ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 1’ê Cotmehê saet 19.00’an di navbera gundên Xanesor û Behrevan ên girêdayî Şengalê li hemberî çeteyên DAIŞ çalakiyeke Sabotajê hatiye li darxistin. Di çalakiyê de 4 çeteyên DAIŞ hatin kuştin.
- Ayrıntılar
ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 30'ê Îlonê saet di navbera 19:00 û 23:00 de balafirên şer yên artêşa Tirk a dagirker li ser herêma Avaşîn ya girêdayî Herêmên Parastinê yên Medyayê geriyane. Dîsa di 30'ê Îlonê saet di navbera 14:00 û 15:00, 21:00 û 22:00 de balafirên şer li ser Saheya Botanê geriyane.
- Ayrıntılar
ji gelê me û raya giştî re!
Di roja 29’ê Îlonê 2014'an de li gundê Vahde, Xalid û Saad a di navbera bajaroka Daquq û Dûzxurmato de ye li dijî çeteyên DAIŞ’ê operasyon hat meşandin.
- Ayrıntılar
ji çapemenî û raya giştî re!
Di 29’ê Îlonê de hêzên me yên Gerîla û Hêzên Pêşmergeyan li hember çeperên DAIŞ ên li gundê Saad, Xalit û Vahde yên girêdayî Daqûq û Dûzxurmato operasyonek dane destpêkirin, Di vê operasyonê de darbeyên giran li çeteyan hatine xistin û gelek çete hatine kuştin.
- Ayrıntılar
ji gelê me û raya giştî re!
Li gundê Dugurê yê li bakurê Şengalê ev çar roj in pevçunên giran berdewam dikê. Hêzên me yên gerîla ku korîdora însanî ya di navbera Rojava û Şengalê de diparêzin, di nava 4 rojên dawî de gelek çeteyên DAIŞ'ê kuştine. Beriya niha de me bîlançoya sê rojan, aşkera kiribû.
ji çapmenî û raya giştî re!
1. Di 29’ê Îlonê di navbera saet 13.00 û 17.00’an û dîsa Qereqola Bilican a li ser xeta sînorê Çelê ya Colemêrgê ku di bin kontrola artêş a Tirk a dagirker de ye li hemberî herêmên Garê Mezin û Deva Mezin ên li ser heman xeta sînorin bi obûs û hewanan topbaran pêk anî.
- Ayrıntılar
ji gelê me û raya giştî re!
Roja 26'ê Îlona 2014, çeteyên DAIŞ’ê ji Rebîa heta Şengalê dest bi êrîşên dijwar kirin. Armanca van êrîşan ew bû korîdora ji bo alîkariya mirovên sivîl hatibû vekirin, bibire û ji her derê ve bajarê Şengalê dorpêç bike. Armanca vê tevgara wan ya komkujiyê a di 3'ê Tebaxê de despêkirî temam bike.
- Ayrıntılar
ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 27’ê Îlonê saet 15:00'an hin wesayîtên zirxî yên aîdî artêşa dagirker a Tirk li bejahiya gundên Kire Kor û Kafir yên girêdayî Agirî'yê tevgeriyane. Gerîlayên me yên ev wesayît ferq kirin ew gulebaran kirine. Di gulebaranê de wesayît hatine derbkirin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 26 Îlonê de saet 22.00'an de çeteyên Daişê ji 3 milan ve êrîşê gondê Dugora ya girêdayî Şengalê kirin. Pevçunên ji 3'ê milan ve çêbune rastî berxwedana Gerîlayên me hatine, di encama wê de çete paşda vekişîne û gelek ji wan hatine kuştin. Pevçunên di hindirê 2 rojên de yên li derdora gondên Dugora û Barê 18 çete hatine kuştin 15 çete jî birîndarin.
- Ayrıntılar
ji çapemenî û raya giştî re!
Hêzên me yên gerîla li hemberî terora polîsan û polîtikayên komkujer ên dewleta Tirk li hemberî gelê me pêş xistine bi armanca hişyariyê ev çalakî pêk anîne. Ger ku dewleta Tirk dest ji van polîtikayan bernede wê hêzên me li her qadê bi şêweyekî berfireh bersiva pêwîst bidin.