Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 3’ê Kanûnê de li navçeya Amedê Lîcê di navbera gundê Mêrg û Mehmed Elî de ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatiye lidarxistin. Di heman rojê di navbera gerîla yê me û leşkerên dijmin ê derketiye operasyonê de pevçûnek qewimiye.
- Ayrıntılar
Ger tu lehengan bîne ser ziman dibe karê herî zehmet… Îro 4’ê Kanûnê ye; rojeke reş, bi xemgînî…Lewra weke îro beriya niha bi 5 salan lehengê Kurdistanê, fermandareke mezin, şervanê Hevalê Agît bû tevlî nava refê nemiran bû.
Di temeneke hîn biçûk de di sala 1987’an de bi çend hevalê xwe re tevlî nava refê gerîla bûye û bûye rêhevalên Agîdan, Erdalan (Mustafa Yondem) û Saadetan… Beriya tevlî nava gerîla bibe Hevalê Agît dinase û jê bandor dibe. Li Cûdiyê mirada dest bi jiyana xwe ya gerîlatiyê dike û di demeke kurt de di dilê hevalê xwe de cîh digre. Wextek zêde derbas nabe dibe alîkarê fermandariya Cûdiyê.
Tevî ku hîn di temeneke biçûk de bû hestê Kurd û Kurdistanê di asteke jor bû. Îdeolojiya PKK’ê nedinasiya lê bihîstibû ku hin kesên bi navê Apocî ji bo Kurd û Kurdistanê têdikoşin bê ku şik û gûmanan jiyan bike, tevlî tekoşîna wan dibe.
Ji ber ku xwedî kedeke mezin bû, Rêber Apo jî navê wî bihîstibû. Dema di sala 90’î de diçe akademiyê, li vir Rêber Apo ji wî re dibêje; “Min navê te bihîstibû, lê min nizanîbû tu wusa temen biçûk e, çawa ev wezîfeya giran dane te.” Ji lewra hîn di 17 saliya xwe de fermandariya bolukê dike. Ji ber vê zîrekiya wî Rêber Apo pê ewle dibe û di perwerdeyan de mînaka wî dide. “Ya girîng, ne temene, zîrek bûn û baweriye.” Heval Adil ji Rêber Apo, ji tarzê wî, ji nêzîkatiya wî ya jiyanê pir bandor dibe û girêdaneke pir xurt pêş dikeve.
Piştî perwerdeya li akademiyê heta 97’an li gelek deveran tevlî xebatê dibe. Ew qas birîndar dibe ku Heval Adil dibêje “Hejmara birîndariyê min nayê bîra min” Ji ber ku di her çalakiyê de li pêş bû. Pêşeng bû, şerker bû, fedaî bû, binkeftin tu car qebûl nedikir..
Piraniya jiyana xwe li Botanê derbas kir Rêheval Adil, ji xwe li gelek herêmên din ên Behdînanê jî xwedî kedeke mezin bû. Lê him demeke dirêj li Botanê ma him jî ji Botanê, ji gelê wê gelek bandor bibû.
Di jiyana xwe ya bi berxwenê derbas bûye, gelek lehengên nemir naskir, li gel Ahmet Repo, Cûmayê Bilikî, Piling, Rojhat Bilûzerî û bi sedan lehengan re rêhevaltî kir…
Di 20 sal tekoşînê de tu car bêhêvî nebû, herdem çavkaniya wî ya jiyanê hêvîyên wî bû. Baweriya wî ya bi serkeftinê bû. Girêdayî hevalê xwe bû. Di her şahadeta hevalek xwe barê wî girantir dibû. Hêvî û daxwazên wan hevalên xwe dikir hêvî û daxwazê xwe û hîn bêhtir tekoşîn dikir. Her dem digot “ez tu car şahadetên hevalê xwe ji bîr nakim”
Gabar Adil e, Adil jî Gabar…
Herî zêde li Gabarê tekoşîn meşand Hevalê Adil, herî dawî jî li wan xakên pîroz jiyana xwe ji dest da. Girêdana wî ya bi Rêber Apo û şehîdan bê şik bû. Ji xwe di hevpeyvîn a xwe ya dawî de wiha digot Hevalê Adil; “Ji bo mîlîtanekî-ê sal nayên hejmartin. Heta tu jiyan dike, tê tekoşînê berdewam bike. Ev ne karê salane. Lê hin sal jî hene mohra xwe li dîrokê dixe. Van salana jî ji bo me bi vî rengî ye. Xeyala min a herî mezin jî ji bo Rêbertiyê bibim mîlîtaneke baş. Yek jî kesê herî zêde deyndarê Rêbertiyê ye jî ez im. Ya pêwîst bû bê dayîn Rêbertî da min. Min jî heta roja îro tevî kêmasiyan jî tu carî dudilî jiyan nekir, min xwe bi paş de nekişand. Ji niha û şûn ve jî wê nebe. Lê di salê pêşiya me de tiştê pêwîste di xeta Rêber Apo de were kirin ez ê bikim. Weke