Ji Çapemenî û Raya Giştî Re!
Hevrêyê me Derwêş Çiya, di êrîşa dijmin a 8’ê Îlona 2024’an de, li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, gihişt şehadetê.
Hevrêyê me Derwêş, bi naskirina têkoşîna azadiyê, haya wî ji heqîqeta civaka Kurd çêbû. Bi îdîa, biryardarî û daxwazeke mezin di refên têkoşînê de cih girt. Ji karê herî biçûk heta şerê fedaîyane bû xwediyê rêwîtiyeke bêwestan. Wî Partiya me PKK bi hestên xwe yên herî paqij nas kir û di zindanên dijminî de di şertên herî xirab de, bi berxwedanê berê xwe da têkoşîna azadiyê ya gelê me ya li serê çiyan û bû gerîla. Hevrêyê me Derwêş, ji tevlêbûna xwe heta şehadeta xwe, di her kêliya têkoşînê de wekî milîtanekî Apoyî û fedaî tevgeriya. Bi sekna xwe, rêhevaltiya xwe ya jidil û şexsîyeta xwe ya mutevazî, fedaî û kamil ji bo hemû hevrêyên xwe bû mînak û wek milîtaneke Apoyî di dîroka me ya têkoşînê de cihê xwe girt.
Hevrêyê me PKK’yî bûn wekî rûmet û şanaziya herî mezin didît û di hemû jiyana xwe de li gor vê mîsyonê tevgeriya. Hevrêyê me Dewrêş bi şedateda xwe, têkoşîna xwe di asta herî bilind de temam kir. Em di serî de ji malbata wî ya hêja re, ji hemû gelê welatparêz ê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin û soz didin ku em ê têkoşîna wî mezintir bikin.
Agahiyên derbarê nasnameya hevrê Derwêş Çiya, bi vî rengî ne:
|
Nasnav: Derwêş Çiya Nav û Paşnav: Ali Yaman Cihê jidayikbûnê: Amed Navê dayik û bav: Muhterem – Hasan Cih û dîroka şehadetê: 8 Îlona 2024’an / Zap |
Derwêş Çiya – Ali Yaman
Amed, di dîroka Kurdistanê de yek ji wan bajaran e, bi berxwedanên bêhempa cih girtiye. Bi şexsiyetên xwe yên dîrokî, şoreşgerên pêşeng û mîlîtanên fedaî yên ku di di her şert û mercê de xwe ji bo nirxên azadiyê yên gelê me feda dikin, heta îro bi vê taybetiya xwe hatiye. Dewleta Tirk, ku siyaseta xwe ya qirkirinê bi israr didomîne û wekî gelên din li Kurdistanê jî jiholêrakirina gelê Kurd ji xwe re kiriye armanca jiyanê. Lê belê rastî berxwedana bêhempa ya gelê me hatiye û darbeyên mezin ji gelê me xwariye. Ruhê azadiyê yê ku Rêber Apo û Partiya me PKK’ê li Kurdistanê afirandi, di nav hemû şaneyên kesan de bi cih bûye û hema bêje tu gund, mal û bajarek nemaye ku têkoşîna me xwe negihandiyê. Bêguman, gelê me yê Amedê ku di dema êrîşên herî dijwar de jî heçko ji xweliya xwe ji nû ve diafire û li ber xwe dide, dê dîsa bi vê erka xwe ya pîroz û bitûmey rabe û dê berxwedana zarokên xwe yên li ser çiya mezintir bike.
Hevrêyê me Dewrêş jî ku yek ji ewladên hêja yê gelê me yê Amedê bû, wek kesekî ji eşîra Bekirhanê ku yek bi kokdartirîn eşîrên Kurdistanê ye, hat dinyayê. Malbata wî ew li gor çand û kevneşopiya Kurdan mezin kir. Ji ber vê yekê , hevrêyê me bi terbiye û çanda ji malbata xwe girtî, di tevahiya jiyana xwe de parast û ev yek ji bo meşa xwe ya şoreşgeriyê kir bingeha herî muhîm. Piştî ku demekê di dibistanên dewleta Tirk de xwend, bi qasî sê salan li medreseyan perwerde dît. Hevrêyê me di vê demê de hem xwe pêş xist hem jî rastî nakokiyên ewil ên civakî jî hat.
