Rêber APO
Ez li vê derê ji bo ku riya aşitiyê vekim, nefes binefes têdikoşim. Ez di bin zexteke mezin a vê yekê de me. Hema hema wer lê hatiye ku ez bi şevan nikarim rakevim. Gelê min girêdayî min e. Lê di vê pêvajoyê de divê gel jî pir bixebite û pir hişyar be. Em ji bo pêvajoya çareseriyê mijul dibin, lê ger tasfiyekirinê bisepînin, wê encamên vê pir giranbin û gunehê wî jî, wê li istûyê Erdogan bimîne, ji ber ku hikumet ew e. Bi vê tasfiyekirinê, ne tenê wê hewl bidin ku tenê PKK çekan berde, her wisa wê hewl bidin ku hemû rêxistin û îradeya ku ji aliyê gel ve hatine afirandin ji holê rakin. Ez dibêjim ku ev pir xeter e.
Ez li vê derê bi rengekî eşkere bangewaziya xwe li birêz Erdogan û birêz Baykal dikim. Ev bi navê min dikare were weşadin jî. Em ne li hemberî prensîbên destpêkê yên komarê ne. Her wisa, em ne li hemberî Mistefa Kemalin jî. Mistefa Kemal damezrînerê vê komarêye. Mistefa Kemal ji bo Kurdan dixwest ku di wîlayetên wan de xweseriyeke berfireh a li ser bingeha hilbijartinan çêbe. Desturabingehîn a 1921 vê yekê digre dest. Kesê vê dixwaze Mistefa Kemal e. Loma em girîngî didin prensîbên destpêkê yên komarê.
Tam li vê derê ez dixwazim vê yekê bêjim. Di rastiyê de ez naxwazim der barê serokwezîr de pir zêde biaxivim. Lê, ev tiştê ku tê kirin di monarşiyêde jî –ku rêveberiya yek kesî ye- û di olîgariyê de jî nikare were kirin. Tu qet girîngî nadî parlementoya ku ji aliyê gel ve hatiye pejirandin. Hûn du kes dirûnin û der barê çarenûsa gel de biryaran didin, bêyî li berçav girtina van hemû îradeyan. Ev dîktatorî ye. Hûn nikarin vê yekê bi min bidin daqurtandin. Hûn nikarin vê yekê bi ti tiştî vebêjin. Erdogan dibêje “xaleke werçerxê ye”, neçar e vê yekê ji gelê xwe re vebêje. Di bin berpirsyariya vê de ye. Tu nikarî bi rêya ne li ber çav girtina hikumet û parlementoya xwe, tu rûnî û biryaran bidî. Ev di diktatoriyan de jî nîn e. Ez texmîn dikim li wê derê çi tê axaftin, ji bo me ne razeke mezin e. Di wê hevdîtinê de kurdan kirin mijara bazariyê. Erdogan kurdan kir mijara bazariyê û got ku tu dikarî li hemberî kurdan operasyonan bikî. Li ser min bazariyan dikin. Weke tê texmîn kirin, ne serbixwene jî. Li vî welatî mirov nikarin pir tiştan têbigihijin. Dema nikaribin têbigihijin û nikaribin çareser jî bikin, nikarin tekoşîneke rast jî bikin.
Em îro jî şans didine aştiyê. Lê ger vê yekê bi awayekî rast nenirxînin, vî tiştî ji bo tasfiyekirinê ji xwe re bikin weke emrazek û dîsa bêjin “vana lewaz dibin, ji hev dikevin, emê wisa wan biperçiqînin, emê wan biqedînin û em ê wan bibînin û tune bikin”; wê demê ez ê jî ji gelê kurd re bêjim “li çareya serê xwe mêzekin, aştî çênabe. ji niha û pê ve ji vê derê tiştekî ku ez karibim bikim nîn e. Di aliyê fizîkî de jî mercên min ne guncav in; di aliyê hiqûqî de jî û siyasî de jî gengaz nîne ku ez ji vê derê rêxistinê rêve bibim. Eger piştî 1’ê Rezberê tu hîn jî bêjî “ez ê biçim li wan bigerim, wan bibînim û tune bikim”, wê demê wê ev şer pêş bikeve. Êdî wê aliyê vê yekê yê bajar, gund, deşt, çiya derveyî sînor û hwd… nemîne. Ez ê ji bo PKKê jî wê demê vî tiştî bêjim: “biryarên xwe bixwe bigrin. Rêxistina we û rêveberiya we heye. Hûn bixwe biryar bidin ka hunê şerekî çawa pêşbixin”.
