HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Her demsalekî di hindirê xwe de cîhanekî nepenî dihewîne. Cîhan jî bi xweşikbûna  her demsalekî re çavê xwe ji xewa mirinê dişû. Mîna zarokê ji nû ve di deryaya çavê dayika  xwe de wata  jiyanê hîs dike.

Jîyan jî hebûn û hestên xwe bi van demsalan tîne ser ziman û bi her demsalekî re jî mirovahî xwe nû dike û şerê jîyan û mirinê ji nû ve destpêdike. Xweza bi bedewbûna xwe  mîna  heyva  çardeşevî  rêwîtiya kerwanê azadîyê dike.

Havîn bi ked û xwîdana xwe, li deşta rojê meydana şahsiwarê gerdûnê digerîne û li pey xwe kefenê mirinê diçirîne. Qêrîna Zivistanê bi tûndî dixwaze serdestîya cîhanê bike û li ser erşê ezmanan rûne. Pelçemokê daristanan jî li ser şopa payîzê  serhildana  û qîrîna gelan bi rê têxe.

Lê di nava giyan û xweşikbûna van çîyayan de, jîyan xwe bi rengekî cuda tîne ser ziman. Xweza bi gerîla re rêwîtiya jîyanê dike û gerîla mîna koçerekî bi her demsalekî re govenda zayînê digerîne. Mîna bazan hêlîna xwe li navsera çîyayan dihûnîne û tîrêjin rojê hembêzdike. Li ser dêmê xaka kevana zêrîn û li ber bejna simbilên bi xêr û bereket  dilan sermest dike .

Erê! Gerîla evîndarê jîyana xwezayî, deng û rengê wê yê bê mirin e. Mîna ava çem û deryayan tim jîyanê zindî dikin, ji çîyayan bilintir û ji deryayan kûrtir, mîna Buharê bi xeml û xêlin. Ewin dengê xaka pîroz, keskesora Cûdî, Gabar û Zagrosan. Mîna şahdemarê gîyanê jîyanê, bi hev re bûne dost û heval. Mîna pepûleyan ji çîyayekî ta çîyayekî û ji deştekî ta deştekî, bi yek dil û vîna xwe, bedena şûn waran dixemilînin. Ewin dîyarîya xaka bereket û hebûna gelê bindest. Ji bona wan sar û serma ne xeme, ji ber ku dilê wan her dem germe û ji bona azadiyê her tim lêdide. Çîya ji bona wan dîroka zayîna însan e, roj û şevên wan mîna şewqa stêrkan tim geşin û diçirisin. Rêwîtiya wan a jîyanê, mîna mîlê demjimêrê, tu rawestgihan ji bona xwe nasnake. Ji ber ku tama jîyanê li van waran pir cudaye û mirov di nava vê jîyanê de ji nû ve xwe nasdike û bi keda destê xwe û vîna azad jîyan dike û her hewildanê wî ji bona efrandina jîyaneke nûjen e. Di eynika rastîyan de xwe ji nû ve dibîne û jîyanê mîna dayikekî bi hemû hêza xwe hembêz dike. Ev jîyan mîna xwezayê her tim zindî ye û ji mirovan re dibe  guh, çav û ziman. Mirov tê de bi çavê xwe xweşikbûna jîyanê  ji nû ve hîsdike, bi zimanê xwe jî ji nû ve peyvan li pey hev rêzdike û rastîya vê jîyanê li ser rûpelên dîrokê xêzdike. Mîna wêneçêkerekî  bi telîyên xwe yê zêrîn li ser bedena xaka pîroz wêneyên zindî xêz dike.

Her tiştê vê jîyanê, ji bona wan hesan dibe, ji ber ku armanca wan mezinin û hêviyên wan yê jîyanê mîna çîyayan bilindin û mîna deryayan kûrin. Di şer û cengê de mîna lehengan meydanê dixwînin. Ne germahîya Havînê bi dijwarîya xwe û ne jî bayê Payîzê û berfa Zivistanê bi sir û seqema xwe zora wan dibe. Ji ber ku ew di deryaya dilê xwe de hêviîyên Buharê dihewînin û mîna berfînan berxwedan bûye parçek  ji jîyana wan.