Ji ber ku wek Kurdekî nedikarî bi zimanê xwe yê dayikê perwerde bibe, nedikarî çanda xwe bijî û gelek caran mecbûr dima ku veşêre, bi ser de zexta dijmî ya di hemû qadên jiyanê de bû sedem ku hevrêyê me Derwêş şikê ji jiyanê bike. Wek hemû zarokên Kurd ên li kolanên Amedê mezin bûyî, ew jî bû şahidê zilm û şîdeta dijminî ya li ser gelê me û di vê pêvajoyê de heqîqeta dijminî baştir fam kir. Hevrêyê me Derwêş bi saya hin hevalên xwe têkoşîna me nas kir û destpêkê di çend karên legal de kar kir. Di vê pêvajoyê de, hezkirina ji bo hevalên xwe bi rêhevaltiya PKK’ê watedartir kir û bi vî awayî têkoşîna xwe li ser bingeheke xurt bi pêş xist. Lê belê bi taybet ji sala 2015’an ve zêdebûna êrîşên dijminî, pêkanîna qirqirinan û hewla tepisandina têkoşîna me ya azadiyê ku her ku diçe mezintir dibe, biryar da ku bi awayekî çalaktir beşdar bibe û bawer dikir ku ev yek tenê bi pêşxistina têkoşînê mimkin e. Hevrêyê me, li ser vê yekê li Amedê di xebatên YPS’ê de cih girtin û kedeke mezin da pêşxistina berxwedana dîrokî ya Sûrê.
Hevrêyê me hestên durist û paqij di têkoşînê de cih girt û bi vê taybetiya xwe di dilê hevrêyê xwe yê wê demê de cih girt. Ji xebatên binesaziya berxwedana Sûrê bigire di hemû pêngavan de cih girt û di payîza 2015’an de bi awayekî nexweş ket destê dijmin.
Hevrêyê me Derwêş, hêj di roja ewil de zindan jî wekî qadeke têkoşînê dît û li gor vê yekê tevgeriya. Hevrêyê zû ji xwesteka dijminî haydar bû ku dijmin dixwaze ciwanan bi zindankirinê ji têkoşînê dûr bixe. Ji ber vê yekê her tim li ser pûçkirina polîtîkayên dijminî hûr dibû û ji bo vê yekê dizanî xwe di warê îdeolojîk û teorîk de jî bi pêş bêxe. Hevrêyê me li ser vê yekê ket nav lêgerînekê û bi taybet li ser berxwedana bêhempa ya kadroyên pêşeng ên PKK’ê Mazlûm Dogan, Mehmet Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz, Alî Çîçek û bi dehan hevrêyên me ku bi armanca nîşandana heqîqet Berxwedana Zindana Amedê û ji bo eşkerekirina êşkenceyên dermirovî yên dijminî canê xwe dan, lêkolîn kir û hewl da wan fam bike. Hewrêyê me ji aşiyê kesayetiya xwe ve di demeke kurt de guherî û ji aliyê din ve jî beşdarî berxwedanên li zindanê bûn. Ji aliyekî ve jî xeyala rojên ku dê tevlî gerîlayan bibe dikir û bi her awayî xwe amadeyî şert û mercên çiyayî kir. Hevrêyê me di vî warî de piştgiriya hevalên xwe yên li zindanê jî wergirt û bi taybet bala xwe da ser xebatên Hêzên Taybet. Hevrêyê me di zindanê xwe di warê rêxistinî ve jî pêş xist û di hucreyan de pêşengiya hevalên xwe kir ku Partiya me û Rêbertî ji nêz ve nas bikin. Hevrêyê me her tim hewl da têkoşîna xwe mezintir bike û dizanî ku ev encax bi fedakarî û xebexşiyê pêkan bû. Loma, di sala 2019’an de, beşdarî greva birçîbûnê bû ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê me hatibû destpêkirin û fi vê pêvajoyê de roleke giring lîst. Hevrêyê me Derwêş, lêhûrbûnên xwe yên li ser fedaîbûnê di vê pêvajoyê de kûrtir kirin û di nirxandineke xwe de tîne ziman ku dema ku ew di greva birçîbûnê de bûye Rêberê me zêdetir hîs kiriye. Di vê pêvajoya greva birçîbûnê de ku berdêlên giran hatin dayîn, hevrêyê me diyar kir ku bi silava ji Rêberê me girtî, wî kêliya herî xweş û birûmet a jiyana xwe jiyaye û soza xwe ya ji bo şopandina xeta Rêbertî dubare kir.
Hevrêyê me Derwêş di sala 2020’an de, piştî ku ji girtîgehê derket, ji bo xwe bigihîne mezintirîn xeyala xwe, tevlêbûna gerîla, ket nav lêgerînê û bi du hevalên xwe yên zindanê re ji hemû bergiriyên dijminî derbas bû û tevlî refên gerîla bû. Ji bo xwe hînî jiyana çiya û gerîlatiyê bibe, tevlî perwerdehiya şervanên nû bû û ji ber pêkanîna mezintirîn xeyala xwe gelek kêfxweş bû. Ji ber eleqeya xwe ya ji bo perwerdehiyê, hevrêyê me Derwêş hînî taktîka gerîla ya serdema nû bû û di heman demê de di warê îdeolojîk de bi lêhûrbûnên kûr di kesayeta xwe da guherînên mezin pêk anîne.Hevrêyê me bi awayekî kûr bawer dikir ku têkoşîna me ya azadiyê encax bi gerîlatiyê dê bigihêje serkeftinê û di demek kurt de bû gerîlayekî xwedî raye, lê dîsa jî tu carî ji xwe razî nebû, xwe kêm didît. Her tim xwest zêdetir li ber xwe bide, barê herî giran hilgire ser milên xwe û xwest berpirsiyariyên xwe yên serdemê bi cih bîne.
Hevrêyê me Derwêş ku kûrbûnên xwe li gel hevrêyên xwe parve dike, ji bo pêkanîna xeyala xwe ya tevlîbûna nava Hêzên Taybet gelekî israr kir ku ew demeke dirêj bû xeyala wê yekê dikir. Hevrê Derwêş ê ku bi saya asta biryardarî û îdîaya xwe ya di nava têkoşînê de û sekna xwe ya fedaî ya di jiyanê de baweriya hevrêyên xwe bi dest dixe, dawiyê xeyala xwe pêk tîne û tevlî xebatên Hêzên Taybet dibe. Hevrêyê me Derwêş li vir bi perwerdeyên digire xwe di warê îdeolojîk de kûrtir dike, bi taybetî da îspatkirin ku fedaîtî şêweyeke jiyanê ye. Hevrêyê me yê dizanî ku fedaîbûn fedekarî, azwerî û îradebûneke mezin divê, ev yek kir egera têkoşîna zêdetir. Hevrê Derwêş ê ku tu caran zehmetî weke astengîyan nedidît, bi dewlemendkirina şêweya têkoşîna xwe di kesayeta xwe de guherînên mezin pêk anîn. Hevrêyê me hem ji tecrûbeyên hevrêyên xwe û hem jî ji pratîkên xwe dersên girîng standin û ev yek ji xwe re kir bingeha pêşketin û tevlîbûna bihêz. Hevrêyê me Derwêş ê ku dizanî fedaîbûn di heman demê de jiyaneke derwîşane divê, ji bo ku bibe xwediyê pratîkeke serkeftî tim di nava kûrbûnan de bû. Li gorî hevrêyême divê gerîlayên azadiyê di heman demê de hunermendên serkeftî bin û ji ber van hewl û nêrînên xwe ji aliyê hevrêyên xwe gelekî hate hezkirin. Hevrêyême heqîqeta xwe ya kûrbûnên xwe bidestxistî, carna bi helbestekê, carna bi tembûra xwe û carna jî bi hevokên herî watedar ên ji felsefeya Rêbertî îfade dikir. Hevrêyê me tevî ku di nava malbat û derdoreke oldar û feodal de mezin bûbû jî di demeke kurt de pirgirêka azadiya jinan ferq dike û ji ber vê yekê rêzêke mezin nîşanî hevrêyên xwe yên jin da. Hevrêyê me yê dizanîbûku pirsgirêka azadiya jinan di encama zîhniyeta serweriya mêran derketiye holê, anî ziman ku ew dikare bes bi guherîna girêdayî felsefeya Rêbertî hevrêtiya hevrêyên xwe yên jin bike. Ji ber vê yekê tim hevrêya xwe Şehîd Guven Doza- Cansel Dûrsûn ku ji bo pêşketina hevrêyê me xwedî kedeke mezin e, bi bîr anî û di şexsê wê de hewla layiqbûna ji şehîdan re nîşan da. Hevrêyê me Derwêş ê ku piştî perwerdeyên xwe bi awayekî serkeftî temam dike û dixwaze derbasî qadên şer bibe, ji bo ku vê armanca xwe pêk bîne gelekî israr dike. Hevrêyê me yê ku bi asta xwe ya profesyonel, sekna xwe ya milîtanî û hevrêtiya xwe ya bihêz ji aliyê hemû hevrêyên xwe ve gelekî dihate hezkirin, derbasî Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê bû û têkoşîna li wir domand.
Hevrêyê me li herêma Şehîd Delîl tevlîbûneke çalak û bicoş nîşan da û li benda kêliya çalakiya ku li hemberî artêşa dewleta Tirk a dagirker pêk bîne ma. Hevrêyê me Derwêş di kêliya çalakiyê de ku tim xeyala wê dikir, bêyî dudilî û bi awayê herî bibandor bi ser mewziyên dijmin de çû û bi hêrsa xwe ya bi salan derbên giran li dijmin xistin. Hevrêyê me ê ku rêzeke mezin ji hevrêyên xwe re digirt, bi kena ser rûyê xwe dilê hemû hevrêyên xwe germ dikir û karî ji hemû hevrêyên xwe re biba çavkaniya hêz û moralê. Hevrê Derwêş ê ku di 8’ê Îlona 2024’an de di encama êrîşeke dijmin de tevlî karwanê şehîdan dibe, wê di nava têkoşîna e de tim zindî bimîne û wê tim ji me re pêşengiyê bike.
15’ê Kanuna 2024
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG