanên Kurd ya ku li kolana diherikî, di dilê wê de kerbek û kîneke mezin dikolîne. Ji bona êş û janên gelê xwe parvebike û tola wan rake pêşniyar dike ku çalakiya fedaî bike. Bi wî ruhê fedaî tevlî jiyanê dibe. Di wê salê de derbasî Behdînan herêma Zagrosê dibe.
Gêrîlaya dêrîn berê xwe dide Zagrosan û li pala çiyayên Zagrosê digere. Gêrîlaya delal hesreta dîtine çiyayên Zagrosê di dilê xwe de nehişt û bi wî ruhê germ gêrîlayetî dike. Dicle gava ku ji Zagrosê qutdibe û derbasî Botanê dibe, ji bîrnake ku Avaşîn di koşeke dilê xwe de veşêrîn e.
Dicle Berê Xwe Dide Warê Lehengan…Amed
Piştî ku tevgera azadiya gelê Kurd dest bi hemla 1ê Pûşperê dikin, Dicle jî bi çûyîna bakur dixwaze beşdarî vê hemlê bibe. Ji ber vê yekê sala 2006 an bi pêşniyarê xwe derbasî Gabar ya girêdayî Botanê dibe. Her cihekî ku Dicle diçiyê, mîna ku nû tevlî gêrîla dibe, bi wê heyecanê û kêfxweşiyê beşdarî jiyanê dibe. Xwesteke wê ya herî mezin ewe ku tevlî cengê bibe û di şert û mercên zor de gêrîlayetî bike.
Piştî sala 1999 an gêrîlayên jin naçin Amedê, lê belê piştî ku tevgera azadiya jin biryar dide ku sala 2006 an gurûpeke gêrîlayên jin rêkin Amedê, Dicle pêşniyarê xwe dike ji bona ku di wê gurûpê de cihê xwe bigire. Pêşniyarê wê tê pejirandin û di gurûpa yekem de ji Gabar derbasî Amedê dibe. Her çiqasî gêrîlayên jin berê jî li Amedê mabin, lê belê piştî sala 1999 an gêrîlayên jin nema diçin Amedê. Ji ber vê yekê di gurûpa yekem de çûyîna Amedê ji bona tevgera jin tê wateya saheyeke nû fetihkirine. Gêrîlayên jin kedekî mezin didin ji bona ku di têkoşîna leşkerî de serkeftinê bidestbixînin. Pirtûka gêrîlayên jin yên ku berê li Amedê bi lehengî jiyana xwe ji destdane, ji nûde vedikin. Mîratê wan jibîr nakin û rê li pêşiya herkandina ruhê wan carekî dîtir vedikin. Bi tevlîbûna xwe ya jiyan û cengê destûr nadin ku kesek rêya herkandina têkoşîna jinê bixetimîne. Dicle û hevalên xwe di şert û mercên herî zor de gêrîlayetî dikin, lê belê xwe nadin paş.
Ew hesreta careke dîtir li Amedê gêrîlayetî kirin di dilê wê de namîne û sê salan li Amedê gêrîlayetî dike. Bi ruhê tola gelê Kurd û birayê xwe ji artêşa Tirk rakirin, her dem di nava hewldanekê de ku derbeyên mezin li leşkerên Tirk bide. Gava ku diçe Amedê armancê wê ne tenê ewe ku şerbike. Di heman demê de ji bona ku kesayeta xwe bide avakirin di nava hewldanekê de ye. Di cihê xwe de nasekinê û zeman nirxandin ji bona wê gelekî girîng e. Di milê mejî de xwe gelekî diwestîne. Her wezîfeyeke ku zor û dûre Dicle pêşengtiya wê dike. Li ser rastiya şer lêhûrbûn dike û dixwaze bibe xwediyê çalakiyên mezin. Hêza xwe ya manewî ji heval û tevlîbûna xwe ya jiyanê digire.
Dicle ji bona kesayeta xwe bide avakirin, xwe dabû qenaet kirin ku pêwîste di şert û mercên zor de derbas bibe. Piştî wê pêşniyar dike ku biçe çiyayê Sipî.
Dicle Di Hembêza Çiyayê Sipî De Jiyana Xwe Ji Dest Dide
Pêşniyara Dicle ji bona çûyîna qadê çiyayê Sipî yê girêdayî Çewlik tê pejirandin. Li çiyayê Sipî gêrîlayetî kirin zoriyên xwe hene. Li wê qadê derfetên gêrîla kêmin. Dewleta Tirkiya bi polîtîkayên xwe yê imha û înkarê gelê Kurd yên li wêdeverê kirine cerdevan û li dijî gêrîlayên PKK ê dixebitîne. Ji ber vê yekê gêrîlayetî li wê qadê kirin gelekî zoriyên xwe hene. Dicle wan zorî û zehmetiya dide ber çavê xwe û derbasî wê qadê dibe.
Dicle û çend hevalên xwe li çiyayê Sipî dixwazin çalakî bikin, ji ber vê yekê diçin keşfa çalakiyê dikin. Gava ku gurûpeke leşkerên Tirk dibînin, dixwazin li wan bixin, lê belê haye Dicle û hevalên wê jê nîne ku gurûpeke leşkerên Tirk li pala çiyayekî dîtir ew dîtine û ji dizî ve derûdora wan dorpêç kirine. Dicle û hevalên xwe çawa dixwazin derbe li leşkerên Tirk bidin, leşkerên Tirk hemû teknîka xwe li dijî wan didin bikaranîn. Di destpêkê de Dicle jiyana xwe ji dest dide û hevalekî wan jî birîndar dibe. Gêrîlayên dîtir dixwazin hevalê xwe yê birîndar xilasbikin, lê belê mecbûr dimînin ku wî di cihekî de hildin saxlemiyê û veşêrînin, piştî ku pevçûn bi dawî bibe werin wî bibin. Lê belê ew gêrîlayê birîndar ji bona ku nekeve destê leşkerên Tirk de bomba xwe bi xwe de diteqîne û jiyana xwe ji dest dide.
Destana gêrîlaya Kurd Avaşîn Dicle bi destê zarokên gelê wê tê nivîsandin. Piştî ku jiyana xwe ji dest dide gelê Kurd xwedî li cenazeya wê derdikevin û bi silogana rêça wê şopandin û berxwedanî berdewam kirin wê dispêrin xaka warê wê … Amed.
Dunya Pale