Jîyan bi xwe ji bona wan perwerdeya herî mezin e, ji bona wê her bîskê demên wan tijî ye. Bi şev û roj û di her şert û mercan de ew xwe  perwerde dikin. Mîna ava ku ji bin belekîyê berfê dizenzile û li ber tava Buharê diçirise. Ew jî bi riya vê perwerdê dil û mejiyê xwe paqij dikin. Rêwîtîya wan rêwîtîya azadîyê ye û mîna pêlên deryayan tu sînoran ji bona xwe nasnakin.

Her demsala Zivistanê ji bona wan destpêkeke nû ye û vegotina hemû demsalan xwe di wê demsalê de tîne ser ziman. Ji ber ku ew jî mîna xwezayê di her Zivistanekî de xwe ji bona zayînekî nû amededikin. Piştî rêwîtiyeke dûr û dirêj, ji nû ve xwe ji bona nûrojeke bi serkeftî bi riya perwerde û ji nû ve avakirinê, xwe bi hêz û coş dikin. Ji ber ku ew jî mîna her zindîyekî  li ser rûyê vê xakê jîyan dike, bi hazirî û tevdîr tev digerin. Ji bona wan demsala Zivistanê demsala perwerde û amedekarîyê  ye. Lewra di vê demsalê de, xwe ji nû ve di ber çavan re derbasdikin, kêm û kurtîyê xwe nasdikin û mîna av zêmê xwe her tim nû dikin. Bi coş, heyecan û kesayetîyeke nû, rêwîtîya xwe didomînin û mîna birûskê dixwazin cîhanê bi remanê xwe ronîbikin  û sînorên di nava dilan de bihelînin.

Li ser çîyayan mîna kovî û xezalan govenda zayînê digerînin. Li ser dijmin de mîna şûrê Guhderz û gurzê Rustemê zarin. Bi kêf, şadî û bi dilekî tijî evîn mîna gulên Buharê, cîhanê tev hembêzdikin. Her tim xwe bi rext û fîşekan dixemlînin, ji bona wan çek mîna parçeyekî ji canê wane û bê wê dijmin nayê rê. Ji bona vê yekê her tim ew dixwazin, bi riya perwerdeyê hîn bêtir serwerîya xwe li ser xurtir bikin. Dengê wê li ser dijminan mîna dojeh û qebristanê ye û ji bona dost, heval û gelan roja cejn û tolhildanê ye. Ji bona wê, ew di şerê xwe yê jîyanê de, ji bona xwe tu qeyd û bendan nasnakin. Bi qêrîna xwe dîwarê zindanên tarî  li ser dijmin de dihilweşînin. Bi dengê û agirê çek û remanê  xwe  neyar û dijminan dişewitînin.

Ji bona wan her demsaleke Zivistanê amedekarîya Buhareke nû ye, ji bona vê yekê ew xwe ji her milî ve ji bona şer û cenga giran amede dikin. Mejî û dilê xwe bi riya perwerdê paqijdikin û dixwazin ji bona Buhareke nû di meydanê de li beramberî dijminê xwe serkeftîbin. Mîna roja ku tarîya ewrên serdestîyê tar û mar dike. Ew jî  bi hatina her Buharekî re bi xwîna xwe ya dikele û hestên xwe yê ku bi asoyên azadîyê  av dane ser çopîya  jîyanê dikşînin.

Erê ew gerîlane, mîna evîna pepûle û gulan  û heskirina çeman ji deryayan re, her tim bi hêvîya xwe gihandina rojên azad tevdigerin. Ji ber ku azadî di serî de ji bona xwezayê û her zindîyekî ku di nava vê xwezayê de dijî pêdivî ye û ew mîna av, nan û hewayê, ji her mirovekî re pêwîste. Ango her însanekî dikare bê av û nan heyanî demekî  jîyanbike, lê nikare bê azadî  jîyanbike.

Dibe ku jîyana gerîla hatibe bihîstin û guhdar kirin an jê bi dîmenan hatibe temaşekirin. Lê ev tevger tevgera şehîdan e û tenê yê ku di nava van rastîyan de jîyan dikin û her roj ji bona jîyaneke azad li beramberî mirinê şer dikin. Hîn bêtir wata vê jîyanê hîsdikin û bi dil, can û xwîna xwe  hembêz dikin.

Hamid Dêrik