mîlîtanekî weke rêveberekî armanca min a herî mezin, wendahiyên li Botanê tê jiyandin kêm bikim, di xeta Rêber Apo de him di aliyê leşkerî de him jî di aliyê jiyanî de xeta Rêber Apo temsîl kirin e. Qêrînên Heval Viyan hîn di guhê min de ne. Cardin gelek hevalên hêja di vê salê de şehîd ketin. Weke hevala Yildiz û Sorxwîn. Ji bo em bibin layiqê van hevalan çi ji dest me were em ê bikin. Xurtkirina şer, xwedî li xeta Rêbertiyê derketin pêwîste. Ev jî bi gotinê nabe, divê pratîka wê bê nîşandan. Me ev sond da Rêbertiya xwe. PKK partiya şehîdane. Em ji şehîdbûnê natirsin, lê girînge ku mirov di cihê pêwîst de şehîd bikeve. Di warê teqtîkî de, jiyanî de, felsefî de pêwîste li gor van pîvana jiyan bikin. Ez ê hewl bidim bi vî rengî tevbigerim. Serkeftin armanca min a serekeye. Ji lewra di tevgera me de ne gengaze ku mirov bê serkeftin jiyan bike. “
Ma piştî van gotinên Hevalê Adil gelo hîn jî vegotin pêwîst dike…
Memyan Jiyanda
- Ayrıntılar
Ev çend rojin li Îrlandayê li Dûblînê ji bo nîqaşkirina çareseriya Îrlandayê hin rojnamevan û çend parlementêrên Tirkiyê li wir tevlê hin rêzebernameya dibin. Mixabin çareseriyê li cihê dûr digerin. Pirsgirêkê gelek welatan û netewan hene, di gelek aliyan de bişibin hev û dû jî di cewher de ji hev cûda ne.
Di pêvajoyeke ku gelek kes bangawaziyê çekberdanê dikin, dibêjin heyama çekan derbas bûye jî çavê xwe li rastiya Tirkiyê û Kurdistanê digirin. Ji ber vê jî nîqaşên erênî pir zêde pêş nakeve, ji lewra sedeman nabînin, lê li encama dinerin. Çiye?
Vayê gelek astengiyên li pêşiya kurdî rabûya, pêşketinên erênî hene û hwd. Lê ev pêşketin ji xweber pêşneketina. Ya divê were dîtin jî ev e. Ger tekoşîna azadiyê ya PKK 34 salan nemeşandiba, berdêlên gelek mezin nehata dayîn, lehengiyên bêhempa nehata nîşandayîn, gelo wê ev pêşketin çêbibûye? Eşkereye ku beriya niha 40 salî çawa ku li ser pirsgirêk û hebûna kurdan pelek jî nedihejiya, wê di roja me ya îro jî heman rewş berdewam bikira. An jî wê li ser navê kurd êdî tu tişt nema bûya.
Rastiyeke din jî ku van qaşo pêşketinên heyî jî tenê ji bo nixumandina ser rastiyane.
Ji lewra ji aliyekî dibêjin bila çek raweste, bi rê û rêbazên dîplomatîk ev pirsgirêk çareser bibe. Lê di aliyê din de jî bi hezaran siyasetmedar, rewşenbîr, ciwan û jinên kurd bi hiccetên vala û pûç xistine girtîgehan.
Dibêjin hemû astengiyên li ser ziman û çanda kurda rabûye, lê dia aliyê din de jî ji ber ku bi kurdî axifîne bi sedan kes girtine. Ji ber ku kurdin hîn jî êrîşên nijadperest berdewam dikin.
Heta demê dawî jî tu kesî nikarî bû bigota ez Elewî me, îro qaşo serokwezîr ji bo ku dijberê xwe lawaz bike, dibêje li ji ber tiştê li Dersimê hatiye kirin, li ser navê dewletê pêwîst be ez ê lêborînê bixwazim. Bi gotin xweşe, lê dema jiyanîkirinê de hemû gotin vala, derew û pûç derdikeve.
Heta doh pêr wan bi xwe nameyên Rêberê Gelê Kurd ji Tevgera Azadiyê re rêdikirin, îro jî qaşo parêzer name û talîmatên Rêberê Gelê Kurd ji rêxistinê re dibe.
Rojekê derdikevin dibêjin, ji bo girtiyê din çi maf hebe, ji bo Rêberê Gelê Kurd jî heye, lê dema dinerin ev çend mehe malbat hevdîtin nekiriye, dotira rojê demildest hevdîtineke lidardixin.
Ev çend mehe bi Rêberê Gelê Kurd re hevdîtin bi sedemên pûç û vala tê astengkirin lê dema dilê wan dixwaze rojên şemiyê jî rê li ber hevdîtinan vedikin.
Qasidên aştiyê bi bangawaziya Rêberê Gelê Kurd çûn, di heman rojê de serokwezîr gote ma kî dikare ji van dîmenan kêfxweş nebe. Piştê demeke kurt, ziman qulipand û dest bi gotinên faşîzan derket.
Di lîteraturan de ji kesên dibêjin û tiştê dibêjin pêk naynin re oportînîst tê gotin. Her hal mirov vê bêjeyê dikare ji bo wan kesan bikar bîne. Na na oportînîst dibe ku sivik be; gotina munafik hîn guncav tir e.
Qaşo misilmanin, ew û seydayê xwe yê bêmirêz fermana qirkirina kurdan dane. Lê bi vegotinên hostayî, niyetên xwe yê rastî vedişêrin û qaşo başî û qenciya kurdan dixwazin.
Kesên munafik ji bo berjewendiyên xwe dikarin hemû tiştan bikin, û ji xwe bi hişmendiya bazirganiyê ji bo berjewendiyên xwe dikarin hemû nîrxan binpê bikin.
Ma gelo wê ev hewldanên li derveyî welêt, li hin parzemînên din li çareseriyê gerandin wê çi biguhere. Ger pîvanên exlaqî û dilsozî nebin, wê bi teqlîdê karibin çi çareser bikin?
Em xwe nexapînin; Gerry Adams ê serokê Sinn Feînê dibêje “xwezî me çek bi kar neanîba, lê çek nebûye jî wê ev pirsgirêk çareser nebûye.” Kesên dibêjin bila PKK çekan berdin, diçin li parzemînên din jî digerin lê cardin rastî heman tiştî dibin.
Ger îro hin pêşketin hebin, ev bi ronahiya tekoşîna PKK’ê bûye. Ji xwe êdî PKK’yek gel piştewaniya wê dike, bi milyonan sempatîzanê wê hebe, bi riyên şer û pevçûnê nayê bidawî kirin.
Çiqas rê û rêbazên dij-mirovahî, dij qanûnên şer bikar anî bin jî, li gel hemû teknîk û çekên teknolojîk ev 30 salin nikarin PKK’ê binpê bikin, ma di rê û rêbazên şer de israr kirinê wê ji niha û şûn ve qet nikaribin çareser bikin û tune bikin.
Salar Mendo
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Dia meha mijdarê de artêşa dagirker a tirk bi erîşên hewayî xwest li dijî gerîla yê me encamê bi dest bixîne. Beramberî vê gerîla yê me jî dia asta pêwîst de bersiv daye êrîşên artêşa dagirker a tirk û propagandayê paş de xistina gerîla vala derxistiye.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Dia 30’ê Mijdarê de dia navbera saet 20.00-24.00’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî Çiyareş, Gund û paleyên Sarkê, Gundên Balûka û Karê, Pira Balûka, gelî û ava Zapê û Gundê Horê ku bi ser Zapê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin.
- Ayrıntılar
Hey mirov!... Ez çîrokek dirêj im, ji heyamê dûr û li derî dîrokê hatime hiştin
Ez Prometheus im, di nava deryayek reng şikestî de, bi mûrê teyr û bazan, wek xalvedaneke destanî hatime parçekirin...
Ez Kawayê Hesinker im
Ez ew heyama şikestî me,
Di nava herka çemekî de li nalêna birîna xwe ya sedsalî guhdarî dikim
Nalêna min heyamek didanî yek dihilanî...
Reşbelekên li ser kêla gora min, dibû bedenek parçekirî û di navenda cîhana kerr û lal de, di nava kelgerma hêvî şikestî de, aliyek girî yek êş bû... Aliyek koçberî, yek talanîbû... Aliyek kuştî yêk wêranî bû... Aliyek felckirî, aliyê din bi çekên şaristaniya hemdemî dihatim kuştim û ez welatê jibirkirî, Kurdistana bi kaniyên zift û neftê sîwaxkirî, di cenga ademiyetê de di goreke betonî de hatim gom kirin.
Ez ew welatê çîrokê,
Wek haveynekî di nava parçeyek pîso de ji bîrkirî
Bêhevî kirim
Hey Miorv!..
Çîroka min bi qesîdeyên qedexe û veşartî dest pê dike, bi dengê bîlûra Mamê Şivan digere, digihe volqana dengê fişeka Egîd.
Li welatê çîrokê ew pêjnek bû û wek kulîlka hevîyê vedikir.
Hûrik hûrik dimeşî,
Qolincên xiyanetê parçe dikirin, gotinên diqulûqewêran de dimistin, birînên daxdayî derman dikirin, dibû av, dibû baran, dibu berfûbaran, dibû ba û bahoz û dibû tehnika min. Ku sed sal in, di çemê Botanê de, li qeraxên Ava Mezin razayî bû û li ser bircikên qesrûqonaxên bêbirhan bi lîstika çavzerkê dilîstin.
Ev navê cografya min e û di vê cografyayê de ciwanîyek kihêl, seglawî, çavmaquşî, bi bazekî re çiya bi çiya dibeziya... Ha ha hêvî bela dikir. Hêdî hêdi, hurik hurik stêrikên ji banê ezman weşiyayî kom dikirin, bi tayên şimakirî neqiş bi neqiş, bi duwêlên li hevbadayî bizmik bi bizmik darvedikirin. Stêrik û teliyên Egîdên welatê min, dibûne xelekên demê û wek çavkaniya hêviyê mal bi mal digeriyan.
