Civak li gorî exlaqê fêrbûye û li gorî baweriyê xwe rastiyê bi te dide naskirin. Ew rastiya ku bi te dide naskirin, çiqasî ronahiya paşeroja te ye, tê vê yekê ji xwe bipirse. Dibistan, mamoste û pergal jî rastiyeke bi perdeyekî derew nixumandî bi te dide naskirin, rastiyeke te ji ziman, çand û exlaqê te mahrûm dihêle, mîna zêr û zîv pêşkêşî te dike, rengê wê gelekî bedewe, lê haya te jê nîne ku roj bi roj cerg û dilê te dihelîne. Zîhniyeteke wisa di te de dide avakirin, cûdahiya rengan li gel te namîne, her tişt li ber çavê te reş û spî ye, wexta dibêjin daristan, dibe ku tenê komek dar were bîra te, çiya çî ye, deşt, berg û zozan ji bo çine? li gel te bê wateye, her tişt ji bo te çarenûse û tu li benda mirina xwe ye. Pênûsa ku didin dest te bi hestan tejî kirine, ancax çilkên ku paşerojeke seraser binivisîne, bibarîne. Wî wextî tu pirsa rastî çiye ji xwe napirse? Jiyan çiye, çi jiyanê bedew dike tu ji xwe napirse? Lê ez ticarî jibîr nakim ku lêgera zarok û ciwanan ya jiyaneke azad, wekhev û bê êş heye. Ev lêgerîn jî mirovan berbi lêgera jiyaneke rast ve dibe.
Piştî ez tevlî nava refên gerila bûm, pirsa yekem min ji xwe pirsî ev bû; gelo çalakiya şehîd Sema û şehîd Zîlan rastiya ez lêdigerim? Gelo berxwedaniya hevalên girtîgehê yên salên heştê rastiya ku ez lêdigerim? Raste min lehengî û reseniya gelek keç û xortên Kurd bihîst, lê ez hestewer nêzbûm û min bawerî neda xwe ku ez rojekê ji nêzve rastiya Rêbertî û hevalên şehîd hîsbikim. Mîna niha gava navê Rêbertî tê guhê min laşê min nedirecifî ji heyecana. Zemanê mejî û dilê min berê xwe dida xerabiyê, hevalên şehîd nedihatin bîra min, qêrîn û êşên zaro û mirovên Kurd ji kezebê kişandine, nedihatin guhê min, di wan kêliyan de min çima ji xwe nedipirsî ezê bi vî halî çawa bigihîjim rastiyê?
Carne gihîştina rastiyê ji min re mîna bîreke kûr dihat û ger ez nêzbibim ezê bixeniqim, ango bi tirs nêzdibûm. Min mîna xeyalekî ku mirov ticarî nagihîje, xwe dabû qenaetkirin û ya girîng ewe ku çi ji te têxwestin tu bike. Min çiya tenê ciyê şer û kuştina leşkeran didît, ciyê xwe li dijberî dijmin parastinê didît. Ne mejiyê min, ne temenê min û ne jî dilê min têrê dikir ku ez çiya ciyê jiyanê bibînim û di nepeniyê jiyanê de li rastiyê bigerim.
Hevaltî yek ji nepeniyê jiyanê ye, lê kîjan hevaltî, bi kîjan pîvan û bi kîjan exlaqî…..? Di zor û zehmetiyan de serkeftin û binkeftin nepeniyên jiyanê ne, lê min ji xwe nepirsî gelo ez têkoşîn dikim, yan jî wisa bi rehetî dikarim van kêliyan bijîm. Min mereq nekir karekî ez jê heznekim, dema ez bikim wê min fêrî çibike, yan jî wê hêzekî çawa bide min? Min zorî neda xwe ez bi miroveke/î jê heznekim bidim û bistînim, wê gavê lêgerîna min ya rastiyê bi hinek pîvanan re xetimî û nema herikî. Min mafê xwe dît ez hevaltiya PKK ê mîna dixwazim bijîm û min jê re got ‘ev rastî ye’……..
Li gorî em dizanin divê lêgervanên rastiyê ji êşê, ji zorî, ji tarîbûne û ji mirine netirsin. Dilê xwe bi hemû rengên demsalan, bi bêhna hemû kulîlkan bixemlînin. Firseta lêgervanên rastiyê nîne ku cudayî têxin nava mirovan de, ji hinek demsalan hezbikin û li gorî çavê xwe li kulîlkan binêr in, yan jî wê di bin perdeya tenik ya xapînok de, cehaleta herî mezin bijîn. Bi pêlên agirê şehîd Viyan û isyana şehîd Medya re dengê qêrîna jiyana rast hate guhê min. Ruhê Bêrîtan Şîn û xemgîniya çavê wê ez fêrî têkoşînê kirim. Bi rastiya şehîdan re ez fêrî tîpên jiyana rast bûm û ezê nema destûr bidim ku rondikên çavan wan tîpan bi hestên lewaz binixumînin. Gelekî zehmete mirov rast bijî, ne tenê zore, bihaye jî û vê yekê heqdike.
Medya CÛDÎ