Rêber Apo
Girîng e ku ji derdorên cûrbecûr, demokratên tirk jî di nava DTP’ê de cîh bigrin. Ez wisa dihizirim ku xebatkirina wan, di vê demê de, ji bo Tirkiyê girîng e. Pêwîst e ew jî bi hemû hêzên xwe ve, li devdorên xwe bîst û çar seatan bixebitin. Dikarin di nava DTP’ê de, weke ku partiya wan e kar bikin. Divê ew li cihê ku li tê de ne, weke serokê partiyekê bixebitin. Divê ev ne tenê ji bo tevgera kurd, ji bo Tirkiyê jî bibe tevgereke mezin a demokrasiyê.
Hinek civîn têne çêkirin, lê cewhera bûyerê çiqas tê fêmkirin? Yên me jî nikarin fêmbikin ka bi temamî çi diqewime. Dema nikarin fêmbikin jî, dixetimin. Ez nabêjim bila nekin, lê ev pirsgirêk bi guharandina yek-du zagonan, bi guhartina hinde maddeyên di Destûra Bingehîn de re çareser nabe. Her wisa niha rêbaza huqûqî û leşkerî jî xitimiye. Di xala ku siyaset bixetime de her du rêbaz jî bêbandor dimînin, her du jî di dawiyê de tên xwe dispêrin siyasetê. Pêwîst e beriya hertiştî pêşiya siyasetê were vekirin. Divê tu destpêkê pêşiya siyasetê vekî ku pişt re hinde tişt pêşbikevin. Wê her kes karê xwe yê rast ji xwe bide destpêkirin. Helbet wê huqûqnas jî bixebitin, ew jî wê tişta ku dikeve ser milê wan bikin. Wê gerîla jî karê xwe bike. Lê heya pêşveçûneriya siyasetê nebe, gengaz nîn e ku mirov encamek bigre û ji xwe siyaset jî di rewşeke xitimandî de ye. Niha siyasetmedar jî di rewşeke xitimandî de ne. Ji bo derbazkirina vê yekê di rojava min de yek du pêşniyarên pratîk hene, ezê wan pêşniyaran bikim. Helbet yên me jî derenk fêmdikin. Pêwîste her kes niha hewl bide pêşiya siyasetê veke. Nexwe wê rêbazên leşkerî têkevin dewrê û ew jî neçareserî ye. Ne tişteke nû ye. Ez dihizirim ku ji bo pêşiya siyasetê were vekirin divê herkesê ku li Tirkiyê ye, bibe xwedî hewldan. Ez li vê derê lêhurbûn dikim.
Ma vana çi fêmnakin? Ez ji sala 1992 û vir ve yekser-neyekser bi dewletê û bi artêşê re hevdîtanan çêkir. Ez ji wan re vê dibêjim: Ma Alparslan nehate Farqînê û bi Begîtiya Mervanî ya wê demê re hevdîtin çênekir û piştî ku 15 hezar şervanên kurd girt şûndetir neçû bi Bîzans re şer nekir? Ma vê yekê ketina tirkan a Anatolya mîsoger nekir? Wê çaxê tu çawa kurdan inkar dikî. Yavuz Selîm bi Îdrîs –î Bîtlîsî re hevdîtin çêkir, bi kurdan re li hev hat paşê derket seferan. Wê demê li herêmê zêdetirî dehan begtiyên kurdan hebûn. Yavuz ji Îdrîs-î Bîtlîsî re got “ji xwe re begekî began (beylerbeyî) hilbijêrin, ezê li Stenbolê bim, bila ew jî li Kurdistanê be”. Kurd di wê serdemê de di navbera xwe de di nava şer û pevçûnê de bûn. Loma nekarin begekî began hilbijêrin. Ji ber vê yekê Yavuz begekê began ji wan re tayîn kir. Kaxezek vala ji wan re şand û got hûn çi bixwazin binivîsînin, ez qebûl dikim. Ma bi vê peymanê re şerên Mercîdabik, Rîdaniye û Çaldiranê nehatin qezenckirin? Belê hatin qezenckirin. Împaratorî du qat mezin nebû? Belê mezin bû. Xazîne sê qet tije nebû? Belê tije bû. Ey baş e, tu çawan niha Kurdan di van axan de tune dihesibînî. Ma eger ew nebûna, me te dikarîbû împaratoriyek wisa dameziranda? Mistefa Kemal Kongreya Erzorimê çê kir. Ji gelek beg û mîrên Kurdan re nameyên biratiyê nivîsand. Ma eger kalê Mîr Dengîr Firat nebûya, wê neavêtibana ser Kongreya Sêwasê û Mistefa Kemal negirtibana? Ma tu niha çawa dikarî mafên Kurdan di vê komarê de inkar bikî û tu çawan vana wan nas nekî! Dîrok ev e, rastiya dîrokê jî ev e. Heta hinek kesên ji artêşê vê yekê ji sîvîlan, her wisa ji Erdogan û Baykal baştir dizanin. Baykal ji kurdan re dibêje na, dibêje tu nikarî zimanê xwe bikar bînî, heta dibêje zimanê kurdî jî nîne. Ev çi ye, tu dixwazî çi bêjî? Gelek encax dikare bi zimanê xwe hebe. Wê nikarîbe zimanê xwe fêrî zarokê xwe bike, wê nikaribe bi zimanê xwe zarokê xwe