Dahola hawarê lê dida...
Naqoşa şer dikire şîqên
Baz û Başoke di valahiya kûr û fereh de diristin
Her roj!...
Her şev
Xwe di nava hev de dipêçan, piştre erdûezmanek, şevûrojek bi stranên efsûnî li hevûdin mehr dikirin; wek jiyanekê, wek xelekên dîrokekê, wek nasnameye cemawerekî bi qîrêna Prometheus û argûniya agirê Kawa re xelatgîr dikirin. Ew navên li ser avê nivîsî û di herka Çemê Bûnisra de, li ser dergehê Keliha Qeretacdîn bizmarkirî, dibû aleke rengîn di valahiya dilê welatê min de dibalivî. Ew pêjn û ew teqîna volqanî, ji Fîsê dirêjî Çiyayê Huda dibû. Ew kesên ku erda hişk û ezmanê bilind dikirin mala xwe, bi Nuhê Kal re taştê dixwarin, bi Birahîmê koçer re qurban digurandin.
Yanî Tewrata bûyerên drametîk bi xetzêrên dilopên xwehdana xwe dinivîsîn.
Ew in ku ferşên gora betonî parçekirin.
Ew in ku riyek girtin yek vekirin.
Ew in ku navên nû û jyana nû li ser sifra rûmetê radestî me kirin.
Wek tilisimekê bûne dêr û mizgefta baweriyê, aliyek bangdan, aliyek bixur... Bûne teyrên efsûnî, di nava mumya Firawunan de li ber bablîsokên festînok dîlan girêdan, bûne pel û bergên şîlanê... Piştre bûne bircikên hêviyê. Êw bûne ez û rengê jiyanê. Ew bûne tu û rengê navê te. Ew bûne ez û tu û welatê min û te.
Dîse jî dijmin qîm nekir, bûne gurên har û ez kirim çar parçe...
Ez çar parçeyên di çermixê de pelixandin...
Şikandin, birîndar kirin, talan kirin...
Mişextî kirin û tenê hiştin... Di riya çûn û nehatinê de, bi meşeke bê stûn û star de rêwî kirin... Meşeke bê pergal, kewneke pejmûrde û bêzar...
Hingî min dît ku di şexsê min de ademiyet hatiye kuştin...
Hingî min dît ku di bedena min de Xweda li ser kevirê teneşîrê dirêjkirine û dixwazin sedsalan, heyam û deman, qonax û demsalan wek bedcanekî kefen bikin.
Ez gunehkar kirim... Ez dîn û sewesî kirim...
Têhna wan veneşikest, ez dibin ferşa betonî de jî dagir kirim
Û ez weke nifşekî winda li ser binyata tunebûnê danîm.
Û ez!...
Di nexşeyan de, di atlasên cografya de, di cenga Truwa de û di êrîşa Skenderê Zulqerneyn de, nedîtim; di şerê Selîm û Îsmaîl de, di seferên cîhanşumûl de dabaşa min nekirin. Ez di Gilgamêş de, di çîroka Şahmaran de, di destanê Rustem de, di Taqî Bîsûtun de, di ûpenîşadên Zerdeşt û Manî de, di hawara Musa de ez nedîtim. Navekî winda, çîrokek jibîrkirî û welatekî bênav, di valahiya mirovahiyê de hiştim û wek çavekî di şikefta reş de veşartî hiştim.
Hey mirov!...
Hingî... Wê kêlîka ku teliya ristê li ser libika canbêzarê rûnişt û bi çirkêniya qapsula li ser barûdê, olvedana fişeka li quntara Çiyayê Hûda hat; ku li newal û mesîlan, li guher û dolan, li anîşk û zîvronekan, li beroj û zinaran bela bû, şikefta fetsînok hate hêrivandin, ademiyet ronahî dît, ez jî ji mirina reş şiyar bûm.
Şiyarbûna min
Bû ronahiya mirovahiyê
Hey mirov!...
Hingî min got, destpêka çîroka min ne gor e, fişeka Egîde..
Min hingî got, destpêka min ne Îsmet e, ne Tayib e; Apo ye, Egîd e û Rustem e...
Min hingî tixub şikandin, kêl şikandin, ferşên gora betonî şikandin, qolinc şikandin, birînên mumarî şikandin û xiyanet di hêrsa xwe de şikandin.
Min destpêka çîroka li Fîsê darvekir û ristikên şîretan li xaka welatê xwe, wek libikên fîrûz, safîr, zumrut û lalûlapîsan bela kir. Ez bûme xweliya kozmîk û xwe ji xwe afirand. Ez bûme hêviyên Ehmedê Xanî, ez bûme evîna Meleyê Cizîrî, ez bûme xêlî û berbûliyê sedsalê. Ez bi helbestên destanî rabûm û rûniştim û kulîlk ristin, nefel û indeko kirin baqê rûmetê, bi himayîl û bazbendên paşerojan ve girêdan...
