Hey geliyê Tiyarê!...
Ez xewna te dijîm û di nava sihûşeş birînên daxdayî de, bi berbanga sibehî re, li ser çermê xezalan, navên cengawerên welatê xwe, hurik hurik bi rengê gulbengiyên dilê xwe dinivîsim.
Yek ji hevrîşîm,
Yek ji qesebê,
Yek ji kulîlkên basimbarê.
Wê rojê, ku me li ser atlasê cografya Kurdistanê sund xwar... Roja ku Hevalê Egîd, li quntara Çiyayê Huda, navê “Destanê Azadiyê” nivîsî... Wê rojê, ez û sihûşeş şitlên rihanê, bi kulîlkên beybûnê şahdibûn... Û bi dengê kewan re li quntara çiyarêzên raserî Çelê... Neqeb bi neqeb, guher bi guher qurkî qurkî dimeşiyan... Û bi dengê mozoliyan şiyar bûn.
Îro wek xewnekê
Wek bista di nava agirê bi dûstan de, dilê min dax da
Kanîkên çavên min zuwa kirin
Çar aliyê min bixwîn kirin
Ez şewitîm, ez semitîm, ez di nava bêhneke dijwar de, di nava duxaneke fetsînok de gevizim. Ez di nava tozeke xunafî de, bi hilêlîkên berxurka barana bayî re dişewitîm.
Hey Geliyê Tiyarê bi te re dîrok, bi te re mirovahîû şewitî.
Hey Geliyê Tiyarê!...
Di navbera erdûezman de dikelê agirê dilê min
Di fûre
Û di avzêmkên cênîkên min de diherike
Dibê êş, dibe şewat, dibe qolinc, dibe jehreke marûdubişkan
Bi dengê balafiran re arêniyek di guhên min de tê badan û mirin wek dilojarêya sersibehiya bûkaniya Gulbahar Kobanî û wek sersibehiya zavatiya Brusk Amed di destê hevalê Rejav Jilemo de dijiyam û di xefk û davika rûrêşiyê de dimirim...
Destanê Azadiya Egîd, di guherên çiyarêzan de, di neqeb û geliyên navbera diyaran de, di beroj û mesîlên quntara gundan de, wek şînahiyek biharî, wek baxçê gulan, wek terxên hinaran, wek gurzên xweşîla bi şîrik, dibû nişûk û têhnika dahatuyên beşûşiya jiyanê direşand
Zanibe ey mefera dilê min ku sersibehiyan didoşe
Zanibe ey Xeyrî Fedekarê ku berbûliyan dinoşe
Zanibe ey Zinara Xoy, ey Dilar Dilbirîn ku xêliyê dicoşe
Zanibe ey navên di rûpelên yadkirina gelê min de neqişkirî, bi navê Xwedayî
li ser şînxaliya ezmanî û wek dilopek ava zemreyî li ser lêva dayika nûbirhanî
Wek qîrêna zaroka nûbêhnjiyayî, wek hêviya Ehemdê Xanî, wek evîna Meleyê Cizîrî
Min di agirê dilê te dihelîne
Hey Geliyê Tiyarê!...
Ezê te bikim sunda xwe, da ku her sal di Berwar Zilan de werim tewafa te
Da ku, her sal werim di atlasê cografya hêviyên te de razim
Xewnên xwe, bi hêviyên xwe girêbidim û wek libên tezbiha kehrebanî
Di avzêmkên jiyanê de “mohr” bikim; da ku ez her sal mistek ji axa te bînim
Di baxçê dilan de bireşînim, da ku bibe miskûembera sersalan
Û wek ala serketinê li banê ezmanê Xweda bibalivînim û bikim taca serê xwe
Hey geliyê Tiyarê!...
Ez xewna te dijîm û bi dengê balafirên mirinê re hêlîna dilê xwe ji nû de çêdikim,
Ferşik bi ferşik li devê hêlîna çûkbelekên binê latan
Qirşik bi qirşik di dengê çûkêtîlî de li zeviyan
Bajarekî ava dikim
Bajarekî bi navê te û hevalên te
Piştre welatekî ava dikim
Piştre peykerê Dilşad Aryan bi çakûç û miqaran dikolim
Peykerê Rûken Serhat bi şimadanên rengîn dixemilînim
Li ser Taqê-Bîstûn navên hevalan teva bi tîpên bizmarî dinivîsim
Yek: Dogan Afrîn.. Yek: Serdem Pîr... Yek: Diyar Riha... Yek: Sîpan Cudî... Yek: Medya Ronahî...Yek: Roza Semsu... Yek: Zşlan Hakkari... Yek; Eylem Ararat... Yek: Bêrîtan Şîn... Yek: Kemal Cizîr.... Yek; Serdar Mezraî û yek Tîrêj...