Ez ji gerîla re jî dibêjim. Eger tu derkevî serî çiyan û nizanibî şer bikî, tu yê bimirî û ji vê yekê jî bi tevahî tu berpirsiyar î. Ev panzdeh sal in ez tekoşînekî aştiyê dikim ku nikare bi Gandhî re were berawirkirin; lê ger nebe, divê hûn jî têkoşîna parastina hebûna xwe û azadiya xwe bikin. Eger h3un nekin, hûnê bimirin. Armanc divê li ser bingeha parastina hebûnên xwe û azadiyên xwe be. Ev êdî ji bo kurdan şerekî hebûnê û xwe parastinê ye.
Ez ê heta dawiya meha tebaxê nexşeya rê diyar bikim. Ez ê vê yekê hem ji hikumetê re hem jî ji PKK’ê re pêşkêş bikim û piştre ez ê xwe vekşînim. Wateya îlahkirina min nîn e, ez ne Xweda me. Apollon heye, xwedayê şer e. Ez Apo me, ne Apollon im. Ez di aliyê siyasî û hiqûqî de ji vê derê nikarim serokatiya pratîkî bikim. Di pêşniyarên xwe yên çareseriyê de, ez ê qada azadiya kurdan nîqaş bikim.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
1. Di 12’ê pûşperê de êvarî saet di navbera 21:00-00:00’an de artêşa TC’ê obûs û hawanan avêtiye Girê Konferansê, Geliyê Pisaxa, Dola Aş û Girê Aş ku girêdayî Heftanînê ku li Qadên Parastina Medyayê ne.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
1. Di 12’ê pûşperê de ji danê sibehî pê ve artêşa TC’ê li hember qadên Oremar û Çarçela ku girêdayî navçeya Gevera Colemêrgê ne operasyonek dane destpêkirin û ev operasyon hê jî didome.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
Piştî biryara tevgera me ya bêpevçûniyê, artêşa TC’ê li sehaya me di operasyonan de bi zanebûn cahşan dide pêş. Artêşa TC’ê bi vî awayî hewl dide ku gerîlayên me yên ku di rewşa bêpevçûniyê de ne tune bikin û ji ber vê yekê ji bona vê jî cahşan çalaktir kirine. Em wekî Fermandariya Sehaya Botanê ya HPG’ê cahşan hişyar dikin da ku beşdarî operasyonan nebin. Digel vê yekê ku beşdarbûna cahşan a operasyonan pêk bê, wê ji encamên wê em ê berpirs nîn bin.
12 Pûşper 2009
Fermandariya Sehaya Botanê ya HPG’ê
- Ayrıntılar
Piştî ku me hevala Nûjîn dît û ew sohbeta wê ya bi bandor ku ez ê tu carî ji bîr nekim kir, ez bi hevalê Serdar re mijûl bûm. Bi gotina hevalê Serdar min ji çenteyê wê pembû û tendiryod derxistin. Bi vî awayî an bi dengê serdar ez ji nava nîgaşan derketim û vegeriyam jiyana rastîn. Di wê navberê de min ji hevalê Qendîl pirsî, ka gelo li cem wî av heye an nîn e.
Lê rewşa ku em ketibûnê û pirsa ku min kir, kir ku dilê bi me bişewite. A rast dilê me, me bixwe li xwe dianî. Li ser pirsa min, hevalê Qendîl; “ Weleh hebû, lê ez nizanim, bê li ku maye, ka deqeyek ez herim mêze bikim, ez ê zû vegerim”
Di vê navberê de ez bi dermankirina birînê mijûl bûm. Pê re jî min henekan jî dikir, da ku moralê Serdar bînim cî. Di dest me de jixwe tenê şûtika me hebû û min bi qasî çend bihostan jêkir û pê birînê girê da. Hê ez bi birînê re mijûl dibûm, hevalê Qendîl hate hawara me û bi bîdonek avê ku nîvco bû vegeriya.
Bi dîtina bîdonê re hevalê Serdar demildest xwe çengî avê kir. Lê nedibû ku di vê rewşê de ez avê bidimê. Min jî bêyî ku ew bîdonê avê bigire, bi destê xwe min avê kêm kêm dayê. Yanî hema mirov dikare bêje, kêmek qirika xwe şil kir. Ji ber di rewşên wisa de av xwînê ron dike û ev jî dike ku xwîn zêdetir biherike.
Di birîndariyande herî zêde av tê xwestin. Hebe tunebe av e. Tîbûn dertê asta herî jorîn. Lê berevajî vê ya herî ne baş jî av e. Lê israra avxwestina Serdar berdewam dikir. Jixwe tîbûna min ne hewceye ez bahs bikim. Ji duh û pê de dilopek av neketibû qirika min. Lêvên min jî hem terikîbûn hem jî qalik girtibûn. Hinavê min dişewitîn. Min jî ji ava bîdonê qurtek vexwar. Hesteke wisa xweş bû ku, mîna ku ez ji nû ve jidayîk bûbûm. Fena şîrê dayîkê bû...