Li ser erdeke hişk, dibin banê ezmanê bilind de; min avaniya xewnên xwe û banê hêviyên xwe bi pejna dewsa Egîdan ve girêda.
Û ez û fişeka Egîd li serê çiyarêzan li pivîtk û kulîlkên azadiyê geriyan. Yek Berfîn bû, yek Beybûn bû, yek jî lorîna Binefşa Bêrîvan bû.
Û vê çîrokê cîhan hejand, herem fûrand, hêz û planên stratejîk di nava mistek agirê hawarê de keland û wek volkanekê teqiya.
Agir û ez
Roj û ez
Di xemla gulbijêrkên damistonkê de
Di gotinên lehengekî de bûne destan, bûne çîroka nenivîsî.
Hey mirov!... Dîse ez dikuştim,
Disê ez birîndar dikirim,
Dîse ez mixeştî dikirim.
Dîse ez, bi tank û topên dagirkeriyê di nava çakûç û sidanê zilmê de dikuştim. Ez bi talanê re zincîr û lele dikirim. Xiyanet derxistin pêşiya min, kemîn danîn, davik vedan û wek tara bêjingê cîhan li min teng kirin. Darûdeviyên efsûnkîrî girîş kirin, bi agirê şiltaqî, bi bagerên xap û rîpan ez kirim Prometheusê Grava Îmralî...
Lê naa!... Min êşa kahrebanî qevastibû
Lê naa!... Min tirsa mirinê derbas kiribû
Û ez di nava gerdangaza qumaşê hêviyê de
Bi pêjna dewsa cengawerên welatê xwe dijîm
Êdî ez bûme welatek
Û ez bûme atlasa navenda nexşeya cîhanê
Û navê çîroka min bi tîpên mezin, wek sûrmanşêtan hate nivîsandin.
Êdî navê min li ser pelên ramûsanên yara min dihate xwendin.
Êdî ez jî ez im û ni erd û ax û av û hewa û çiya û ezman û stêrikên xwe heme. Navekî destanî û hendesyariyeke ferîştehî li asûmanên welatê xwe bi stêrikên xwe re dijîm. Êdî ez ez im...
Êdî, ji destpêka 1978an û vir ve rengê ezmanê welatê min bi rengên min dixemilin. Êdî ez bi baqên kulîlkan gorîstan bi gorîstan digerim.
Êdî navê min ne tabuta winda ye,
Ne jî çardara şikestî ye...
Êdî ez bi rojê avê vedixum
Û navê min, welatê kulîlkên xwînê ye.
Medeni FERHO
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 27’ê Mijdarê de dia saet 22.30’an de li navçeya Amedê Pîranê li nêzî gundê Pîrêjmanê dia pevçûna di navbera gerîla yê me leşkerê dijmin qewimiy 3 gerîla yê me gîhîştiye şahadetê.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Dİ 23’ê Mijdarê de li navçeya Şirnexê Qilabanê li dijî Girê Şehîd Kendal ji aliyê artêşa dagirker a tirk bombeyên mîsketê û cîhazên guhdarkirinê hatiye avêtin.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û raya giştî re!
Gelê Kurd û Kurdistanê di rûpelê dîroka tarî de hatibû veşartin, bibû mijara bazar û peymanan, ji bo ku hişyar nebe, her cure mêtingerî, komkujî û bi tunekirinê re rû bi rû maye, di 33’ê mîn sala xwe de berxwedana bêhempa nîşandaye, ji bo vê hemû fedakarî nîşandaye û ev dîroka neyarên xwe şaş û maş kiriye bi Tevgera PKK’ê jiyan kiriye.
- Ayrıntılar
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Dûran Kalkan
Tevgera Azadiya Gelê Kurd PKK, ji gelek merheleyan û ji qonaxan derbasbû û gihişt salvegera xwe ya 33’emîn. PKK di 27’ê Mijdara 78’an de li gundê Fis’ê ya girêdayî navçeya Liceyê kongreya xwe ya yekemîn bi hêjmareke kêm pêk anî û ev çirûska partibûyînê li çarperçeyê Kurdistanê belavbû û di dilê hemû kurdan feth kir.PKK li ser gelê kurd guherîn û pêşveçûnên gelek girîng bixwe re anî. PKK gava davêje sala 34’an di nava vê demê de ji grubek biçûk a ciwana veguherî tevgera gelê kurd û bi hezaran gerîlayan li çarperceyê Kurdistanê rêxistinbûye. Kurdistana ku bi peymanên navnetewî yên wekî Sykes-picot û Lozanê hatiye parçekirin û bi armanca asîmîlasyonê polîtîkayên înkar û îmhayê li ser hatiye meşandin her wiha ji qetlîamên fîzîkî û çandî hatiye derbaskirin bi fikrê azadiyê ve gelê kurda ku ber bi tunebûnê ve diçû ji nû ve şiyarkir û rakir ser piyan. Her cendî gelê kurd ji bo azadiyê serî hildabe jî tu srehildanê vê wekî Tevgera Azadiya Gelê Kurd bi dem dirêjî û birêxistinî nebûye ji aliyê gelek dîrok nasan sedemên vê yekê bi rêbertiya vê hatiye îzahkirin.
