Cemîl BAYIK
Çûyina qasidên aştî û çareseriya demokratîk a Tirkiyeyê bû sedem ku rojeva siyasî bi rengekî lezgîn bipêş bikeve. Ji 19’ê mijdarê heta niha, vê mijarê rojava Tirkiyeyê diyar kiriye. Hemû komên siyasî û derdor şîrove û nirxandinên xwe li gor vê yekê dikin û di navenda polîtiyayên xwe de çûyina komên aştî û çareseriya demokratîk dane rûniştin. Jixwe nêzîkatiyeke ji vê cudatir ne mumkûn bû.
Piştî hilbijartinên herêmî rojeva siyasî ya Tirkiyeyê rojeva ji aliyê Hêzên Azadiya Kurdistanê ve hate diyarkirin û di navenda vê rojevê de jî mijara çareseriya demokratîk ya ji bo aştî û pirsgirêka kurd cî girt. Bi vê yekê bû rojeva bingehîn a Tirkiyeyê ku tê niqaşkirin. Hema hema hemû derdorên siyasî her çiqas ji navendên cûda tevgeriya bin jî pêwistî dîtine ku li ser vê mijarê nerîna bînin ziman û helwesthe nîşan bidin. Encama ku derkete holê jî ewbû ku mîna heta roja niha hatî daxwaz heye pirsgirêka kurd bêçareserî bihêlin. Bi vî rengî li Tirkiyeyê piştî hilbijartina 29’ê Adarê û bi taybetî jî piştî 13’ê nîsanê lêpirsîna rayagiştî ya di asta referandûmê de hate kirin. Di vê lêpirsînê de bi giranî meyldariya bi rêbazên aştiyane û demokratîk çareseriya pirsgirêka kurd derketiye holê. Amadekirina Nexşeya Rê ya Rêber Apo û daxwazkirina nêrîn û pêşniyaran a ji hemû komên siyasî, partî û kesayetan ji bo afirîna atmosfereke bi vî rengî rola diyarker lîst. Ev rola ku Rêber Apo lîst, bu sedem ku înîsiyatîfa siyasî di destê Hêzên Demokrasî û Azadiya Kurd de be, her wiha yên xwedî siyaseta klasîk a înkar û tinekirinê jî xistin tevgerê. Ev hêz jî ji bo înîsiyatîfê careke din bigirin, dest bi serîlêdana provokasyonan kirin. Operasyonên li dij qada yasayî ya demokratîk û girtin, zextên li ser xabatên weşan û ragihandinê; qedexekirin û girtina saziyan, êrîşên tinekirinê yên li dij gerîla di vê çerçoveyê de hatin zêdekirin.
Yên di siyaseta klasîk a înkar û tinekirinê de israr dikin bi van rêbatan xwestin piştrast bikin ku zimanê pêvajoyê ne aştî û çareserî ye, berovajî rêbaza derdikeve pêş dijwarî ye. Bi vê yekê re jî dixwazin meyldariya ji bo çareseriya pirsgirêka kurd a aştiyane û demokratîk ya piştî 29’ê Hezîranê derkete pêş asteng bikin û lêgerînên ji bo çareseriyê vala derxin. Di vê çerçoveyê de jî gavên xeternak avêtin. Guftûgoyên piştî şandina Qasidên Aştî û Çareseriya Demokratîk Tirkiyeyê ya di 19’ê Cotmehê de vê yekê piştrast dikin. Kom, derdor û kesayetên cûda yên alîgir çareseriya demokratîk an yên herî kêm erênî li mijarê mêze dikin bûn xwedî nirxandinên ku careke din derfeta aştiyê ji dest tê revandin.
Li ser banga Rêber Apo çûyina qasitên aştî û çareseriya Demokratîk a Tirkiyeyê ev atmosfera neyînî ji hev belakir û careke din bû sedem ku meyldarî û daxwaziya ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd bihêz bibe. Piştî 19’ê Mijdarê rojeva siyasî ya Tirkiyeyê di vê çerçoveyê de bipêş ket. Vê yekê jî hem ji bo paşeroja siyasî ya Tirkiyeyê hem jî ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd derfeteke dîrokî afirand. Lê belê ev derfeta ku derkete holê, careke din ji ber yên di siyaseta klasîk a înkar û tinekirinê de israr dikin xwestin PKK’ê û Rêber Apo derveyî pêvajoyê bihêlin û tasfiye bikin û bi êrîş û provokaysonên wan re rû bi rû ma.
Di dema aşkerekirina çûyina qasidên aştî û çareseriya demokratîk a Tirkiyeyê de firîna balafirên şer yên di ser Qada Parastina Medyayê re, li tevahiya sînor topbarankirin, berdewamkirina operasyonan nîşaneya vê yekê ye. Di rastiyê de ev êrîş û operasyon di wateya bersiva şandina qasidên aştî û demokrasiyê de ne. Yên di rêbazên klasîk yên siyaseta înkar û tinekirinê de israr dikin bi van jî bi sînor neman. Êrîşên xwe berfirehtir kirin û ketin nava hewldana pêvajoya ku Rêber Apo û PKK pêşiya wê vekirin careke din wergerînin pêvajoyeke ji bo tasfiyekirina Rêber Apo û PKK’ê. Xwestin vê yekê jî bi rengekî gelkî vekirî pêk bînin. Tiştên di rewşa niha de tên jiyîn jî di vê çerçoveyê de bipêş dikevin.
