Ji gelê me û rayagiştî re!
Digel biryara tevgera me a bêçalakîbûnê artêşa TC’ê di meha pûşperê de li hember hêzên gerîlayên me yên HPG’ê 22 operasyon li dar xistiye û ji ber pejinkariya gerîlayên me di van operasyonan de 2 du caran di destdan(temas) pêk hatiye. Li hember van operasyonan jî ji hêla gerîlayên me ve tu çalakiyeke li dar neketiye. Di seranserê mehê de hem li hember eyaletên me yên bakurê Kurdistanê hem jî li hember Qadên Parastina Medya 25 caran êrîşan topan û 3 caran jî êrîşa hewayî li dar ketiye. Di nava vê mehê de bi tevahî 4 gerîlayên me jî gihîştine şehadetê. Di nava mehê de di encama êrîşên bi obûs û hawanan a artêşa TC’ê de eydî gundiyan gelek zevî zirar dîtine, gelek sewal telef bûne û li seranserê daristanên Kurdistanê şewat pêk hatine.
Operasyon | 22 |
Êrîşa Hewayî | 4 (Zagros-2, Zap-1, Amed-1) |
Êrîşên bi obûs û hawanan | 25 (Heftanîn-3, Xakurkê-6, Zap-5, Zagros-10, Cudî-1) |
Destdan(Temas) | 2 |
Çalakî | - |
Hevalên me yên ku şehîd ketine | 4 |
Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê