Cemîl BAYIK
Nexşerêya ku Rêber Apo amade kir ne dane muxatabên wê. Pêvajoya mehekê ya di ser pêşkêşkirina nexşeriyê re derbas bû sedema bingehîn aşkera kir ku çima nayên dayîn. Di vê pêvajoyê de dewletê nexşerê desteser kiri û li dijî wê ji bo girtina tedbîran kete nava tevgerê. Di çerçoveya van tedbîran de jî pûçkirina nerînên Rêber Apo mîna hedef danîne ber xwe. Ev pêvajoya mehekê ya derbas bû ji her alî ve hewldanên dewletê raxistin ber çavan. Piştî lêkolînkirina nexşeriya Rêber Apo dewletê lez da amadekariyên xwe. Komîsyona di bin banê hikûmetê de hate sazkirin û koordînatoriya wê Wezîrê Karê Hûndir dike bi fermî van xebatan dimeşîne û vê rastiyê îfade dike. Ev komîsyon ji aliyekî ve xabatên xwe yên hundir ber bi encamê ve dibe, ji aliyê din ve jî hêzên herêmî û navneteweyî dixe dewrê û trafîka dîplomasiyê gur dike. Dewleta tirk di vê çerçoveyê de der barê pirsgirêka kurd de dixwaze hêzên navneteweyî jî bixe nava tevgerê. Ne tiştekî nû ye ku dewletên herêmî û hêzên navneteweyî têkildarî pirsgirêka kurd dixin dewreyê. Heta niha tim bûye xwediyê nêzîkatiyeke bi vî rengî. Aşkera dike ku îro jî heman nêzîkatiyê diparêze. Têkiliyên bi Sûriye û Iraqê re, desteka ji DYA’yê digire vê yekê piştrast dike. Di rewşa heyî de diyar dike ku xabatên dewleta tirk di vê çerçoveyê de meşandine gihiştine astekê. Ji hevdîtin û daxuyaniyên tên dayîn mirov dikare encameke bi vî rengî derxîne. Serokomarê Sûriyeyê hate Tirkiyeyê. Li ser navê hikûmeta navendî ya Iraqê heyeteke mezin hate Tirkiyeyê û hin peyman mor kirin. Komîsyona ku erka rêveberiya hikûmetê girtiye ser xwe civîn li dar xistin û bi serfermandarên giştî re hin hevdîtinên taybet pêk hatin. Piştî van tevan hate aşkerakirin ku Serokwezîr dê DYA’yê ziyaret bike.
Ji xabata ku dewletê di nava xwe de meşand û gihande encamê tiştê herî berbiçav ku derkete holê ew e ku di pirsgirêka kurd de siyaseta înkar û tunekirinê didomînin û ev yek di çarçoveya planeke ji berê de hatiye amadekirin de tên meşandin. Di çarçoveya vê planê de her çiqasî mîna ku ‘hebûna kurd tê qebûlkirin’ xuya dike jî di cewherê xwe de asîmîlasyon a tê wateya tevkujiya çandî, helandina kurdan a di nava neteweya tirk de mîna armanca bingehîn a konsepta tê meşandin xuya dike. Sedema ku naxwazin hebûn û mafên kurdan bi qanûna bê misogerkirin jî encama vê yekê ye. Ev tev didin diyarkirin ka helwesta dewletê ya li dijî nexşeriya Rêber Apo di notên hevdîtinê de bahs dike çi ye.
