HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Wek encamên têkoşîna Azadiya Gelê Kurd roj bi roj kêlî bi kêlî qeydan û zincîrên koledariyê tên şikandin. Her dilopek xwîna keç û xortên kurdan dikeve ser çiyayên Kurdistanê qeydan û zincirên koledariye diheline û hêza dagirkeran dimirçiqîne. Her pêlekî bîrdoziya Serokatî li İmrali’yê radibe gelê kurd re dibe vîneke pola û jiyanek azad. Ji ber bilindbûna û geşbûna tirêjên Rojê her kelî Kurdistan ronîtir dibe û ev rewşa heya azadiya Roja bilind wê berdewam bike. Îro jî bi nîqaşên xweseriya demokratik ve qada ku roj bi roj roni dibe qada zimanê kurdi ye.

Piştî ku gelê kurd biryar da û got ku  wê zimanê kurdî di hemû qadên jiyenê de bi kar bîne, gelê kurd ê demekî nikaribû qasetekî kurdî jî guhdarbike, wek axa ku bi salan ji avê hatî dûrxistin ber bi zimanê xwe ve herikî. Êdî em dibînin ku her sûkên Kurdistanê de gel, ji bo xwedî li kurdî derkevin  ketine nava pêşbirkê. Bê guman ev rewş berî her tiştî mirov hem bi çoş dike hem jî mirov xemgîn dike. Sedema kêfxweşiyê ew e ku dagirkerên ku salane nikaribûn kurdan û zimanê wan kurdi tune bikin ji ber hêz û îradeya kurdan û bi saya serê Têkoşîna Azadiya Kurdistan binketin. Sedema xemgîniya mirov jî ew e ku divê xwedî derketinê de qadeke herî girîng kes bala xwe nade wê

Bê gûman di têkoşîna zimanê kurdî de qadekî herî girîng qada rojnameya Azadiya Welat e. Wek tê zanîn bi encama têkoşîna salan Azadiya Welat biserket û wek berfînekî zext û zor şikand û cihê xwe yê wek rojnameyek rojane di firoşxaneyan  de girt. Belê ev zor û zehmetî her çiqas di roja me de jî berdewam bikin jî Azadiya Welat di xwedî derketina zimanê kurdî de erka xwe pêk anî û rola xwe list. Lê mixabin di serî de xebatkarên qada siyasî û xwendevanên kurd taybet jî yên zaningehan û gelê kurd li hember Azadiya Welat erka xwe bicîh neanî.

Belê îro tenê hejmara rêvebir û xebatkarên partî, sazî û dezgehên kurdan bi hezaran e, tenê hejmara xwendekarên kurd ên zaningehên tirkiyê û kurdistanê du sed hezarî zedetir e. Tenê ew her du beş ji bo jiyan bikin rojê herî kêm qedehek av vedixun wisa jî ji bo jiyankirina çand û zimanê xwe rojnameyek Azadiya Welat bikirin û bixwinın wê tiraja Azadiya Welat bi sed hezaran derbas bibe. Ger em beşên civakê ên din jî tevlî bikin bê guman Azadiya Welat wê bibe rojnameyek tiraja wê herî zêde. Lê mixabin îro ev tiraj tenê 5-10 hezar e. Ev jî berî her tiştî şerm û nakokiyek me ya herî mezin e.

Ji bo em bikaribin xwe ji vê şermê rizgar bikin û xwedî li derketina zimanê kurdî geş bikin û zimane xwe standart û serkeftî bikin pêwist e hema di niha de em destpê bikin û her roj çawa bê xwarin û vexwarin em nikaribin bijîn wisa jî em herî kêm her roj hejmarek Azadiya Welat bistînin û li hember dîrok û taybet jî li hember zimanê kurdî em erka xwe bi cih bînin

Mem Amed