ÇIRÛSKA YEKEMÎN
Kongreya PKK’ê ya yekemîn li sala 78’an e lê di sala 73’an li Enqereyê bingeha xwe digire. Li Enqereyê yekemîn civîna xwe li bendava Çubukê pêktîne. Divê civînê de Rêberê Gelê Kurd û sazûmankarê PKK Abdullah Ocalan bi şiara Kurdistan tê mêtîngerkirin ve derdikevin rê û dibe tevgera gel a azadiyê. Di salê 70’î li cihanê rewşeke du alî bi navê durexiya NATO û Sovyetan ve hevayeke cuda li gorî rewşê wê demê hebû û her wiha li Tirkiyeyê jî demokrat û çepgir birêxistin dibû û her wiha durexiya dijberiya vê avadibû. Rêberê Gelê Kurd Ocalan di navbera salên 72 û 73’an de rêxistinên çepgirên Tirkiyeyê nasdike û biryar dide ku pêwîstî bi tevgereke Kurdistanî heye her wiha PKK di qonaxa xwe ya di grubê de di nava saziyên wekî ADYÖD û DDKO de cih digire.Rêberê Gelê Kurd Ocalan wê demê wiha rave dike: “Ez di nava nêvengên tevgerên civanên şoreşger hem ên tirk hem ên kurdan de bûm.Diyar e ku ez ji wan tevgeran bandorbûm. Di salên DDKO û Dev-Genç’an de sempatîzanbûyina van avaniyan ne bûyereke kêm bibandor e.Min navên THKP-C, THKO, TKP/ML-TİKKO bihitibûm û min şahîdî ji şahadeta rêberên wan ên merxas kiribû.Di serî de berxwedana Rêberê THKP-C Mahîr Çayan a bi Hûseyin Cevahîr li Maltepeyê û piştre jî bi deh hevalên xwe re ji girtîgehê fîrara wan û li Kizildere’yê gihiştina wan a şahadetê pir bi bandor bû.Bandora wan ev çendî bû ku min pêşengtî ji çalakiya boykotê ya yekemîn kir.Min çûyina Rêberê THKO Denîz Gezmîş û du hevalên wî ya sêdarê dît. Di heman demê şahadeta Rêberê TİKKO Îbrahîm Kaypakaya ya li Zindana Amedê jî bi bandor bû.”
DERKETINA KURDISTANÊ
Gruba Apo’î ji tevgerên şoreşger û demokrat bibandorbû û li paytexta Tirkyeyê gava xwe ya yekemîn avet. Gruba Apo’îji sala 1976 berê xwe de Kurdistanê û li çarperceyê vê belavbû û rêxistinbûyîna xwe kêlî bi kêlî hûnand. Ocalan pêvajoya Enqereyê û derketina ser dika Kurdistanê di daxuyaniyê xwe de wiha diyar dike: “Avêtina esasê PKK’ê li Enqereyê rûdayina polîtîkayên mêtînger a klasîk e. Bi giştî cihanê di girêdana têkîlya mêtîngerî-metropolê de gelek mînakên şiba vê hatiye jiyin. Min hewlda ez diyar bikim ku derketina ji Enqereyê bijan derbasbû. Bi awayekî wekirî pêvajoyek zehmetbû. Zehmetî ne ji hêza tund,ji xwesertiya faşîzma spî ya tirk û ji nêvenga wê ya di warê psîkolojîk û çandî ditengîjîne bû. Ketina wir çiqas bi zehmet be derketina wê jî ew qas bi zahmetbû.Bi kijan ruh û çandî ve wê bê derketin pir girîng bû. Di nêvenga ku qirkirina çandî serfiraziya xwe jiyan dikir vejînatevgera netewî ya kurd, şiba miri ji mezel sax derxistin e. Ev rewş gotina ‘Canê ku ruh jê dernekeve hêvî jê qut nabe’ tîne bîra mirov. Veguhestina nexweşa ku rêça vejînê dide, ji nêvengekê birina nêvengeke bi tendirûstî pêywira sereke û ya bingehînbû.’’