Rêber Apo çareseriya pirsgirêka kurd di nava jinûva avakirina dewletê ya bi şêwazekî demokratîk de dinirxîne. Li hemberî vê yekê gava ku dewletê avêt mîna xwe restorekirina dewletê bû. Nêzîkbûna dewletê ya der barê pirsgirêka kurd de mîna rojanekerina siyaseta tunekirin û înkarê diyar kiriye. Wateya vê yekê jî ew e ku di cewhera xwe de tu guhertin di siyaseta înkar û tunekirinê de tune ye. Ji ber vê yekê jî tiştên ku niha der barê çareseriya pirsgirêka kurd de bi lêv dikin, ji yên beriya niha hatibûn ziman ne cudatir in. Di destpêka salên 2000’î de jî nerînên bi heman rengî hatibûn rojevê. Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd wê demê çi pêwist didîtin niha jî heman tiştan tînin rojevê. Hedefa ku danîne pêşiya xwe ew e ku PKK’ê bikişinîn asteke nizmtir û bi bêçekirinê karibin wê tasfiye bikin. Di rewşa heyî de hewl didin hêzên herêmî û navneteweyî jî beşdarî konseptê bibin. Lewre mîna beriya niha dewleta tirk çareseriya pirsgirêka kurd li ser bingeha tunekirin û tasfiyeyê digire dest. Beriya niha jî li ser hin planên bi heman rengî guftûgo pêk hatin. Ev gutfûgo di organên çapemenî û weşanan de jî hatin weşandin. Plana ku bi navê Henry Barkey tê binavkirin jî di nav van de cihê xwe digire. Di cewherê vê planê de di nêzîkbûna pirsgirêka kurd de tasfiyekirina PKK’ê heye. Bal tê kişandin ku di pêkanîna vê planê de pêwîstî tê dîtin ku li gorî pêvajoyê tevger ji nav bê birin. Her wiha tê diyarkirin ku her pêvajo li gorî taybetmendiyên xwe bikeve pratîkê. Her wiha mabesta wan ew e ku PKK bê lawazkirin. Di nava xwe de bê parçekirin û di dema ev berewam dikin de bibe hedefa hêzên herêmî. Hedefa esasî jî ew e ku darbeya dawî ji aliyê hêzên navneteweyî yên bi pêşengiya DYA’yê bê avêtin.
Her çiqas di nerînên amadekarê vê planê H. Barkey de guhertin pêk hatibin jî, dewleta tirk di vê yekê de israr dike. Her wisa di daxuyaniyên di organên weşan û çapemeniyê de tên weşandin de yek bi yek xalên di pîlana H. Barkey de heyî tên rêzkirin. Tevî ku H. Barkey bûyê xwedî nêrîna ku dawî li plana tasfiyekirina PKK’ê bê anîn jî, dewlet di vê yekê de israr dike. Herhal li gorî xwe hincetên vê yekê jî diafirînin. Diyar e ku ji polîtîkaya rêveberiya navendî ya Srî Lankayê ku li hemberî Pilingên Elam ên Tamîlê bi kar anî û encam girt ew jî bi hêvî ne ku heman encamê bi dest bixin. Lê diyar e ku ji bîr dikin Kurdistan naşibe Srî Lankayê û PKK jî ne Pilîngên Elam ênTamîlê ne. Di rewşeke ku H. Barkey gihiştiye baweriya ku plana wî li Kurdistanê li gorî rastiya PKK’ê ne derbasdar e, pêwist dike ku dewlet jî vê rastiyê bibîne. Di ser pêşkêşkirina nexşereyê ya Rêber Apo re zêdetirî mehekê derbas bû. Dewletê ev pêvajo mîna ku pêwist dike baş bi kar ne anî. Encamên gelekî şaş derxistin; kete nava hewdanên nûkirina siyaseta înkar û tûnekirinê. Tiştê tên jiyîn vê rastiyê didin xuyakirin. Lê beramberî vê yekê gel jî nexeşerêyê dixwaze. Raya giştî ya demokratîk balê dikişîne ser girîngiya van tiştan; Ji bo sazkirina aştiyeke mayînde a bi PKK’ê re û rast nirxandina şert û mercên hatine afiran ji bo çareseriya pirsgirêkê û heger ev yek mîna derfet neyên dîtin û rast neyên fêmkirin tahamûla Tirkiyeyê ji jiyandina heman tiştan re nemaye. Dewletê helwesta xwe ya der barê nexşerêya ku Rêber Apo amade kir de bi vî rengî nîşan da. Di pêjaya mehekê ya derbas bû de bi tevgera xwe ev yek piştrast kir.