Û yek ez...
Û ew ezê ku te bi agirê volkaniya dil û cîhanşûmûliya evîna xwe himbêz dikim
Bi pênûs û gotina xwe dijîm... Dijîm û dimirim, dijîm û dimirim...
Ew ezê ku derya gotinan dikime xêlî û berbûliyê bûkaniya Denîz Derya...
Dikime birazavekê Dîren Tolhildan... Û şelq û pêlên giriyê xwe dikime neqşa li ser hinarka rûdêna Şahmaranê Kurdistanê... Û hostenecariya xwe dikime xurcezîna Lokman Hekîmê Kurdistanî û têm... Û têm... Û têm li ber serê te rûdinim...
Ew ezê, evîndarê te....
Rondikên xwe li ser kêla te dikime gul û gulbijêrk
Ey Geliyê Tiyarê!...
Ez birîna te di birîna xwe de dax didim û bedenên di himbêza te de, wek Çilpîrên Xwedawendî li cem xwe, di atlasê jiyana xwe de, bi zifkerî û telkariya hostayên Midayadê, bi agirê şalomo re; di rengê kevok û neqşa di dengê bilbil û şalûlan de,
bi rondikên kewan û eşqa qumriyan re li ser bircikên keliha Amedê binivîsim û li tevahiya bajar û navçeyên Kurdistanê, bi stêrikên şevê re, bi heyva li çardehan re, bi çirîsk û nawîskên ser avê re; bi demên salê de, bi Biharî re bikim kulîk, bi Havînî re bikim gul û gulbijêrk, bi Payîzî re bikim haveynê veşartî, Bi Zivistanê re bikim çîrok û destanên civatan û her sal wêk Zêweke pîroz ber bi jiyana abadanî û serdemên mirovahiyê de bireşînim.
Medeni FERHO
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 20’ê Mijdar3e de di saet 19.30’an de li navçeya Amed Sûrê li nêzî bazara mast li dijî polîsên kombûyî ji aliyê gerîla yê me ve çalakiyek hatiye lidarxisitin. Di encama çalakiyê de 4 polîs hate kuştin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1.Di 24’ê Mijdarê (îroj) de di navbera saet 06.00-07.00’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî herêma Şeşdara ya bi ser Heftenînê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 22’ê Mijdarê de di navbera saet 13.30-15.00’an de li Heremên Parastinê yên Medyayê li dijî Girê Qertel, Gundê Dİrê ku bi ser Zagrosê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin.
2. Di 21’ê Mijdarê de di saet 23.00’an de li navçeya Mêrdînê Nisêbinê li dijî fermandariya cendermeyan ji aliyê gerîla yê me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de fermandarê qereqolê ji aliyê gerîla yê me ve hatiye kuştin, serbazek (yuzbaşi) jî birîndar dibe.
- Ayrıntılar
Rêber Apo
Doza me ya mezin, bi grubek heval, bi îddîayên zêde ne kemilî û bi derfetên pir biçûk li gundê Fîsê, dest pê kir û heya roja me ya îro pêvajoyeke efsaneyî da jiyandin. Bêguman, dîroka partiya me hîn kevintir e. Di bihara 1973’an de bingeha partiyê hate avêtin. Ev gaveke pir cîddî bû û her salekî din î piştî vê gavê, ji bo partiyê bûne salên avabûnê. Çawa ku her bihar destpêka jiyaneke nû ye, her der şîn dîbe, aj dide û dibe toxim, her saleke partiya me jî, bêguman xwedî wateyeke bi vî rengî ye.
Di salvegerek nû de ku em careke din lê mêze bikin, berhemên ku çêbûne pir in û cur bi cur in û gelekî hêja ne. Me di nav vê dewlemendiyê de PKK’ê heta roja îro anî. Bi tenê rizgariya netewî berhem neda, her wiha partiyê, sosyalîzma herî jixwebawer û tevgera azadiya jinê berhemên xwe dan. Digel van yekan, li beramber şerê taybet a herî tirsnak, tevgera me li ser piyan sekinî û berhemên vê jî derketin holê. Cîhan jî bibe yek, derfet heye ku em bi ser bikevin ango berhemên serkeftinê jî derketine meydanê. Ev hemû berhemên han; ew kesên di doza partiyê de jixwebawer in, ji bo xwe bi hêviyeke mezin bi çek û rext bikin, gencîneyên yekta ne.