Gruba ku li Enqereyê destpêkir li Kurdistanê belavbû. Li Kurdistanê bi hewldana bingeha hişmendiyeyeke îdeolojîk avabike û vê yekê belav bike gun gund, bajar bajar xebat meşandin û gelê kurd û ciwanan di vê bingehê de qezenç kirin. Di sala 1977’an de Rêberê grubê Ocalan li pênç- şeş bajaran civînê berendamên qaroyan pêk anî. Ev liv û tevger di demekê kin de li hemû Kurdistanê belavbû û kurdên di bin zextên dewletê hatibûn tepisandin bi vê vtevgerê ve teşeyeke nû girt. Her wiha pêşveçûyina Gruba Apo’î li Kurdistanê hate dîtîn ev yek bû sedema ku Gruba Apo’î bibe hedefa alîgirên xwînxaran. Di vê pêvajoyê de di 18’ê Gulana 1977’an de ji pêşengê gruba îdeoljîkbûyînê Hakî Karer ji aliyê rêxistineke aligirê dewletê ya bi navê Sterka Sor hate kuştin. Rêberê GelêKurd Ocalan di nirxandinê xwe yê berê de diyar dike ku li gorî hewcedariya girêdana biranîna Hakî Karer û ji bo ku li hemberî zextên mêtîngeran têkoşînek bi hêz bide di havîna 1977’an de li Dîlokê bername û gelaleya partîyê amadekir û pêvajoya partîbûyînê da destpêkirin.PKK a ku bi awayekî fermî hate damezarandin danezaneya xwe ya yekemîn di sala 1978’an de di bexwedana Sîverekê de weşand.
DARBEYA 12’Ê ÎLONÊ
Piştî damezrandina PKK’ê du salan darbeya 12’ê Îlonê bi piştgiriya durexiya Nato pêk hat. Bi darbeya 12’ê Îlonê ve dewleta tirk û çeteya kûr Gladio plan û dezge dikir ku kurdan û hêzên çepgir û demokrat qir bikin. Ev yek girêdayî rewşa cihanê ya wê demê bû jî Ocalan di daxuyaniyê xwe yê dawî de ev rewşê wisa bi lêv dikir:“Encam 12’ê Îlonê bû. Geo pêwîstiyê hûndirîn û derve ev darbe hatibû dezge kirin. Di wateya dîrokî de rastî hîlweşîna pergala faşîst a tirkên spî dihat û dixwest vê hişweşîne rawestîne. Ji bo vê yekê jî dewsa netewperestiya laîk netewperestiya tirk îslam ji xwe re esas girt,di warê aborî xwe hûndir de girtin û her wiha pêşvekirina global a tekel ve girêda, ji burjîvaziya piraniya wê brokrat derbasî pêşengtiya sermayeya taybetdibe, di warê siyaysî de jî derbasî vesayeta leşkerî dibe.Vê sazûmanê jî destûra bingehîn a 12’ê Îlonê ku bi darê zorê hatibû qebûlkirin avakir.”
PKK li hemberî darbeyê berxweda û û berovajî planê dewleta tirk biheztir û xurtir bû. PKK plana darbeyê hiskir û pêvajoyê pêşbinîkir. Beriya darbeyê hin qadroyên xwe derbasî Rojhilata Navîn kir. Kadroyên PKK ji aliyê Ocalan ve li Filîstînê di warê îdeolojî û di warê şerê gerîla ve hatin perwerdekirin. Rêberê gelê Kurd Ocalan vê demê wiha şirove dike:“me ezmûneke serkeftî di şênberiya Kurdistanê pêş dixist. Ji eniya dij şoreşê dengê tep repa darbeya 12’ê Îlonê ya leşkerî dihat. Qetlîamên Meraş, Çorum, Bahçelievler û qetilkirina kgelek kes û ciwanên şoreşger û rewşenbîr nîşan dida ku bêyî ku tu derneke ve derveyî welat ne mimkûne ku tu sax bifilite. Ezmûna 12’êAdara 1971’an ji bo derxstina zanebûnê têr û tijîbû. Îmha kirina kadroyên pêşeng ên rêxistina nîşan dida ku êdî zû biz û nikarin di serxwe de werin.Di 2’ê Tîrmeha 1979’an de ji ser Suruçê çûyina Rojhilata Navîn li gorî rûhê têkoşîna demdirêjîbû.Ji bo şerê gel a demdirêjî û piştgiriya dîplomatîk tam di dema xwe de bû û gavek di cih de htibû avêtin.Gava darbeya leşkerî ya 12’êÎlonê pêk hat hemû grûbên çepgir derbeyên stratejîk xarin. Lê PKK’êdest bi qonaxeke nû û bi hêvîtir dikir. Bi avayekî wekirî gavên tektîkî û serkeftîbû.”