Êdî em derengî diketin. Pêwîst dikir ku em bikevine tevgerê. Divê me xwe bi lezgînî avêtina piştî sirtê li hember me. Deqeyek jî deqeyek bû. Çi deqeyek, çirkek jî bo me jiyanî bû. Bi vî awayî me Serdar girt navbera xwe û em ketin rê. Piştî ku em gihîştin piştî gir, ez û hevalê Qendîl zivirîn çepera xwe ya ku hevala Nûjîn jê berpirs bû...
Seat dihate dozdehan. Roj tam bilind bûbû û yekser li ser serê me bû. Ji aliyekê ve tîna rojê û ji aliyê din ve jî tîna kevin û latan. Jixwe tîna pevçûnê ji hemûyan zêdetir sotîner bû. Di bin vê qileqijê de em gihîştin cem hevala Nûjîn û pê re jî bi lezgînî min çepera xwe girt. Hemû hevalan serê xwe bi şûtikên leşkerî pêçabûn. Li ser vê yekê min jî serê xwe bi şûtikê girê a. Min ji şûtika xwe parçeyek jêkir û min porê xwe xwe pê girê da. Ev serî girêdan û porpêçan jî xulikdariya hevala Nûjîn bû. Ji ber ku ez cara yekem bû ku li tiştek wisa rast dihatim. Sedema porgirêdana bi şûtikê jî ev bû ku, por an serî bi tevahî di nava tehtan de zêde dîmen dida an go ji hêla dijmin ve baş dihate dîtin. Ez jî tevdîreke ewlekariyê bû. Di şeran de bivê nevê her hêzek xwedî sûîkastvana ye û ji dûr ve hewl didin ku encaman bigirin. Çawa ku sûîkasçiyên me hebûn, yên dijmin jî vala nedisekinîn.
Di çeperê de ez hevalekî bi navê Serhed bi hev re bûn. Serhed bixwe ji başûrê biçûk bû yan jî başûr rojava jî tê gotin. Lê her çiqas wisa be jî bi awayî bilêvkirinê zêde bi xweşiya min neçû. Ew bixwe ji Efrînê bû. Zêde kevn nîn bû. Jixwe berê ez û wî di heman yekîneyê de bûn. Digel vê yekê jî min der barê wî de zêde agahî nedizanibû. Lê ev ne pirsgirêk e, ya girîng ev bû ku, mirov di çeperekê de mil bi mil ji bona hevdu canê xwe bide...
Wê bidome...
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
1. Di 7’ê pûşperê de bi şev saet di navbera 22:00-23:00’an de ji hêla balafirên artêşa TC’ê ve çêregehên ku gundî sewalên xwe lê diçêrênîn û pireyek ku gundî bikartînin hatine lêdan. Di encama êrîşa hewayî de gelek sewalên gundiyên ku li çêregehêbûne telef bûne û eydî gundiyan gelek zirareke madî pêk hatiye.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
Di 7’ê pûşperê de saet di 11:00’an de li Girê Elemûnê ku girêdayî navçeya Qilebana Şirnexê ye, teqînek pêk hatiye û di vê teqînê de cahşek bi navê Mûrat Olmez miriye û cahşên bi navê nebî û Zekî Olmez jî birîndar bûne. Bi vê bûyerê re tu têkiliya hêzên me nîn e.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
Di 4’ê pûşperê de ji hêla artêşa TC’ê ve li hember qadên Çekçeko, Axyan, Diryan û Kanîbotkê ku girêdayî Bestaya Şirnexê ne operasyoneke ku hê jî didome hatiye li dar xistin.
8 Pûşper 2009
Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
Di 5’ê pûşperê de danê sibehî ji hêla artêşa TC’ê ve li hember qadên Basya û Geliyê Herkî ku girêdayî Eyaleta Zagrosê ne û li hember qadên Şehîd Bêrîtan û Karker ku girêdayî Xakurkê ne êrîşeke bi obûs û hawanan li dar ketiye. Ev êrîşên ku du roj in bênavber didomin, hê jî berdewam dikin.
7 Pûşper 2009
Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
1. Di 5’ê pûşperê de bi şev saet di navbera 21:00-22:00’an de li hember qadên Merwanîş, Şîvê, Dola Zap, Gundê Fila û Goristana Zapê ku girêdayî Zapa Qadên Parastina Medyayê ne, artêşa TC’ê êrîşeke hewayî li dar xistiye.
- Ayrıntılar