Kirasek ji tîrêjên rojê
Tacek ji hemû kulîlkên biharê
Çi xweş li we tê
Mizgîna şewqa Rojê.
Di wî dilê wek deryayê de
Pêlekê biraz î
Lêgervanê keştiya Nuh î
Nema Cudî li benda efsana we ya nemir e
Nema ew di nava
Vê rewrewka xapînok de ye.
Ew keştiya efsûnî
Wek leylan e
Ji wan çavên nedîtî
Û dilên şkestî re.
Wan ji rojê girtiye hêvî û miraza xwe
Dilên ku biharêdijîn
Çavên ku hêvî jê dibarin
Dikare bibîne wê keştiya winda.
Car Nuh e
Car prometheus
Û carinan jî
Roj’a bêhempa ye
Tarîtiya dilê min diçirîne
Cih û war bi keştiya Nuh re afirî
Jiyan di çarmîxa Prometheus de bişkivî
Giyanber bi agirê rojê geş bû
Lanetê serî tewand, li ber vê jiyana nû.
Ya dengê bêdengiyê
Bêdengiya ku her kêliyeke wê
Nepeniya dîrok û mirov e
Deryaya kûr û dûr e
Ku tê de hemû tişt bêdawî ye.
Diherike di hembêza zemana nediyar de
Dihone weke pêlên derya, mirov û jiyan…
Sê dest, sê esir, sê hêvî…
Pira hebûn û nebûnê
Derdixin ji nav tarîtî û qirêjî
Û radixin li ser deryaya bêdawî
Rê didin payîz, çile, bihar û havînê
Çar demsal, çar reng, çar heqîqet xelat dikin
Ji jiyana nû ya xemilandî re.
Aynûr Amed