Dixwazin atmosfera siyasî ya ku bi hatina Qasidên Aştî û Çareseriya Demokratîk derketiye holê bidin jibîrkirin û dixxwazin rojevê biguherînin. Bûyera Dursun Çîçek ji ber vê yekê balkêş e. Di pêvajoya ku di raya giştî dê çareserkirina pirsgirêka kurd a bi riyên demokratîk tê nîqaşkirin de bûyera Dursun Çîçek xistin rojevê. Bêguman hêzên ku di nava dewletê de dixwazin bibin desthilatdar û li ser vê bingehê dixwazin hevdu tasfiye bikin û têkçûna wan a li hemberî Têkoşîna Azadiya Gelê kurd ev bûyera Dursun Çîçek derxist holê. Lê ev bûyera Dursun Çîçek ji bo guhertina rojeva bingehîn a Tirkiyeyê jî tê bikaranîn.
Bi vî rengî dixwazin rojeva bingehîn a Tirkiyeyê biguherînin. Li aliyê din Rêber Apo û PKK’ê jî dixwazin derveyî pêvajoyê bihêlin. Her wiha planên tasfiya, înkar û îmhayê jî bi awayeke din xistine dewreyê. Di serî de jî rêbazên şerên psîkolojîk tê bikaranîn. Bi rêbazên şerê psîkolojîk xwestin bandora hatina Qasidên Aştî û Çareseriya Demokratîk berovejî bikin. Bi riya plana Amerîkayê xwestin di bin kontrola hikûmeta AKP’ê de hatina koman wekî teslimbûn nîşan bidin. Bi vê yekê re jî neman û malbatên leşkerên ku hatine kuştin bi kar anîn û derûdorên faşîst xistin nava tevgerê. Ev yek jî bes nedîtin û bi gotinên “em ê vegerin destpêkê” tehdît kirin. Ligel van tiştan rêbazên cuda jî xistin dewreyê. Vê jî wekî duwarekî dixin navbera PKK’ê û gel nîşan didin. Bi van rêbazan tê xuyakirin ku dixwazin vegerin polîtîkayên tasfiyekirinê yên destpêka salên 2000’an.
Di serê sala 2000’ê de plana tasfiyekirina PKK’ê xistin dewreyê. Wê demê jî pêvajoya aştiyê ya Rêber Apo daye destpêkirin pûç kirin. Dema ev plana tasfiyeyê xistin dewreyê bi tu awayî hebûna kurdan qebûl nekirin. Niha jî diyar bûye ku bi ferqekê dixwazin vê planê dîsa bixin dewreyê.
Di plana sala 2000’ê de armanc dikirin ku PKK’ê û Rêber Apo ji dewreyê dexînin û wan tasfiye bikin. Lê vê carê hêmayeke nû li vê planê zêde kirine. Armanca planê; “Lêkirina dîwarekê qalin di navbera PKK’û gelê kurd de ye”. Ji bo ku dîwar bixin navbera PKK’ê û gelê kurd kurdên xayîn û dijminên sondxwarî yên PKK’ê tên bikaranîn. Sedema dawetkirina Tirkiyeyê ya Kemal Burkay û yên wekî wî ji aliyê hikûmeta AKP’ê ve, ev rastî ye. Dîsa sedema têkiliya AKP’ê û kesên xayîn ên ji Tevgera Azadiya Kurdistanê veqetiyayî ne ev e. Ji bo vê planê dixwazin wan bibin Tirkiyeyê.
Di sedsala 20’emîn de dema serdestan li hemberî têkoşîna azadiya gelan nekariye bi ser bikeve rê û rêbazên cuda yên têkbirin û tepisandinê ceribandine. Wan her tim wekî riyeke têkbirinê li hemberî hêzên azadiyê hêzên kontra xistine dewreyê. Van hêzên kontra zêdetir ji hêzên ku xiyanet li qewmê xwe kirine ava dikin. Heta niha bi vî rêbazê ku hemberî gelê kurd û PKK’ê hatine ceribandin tu encam negirtine. Ligel vê rastiyê û têkçûna şerê taybet jî ev rêbaz her tim ceribandine û hê jî bi israr diceribînni. Niha jî dixwazin vê helwdanê derxînin pêşiya Tevgera Azadiya Kurdistanê û Hêzên Têkoşîna Demokrasiyê. Lê vê carê bi ferqekê vê planê dimeşînin. Beriya niha çek didan destê hêzên kontra û ew bi kar tanîn. Niha jî ev hêmayên bêserober her wekî aliyekê çareseriyê ne derdixînin meydana siyasetê. Ango niha kontrayê siyasî tên bikaranîn.