TÊKOŞÎNA ÇEKDARÎ
Li wê demê kadroyên PKK’ê yên li Tirkiyeyê hatibûn girtin di Zindana Amedê de ji îşkenceyan dihatin derbaskirin li hemberî îşkenceya derveyî mirovahiyê kadroyên PKK berxwedaneke bêhempa nîşanda. Kadroyên PKK di Zindana Amedê de berxwedana 14’ê Tîrmehê ve darbea 12’ê Îlonê vala derxistin. Ji bo girêdan û bîranîna şehîdên kadroyên pêşeng ên PKK ê ku di berxwedana mezin a 14’ê Tîrmehê de rûmeta gelê kurd gihandin lutkeya herî jor pêngava 15’ê Tebaxê pêk hat. Bi pêngava 15’ê Tebaxê ve PKK yekemîn çalakiya gerîla li Botanêpêk anî.Berbi salên 90 ve li Bakûrê Kurdistanê êdî raperîna gelan û serhildan gihiştin asta herî jor.Têkoşîna çekdarî gelek guherînên mezin bi xwe re anî Ocalan li ser pêngavê wan nirxandinana kiribû: “di serî de di vê pêvajoyê zor û zahmet de bi pêşengtiya PKK’ê û bi taybetî bi pêngava 15’ê Tebaxê ve berxwedaniya hate kirin hew ne tasfiyekirina rastiya kurdan rawestan di heman demê de di riya azadiyê de navbereke girin hate derbas kirin… Pêşwekirina Rojhilata Navîn berêxwedayîneke stratejîkbû. Dê asoyê rastiya me vekira.Vegera sîstematîk a têkoşîna çekdarî rê da ku rastiya me xwe bigihîne zanebûneke pêştir. Rê daku têkiliya Kurdistan û zorê bê lêkolîn kirin. Pêngava15’ê Tebaxêpêvajoyeke di warê dîtbarî de leşkerî di cewherî de jî rastiyeke polîtîk da bû destpêkirin. Têkiliya di navbera polîtîka û şîdetê de her diçû zelaltir dibû. Şexsiyeta ciwakî, afireneriya ferd, hêza rêxistinbûyinê, netewbûyîna ciwakî û azadiya jinê xwe bêhtir rawedikir û derdiket holê.”
GUHERÎNA PARADÎGMA
Heta salên 90 têkoşîna çekdarî bênavber berdewam kir. Di sala 93’an Rêberê Gelê Abdullah Ocalan ji bo çareseriya aştiyane ya pirsgirêka kurd hemldanek kir. 8’emîn SerokomarêTirkiyeyê Turgut Ozal dît ku pirsgirêka kurd bidarê zorê nayê çareserkirin bersîvek erenî da hemldana aştiyê ya Ocalan. Lê hêzên komloger ên dij aştiyê bi destê hîn kesan ve bûyera 33 leşkeran pêk anîn. Ev şansa aştiyê ya hate windakirin piştî Komploya Navnetewî ji aliyê ocalan ve dîsa kete rojevê. Komploya Navnetewî (1999) ku wekî îxaneta li hemberî mirovatiyê tê binav kirin pêvajoya Îmraliyê da destpêkirin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Îmraliyê têkoşîna zîhnî û felsefîk veguheran şoreşê. Ev lêhûrbûna îdeolojîk ve guherîna paradîgma, felsefe, rêxistînîbûn û stratejî pêk anî û gelek fersendên aştiyê hate afirandin. Li gorî perspektî û pareznameyên Ocalan ku li Îmraliyê amedekir PKK guherînan di nava xwe de pêk anî û pergalademokratîk ya gelan Koma Civatên Kurdistan(KCK) bi pêşengtiya PKK ve hate hûnandin û birêxistin kirin. Ocalan sedema guherîn paradigmayê û ji bo paraznameyên Îmraliyê di daxuyaniyê xwe yên dawî de wiha rawe dike: “Gava ku min paraznameyên Îmraliyê pêş dixist, min çareseriya girêka pirsgirêka kurd ji xwe re esas girt. Ya rast jî ev bû.Êdî baş zelal bibû ku heta k udi rastiya gelê kurd de tarîtî ronî nebûya rastiya paraznameya min jî ne dihat tu wateyê. Piştî ku ji bo çareseriyê û aştiyê her tişt hate ceribandin,êdî dor hatibû dahûrandina sedemên pêkhatyên civakî-dîrokî yên di tariyê de mabûn.Parastina min a yekemîn û kûrt bangewaziyek dilnîzmî ya aştiyane bû.Pareznameya duyemîn di asta çareserkirina girêk de bû.Pareznameya min a AİHM’êdi cewherê xwe de rastiya kurdan û hebûna kurdan a li hemberî şaristaniyê û moderniteyê lêkolîn kirinbû.Çara yekemîn cewherê çareseriya demokratîk ji netew-dewletê qut dikir û sedema zayina pirsgirêka kurd bi kapîtalîzmê ve rawedikir.Guherîna di cewherê PKK de ev feraset teşe didayê.Ji qonaxa grubê heta niha cudahiyên di navbera çareseriya demokratîk û dewletparêz zelal dikir.Di vê xalê de ji reel sosoyalîzmê û doktîrîna sparteya wê Marks-Lenîn jê vedikir ji hev cuda dikir.mafê diyarkirina çarenûsê ya netewan ji vegirtina mafê burjuvayê derxist û vegirt demokrasiya civakî.Bêyî ku pirsgirêka kurd têkilî dewletbûyînê bibe, bêyî ku berêxwe bide lêgerînên netew-dewletê û her wiha beyî ku tekeve bin vegirtinên wiha çareseriyê bisepîne, dikarîbû modelên rêvebiriya civaka demokratîk çareserbike.Cewherê di guherîna PKK’ê ev bû.”
- Ayrıntılar