Ji gelê me û rayagiştî re!
1. Di 12’ê pûşperê de êvarî saet di navbera 21:00-00:00’an de artêşa TC’ê obûs û hawanan avêtiye Girê Konferansê, Geliyê Pisaxa, Dola Aş û Girê Aş ku girêdayî Heftanînê ku li Qadên Parastina Medyayê ne.
2. Di 12’ê pûşperê de danê êvarî saet di 18:30’an de li Qadên Parastina Medya li qada Çarçela ku girêdayî Zagrosê ye, artêşa TC’ê êrîşeke hewayî li dar xistiye.
3. Di 12’ê pûşperê de ji danê sibehî pê ve hetanî êvarî li Qadên Parastina Medya qadên Çarçela, Xiyata û Satê ku girêdayî Zagrosê ne, ji hêla artêşa TC’ve bi obûs û hawanan hatine lêdan.
13 Pûşper 2009
Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê