ji gelê me û raya giştî re!
Li Şengalê ji kêliya ku me berxwedan daye destpêkirin me hewl da em ewlekariya gelê xwe pêk bînin, li hemberî êrîşên dijmin parastineke aktîf pêş bixin. Hêzên me yên gerîla ev sekna xwe bi ruhekî fedayî pêş xistiye û hemû fedekarî kirine. Di kêliya wê de bersiv daye çeteyan û ev gav bi gav pêş xistiye.
- Ayrıntılar
ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 4’ê Îlonê danê sibehê li gundê Herdan ê li rojhilatê Şengalê di navbera hêzên me yên gerîla û çeteyên DAIŞ de şerek rû da. Di vî şerî de çeteyên DAIŞ windahiyên giran da ne. Di vî şerî de gelek çete hatine kuştin û birîndarkirin. Di der barê mirî û birîndarên çeteyan de agahiyên zelal nehatin bidestxistin.
- Ayrıntılar
ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 3’ê Îlonê de saet 17.30’an hêzên me yên gerîla di ketina Şengalê de li hemberî wesayîteke çeteyên DAIŞ bi çekên giran û ferdî çalakiyek li darxistin. Li vir wesayîta aîdî çeteyan derbe xwariye û der barê mirî û birîndaran de agahiyeke zelal negihiştiye destê me.
- Ayrıntılar
ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 2’ê Îlonê de saet 16.00’an balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker li ser herêma Xakûrkê ya Herêmên Parastina Medya tevgeriyane. Dîsa saet 16.10’an li ser herêma Avaşîn jî balafirên şer geriyane.
- Ayrıntılar
ji çapemeni û raya giştî re!
1. Di 1’ê Îlonê de saet di 17:00'an de hêzên me yên gerîla li gundê Werdiye yê Şengalê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê çalakiyeke sûîkastê lidar xistine. Di vê çalakiyê de 2 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin.
- Ayrıntılar
ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di roja 1'ê Îlonê de saet di 07.00'an de, li hemberî çeteyên DAIŞ'ê yên li se rêya Şengal-Xanesorê di nava tevgerê de bûn, hêzên me yên gerîla çalakiyek lidar xistin. Wesayîtên çeteyan li derbên giran rast hatine. Wesayîta çeteyan a doçka li ser bû û tê de tijî çete bûn, bi temamî hatiye rûxandin.
- Ayrıntılar
ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di roja 30’ê Tebaxê de danê sibehê çeteyên DAIŞ ji ser Xanesor a girêdayî Şengalê êrîşî gundê Bare kirine. Li vir di navbera hêzên me yên gerîla û çeteyên DAIŞ de şer û pevçûnên dijwar rû dane. Di van şer û pevçûnan de 8 çete hatine kuştin û 15 çete jî birîndar bûne. Li vir me ragihandibû ku hin çekên giran ên aîdî çeteyan hatine îmhakirin.
- Ayrıntılar
ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 30’ê Tebaxê (îro) di saetên sibehê de çeteyên DAIŞ xwestine êrîşÎ gundê Bare bikin. Li wir di navbera hêzên me yên gerîla û çeteyên DAIŞ de şer derketiye. Gerîlayên me li vir du wesayÎtên doçka, wesayÎteke hewanê rûxandine. Her wiha di şer de 5 çeteyên DAIŞ hatine kuştin.
ji çapemenî û raya giştî re!
Di 24’ê Tebaxê de hêzên me yên gerîla û yekîneyên YBŞ’ê bi hev re çalakiyek pêk anîn û di çalakiyê de 18 çete hatin kuştin. Di hinek çapemeniyên Başûrê Kurdistanê de çalakî ne weke ku hêzên me, mîna hêzên tevlî berxwedanê nebûne pêk hatiye, nîşan dan.
ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 28’ê Tebaxê de seat di navbera 05.00 û 12.00’an de balafirên bê mirov yên keşfê ên artêşa Tirk a dagirker Li Herêmên Parastinê yên Medya li ser herêma Zagrosê keşf pêk anîne.