perwerde bike, wê demê tu çawa qala mirovahiyê û biratiyê dikî? Mirovê ku nikaribe vê yekê bike, ne mirov e. Lawirek jî zimanê wê heye. Tu wê bi qasî lawirek jî nirx nediyê, tu çawa dikarî qala mirovahiya xwe bikî? Neteweperestiya vana neteweperestiyek wisaye ku hatiye derbaskirin. Ev faşîzm e, ev nasyonalîzm e. Vê yekê di tevahiya cîhanê de êdî hatiye derbaskirin. Em bi temamî cîhanê binêrin, ev tenê li Tirkiyê heye. Ne li Emerîka, ne li Efrîqa, ne di nava ereban de û ne jî li Emerîka Latîn tiştekî wisa nîn e. Dibêjin em kemalîst in, lê di kemalîzmê de tişteke wisa nîn e. Ya vanan ne tirkîtiye, dibêjin ku tirkên spî, lê di rastî de yek ji van jî ne tirk e. Ti sûda vê yekê jî ji tirkîtî re nîn e. Ez naxwazim bêjim ka vanan çi ne. Meqaleyeke mirovek bi navê Temel Îskît heye, bila wê bixwînin, di vê mijarê de hertişt di wê derê de nivîsandiye.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
1. Di 13’ê cotmehê de ji hêla Artêşa TC’ê ve danê sibehî saet di navbera 09:30-10:30’an de li Qadên Parastina Medya li hember qadên Bedê û Şamkê ku girêdayî Zapê ne êrîşeke bi hawan û obûsan hatiye li dar xistin.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
Di 5’ê cotmehê de ji hêla Artêşa TC’ê ve li hember qadên Pênawûs, Tirpanîk, Mênawûs, Kizilkîlîs, Boristan, Kafêsor, Mistafî û Şehîd Sîdar ku girêdayî navçeya Kagızmana Qersê ne operasyonek hatiye li dar xistin. Di operasyonê de dijmin li qada bi yekîneyên tevger kemînan davêjin û operasyon ber bi qadên Boristan, Kafêsor û Şehîd Sîdar ve her diçe berfireh dibe.
12 Cotmeh 2009
Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
Di 7’ê cotmehê de ji hêla Artêşa TC’ê ve li hember bejahiya navçeya Ovacika Dêrsimê operasyonek hatiye li dar xistin û operasyona bi kemînavêtinan didome.
11 Cotmeh 2009
Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
Kesê bi navê Sûat Bîndal ku ji Şemzînana Colemêrgê ye û di sala 1989’an de hatiye dinê, ji Tabûra Piyade ya Akdogan ku li Gazîmagosaya Qibrêsê ye, di 28’ê îlonê de fîrar kiriye û beşdarî nava refên HPG’ê bûye.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
Di çarçoveya tevdîrên ewlekariyê de ji hêla fermandariya me ya sehayê ve li Çiyayên Amanosan, Samandagı, Engîzekan û Nûrheqan xebatên nêçîrvaniyê hatiye rawestandin. Di çarçoveya vê biryara me de divê tu kes li van çiyayan nêçîrvanî neke.
10 Cotmeh 2009
Fermandariya Seha ya Amanos a HPG’ê
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
1. Di 8’ê cotmehê de bi şev saet di navbera 00:00-01:00’an de ji hêla Artêşa TC’ê ve li hember qadên Deşta Xanê, Gera Berxê û Gundê Talê ku girêdayî Colemêrgê ne êrîşeke bi hawan û obûsan hatiye li dar xistin.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
Di 7’ê cotmehê de ji danê nîvroj pê ve hetanî danê êvarî Artêşa TC’ê hawan û obûsan avêtiya qadên Girê Hêliz, Dola Aş, Geliyê Pisaxa û Girê Partîzan ku girêdayî qada Heftanînê ne.
8 Cotmeh 2009
Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê
- Ayrıntılar
Ji gelê me yê welatparêz re û rayagiştî re!
Ku em 11’emîn destpêka Komploya Navneteweyî li paş dihêlin, ev komploya ku di şexsê serokatiya me de li hember tevger û gelê me li dar ket, em careke din hemû hez û piştevanên ku hevkarî vê komployê bûne lanet dikin û didine diyarkirinê ku teqez em ê tola vê komploya ku bi dîlketina serokatiya me bi encam bûye bigirin.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
Di 6’ê cotmehê de ji hêla Artêşa TC’ê ve bi şev saet di navbera 19:00-22:00’yan de li Qadên Parastina Medya li hember qadên Sêvê, Petrot û Kinyaniş ku girêdayî Zapê ne, êrîşeke bi obûs û hawanan hatiye li dar xistin.
7 Cotmeh 2009
Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê
- Ayrıntılar