Lê belê digel van yekan, ew kesên ku doza partiyê fêm nakin û ji hemû mezinbûna wê re nabin bersiv û nanirxînin, bêguman kêmasiyên mezin jiyan dikin û divê ji bo vê yekê, ber xwe bikevin. Di vê qonaxê de, ji doz û armancên partiyê zêdetir, tu doz û xebat, bi nirxtir nîne.
Bifikirin, wekî we derfeta min a ku di nav gel de an jî di qada şer de xebat bikim nîne. Lê belê, ez li ser partî û ramanê partiyekê, bi taybet jî, li ser xebata kadroyan bi kûrbînî rawestiyam û min da nîşan ku ez dikarim çi destanan biafirînim. Gelo ji vê xebatê, hêjatir xebat heye? Hûn bi xwe jî dikarin bibînin, di şert û mercên herî dijwar de ev xebat gihişt vê astê. Heke hûn vê bibînin, hûnê bighijin vê rastiyê; “Doza partiyê bûyereke mezin e, partîbûn hêza herî mezin e”. Bifikirin; ji bilî vê, tu çavkaniya hêzeke min hebû? Nîn bû! Ez hemû hêza xwe ji partibûnê digrim. Kûrbûna li ser partiyê, jiyana li gorî prensibên partiyê, bihêzkirina rêkxistina partiyê bingeha hemû hêz û quwetan e. Ev rastî li ber çavan e. Kadroyên partiyê bi rastî jî, ku dixwazin xwe ji dil bidine kar û di nav partiyê de xwe bi hêz bikin, divê li ser bingeha prensibên partîbûnê xwe bighînin şêwaza rast. Xurtbûn rasterast bi vê ve girêdayî ye. Bi awayekî din li vî welatî di nav artêşe de, heta li hember dijmanan, riyekî din î xurtbûnê nîne.
Hûn dibêjin “Xeta Serokatiya Partiyê”, “Hêza Serokatiyê”, vaye ev hêz, partibûn bi xwe ye. Di hundirê vê de prensîp hene û li ser van prensiban hewl û xebat heye. Divê ev hewldan, di cih de û bi hostane bê dayîn. Vaye Serokatî, vaye serkeftin.
Ez, bi navê hemû şehîdên PKK’ê dikarim bidim xuyakirin ku; tu hewldan qasê xebata partîbûnê hêja nîne. Îsrara di pîvanên partiyê de, îsrara di şêwaza partiyê de û îsrara di erkên partiyê de, ji serkeftinên cepheyê hêjatir in. Serkeftinek bêyî partibûnê, dibe û derbas dibe, lê dibe ku pişt re binketin jî li pey were, lê belê li pêşiya partîbûneke berfireh her dem û her tim serkeftin heye. Yê ku bi rengekî berfireh partibûnê di jiyana xwe de ava bike, misoger ew kesayetiya serkeftinê ye. Ji lewra ew kesê/a ku bi biryar û dixwaze xwe bighîne armancên xwe, tiştî pêwistî pê heye partîbûn e. Jiyana min ji bo vê nimûneyeke baş e; di cihekî evqas teng de û di nav bê derfetiyan de, me xebata xwe ya partiyê heta vê derê anî û gihişt astekî nêzikê serkeftinê. Mezinbûna serkeftinên ku me bi dest xistiye, li ber çavan e. Wê demê, ji dîroka partiyê xisûsa herî bingehîn divê ku hûn fêr bibin ev e; partîbûn, mifteya hemû serkeftinan e.
Wekî toximeke biçûk dema ku em hatin reşandin, ji bo ku ev toxim nerizê, me tevdirên pêwist girtin. A herî girîng jî, ji dijmin hate parastin. Ev çawa çêbû? Çawa ku dayikekê da ku zarokê/a xwe mezin bike şev û roj li xwe heram dike, me hin zêdetir li ser hewl û ked raber kir. Xebata îdeolojîk ji bo vê bû û ev jî bi ser ket. Pêvajoya kemilîna îdeolojîk, pêvajoyeke mecbûrî bû. Gel, di salên berî wê de jixwe şerm dikir û xwe biçûk didît. Şexs di hemû hêlan de hatibû lawazkirin. Bawerî, biryar, yekbûn hîç nîn bû. Te nikariye du birayan ligel hev bida seknandin. Pêvajoya pêngava me ya îdeolojîk, dawî li vê rewşê anî. Kesên ku bi çavê xayinan li hev mêze dikirin, êdî wekî dost û bira li hev temaşe kirin, yên ku li hemberî hev xeribiyeke mezin jiyan dikirin hatin gel hev û hevdû naskirin. Ev hemû berhemên şerê me yê îdeolojîk e.
Nêrîneke hate afirandin!
Nêrîna dostaniyê, nêrîna yekîtiyê, nêrîna welat çêbû û her wiha ji milê giyanî ve nêzikbûnek ava bû. Girîngiya van, kes nikare înkar bike. Yê ku dixwaze di hundirê me de karekî serkeftî bike, mecbûr e, vê rastiyê bibîne û baş fêm bike. Ku ev nebe, yek gav nayê avêtin.
Piştî ku nêrin hate afirandin û tiştên pêwist ku hatin destnîşankirin, êdî ber bi meşa pêkanîna armancên wan ve gav tê avêtin ango ber bi wan ve meş tê destpêkirin. Bêguman meşa ji bo welat û ax, bi yek kesê nabe, bi rêxistin ve, tê lidarxistin. Ji ber ku, armanca netewî ji bilî hinek xayînan, armanca her kesê ye. Azadî ji bo herkesê ye, ji bo gel e. Ji lewra pêwistî bi meşa her kesê heye. Yên ku bi rêxistinê re nemeşin, nikarin bibin xwedî doz û nêrînekê. Ew li hember welat û gelê xwe bê nêrîn e.
Destpêkirina vê pêvajoyê, bi serê xwe bûyereke mûcîzevî ye. Dî dîrokê de, tu serhildanên Kur-dan, çend meh neajotin û binketin. Yekemîn car qonaxa serkeftinê ya ku hêviyeke mezin dide mirov, niha me bi dest xistiye. Ev derfet, pêwist e bi berpirsyariyeke mezin bê nirxandin.
Ez di vê salvegerê de bi awayekî eşkere careke din vê rastiyê bînim ziman; yên ku li ser bingeha partibûnê, di xwe de guherînê çênekin û pêwistiyên wê pêk neynin, ji wan re tu hurmetek min nîne û qasê nisqalekî qîmetê nadime wan. Li gorî min şêwaza partiyê hemû tişt e. Yên ku wiha jiyan bikin û têbikoşin, ew hemû hebûna min in, rihê min in û dilê min in û hezkiriyên min in. Hebûna me jixwe ji bo vê ye. Bi cureyekî din kes nikare me bi kar bîne û bi me re jiyan bike.
Wekî hûn dibînin, dîroka partiyê bi heybet, bi ronahî, bi hêrs, bi şer, bi serketfin û bi têkçûnên trajîk, hemû di hundirê hev de jiyan dike û her rojên ku ser re dibore, bêhtir mezin dibe û hêviya serkeftin û azadiya gelê me mezintir dike. Li ser vê bingehê, bi kûrbûneke bilind, divê em rê nedin, kemasiyên ku serkeftinê ji destê me bike û bangê hemû têkoşerên tevgera azadiyê dikim ku van salên pêş bikin salên serkeftinê.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 21’ê Mijdarê de di navbera saet 16.00-17.00’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî Gundê Pirbila ya bi ser Heftenînê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin. Di encama topbaranê de rez û zeviyê gundiyan zirar dîtiye.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Dİ 20’ê Mijdarê de di navbera saet 18.00-20.00’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî herêma Keşanê ku bi ser Heftenînê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 20’ê Mijdarê de di navbera saet 03.00-03.30’an de li Herêmên Parastina Medya li dijî herêmên Çiyareş û Girê Cehennem ku bi ser Zapê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye topbarankirin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Dİ 17’ê Mijdarê de di navbera saet 09.00-10.00’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî Gundê Dirê, Girê Qertel, Dola Çinara, Quntarê Mamreşo û xeta Ava Basya ku bi ser Zagrosê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 17’ê Mijdarê de ji saet 09.00’an de li dijî Şikefta Brîndara, Quntarê başûr û bakurê wê, Xeregol, Şehîd Sefkan, Sêgoşeya Mirganiş, Gir û rêzegirê Karker, Çiyareş, Gundên Horê, Zêrê, Zêvê û Reşmê ku bi ser Zapê ne ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin.
- Ayrıntılar